=KTML_Bold=Newroza gelerî û neteweyî=KTML_End=
Yaşar Eroglu
Ehmedê Xanî kirasekî resen ê neteweyî li destana Mem û Zîn kiriye. Hevdîtina Mem-Tajdîn û Zîn-Sitiyê di roja Newrozê de pêk tê. Ehmedê Xanî, di Mem û Zînê de weke festîvalekê behsa Newrozê dike
MİJAR biharçand Mem û Zînnewrozwêjeya kurdan.
Îsal dîsa berê me ket, em ber bi biharê û Newrozê herikîn. Newroz bi xêr û coş hat. Xweza bi tev zindiyên xwe ji nû ve vejiya û jiyaneke nû dest pê kir.
Du hezaran salan zêdetir e Newroz weke cejnekê, weke destpêka jiyanê, serê sala nû û gelek aliyên wê ve tên pîrozkirin. Agir di bingeha her aliyên wê de sereke ye. Em dikarin bêjin agir hêmaya Newrozê ya hevpar û sereke ye. Di dîrokê de gelê kurd hem di rojên xwe yên reş û hem jî yên geş de tu car bêyî pîrozkirina Newrozê nemaye. Dixwaze weke cejn şahî, kêfxweşî, dixwaze weke ayîn û hwd be misoger ji rojeva xwe dernexistiye.
Kengî bihar tê û Newroz nêzik dibe gelê kurd ji kirasê xwe yê payîz û zivistan pê derbas kiriye derdixe, kirasê vêjînê kêfxweşiyê li xwe dike û jiyana xwe dixemilîne. Li başûr weke seyran, geşt tê pîroz kirin, gel ji malen xwe derdikeve, xwe davêje hembêza biharê. Li gelek aliyên bakurê Kurdistanê bi êvarkî agir tê pêxistin, ji kîlometreya dûr ve dikarî li ser her banê xaniyekî wî agirî bibînî. Ev di nav çanda gel de dijî û roja wê tê gel jixweber wê çandê ji nû ve zindî dike.
Baş tê bîra min em zarok bûn. Nêzî Newrozê xilxile dikete nav zarok û civanan, me xwe ji bo êvarê amade dikir. Çi solên kevn, lastik hebûna me ber hev dikirin. Bi tariya êvarê re em derdiketin ser banê xaniyan, me agir bi van lastik û solan dixist, li serê şîş û melhebokan (dirgan) ber bi hewayê bilind dikir. Heman rojê yan jî rojên pişt wê ciwan bi êvarkî diçûn ser kulekên xaniyan derzî diavêtin nav xanî. Ew bawerî hebû ku eger derzî îsabetî keça malê bike, ew keç dibe mirazê wî xortî.
Ev aliyê Newrozê aliyê gelerî ye. Gelê kurd bi hezaran salan ev çand weke kevneşopî di hiş û bîra xwe de parastiye û kengî roja wê hatiye mîna kevneşopiyên xwe yên din ji nû ve can dayê, jiyaye heta salake din xwedî kiriye. Ev kevneşopî hiş û bîra gel a çandî û civakî ye. Kesek jê re nabêje lê weke saetê jî rêk û pêk dixebite.
Di wêjeya kurdan de Newroz
Aliyekî din ê Newrozê jî heye ku bandora Newrozan ketiye wêjeya kurdî jî û di wir de mayînde bûye. Di wir de Newroz reng û taybetiyeke cudatir digire ku ji aliyê gelerî wêdetir reng û wesfek lê zêde dibe. Gelek berhemên wêjeya klasîk de Newrozê cihekî grîng girtiye. Ji wan berhemên wêjeya kurdî ya klasîk yek heye ku cihekî taybet digire. Em ê behsa Mem û Zîna Ehmedê Xanî bikin. Ehmedê Xanî bi Mem û Zînê destaneke neteweyî ya kurdî û kurdistanî honaye. Eger em bixwazin cihdayîna Newrozê di Mem û Zînê de fêm bikin divê em berawirdkirineke piçûk a di navbera destana Memê Alan û Mem û Zîn de bikin.
Dibe ku beriya serdema îslamê di destana Memê Alan de cejneke kurdînî hebe lê em tenê dikarin farazî bêjin. Piştî qebûlkirina îslamê ya kurdan bi awayekî bandora îslamiyetê ketiye nav destana Memê Alan. Di destana Memê Alan de hevdîtina Memê û Zînê di cejna qurbanê de dibe. Û Mem li pey evîna xwe ya xewnê li ser pişta hespê Bozê Rewan ji bo Zînê bibîne ji bajarê Mixrîbê tê Cizîrê.
Ehmedê Xanî kirasekî resen ê neteweyî li destana Mem û Zîn kiriye. Hevdîtina Mem-Tajdîn û Zîn-Sitiyê di roja Newrozê de pêk tê. Ji her du destanan yek cejna olî ye ya din Newroz e û neteweyî ye. Xanî di vir de ji binî ve destanê diguherîne, kirasekî neteweyî lê dike. Mem-Tajdîn û Zîn-Sitî kurd in, di roja Newrozê de hev dibinin û dibin evîndarên hev. Bi Newrozê re evîn jî dibe neteweyî, halbûkî di destana Memê Alan de tev motîf olî bûn. Em fêm dikin ku hişmendiya Newrozê û neteweyîtî bi Ehmedê Xanî û di destana Mem û Zîn de heye.
Ehmedê Xanî şayesandina Newrozê dike. Roja Newrozê li Cizîrê her kes derketiye geştê, seyranê. Weke festîvalekê behsa Newrozê dike. Xwîşkên mîr Zîn û Sitî, kurê wezîrê mîr Tajdîn û kurê debîrê mîr Mem diqlê xwe digehirînîn keç dibin xort, xort jî dibin keç. Û her çar jî hev dibînin. Li hev dibin aşiq û gustîlên hev diguherînin. Çîroka evîndaran li ser vê şayesandinê pêşde diçe.
Pişta destanê spartiye Newrozê
Xanî dekor an jî fona destanê, bi Newrozê xemilandiye. Perdeya ku Xanî destan lê bi kiras kiriye, Newroz e. Çawa gund an bajarek pişta xwe bispêre çîyayekî, wisa destan spartiye Newrozê. Eger çiya Newroz be av, hewa, xwezaya wê ji rengê çiyan ango rengê Newrozê girtiye. Evîna ciwanan jî bi reng û ruhê Newrozê vejandiye. Haya Ehmedê Xanî ji ruhê Newrozê heye û peyamên xwe li ser vê esasê ragihandine îro.
Di wêjeya kurdî de şopên Newrozê herî xurt Ehmedê Xanî bi destana Mem û Zîn lê kiriye. Cejna olî, ferîştahên di xewna şevan de li wan peyda bûne û ew gihandine hev ji destanê şûştiye, Newroz lê kiriye, erdnîgariya Kurdistanê, civak û zimanê kurdî bi peyamên pir xurt xwemalî destanê kirine. Wêneyek çar sed sal berê kişandiye, bi riya Mem û Zîna xwe gihandiye hiş û mêjiyê kurdan.
Ev hiş û mêjiyê ku Newroz di wêjeya klasîk a kurdan de wiha dîtiye û honaye hiş û mêjiyê neteweyî ye. Li ser bingeha çanda kurdan avahiyeke nû çêkiriye ku bûye pêşdibistan û pê re dibistana neteweyî ya gelê kurd. Gelek serpêhatî û çîrokên me yên di riya azadiyê de pêşketine hinekî jî ava xwe ji kaniya Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî girtine.
Neviyên wî rabûne çawa ku wî Newroz ji çîroka xwe re kiribû pişperde, wan jî Mem û Zîn û Ehmedê Xanî ji xwe re kirine piştperdeyeke dîrokî, li çiyan, deştan, bajaran û gundan geş kirine. Newroza wî ji bo neteweyîbûnê kiribû pişperde kirine ala bi milyonan kurdan.
Çawa ku Newroz dilê kurdan geş û berxwedêr dike, Ehmedê Xanî jî wisa di têkoşîna kurdan vedijîne.
[1]