Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,377
Εικόνες 105,305
Βιβλία 19,451
Σχετικά αρχεία 97,481
Video 1,394
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Rewşen Xanim Bedirxan: 1909 – 1992 Nas bikin
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rewşen Xanim Bedirxan

Rewşen Xanim Bedirxan
=KTML_Bold=Rewşen Xanim Bedirxan: 1909 – 1992 Nas bikin=KTML_End=
#Konê Reş#

Bi helkefta ku roja 01-06-2023, (31) sal di ser koçkirina #Rewşen Bedirxan# re dirbas dibe, eva ku di roja 01-06-1992'an de li Sûriyê, bajarê Banyasê çûye ber dilovaniya Xwedê. Kêfxweş dibim ku vê carê, em wê di rûpelên kovara (The Hall Kurdî) de, bibîr bînin û hinekî ronahiyê berdin dor navê vê jina kurd ya ku xebat û bizav di ber rewşenbîriya Kurdî de kiriye û navê xwe di huş û bîra kurdan tomar kiriye. Eva ku ji berî 82 salan ve wiha ji jina Kurd re gotiye:
“Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe..” Hawar No: 27 / 1941
Sebaretî Rewşen xanim Bedirxan, wek rewşenbîrek Kurd a jin ji sala 1935an û virde, rolek berz di şiyarbûn û tevdana hestê netewî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di derhênan û weşandina herdu kovarên wî; Hawar û Ronahî de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.
Piştî koçkirina mîr Celadet di roja 15-07-1951'ê de, Rewşen Xanim di sala 1955an de komeleyek bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), digel Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêş li Şamî damezirandiye û hêza xwe berdaye ser wergerandina ji zimanê tirkî bo zimanê erebî.. Di sala 1954'an de gurzek ji helbestên helbestvanên kurd wek Cegerxwîn, Osman Sebrî û yên mayî wergerndiyê zimanê erebî bi navê (Çend Rûpel ji Wêjeya Kurdî), hem jî, Nameya helbestvanê navdar Goran.. Di navbera salên 1958–1959an de, wek bêjer çîrokên zarokan di radiyoya Sûriyê de gotine.
Di navbera salîn 1926–1973'an de, gotar ji kovara Al-huriye re nivîsandine, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû.
Di sala 1957'an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnanistanê, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe beşdar bûye û her çar kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe dagirtine. Di sala 1971'ê de, çûye Başûrê Kurdistanê serdana Melle Mustefa Barzanî û li Hacî Amran, bi jinên Kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên Kurd damezirandiye.
Rewşen xanim Bedirxan kî ye?
Rewşen xanim Bedirxan: Eva ku yekemîn jina kurd e, bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.. Yekemîn jina kurd e ku gelek xebat, bizav û çalakiyên têvel, di ber kêşeya gelê xwe de li Şamê kiriye û di nav biyaniyan de hatiye nas kirin wek sembolekê ji rewşenbîriya kurdî re, Ew neviya mîrê Cizîra Botan e, dotmam û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiş û xeyalên wê de parastî.. Bi tenê roja îro, keça xwe Sînemxan barê wê hildigire..
Rewşen xanim, di roja 11'ê tîrmeha 1909 an de li bajarê Qeyserî hatiye dinyayê, dema ku bavê wê di sirgunê de bû. Ew ji rex bav ve, dibe; Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê mîr Bedirxan). Ji rex dê ve ew dibe; Rewşena Samiya Bedrî paşa (kurê mîr Bedirxan).
Rewşen xanim bi tenê çar sal ji biçûkaniya xwe li Stenbolê derbas kirine. Di sala 1913an de, careke din Bedirxanî, ji Stenbolê û tirkiyê hatine sirgunkirin û di rojhilatanavîn û afrîqyayê de belav bûne, nemaze di Misrê, Lîbiya, Suriya û Libnanê de, hingê para bavê Rewşen, Salihê Bedirxan li Şamê, taxa Salihiyê ketiye, hingê ji vê taxê re dihat gotin (Salihiyet Elekrad).
Li Şamê, Rewşen xanim dest bi xwendinê kiriye di dibistana Tereqî de, di pey re sê salan di mamostexanê de xwendiye, ta ku di sala 1925an de bûye mamosta zimanê erebî di qunaxa seretayî de li Şamê. Pey re du salan zimanê tirkî û sê salan zimanê fransî û ingilîzî xwendiye û wiha fêrî van zimanan jî bûye.. û bûye mamosta zimanan li Urdûnê, bajarê Kerek, hingê Urdûn û Suriye yek bûn.
Sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928an de zîviriye Şamê û li Şamê mamostetiya xwe berdewam kiriye ta sala 1935an, jê pêve bûye berpirsyara dibistanê (Mudîre), ta sala 1964an, hingê ew vegerandine karê wê yê berê mamostetiyê. Ew jî di wan salan de ji kar aciz dibe û temenê wê jî mezin dibe, vêca teqawîta xwe distîne û li mala xwe rûdinê.
Di vê navberê de du caran dizewice; Cara pêşî di sala 1929an de bû, bi xortekî ereb re ji suriyê navê wî Omer Malik Hemdî, lê pêre dûmnekir, di sala 1931ê de hev û din berdan, bi tenê keçek bi navê (Ûseyma) ji vê zewacê maye, Rewşen xanim ev keça xwe bi xwedîkirin daye ta ku ew bi Zihêrê Alî axa Zilfo re zewicandiye.
Cara dudiwan di sala 1935an de, bi kurmamê diya xwe mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Bi vê zewacê kefxweş û şad dibe. mîr Celadet di sala 1927an de nû ji ewrûpa dizîvre Libnanê û tê Şamê. Li Şamê çav bi Rewşen xanim dikeve û hev nas dikin..
Ji vê zewacê du zarok ji wan re çêdibin; keçek bi navê Sînemxan di 21-03-1938 an de çêdibe, Lê kur bi navê Cemşîd e, di dawiya sala 1939an de çêbûye,
Bi bûyera bîra qederê a ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan di roja 15-07-1951ê de, pê çû ber dilovaniya Xwedê, Emîre Rewşen Bedirxan ma dil biêş û xemgîn, rewşa wê a aburî jî, êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan lê ne pirsî, ne jî alîkarî pêre kirin.. Vêca ji neçarî di sala 1972an de mala xwe ji Şamê barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî.
Ji xebatên Rewşen Bedirxan di warê rewşenbîrî de:
1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951ê de li Şamê çap kiriye.
2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.
3 – Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.
4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954an de çap kiriye wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.
5 – Nameya Gelê Kurd a Goran, Şam 1954
6 – Nameyek ji Mistefa kemal Paşa re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di sala 1990 li Şamê bi alikariya D. Zengî çap bûye.
7 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1990 de, D. Zengî li Şamê çap kiriye.
8 – Giramêra Zimanê Kurdî: a mîr Celadet û Roger Lescot e, ji fransî hatiye wergerandin bo zimanê erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li Şamê çap kiriye.
9 – Bîranînên Salih Bedirxan, Şam 1991
Wê bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û dikarîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..
Her wekî diyare ku Bedirxanî di dîroka tevgera gelê kurd de, xwedî cihekî bilind û bihane, çi di warê xebat û bizava netewî de be û çi di warê wêje û rewşenbîriya kurdî a giştî de be.
Rewşen xanim, xwe didît wek diya kurdan. Hejaye kurd jî jêre bibêjin Dayê. Dayê Rewşen xwedî hestekî kurdeyatiyê bû, pir dilovan û dilsoz bû, dêmê wê di rengê dêmên ewropiya de bû, nerîna çavên wê kûr û tûj bûn, dema ku mirov cara yekemîn pêre rûdinşt hestekî bi tirs diket nava cegerê wî de, mezinahî û serboriyek kûr û dûr di tîpên wê de xuya dikir, mirov dixwest her dem pêre rûne û lê guhdarîbike, nemaze dema ku serpêhatiyên jiyana xwe û mîr Celadet Bedirxan digot û dibiland.
Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan.. Rewşen xanim Bedirxan, xweş nimûne ye di Kurdistanê de, ji jina kurd a rewşenbîr û pêşketî re..
Li ser daxwaza wê, berî mirinê; divîbû ku di rex bapîrê xwe mîr Bedirxan de bê veşartin, wek ku dixwest, di eynê rojê de (01-06-1992), termê wê hat guhestin Şamê û di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û pismamê wê Mîr Celadet) de hat veşartin.
Saet 5ê sibeha hizîrana 01-06-1992an, keça wê Useyma ji Banyasê telefonî min kir û got; “Diya min çû rehmetê, ji min re gotibû ku ez bimirim, xeberê bidin Konê Reş.. Saet 11ê nîvro emê termê wê bibin Şamê..”.
Min jî bi lez û bez karê xwe û çûna Şamê kir.. bi rêde, min helbestek nîvîsand li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û Rewşen Xanim û li ser gora wan xwend, evin çend malik ji wê helbestê:
Erê Mîro! felek çerx û dewrane
Rewşen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 290
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 11-09-2023
Συνδέεται στοιχεία: 3
Βιβλιοθήκη
βιογραφία
Ημερομηνίες & Εκδηλώσεις
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-06-2023 (1 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 333
Βιβλίο: No specified T4 263
Βιβλίο: No specified T4 256
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 11-09-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 26-09-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 26-09-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 290
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,377
Εικόνες 105,305
Βιβλία 19,451
Σχετικά αρχεία 97,481
Video 1,394
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Folders
Μάρτυρες - Έθνους - Κούρδος Μάρτυρες - Κόμμα - Εργατικό Κόμμα του Κουρδιστάν PKK Μάρτυρες - Οι άνθρωποι τύπου - Μάρτυρες - Φύλο - Γυναίκα Μάρτυρες - - Μέρη & Οργανισμοί - Οργάνωση - ΠΟΛΙΤΙΚΗ Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - Βιβλιοθήκη - PDF - Βιβλιοθήκη - Βιβλίο - Βιβλιοθήκη - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 2.016 δευτερόλεπτο (s)!