Navê pirtûkê: Di xew de
Navê nivîskar: Cemîl Saîb
Navê wergêr: Zîya AVCI
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2009
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Koleksiyona Dest, ku armanca wê belavkirin û hêsanîkirina xwendina kurdî ye û ji tekstên avangard / pêşeng pêk tê, bi yekem pexşana kurdî / soranî (1925) dest pê dike: Di xew de…
Di nav kulturek ku nazmên wê yên modern, bi giştî li ser şiyarkirina millet in, dibe ku paradoksek be ku di yekem nesra wê de behsa xewê bê kirin. Lê ne ev tenê ye. Tarîxa modern a kurdan heta vêga, hê jî di riya çêkirina desthilateke kurdewarî de derbas bû. Û yek ji van hewldanên herî girîng tevgera Şêx Mehmûd e.
Cemîl Saîb, berê tîrên xwe dide ‘desthilata kurd‘, piştî 80 salî emê bibînin bê kî bi heq e: ‘serkirde‘ an zana, serok an nivîskar[1]