Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,208
Εικόνες 105,172
Βιβλία 19,471
Σχετικά αρχεία 97,346
Video 1,394
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Cizîrînasî
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cizîrînasî

Cizîrînasî
=KTML_Bold=Cizîrînasî=KTML_End=
#Necat Zivingî#

Piştî geşedana Kurdnasîyê di sedsala bîstî de, klasîkên Kurdî ji nû ve keşf bûn. Mela Evdiselam Nacî û Mela Ehmedê Zivingî rêya şerh û şiroveyê vekirin. Di vî warî de piştî sêsed salî yekem şerhên dîwana Cizîrî hatin nivîsîn. Zivingî, şerha xwe di sala 1959 an de çap kir.
Ev nifş, ne melayên klasîk bûn. Kurdperwer bûn û gelek tabû li pey xwe hiştibûn. Di nav hemdemên xwe de pir li pêş bûn. Lê di encamê de “mela” bûn. Jiber û xetên wan yên sor hebûn. Di çavê wan de Cizîrî “ewlîyayekî xwedê” bû. Lewma hemî gotinên wî pêwîst bû di vê çarçoveyê de bên şirovekirin. Her çiqas Cizîrî berhema xwe li ser têgehên mey û meyxane û saqî û işq û delalîya jinê ava kiribe jî, ev tev mecazên tesewifê bûn! Bi vî awayî dubendîya navbera “dinya û axretê” domandin. Ruh û beden, her yek li alîyekî ma. Pêkve nejîyan. Ruh (irfan) wek xeyal û spêleyekî, beden (dinya) wek termekî mirar ma.
Lê gelo çima ne yek û yekgirtî bin? Bi awireke panteîst û wehdetê wicûdê… Çima Cizîrî dil neketibe jinan, çima neçûbe meyxanê, çima mey nenoşîbe? Û digel van hemîyan çima ne mirovekî arif û xwedayî be?
Têgihîştina “olperestîya serdest” jixwe weke xet û dezgehan, di hemî dîrokê de dîyar e. Bi sedan pirtûkên dînî nivîsîne. Cizîrî nebûye peyrewê wê xet û rêbazê. Çima em ê wî di derîyê paş ve bixin wê girtîgehê? Nifşa mela û îlahîyatnasan bi giştî ev yek kirin. Kurdnasên sekuler jî bi ber bayê wan ketin, ew jiber dubare kirin. Helbet ne bi niyet û mebesta xirab. Lê vê yekê reng û rûyê Cizîrî guherand, ew ji oqyanosa wî revand, anî li golekê danî. Na! Ev ne Cizîrînasî ye! Cizîrînasî ne ev e.
Her wiha gelek qels be jî, nifşeke din heye, dixwaze nûnerên klasîkên Kurdî yên weke Xanî û Cizîrî li hemberî rûhanîyet û irfanê deyne, wan bi bawerîyên cuda yên wek Êzdayetîyê yan jî wek mirovên materyalîst pênase bike. Helbet Cizîrînasî ne ev e jî.
Ji bo Cizîrînasîyeke rast û dirûst, pêwîstî bi hizirîna li ser çend babetan heye: Misilmanî, jin, şerab. Em ji misilmanîya Cizîrî dest pê bikin.
Cizîrî termînolojîya misilmanîyê bi kar tîne, lê wateyên xwe lê bar dike. Di misilmanîyê de perestin (evdîtî) tenê bo xwedê ye. Dijayetîya misilmanîyê ya sereke li dijî pût û latan e. Bi awayekî mecazî jî rewakirina pûtan ne pêkan e. Lê Cizîrî bi kêfxweşî behsa pûtan dike, yara xwe dişibihîne pût û latan û dibêje ger hemî horî, wildan û perî bicivin li hemberî min dîsa jî “Mûyekê pê ji xetê wê bût û latê nadim”. Nasekine û wesfê yara xwe bi hêmayên dijî misilmanîyê dide: “Ne tinê qend û nebat î / Mezherê rûh û heyat î / Hem bût û ‘uzza û lat î / Lew me dil bûtxane ye”. Cizîrî bi Quran û ayetan sondê dixwe û dibêje ger pîrê meyxaneyê daxwaza secdeya pûtan bike wê peyrewên wî sef bi sef biçin secdê: “Bi Quranê bi ayatê eger pîrê xerabatê / Bebêjit secde bin latê murîdên wî dibin qatê”. Lê ew tenê ne pûtperest e, her wiha di rêya işqê de zunarê fileyan jî li bejna xwe girêdaye: “Dil kemerbesteê ‘işq e me xwe zunnariperest în”. Di dînan hilnayê kela wî ya işqê, lewma di Laleşa Êzdayetîyê re dertê: “Dil geşt e min ji dêrê naçim kenişteê qet / Mihrabi wê bi min ra wer da biçîne Laleş”. Carinan jî “Hindûyên rojiperest” e ew. Xelk û ‘alem jê re “dibên xawerperest î tu”. Şibhê serxweşan tewafa pî û destên yarê dike û xwe wek xoşewîstperest pênase dike: “Çûm tewafa pê û destan / Şubhetê sekran û mestan / Ehlê hal û xubperestan”. Perestgeha wî ne mizgeft bi tenê ye. Geh bûtxane, geh kenişt, geh laleş, geh dêra Filleyan e: “Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim”. Ka’beya yar tê nebe ji bo wî pûtgede, dêr û kenişt e: “Ka’beya tê ne bit ew pûtgede ye û dêr û kenişt”. Her wiha ew agirperest e: “Ateşperes û nûra tecella yim ez”. Bi bawermendîya işqê herî zêde agirperest e ew: “Lew ji ‘işqa te her ateşperes în”. Cizîrî pûtperest e, zunarperest e, rojperest e, ateşperest e, xubperest e, meyperest e. Her wiha helbet heqperest e, xwedêperest û xwedayî ye. Lê ev tev ne bi têgihîştina sofî û melayan. Lewma ji wan re dibêje de werin meydanê: “Feyza me şubhê Nîl e em Dicle û Firat in / Ger şeyx û wer îmam e vê ra ye min keşakeş”.
Awira wî ya li hebûnê cuda ye. Ne ya Cizîrî bi tenê, felsefeya klasîkên Kurdî bi giştî yekbûna hebûnê ye. Dubendî û dijayetî tê de tune ye. Di navendê de işq û dilber û yar heye. Çawa hezar sal berê Baba Tahirê Uryan nivîsîye: “Bijîn ên ku serî ji pê cuda nakin / Wekî şewatê hişk û ter cuda nakin / Kenişt û Ke’be û pûtxane û dêr / Bi serayeke bê dilber bawer nakin”.
Li gor têgihîştina misilmanîya klasîk ji bilî xwedê secde ji tu tişt û tu kesî re nabe. Lê di têgihîştina Cizîrî de secdeya ji yarê re rewa ye û di dema xuyabûna yarê de çûyîna secdê ferz e: “Wê mecalê ku cemala xwe tecella dikirî / Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê”. Cizîrî bi wê secdeyê, xwe muşrik û kafir jî nabîne: “Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan / Kî dibit muşrik û kafir ji wê şîrînifemê”.
Şêx Şemsedînê Birîfkanî jî nêzîkî serdema Cizîrî jîyaye û şêxîtîya tesewifê kiriye. Lê ew jî di bawermendîya xwe de ne mirovekî hişk û fanatîk e. Lewma wiha nivîsîye: “Ez im rindê xerabat, nizanim bi çi halim / Ne sofî û ne rind im, ne kufr û ne misilman”.
Ji bo têgihîştina serdestîya işqê li ser dîn û bawerîyan, yek ji mînakên herî giring jî Ehmedê Xanî ye. Her çiqas wek şêx hatibe zanîn, Xanî di helbestên xwe de bi awayekî eşkere destnîşan dike ku misilmanîya wî, ne misilmanîyeke qalibperest e. Lewma gelek risteyên li gor misilmanîya serdest wek kufr têne dîtin nivîsîne: “Wekî şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit / Bi emrê dostê kafir bit, bisojit suhfê Quranê”. Şêxekî misilmanan ku bi awayekî mecazî be jî behsa şewitandina rûpelên Quranê bike! Helbet mebesta wî ne dijayetîya Quranê ye jî. Gotina xwe didomîne û dîn û îmanê jî davêje: “Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbê / Dema dil dim bi metlûbê didim ez dîn û îmanê”. Di van risteyan de xwe dişibihîne Şêxê Sen’anî û dibêje ger yar û dosta min ferman bike dê mîna wî bibim kafir û rûpelên Qur’anê jî bisojim. Her wiha dema dil didim yarê, dîn û îmanê di ber de davêjim.
Cizîrî di dîwana xwe de peyva “Ellah” bi giştî di wateya heyretê de, ku îro wek “hela hella” tê zanîn, bi kar tîne: “Tu bînê sazê bi awazê çi rengî me dixwazit / Ellah Ellah bi xwedê qet dibihî ev çi xitab e”. Çawa ku Laxer di texmîseke li ser Cizîrî de gotîye: “Ellah çi teb’etbeşer î xwe ne mela î / Vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî”. Di vê risteyê de ji xwedê re nayê gotin ku “tu teb’etmirov î”, belkî ji bo Melê tê gotin ku “Hella hella! Tu çi cûre mirov î”.
Nexwe em pê de herin. Li gor Cizîrî “Qibleya ehlê dilan” wek ya misilmanan ne “Ka’be” ye, rûyê yarê ye. “Kafir” jî ne ew e ku înkara xwedê dike. Yê “secde nebit cebhet û xalê” bi dil kafir e. Ji bo Cizîrî der û devera ku mirov berê xwe bidê, birhên yarê yên mîna mîhraba mizgeftê ne. Ev yek îman e yan kufr e, ji bo wî ne giring e: “Herdu birhên te ne mihrab çi îman û çi kufr / Bûd û nabûd ku yek in ev çi sewab û çi ‘iqab”. “Leyleqedr”a Cizîrî jî ne şeva Quran tê de daketî ye. Ew dema “Şefqe kir perde hilanî seherê şox û şepalê” ji bo wî şeva qedrê ye. “Tewaf” gera li dora yarê ye. “Heceruleswed” xal û şanikên yarê ne.
Piştî babeta Xwedê û rîtuelên misilmanîyê, di dîwana Cizîrî de yek ji hêmayên nîqaşê jî “jin” e. Ji dîwana Cizîrî dîyar e, yara wî “şox û şepala meyperest” e. Zalimeke “hişyar û mest” e. Nameyan bi dizî dide destê wî. “Neyşekera sipî dest û zend” e. Dema wî dibîne lêvên wê “tebesum kir ji qend” e. Ramûsana lêvên wê hesreta Cizîrî ye: “Da binoşim mey ji lêvê mawera reyhan û sêvê”.
Ji risteyên wî bi her awayî xuya ye ku behsa dilbera xwe ya jin dike: “Çi xeber dim ji dilê tey wekî seng / Dikujî ‘aşiqê miskîn bi tifeng / Nekirî terki tu vê kafirîyê / Dînbirê horîmisalê zerîyê / Nazikê neyşekerê surperîyê”. Ne pêkan e Cizîrî ji xwedê re bêje “tu kafirîyê dikî, dînê min ji destê min dibî”. Yara Cizîrî ne “xwedayê olperestan” e. Lewma pêwîstîyê pê dibîne ku rasterast wê wek “beşer” (mirov) wesf bike: “Nezerek wê beşerê lebşekerê hûrîsiriştê / Nadirim ez bi mey û Kewser û hûrên di bihiştê”. Bi her awayî dîyar e, qesda Cizîrî beşer û mirovek e, ne xwedê ye. Nabe her gotina wî bi “işqa xwedê” bê şirovekirin. Wî gotîye “beşer”, hê wê çawa bêje! Îcar têgeha “xwedê” ya Cizîrî û ya dîndarên îro jî ne heman e. Pêwîst e em binê vê jî xêz bikin.
Babeta sêyem şerab û mey û meyxane ye. Li gor vegotina oldarîya klasîk ev tev mecaz in! Mebest ji şerabê “Işqa îlahî”, ji meyxaneyê “tekye û dergah” e! Lê gelo bi rastî jî wisa ye? Yan jî seranser wisa ne?
Di klasîkên Kurdî de yek ji hêmaya sereke çîroka Şêxê Sen’anî ye. Di çîrokê de şêx dil dikeve jineke Ermenî û li dû diçe. Meyê vedixwe, şivanîya berazan dike. Lê di wê çîrokê de mey, ne meya mecazî ye. Şêx bi rastî jî şerab vexwarîye. Çima meya di vê çîrokê de ne mecazî ye, di babetên din de seranser wek mecaz tê şirovekirin? Dîyar e nakokîyek heye.
Yar bi tilîyên nazik reqîq, di fincana eqîq de meyê pêşkêşî Cizîrî û aşiqan dike. Dema wê şerabê di fincana sedef de dide, bi dizî û veşartî vexwarina wê êdî ne pêkan e. Lewma çeng û ney û def jî ligel civata meyê ne: “Mey hate fîncana sedef kes dê vexwot îro bi xef / Saqî bi çeng û nay û def ferfuriya mehtabi da”. Mijar tenê ne vexwarina meyê ye. Her wiha behsa cûreyên mey û şerabê û qedehên wê jî tê kirin: “Saqî meya gulgûn û al / Tînit di fîncana me da”.
Û ev mey, tenê ne bêjeyek e ku mirov wateyên cuda lê bar bike. Cizîrî bi awayekî eşkere di hinek risteyan de destnîşan dike ku behsa şeraba ji ava tirî dike: “Lew ji lebê le’lê te can bû xecil / Badeyê engûrî kuca selsebîl” Ehmedê Xanî jî her wiha rasterast behsa vexwarina şeraba ji ava tirî kirîye: “Ey dil! Ger te divêtin bibî dayîm mesrûr / Di terebxaneê dunya vexwe ava engûr”. Engûr, tirî ye.
Her wiha ger ew mey tenê irfan û işqa xwedê bûya, behsa helalî û heramîya wê nedibû. Lê Cizîrî gelek caran behsa helalîya meya xwe dike: “Fetweya pîrî mela yan tu bi ilhamê nebî / Vê meyê her we dinoşî bi helalî şeb û roz”.
Cizîrînasî, vî dîmenî datîne ber me. Ne pêkan e klasîkên Kurdî wek berhemên dînî bên nirxandin û sînordarkirin. Her çiqas gelek têgeh û mijarên dînî di wan de hebin jî, ew ne berhemên dîndarîyê ne. Lewra heger meqsed û mebesta wan şîretbêjî û vegotina dînekî serdest bûna, wan jî dê mîna gelekên din (Seyfudîn Amedî, Ibnu Selah, Ibnî Teymîye, Xezalî û hwd) berhemên xwe di wê çarçoveyê de bihişta û gotinên li gor misilmanîya serdest kafirtî têne dîtin, nedinivîsîn.
Çima yar û meyxane û şerab û reqsa Cizîrî dibe mecaz? Ger Cizîrî ji bilî belaxetê xwestibe tiştekî veşêre, bi mecazê wê çi veşêre? Helbet wê kirasê şerab û meyxanê li dîn û îmanê neke. Belkî wê kirasê dîn û îmanê li meyê û hezkirinê bike. Di civakeke misilmanên hişk de wê şerabê û xoşewîstîyê veşêre. Wê cilê misilmanîyê li wan bike.
Cizîrî, di seranserê helbestên xwe de motîf û sembolên dînan ên wek zunar, dêr, xaç, mizgeft, Ka’be û her wekî din li bin guhê hev dixe û di peyrewîya işqê de dihelîne, bi kar tîne. Serdestîya dînekî li ser yê din nabîne. Ji bo wî işq û yar û sermestî di ser her tiştî re ye.
Ho sofîyo! Ho zahido! Ho muhtesibo! Ho zabito! Ho dawetvano! Ho teblîxvano! Ho eskero! Ho xwedayîyo! Dema navê şerab û meyxanê dibihîzî, rûyê xwe tirş dikî. Çawa dikarî yekî weke Cizîrî têbigihîjî? Dema behsa jinê û delalîyê dibe, bêexlaqî fêm dikî. Çawa dikarî raveya Cizîrî bikî? Yên li cem wan behsa şerab û meyxane û delalîya jinê dibe, rûyê xwe tirş dikin, çawa dikarin Cizîrî şirove bikin!
Ji cîyê bask lê bidî, derkevî asîmanê bê sînor, hewl didî daxî nav dîwarên derdor. Na! Cizîrînasîyeke wisa nabe.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol [1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 753
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
Συνδέεται στοιχεία: 15
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-05-2023 (1 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 270
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 10-09-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 13-09-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 13-09-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 753
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,208
Εικόνες 105,172
Βιβλία 19,471
Σχετικά αρχεία 97,346
Video 1,394
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Folders
Βιβλιοθήκη - Βιβλίο - Βιβλιοθήκη - Γλώσσα - Διάλεκτος - Βιβλιοθήκη - Τύπος Εγγράφου - Alkukielellä Βιβλιοθήκη - Χώρα - Επαρχία - Έξω Βιβλιοθήκη - PDF - Μέρη & Οργανισμοί - Οργάνωση - ΠΟΛΙΤΙΚΗ Μέρη & Οργανισμοί - Χώρα - Επαρχία - βιογραφία - Φύλο - Άντρας βιογραφία - Έθνους - Κούρδος βιογραφία - -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 1.282 δευτερόλεπτο (s)!