کتاووخانه کتاووخانه
مِنِی کردن(گێردین)

 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!


Search Options





مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا      تەختە کلید


مِنِی کردن(گێردین)
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
کِل کِردِن
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
 أبزار
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
زبان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
 سامانە مإ
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
مِنِی کردن(گێردین) کِل کِردِن  أبزار زبان  سامانە مإ
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بەخش بەختەکی!
  إگرەک بینەل استفاده
 Kurdipedia Archivists
 قسەل(گەپەل) هۆمە
 کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
 کرونولوژیا از وقایع
 کارەل(فعالیتەل) - کؤردی پدیا
 کمک
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 518,864
 شؤمارە عەسگەل  106,275
 کتاووەل 19,333
فایل های مرتبط 97,324
Video 1,398
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لو...
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان ن...
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن ...
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
Kurdistana Sor kû ve çû
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضاف کردن أ کووکریال
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
پێشینە(وەرینەل) بەخش
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdistana Sor kû ve çû

Kurdistana Sor kû ve çû
Kurdistana Sor kû ve çû?
04-01-2012
#Têmûrê Xelîl#
Di meha tîrmehê sala 1923an bi biryara hukumeta Sovyetê li Azirbêcanê ”Herêma Kurdistanê ya otonom” bi navenda bajarêLaçînê va hate damezirandin, ko navçeyên Qubetli, Kelbecar, Cebraîl, Zengîlan û yên din diketine navê. Ji wê ra herwiha”Kurdistana Sor” jî dihate gotin.
Di bin destê me da îzbatî tunene derheqa statuya Herêma Kurdistanê da wek yekîtîyeke miletî-dewletî ya otonom. Lê dîsa jî ewyek giringîya pirsa qedera kurdên Azirbêcanê kêmtir nake. Ya giring ew bû, ko ew herêma ko dihate binavkirinê wek HerêmaKurdistanê, cîyê bi kompakt jîyana kurdan bû, ya duduyan, di salên dîwana Sovêtîyê yên pêşin da sîyaseta dewletê ya derbarêhesabkirin jimara miletên Yekîtîya Sovyet yên kêmjimar da bona pêşxistina çand û edebîyeta wan, li ser kurdên Azirbêcanê jîderbaz dibû.
Piştî demekê derkete holê, ko sîyaseta \piştgirîya gelên bindest\, ko dewleta Sovyet îlan kiribû, ser kurdan zêde derbaz nedibû,ji ber ko pêwendîyên dostanîyê bi Tirkîya kemalîstîyê ra û daxaza, ko seba xatirê çend hezar kurdan pêwendîyên xwe bi Îranê ra xirab nekin, bûne faktorên sereke di sîyasetaSovyetê ya di hindava kurdan da. Di wî karî da Azirbêcanê jî çav dabû Sovyetê û xwe li riya helandina kurdan girtibû.
Sala 1931ê rohilatzan-kurdzanên Azirbêcana Sovyet li herêma Kurdistanê û warên komara Azirbêcanê yên mayîn da, ko kurd lê diman, êkspêdîsyoneke dîrokî-êtnografî pêkanîn. Armanc û pirsdanînên ewê êkspêdîsyonê di pêşgotina pirtûka A.Bûkşpan ya bi sernivîsa \Kurdên Azirbêcanê\ da (Weşanxana Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-lêkolînê,Bekû, 1932, bi zimanê rûsî) cî girtine. Meriv dibê qey ev tiştekî xêrxazîyê ye û ev kar gorî wê sîyasetê hatîye kirinê, ko dîwana Sovyetê di hindava gelên kêmjimar da, di nav wanda kurdan jî, derbaz dikir.
Di çarçoveya wê sîyasetê da, ko dewleta Sovyetê îlan kiribû bona pê bihese çika miletên kêmjimar di çi rewşê da nin û bona qedirgirtina mafên wan yên êtno-kûltûrî, li herêmaKurdistanê çend êkspêdîsyonên êtnografî hatine derbazkirinê. Gorî malûmatîyên, ko ketine destê min, wan çaxan du êkspêdîsyonên usa hatine derbazkirinê. Ya pêşin sala1929an b
serokatîya profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn, ko bi gotarên xwe yên derheqa tevgera kurdan û pirsa kurdan da, ko tê da gelek nerastî hebûn û bi ruhê wan deman hatibûnenivîsarê, \deng dabû\. Serokê êkspêdîsyona duduyan xudanê pirtûkê A.Bûkşpan bû. Endamên vê êkspêdîsyonê ev kes bûn: dilxwazê kurdan yê mezin Î.Marogûlovê aşûrî, ko jiErmenîstanê bû, mamostayê zimanê kurdî Samed Şahsûvarovê ji gundê Mînkendê, navçeya Laçînê û yên mayîn.
Gelo ev êkspêdîsyon çi dan, ew rewşa civakî-kûltûrî ya kurdên Azirbêcanê, ko piştî wan êkspêdîsyonan endamên wê raxistine ber çevan, çawa bû? Derheqa êkspêdîsyonapêşin da em vê yekê dikarin bêjin: merî dikare xebatên Gûrko-Kryajîn yên salên 20-30î rexne bike, ji ber ko kil û kêmasî tê da hene, lê tu kes nikare înkar bike, ko ew biprofêsyonalî hatine nivîsarê û ew derheqa kurdan da xwedî zanebûnên pir e. Bi vê yekê ra girêdayî merî dikare texmîn bike, ko berhem û lêkolînên wî gerekê balkêş bûna. Wekxuya ye, ew balkêşî bûye sebeb, ko nivîsên wî \betavebûne\ (\unda bûne\), ji ber ko ew nivîs, wek yên piştî derbazkirina êkspêdîsyona duduyan ya bi serokatîya A.Bûkşpanhatine nivîsarê, dikaribûn rewşa kurdan û çanda wan bi awakî zelal banîyana ber çavan û li ser wê bingehê jî gerekê pirsgirêkên pêşdabirina çanda wan çareser bikirana ûrewşa wî miletî bidana xweşkirinê. Lê di wan deman da ev hemû îdî nedihate hesabê azirîyan. Çima? Ji ber ko êdî dem ne ew dem bû, sîyaseta nû berê xwe ji kurdên Azirbêcanê guhartibû.
Rast e, pirtûka Bûkşpan \Kurdên Azirbêcanê\ bi gelek şaşî û kêmasîyan va dagirtîye, lê ew bi wê yekê va balkêş e, ko pirî-hindikî dêmê (rûyê) herêma Kurdistanê tîne berçevan, tê da malûmatîyên hewaskar hene derheqa jimara kurdan, rewşa wan ya civakî-aborî da. Giringî û qîmetê pirtûka Bûkşpan herwiha di wê yekê da ne jî, ko ew bi îzbatî,malûmatîyên statîstîkîyê û lêkolînên xwe va, ko endamên êkspêdîsyonê di dema karkirina xwe ya li navçeyên kurdan yên li Azirbêcanê berev kirine û amade kirine, alî me dikin,ko em pê bihesin çika berî pêkanîna sîyaseta helandinê di hindava kurdên Azirbêcanê da rewşa kurdan li wira çawa bûye.
Bona zelalkirina vê pirsa ko em li ser disekinin, em berê xwe bidine çend îzbatî û malûmatîyên azirîyan. Anegorî hesabkirina binecîyan ya sala 1921ê tenê li gundên KSSAzirbêcanê jimara kurdan 32.780 merî bûn. (Binhêre: Şirovekirina karkirina Komîsarîyata Sovyet ya Gel ya KPSSF (Komarên Pişkavkazê yên Sovyetîye Sosîyalîstîye Fêdêratîv),Tîflîs, s. 1923, rûpel 16, bi zimanê rûsî). Sala 1926an jimara kurdan li Azirbêcanê weke 41 hezaran bû (1,8% binecîyên komarê). (Binhêre: K. M. Mamêdov, Jimara binecîyên KSS Azirbêcanê di nav 60 salan da, Bekû, s. 1982, rûpel 55, bi zimanê rûsî). Giring e bidine kivşkirinê, ko kurdên KSS Ermenîstanê û KSS Gurcistanê (xwesma êzdî) di sedsalên 19an û 20î ji dest zordestîya Tirkîyê mihacirî wira bûne, lê kurdên Azirbêcanê ji demên buhurî li ser axa kal û bavan dijîtin, ji sedsalên 10 û 11an, dema hukumdarîya mîrîtîya kurdan ya Şeddadîyan li ser temamîya wê herêmê hebû.
Serokên Azirbêcanê bi rû va xwe li riya \prînsîpên întêrnasîyonalîzmê\ girtibûn, lê di rastîyê da di pirsa kurdan da sîyaseta bi dilê Tirkîyê derbaz dikirin. Dîwana Azirbêcanê dupirsdanîn danîbûn pêşîya xwe bona di pirsa kurdan da biserkeve: a) seba xatirê Tirkîyê xwe ji otonomîya kurdan xilas bike û navê \Kurdistan\ ji holê rake, ko li Tirkîyê hatîyeqedexekirin; b) careke mayîn vegere li ser sîyaseta xwe ya di hindava kurdên kêmjimar da, usa, ko bere-bere wana asîmîle bike. Bona pêkanîna ewê pirsdanînê, faktora îslamêjî dihate bikaranînê, û di şertên kûltûra sîyasî ya nimiz û xwefemdarîya miletîyê ya nekamilbûyî da, dîn ser miletîyê ra bû (em bikine bîra we, ko kemalîstan li Lozanê bi saya serê \yekîtîya dînî ya tirkan û kurdan\ kurdan ji nav lîsteya miletên Tirkîyê yên kêmjimar derxistin).
Serokatîya komara Azirbêcanê sala 1930î navê \Herêma Kurdistanê\ guhart û kir \Navçeya Kurdistanê\. Lê hema di wê salê da ew navçeya miletîyê jî ji holê rakirin û bi wêyekê va bingehê sîyaseta asîmîlekirina kurdan, pêpeskirina (binpêkirin) mafên wan yên miletîyê hate danînê.
Encamên wê sîyasetê bi awakî zelal di malûmatîyên statîstîkîyê yên derheqa kurdên Azirbêcanê da xuya dibin. Li Azirbêcanê jimara azirîyan zêde dibû, lê ya kurdan her kêmdibû. Ji bo nimûne, sala 1926an jimara kurdan 41 hezar bû, ko dikire 1,8 % hemû binecîyên komarê, sala 1939an jimara kurdan serhevdu bû 6 hezar (0,2%), sala 1959an - 1,5hezar, sala 1970î - 5,5 hezar (0,1%). Piştî hesabkirina binecîyan ya sala 1979an hate elamkirinê, ko li Azirbêcanê kurd tunene. Bona himberîhevkirinê em bidine destnîşankirinê, ko jimara kurdan li komarên cînarên Azirbêcanê - Ermenîstanê û Gurcistanê ji nîveka salên 20î bi 3,5-4 caran va zêde bûye. Ev malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî îzbatîyên here berbiçav in. Em wê jî bêjin, ko piranîya kurdên Azirbêcanê li gundan diman û gelek zaro dianîn. Eger em hesabeke sade bikin, em dikarin bêjin, ko niha li Azirbêcanê dikaribû weke 350-400 hezar kurd hebûna.
Pirsa derheqa mafên kurdan yên miletîyê da li vira bi cûrê xwe hel kirin: kurd tunene, tê wê manayê, ko mafên wan jî nikarin hebin. Karmend û zanyarên azirîyan gotin, ko kurd\bi rezadil, ango bi daxaza dilê xwe asîmîle bûne\.
Li Azirbêcanê bona kurdan şertekî pêşketina di jîyanê da ew bû, ko bêje \ez azirî me\. Bûbû qanûn, ko bona karekî baş bidine te, an jî bona sitendina navê doktorîyê û yênmayîn, kurd gelek caran mecbûr dibûn di nasnameyên xwe da ber navê \miletî\ xwe \azirî\ qeyd bikin. Ev sîyaseta di hindava kurdan da ya miletçîyên azirî tenê bi van îzbatîyanva kuta nabe. Ew sîyaset ya pirplan bû. Em çend îzbatî û nimûneyên mayîn bînin:
Di nîveka salên 60î beşa kurdzanîyê ya Înstîtuta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Azirbêcanê hate dadanê, ew jî wê demê, gava problêmên lêgerîn û lêkolînan pirbûn. Ji wan deman destpêkirî hemû zanyarên kurd yên bi nav û deng, sîyasetmedar û şoreşger, Mêrxasên Yekîtîya Sovyet û Mêrxasên xebata sosîyalîstîyê kirin azirî. Emdikarin gelek nimûneyên feşkirina dîroka kurdan ya berê bînin. Nimûneyeke balkêş - Çîngîz Îldirim e. Ew şoreşgerê kurd yê bi nav û deng di dokûmêntên xwe yên partîyayê da ûdi nameyên ko ji serokên dewleta Sovyet S. Kîrov û S. Orconîkîdzê ra şandine, gelek caran bi sebebên cihê-cihê li kurdîtîya xwe xwedî derketîye. Lê dîsa jî azirî wî azirîdihesibînin. (Binhêre: Polonskî L., \Çîngîz Îldirim\, Bekû, s. 1986, rûpel 233, 240, 247, 273 û yên mayîn, bi zimanê rûsî).
Şairê kurdan yê bi nav û deng di sedsala 17an da Ahmedê Xanî, ko berhemên xwe bi kurdî nivîsîne û tu xetek bi tirkî ne nivîsîye, azirîyekî bi paşnavê Huseynov wî bi nav kirîyewek \şairê kurdan-tirkan\. (Binhêre: A. A. Guseynov, Jîyan û mêrxasî, Moskva, s. 1987, bi zimanê rûsî).
Di pirtûka akadêmîk Z. Bûnîyatov ya bi sernavê \Hukumdarên jin yên rohilata musulmanîyê\ da malbetên kurdan yên Şikakî, Rûzakî (Rojkî) û yên mayîn, ko malbetên bi nav ûdeng in û şika tu zanyarekî tune, ko ew kurd in, ser azirîyan hatine hesibandinê. Tiştekî balkêş e, ko dîrokzan-tirkzanên azirî bi hemû pirsên dîrok û aborîya Tirkîya nû û kevin vamijûl dibin, xênji pirsekê - pirsa kurdan. Di pirsa kurdan da sîyaseta Tirkîyê û Azirbêcanê mîna kerê sêvekê bûn.
Dawîyê em dixwezin bala xwendevanan bikişînine ser ecêbeke giran: Herêma Kurdistanê (dû ra bû navçe) ji holê hate rakirinê, lê rojnameya ko organa wê bû -\SovêtskîyKûrdîstan\ (\Kurdistana Sovyet\), heta dawîya salên 50î jî derdiket.
Kurdistana Sor çawa ser 2 sehetan li kurdan hate vegerandin
Lê ecêba here giran di salên 90î yên sedsala buhurî da hate serê \Kurdistana Sor\. Piştî hilweşîna Sovyet her miletek hewil da axa xwe ya zevtkirî li xwe vegerîne. Hinek kurdên Sovyeta berê jî serî hildan. Rêvebirê wî karî kurdekî Azirbêcanê Wekîl Mustafaev bû, ko piranîya jîyana wî li Azirbêcanê derbaz bûye, lê di destpêka salên 90î da li Ermenîstanê bi cî bû. Wî nas dikirin wek serokkomarê Kurdistana Sor ya paşdemê. Tu şika min li ser welatparêzîya wî tune. Lê di pêkanînên daxwezên xwe da ewqas dilsax bû, ko digot: -emê hemû kurdên Sovyetê berev bikin, bibine Laçînê, şer bikin û Kurdistana Sor carake din ava bikin. Em bêjin, ko Kurdistana Sor ya berê dikeve di navbera Ermenîstanê û Qerebaxê da.
Ev daxweza W. Mustefaev herwiha bi dilê ermenîyan bû jî, ji ber ko riya ji Ermenîstanê ber bi Qerebaxê ji Laçînê ra derbaz dibû. Û dema kurdan Laçîn zevt bikira, wek dostênermenîyan, wê rê bidana wan wî warî wek sivder (korîdor) bi kar bînin. Di hêleke din va jî cihan wê pê bihesîya, ko azirîyan di dema xwe da ne tenê Qerebax zevt kirine, herwihaKurdistana Sor jî. Berî ko Laçîn bê zevtkirin, hukumeta Kurdistana Sor ya demî hatibû avakirin, serokkomar û wezîrên wê hatibûn destnîşankirin. Piranîya \wezîran\ jiErmenîstanê bûn, ko wê kar û barên xwe li Kurdistana Sor ya nûsazbûyî da pêk banîyana. Wana tenê tiştek ne da ber çavan: ko warek tê zevtkirin, çi tê serê binecîyên wir?Diha rast, dabûne ber çavan, lê ji wan ra ne xem bû, ka kurdên Laçînê wê bikevine çi halî.
Û 18ê gulanê sala 1992an kurdan bi alîkarîya dostên xwe ew war rizgar kirin. Ala Kurdistanê li ser çiyakî daçikandin, dewleta xwe ya otonom îlan kirin, li def û zirneyê xistin, govend girtin, leşkerên kurd yên çekdar fitilek dane çiya û banîyan, ajansên cihanê yên medîyayê û têlêvîzyonê ev gişk qeyd kirin, ji cihanê ra gotin, ko kurdan herêma xwe ya gelek salan berê heyî careke din rizgar kirin.
Ev hemû weke du sehetan kişand. Paşê ji \serokkomarê Kurdistanê\ û ji wan \wezîran\ ra hate gotin: -mala we ava, we karê xwe kir, îcar serê xwe bikine ber xwe, bêy ko piş xwe va binihêrin, ji van deran herin.

Gelo navên van \wezîran\ di dîrokê da wê bi herfên çi rengî va bêne nivîsar?[1]
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 1,905 گل سئرکریائە(دێینە)
HashTag
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurdpa.net
آیتم های مرتبط: 15
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-01-2012 (12 سال)
اقلیم: Sweden
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: سیاسی
Technical Metadata
کپی رایت صادر شده به کوردیپیدیا!
 کیفیت بەخش : 99%
99%
اێ ڕکؤردە إژ لآ 17-12-2021 أڕا( ڕاپەر عوسمان عوزێری )
اێ بەخشە گل دؤمائن(آخرین گل) إژ لآ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ): أڕا26-08-2023 نووآ بی(بروز بی)
نیشانی مەقاڵە
اێ بەخشە إڕؤی(طبق) إستانداردەل كوردی پدیا هەنی(هالی) ناتەمامە ؤ بازنگری متن إگرەکەسێ(نیازە)
اێ بەخشە 1,905 گل سئرکریائە(دێینە)
Attached files - Version
نوع Version نام ویرایشگر
 پەروەندە عەسگ 1.0.137 KB 17-12-2021 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 کتاووخانە
واژا
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟

Actual
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
13-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
15-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
موحسن قەیسەری
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 518,864
 شؤمارە عەسگەل  106,275
 کتاووەل 19,333
فایل های مرتبط 97,324
Video 1,398
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 کتاووخانە
واژا
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| زمان دؤرسکردن وەڵگە(پەڕە): 0.656 ثانیه(اێس)