Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,448
Εικόνες 105,226
Βιβλία 19,478
Σχετικά αρχεία 97,493
Video 1,394
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (151): Gundê “Dêrwîş” ya koçberbûyî, kûrkirina tamarên niştecîkirinê, revandin û girtinên bêsûcane
Ομάδα: κουρδική έγγραφα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (151): Gundê “Dêrwîş” ya koçberbûyî, kûrkirina ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (151): Gundê “Dêrwîş” ya koçberbûyî, kûrkirina ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (151): Gundê “Dêrwîş” ya koçberbûyî, kûrkirina tamarên niştecîkirinê, revandin û girtinên bêsûcane, şewtandina daristanan û qutkirina darên zeytûnê.

“Hikometa Kiwalisyona Sûrî ya – Ixwanî ya Demkî” li vê dawiyê biryareke lêborandinê ji hin tewanan re – bê dozên li gor dîtina wê bi teror û ewlehiyê ve girêdayî – derxist, yanê hemwelatiyên Herêma Efrînê ya dagîrkirî yên bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê hatine girtin an revandin ne di nav de ne. Ji xwe ew ton kiryarên ku di dermafê xelkê Efrînê de kirine û dikin, ji binî ve li dijî mada /70/ê ji Hevpeymana “Cinêvê” ya çaran a /1949/ ne (ya ku rê nade dewleta dagîrker ku kesên parastî bi sedema hin karên li berî dagîrkirinê kirinê yan nêrînên dane, bigre yan dad bike yan jî tewanbar bike); Û tiştê ku derewa pabendbûna destlatên dagîrkeriya Turkiyê -weke ew tim dibêjin- bi zagon û raweyetiya mafên mirovan tekez dike, girtin û revandina bêtirî /1500/ hemwelatiyên Efrînê û veşartina wan a zorane di Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” ya navûdeng bed ji Buhar û Havîna 2018an ve ne, û bi ser de jî yên ku di hepsên din de girtî, û berdana bisedan ji wan li dû hev ji bêtirî salekê ve, piştî “dadgehkirinên wêneyî” û sezakinên zordar ên ku berê di bin şer û mercên dijwar û işkenceyê de qedandine.
Ev jî belgekirina hin binpêkirin û tewanên li Efrînê bûne ne:
= G .”Dêrwîş”:
“G.”Dêrwîş” – N.Reco û bargeha leşkerî ya Turkiyê tê de, “Gogêl Êrs”.”
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, bi /8/KM ji navenda wê dûr dikeve, dora /850/M bi ser rûyê deryayê dikeve, ji dora /100/malî pêk tê, dora /400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, bi sedema talanê û avakirina bargeheke leşkerî têde tu kes lê nema, û dema ku milîseyên “Firqit Elhemzat û Ehrar Elşerqiyê” bi Artêşa Turkiyê re gund talankirine, heyînên tevahiya malan ji xwarinvexwarinê de bigir, ta raxistek, alav û amûrên elektirîkê, firaxên baqirî, û cerên gazê û tiştên din, weha jî du tirektorên çandiniyê yên van hemwelatiyan “Ehmed Xilosî Kenco, Ehmed Henan Xelîl”, hemî dizîn.
Herweha Artêşa Turkiyê ji bo avakirina bargeheke leşkerî û dorçêrmekirina wê bi dîwareke çementoyî li gund, /400/darên zeytûnê yên “Isma’îl Heyder”, /250/ ên “Hisên Ibrahîm”, /250/ ên “Hisên Kenco “, û /60/ ên “Nûrî Ibrahîm” hilkirin, û bi dehên din jî bi sedema vekirina riyên derin gund ji herdu aliyên Ro’ava û Rohilat ve, û herweha milîseyan jî ji bo êzingkirinê, bi sedan darên biber, meywe û iharacê qut kirin.
“Şûnewarên ketina avêjtekan bi ser G.”Dêrwîş” ve – N.Reco û roxandina hin malan û Ala Turkiyê jî li ser yekê ji wan hildayî ye.”
Û di dema şer de herdu malên “Mihemed Elî, Hisên Umer Elî” bi tevayî û çar din jî bi piçekî hatin roxandin, û herweha bi sedema ferekirina riyên li nav gund, dîwarên hewşên hin malan hatin hilweşandin.
Xelkê gund ên li herêmê mane (dora/57/malbatan = 180 nişte) di navêna B.Efrînê û gundên “Reco, Mûskê, Coqê, Avraz û Keferdelê” de belavkirî ne, qedexekirî ne ku seredana gundê xwe û goristana wê bikin ji bilî carên pir hindik, û hin caran bi hevaltiya endamekî ji milîseyan rê didin wan ku herin xizmet zeviyên xwe bikin û piştî dandina kirê wî endamî, bi ser de jî ji /%10-%15/ ji berhma zeyta xwe ya salane -weke vêrgî- didin milîseyên ku dest danîne ser dora /5/hezar darên zeytûnê yên malbatên “Hebeş, Kêlê, Bilê” yên bi zorê hatine koçberkirin.
Û hemwelatiyên li wir dimînin rastî cûrbecûr binpêkirin û kêmrûmetkirinan tên, da ku vegerin gundê xwe wan pir gilî pêşkêş kirine lê encam nedane, û ciwan “Nîhad Hesen Rif’et/21/sal” ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve ji sê salan ve hatiye girtin û zorane hatiye veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye, herweha jî hemwelatî “Receb Şukrî Reşîd” ji xelkê gund, li 14.5.2018an, dema ku ji bo lêpirsîna kurê xwe yê revandî diçûdihat navenda Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” li navenda B.Reco, bi qurşînên ku ji aliyê wan ve hatine avêtin şehîd ket.
“Pakrewan “Receb Şukrî Reşîd” ji xelkê G.”Dêrwîş”.”
= Kûrkirina tamarên niştecîkirinê:
Jêdereke taybet – Hemwelatî “B.A” yê ku demeke dirêj li Efrîna dagîrkirî mayî û paşê neçar bûye ku jê bi zorê koçber bibe got: Ku hemwelatiyekî ji pêkhateya Ereb ji Gundê “Mile Xelîla” weha tekez kir: Ku kargêrekî “Qeterî” hatiye û diravin pir bi xwe re anîne da ku erd û zeviyan li Efrînê bikire û avahiyên niştecîbûnê ava bike, û wî alîkarî jê xwestiye ku bawereriyê bi nişteciyên Kurd ên resen re çêbike da ku erd û zeviyên xwe bi buhayên bilind ên ku ew dixwazin bifroşin, lê wî xwestek û hevkariya kargêr red kiriye.
Û “B.A” berdewam kir û got: Ku paşê Milîseyên “Elşerqiyê” bi kargêrê Qeterî re derbasî pirojeyê bû, û bi alîkarî û rêbertiya kargêr “M.B” û birayê wî “Î.B” û kargêr “A.M.Ê” ji xelkê Bajarê Cindirêsê hin erd û zevî hatin kirîn û hin avahî hatin avakirin û hîn jî berdewam e, û weha tekez kir ku têkeliya “M.B” bi wan milîseyan re mekin e, û erd û zeviyên ku xwediyên wan ne li wir û mervên wan ên li hundir li şûnê bi rêve dibin pêşberî wan milîseyan dike.
Û di raporên berê de di çarçewa tevgera kirîna erdan de (ya bi armanca avakirina avahî û dîkanan û hevojtin û alîkariya anîndeyan li ser mewdanbûn û kûrkirina niştecîkirinê) me kirîna hin erd û zeviyan(Ro’avayê Cindirêsê û Başûrê riya Gundê “Hemamê”, di ber riya giştî re li berî derbasgeha Cindirêsê ya Rohilat, riya Cindirêsê – Sindiyankê, Başûr Ro’avayê Girê Cindirêsê û Rohilatê riya Gundê “Mehmediyê” ) û amedekirina wan erdan ji bo avakirinê bi riya wê toreya me li jor çêrê kirî re, belge kiribû.
Xeleka herî metirsîdar ji piroseya guhertina demografî ya rêbazkirî ya ku li Efrînê tê cîbicîkirin, pirojeyên avakirina avahiyan û gundên niştecîbûnê yên nimûneyî ne, yên ku ji bo mewdankirin û bicîkirina anîndeyan û kûrkirina tamarên niştecîkirina wan têne avakirin, û ya ku ji bo cîbicîkirina wê gelek dirav bi navê bazirganiyê û “komeleyên mirovahî û xêrxwaziyê” bi riya toreyên Rêxistina “Birayên Mislman – Elixwan Elmislimîn” û ” Partiya Dad û Geşepêdana – Eledalê we Eltenmiyê ya Turkî” re têne pêşkêş kirin.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
– Li 11.6.2021an, hemwelatî “Ehmed Ibrahîm kurê Xelîl” ji xelkê Gundê “Xelîlaka” – Navça Bilbilê û yê li B.Efrînê rûniştî, ji aliyê rêbenda kevanê ve – derbasgeha riya Kefircenê, bi tewanbariya têkeliyê bi (R.X) a berê re hate girtin, û li 24.6.2021an hate berdan.
– Li 18.6.2021an, hemwelatî “Hemdan Hisên” û kurê wî “Mistefa” ji xelkê Gundê “Axcelê” – N.Cindirêsê (yê ku di bazirganiya tirektoran de kar dike) di gel kesekî ji anîndeyan hatin girtin, û hîn çarenûsa wan ne diyar e.
– Li 17.6.2021an, Istîxbaratên Turkiyê herdu birayên negihîştî “Menan/14/sal û Henan/15/sal kurên Menan Betal” ji xelkê Gundê “Çeqelê Ortê” – N.Şiyê (yên ku li Taxa Mehmûdiyê – B.Efrînê rûdinin) girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.
– Li herdu rojên 23-24/6/2021an, Milîseyên “Feyleq Elşam” hin hemwelatiyên Êzdî ji xelkê Gundê “Xezîwê” – Navça Şêrewa “Herdu bira Umer/22/sal û Berekat/20/sal kurên Ziyad Umer Cemlo, herdu bira Ehmed/30/sal û Yûsif/28/sal kurên Hisên Yûsif, Feremend Deştî Umer Cemlo/16/sal, Heval Elî Mûse /30/sal, Cemîl Mistefa Elî /28/sal û diya wî ya ku piştî çend katan hatiye berdan”, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re girtin, û birin hepsa xwe ya taybet “tîmargeha mirîşkan a dilovanber Farûq Ezet Mistefa” li G.”Îska” ya hevcîwar(yek ji hepsên bi dizî yên ku têde işkence û dan û standinên hişk di dermafê revandberan de têne kirin).
= Binpêkirinên virdewêve:
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku hemwelatiyê temenmezin “Mihemed Hesen Misto” ji xelkê Gundê “Bihiyê” – N.Şêrewa (yê ku Milîseyên “Feyleq Elşam” desteser dike), li 4.6.2021an, di nexweşxaneke Efrînê de, bi sedema nexweşiyê ( ya ku di encama işkencekirina govdeyî û derûnî de ya ku wan milîseyan di Hepsa “Îska” de vêre kiriye de çêbûye) mir, û hema di navboriya herdu heyvên Nîsan û Gulana borî de wan milîseyan du caran ew revandin. Û bi ser xişma ku bi ser xwediyên dilovanber hatiyê ve, wan reşwet û vêrgiyên diravî jî dan.
– Ji heftakê ve Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam” û serkêşê wê “Ebdela Helawê” li Gundê “Kîmarê” – N.Şêrewa gera bişevê qedexe kir, û di siya wê de giropeke ji çekdarên wê /30/ seriyên pêz ên hemwelatî “Idrîs Hisên” û /50/qendîlên mêşên Hinguv ên “Cengîz Necar” dizîn.
– Wêrankirina jîngehê li Herêma Efrînê bi hemî rengan berdewam dike, ya ku bi zelalî nîşan dide ku tewaneke rêbazkirî tê kirin, û yek jê agirpêxistina daristana ye. Di vê warî de “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” tekez kir ku tîmên agirkujiyê li 21.6.2021an, agir ji ser dora /12/hiktar ji daristanên ihracê, li Navça Mabeta vemrandin, û li 24.6.2021an jî, agirek ji ser dora /10/donim daristanên îhracê, li nêzîk Gundê “Erendê” – Navça Şiyê vemrand.
“Şewtên daristanên N.Mabeta, 21.6.2021 Z.”
“Şewata daristana G.”Erendê” – N.Şiyê, 24.6.2021 Z.”
– “Bavê Sûleyman” Sekêşê Milîseyên “Feyleq Elşam” li Bajaroka “Meydankê” dora dused darên zeytûnê yên hemwelatî “Şukrî Mistefa” ji xelkê Gundê “Be’irava” yê hevcîwar – N.Şera û bisedan dar ên di navbera bajarokê û Çemê Efrînê de, ji bo êzinkirinê qut kirin, û me nikanî navên xwediyên daran nasbikirana.
= Di çarçewa serberdayetiyê de, li 26.6.2021an li nîvro, li nêzîk Dibistana “Meyselûn”, li orta B.Efrînê, li ser çûnûhatina Gergeha “Kawa” – riya Kefircenê, makînak bi bombeyeke teqîner teqiya, û di encamê de, sê kes hatin kuştin, hin jî birîndar bûn, û ziyanên şênberî gihîştin derdorê.
“Teqîna makînakê li nêzîk Dibistana “Meyselûn”, çûnûhatina Gergeha Kawa – riya Kefircenê, 26.6.2021 Z.”
Li gor dîder û heyînên hene, ji xelkê Efrînê serûber -li kû dibin bila bin- tê xwestin neşimitin nav toreyên cîbicîkirina pirojeyên avahiyan û gundên niştecîbûnê yên nimûneyî, bi tu rengî vêre nebin alîkar, û erd û zeviyên xwe nefroşin wan.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 482
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Συνδέεται στοιχεία: 109
Άρθρα
Ημερομηνίες & Εκδηλώσεις
κουρδική έγγραφα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-06-2021 (3 Έτος)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Αραβικά
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Πόλεις: Afreen
Τύπος Εγγράφου: No specified T4 356
Χώρα - Επαρχία: No specified T4 300
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 03-02-2024
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 12-02-2024
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 12-02-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 482
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,448
Εικόνες 105,226
Βιβλία 19,478
Σχετικά αρχεία 97,493
Video 1,394
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Folders
Βιβλιοθήκη - Βιβλίο - Βιβλιοθήκη - Γλώσσα - Διάλεκτος - Βιβλιοθήκη - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä Βιβλιοθήκη - Χώρα - Επαρχία - Έξω Βιβλιοθήκη - PDF - Μέρη & Οργανισμοί - Οργάνωση - ΠΟΛΙΤΙΚΗ Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - Μέρη - Τόπος - Μέρη - Γλώσσα - Διάλεκτος - Μέρη - Χώρα - Επαρχία -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.437 δευτερόλεπτο (s)!