Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,023
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Mirineke Trajedîk û Bêxwedî: Îhsan Nûrî Paşa
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îhsan Nûrî Paşa

Îhsan Nûrî Paşa
Mirineke Trajedîk û Bêxwedî: Îhsan Nûrî Paşa
=KTML_Underline=Îbrahîm GUÇLU=KTML_End=
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Îhsan Nûrî Paşa, piştî ku Serhildana Neteweyî ya Agirîyê şikest xwar teslîmî dewleta Tirk nekir, Derbasî Rojhelatê Kurdistanê bû. Li Îranê bû penaber. Wî di 25 ê Adara 1976 an de li Tehranê jîyana xwe di şertên gelek zehmet de, encama qezeke trafîkê ji dest da!
Hezar mixabin ez her demê mirina Îhsan Nûrî Paşa, mirineke trajedîk û bêxwedî bi nav dikim.
Piştî ku Îhsan Nûrî Paşa jîyana xwe ji dest da, ew li Tehranê hat binax kirin.
Ew serokê Serhildana Neteweyî ya Agrîyê bû. Piştî ku serhildana Agirîyê şikest xwar derbasî Îranê bû. Li Îranê di hepsê de ma. Piştî hepsê jîyana xwe li Tehranê derbas kir. Dema ku li Tehranê jîyana xwe derbas kir, ji kurdan hatibû îzolekirin. Rejîma Îranê ti wext îzin neda ku bi kurdan re danûstandin bike.
Lê rastîyeke din heye ku kurd jî li serokê xwe re xwedî derneketin.
Hîn jî Îhsan Nûrî Paşa ji alîyê kurdan de zêde nayê naskirin. Di esilê xwe de Îhsan Nûrî Paşa serokekî neteweya kurd ê balkêş e. Serokekî egît, leşker, sivîl e.
Tu wext, di şertên zehmettir de serê xwe netewandîye.
=KTML_Bold=MUXSÎN DIZEYÎ DIBÊJE KU “ŞAH RIZA PEHLEWÎ JI WÎ RE RÊZ DIGRE”=KTML_End=
Beriya ku ez ji jîyana wî qal bikim, di jîyana wî de bûyereke gelek girîng a li Îranê di serê Îhsan Nûrî Paşa re derbas dibe, heye. Ez di destpêkê de dixwazim vê bîranînê pêşkêş bikim.
Min ev bîranîna ji Dewrêşê Sehdo guhdar kir. Wî jî, ji bavê Sefîn Dizeyî ku berpirsiyarê PDKê bû li Tirkiyeyê û nûha jî wezîrê derve yê Kurdistanê Mûxsîn Dizeyî guhdar kiriye.
Wek tê zanîn, Mûxsîn Dizayî berpirsîyarekî bi navûdeng yê PDKê yê dema Serokê Neteweyî Mistefa Barzanî bû û ew kesekî gelek nêzikî Serok Mele Mistefa Barzanî bû. Di dema Otonomiya Kurdistanê de, li Çekoslowakyeyê balyoz bû. Dema ku Serok Mele Mistefa Barzanî ji bona tedawîyê çû Emerîkayê Mûxsîn Dizayî jî tevlî Îdrîs û Mesûd Barzanî bi wî re çûn Emerîkayê..
Gor agahdarîya Mûxsîn Dizeyî: Wî û Serok Mele Mistefa Barzanî, beriya sala 1975an gelek caran xwestine ku bi Îhsan Nûrî Paşa re danûstandin û seredanîya wî bikin. Berpirsiyar û otorîteyên Îranê îzin nedane wan. Bes wan piştî sala 1975an derfet dîtine ku bi Îhsan Nûrî Paşa re danûstandin bikin. Dema di danûstandinê de Îhsan Nûrî Paşa ev serpêhatîya xwe ya ez li jêr neqil bikim, ji wan re pêşkêş dike.
Îhsan Nûrî Paşa li İranê di hepsa bi navûdeng a Evînê de ye. Rojekê Şah Riza Pehlewî tê hepisxaneyê. Bi girtîyan re danûstandin dike. Dema ew tê hemû girtî radibin ser pîyan. Îhsan Nurî Paşa ranabe ser pîyan. Riza Şah Pehlewî piştî ku bi girtîyan re danûstandinê dike, tê cem Îhsan Nûrî Paşa. Îhsan Nûrî Paşa wê demê wî wek mêvanê xwe pêşwazî dike û radibe ser pîyan. Riza Şah Pehlewî, pêşîyê her çiqas Serok Îhsan Nûrî Paşa ranebe ser pîyan jî, qiymet dide wî.
Piştî ku Şah Riza Pehleweî ji hepsê diçe. Di derbarê Îhsan Nûrî Paşa de lêkolîn dike. Wê demê taybetîyên Îhsan Nûrî Paşa baş nas dike. Emir dide ku Îhsan Nûrî Paşa ji hepsê derkeve û serbest bê berdan.
Ev bûyera jî dîyar dike ku Îhsan Nurî Paşa çiqas layiqî seroktîya neteweya kurd bûye.
=KTML_Bold=SEROK ÎHSAN NÛRÎ PAŞA KÎ YE?=KTML_End=
Îhsan Nûrî Paşa, di sala 1893an de li Bedlîsê tê dinyayê.
Ew perwerdaya xwe ya destpêkê li Bedlîsê diqedîne. Pişt re li Erzîncanê diçe Dibistana Rûştiyê ya Leşkerî. Piştî ku Dibistana Leşkerî ya Rûştiyê diqedîne, li Stenbolê dest bi “Dibistana Leşkerî ya Bilind” dike.
Ew perwerdaya wî ya bilind bû. Piştî ku Dibistana Herbê diqedîne, wek texmen (serpel) beşdarî Artaşa Osmanî dibe.
Hezar mixabin, ew wek kurdekî mecbûrî, ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Arnawutê bê temirandin, di orduya Osmanî de wezîfe didin wî.
Pişt re Osmanî wî dişînin Erebîstanê. Ew li Erebîstanê li Yemenê wezîfa xwe pêk tîne. Ew ji du salan zêdetir li Yemenê dimîne.
Di Şerê Cîhanî yê 1em de birîndar dibe. Pişt re derman dibe û sax dibe. Li Gûrcîstanê li ser navê Osmanîyan wezîfe dimeşîne.
Ew xebatên wî û helwesta Împeratoıriya Osmanî li hemberî neteweyên bindest, dibe sedem ku ew bê guhertin.
Îhsan Nûrî Paşa piştî Şerê Cîhanî yê 1em bi Cemîyeta Tealî ya Kurd re pêwendî datîne.
Di sala 1919an de, li hemberî Osmanîyan bi leşkerên muxalîf yên Tirk re komîteyekê ava dike. Ew di vê komîteyê de dibe sekreter. Lê komîte di xebata xwe de serkeftî nabe.
Îhsan Nûrî Paşa, di orduya Osmanî ya ku di nav belavbûnê de bû, xwe wek serleşkerê Alayê îlan dike. Ew helwesta li hemberî Osmanîyan serhildanek bû.
Îhsan Nûrî Paşa, piştî ku Stenbol tê îşgal kirin, ew ji bona ku biçe bajarê xwe Bedlîsê hereket dike. Lê dema ku digihîje Trabzonê bi daxwaza Serleşkerê Ordûya 9emîn Ruştu Paşa, ji bona ku bi Ordûya Sor ya Sovyetan re danûstan bikin bir grubek leşker ve diçe Bakuyê. Armanca wan ew bû ku li hemberî dewletên Ewrûpayî, piştgirîya Ordûya Sor ya Sovyetan bigrin û Ordûya Sor bên sînorê Osmanîyan biparêze.
Piştî hevûdîtina Ordûya Sor, di şertên gelek zehmet de, di ser Îranê re vedigerin nav Ordûya 9em ser wezîfeya xwe.
Di wan şertan de, bingeha Ordûya 12an, di bin pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa de ava dibe.
Ew di şerê Ermenîyan de birîndar dibe. Li Sarikamîşê tîmar dibe.
Li Sarikamîşê, ji bona Rizgarîya Kurdistanê, bi serleşkerên kurd yên ku ji Ordûya Osmanî veqetîyan re danûstandin dike. Dest bi xebata rêxistinî dike. Wê demê, di derbarê wî de lêpirsîn çê dibe, li Dîwan-î Herb tê darizandin. Lê di derheqê wî de belgeyeke ku wî tewanbar bike nayê dîtin. Loma jî rizgar dibe.
Şexsiyeta wî, di nav serleşkerên Osmanî de dibe nakokîyeke mezin. Lê Îhsan Nûrî Paşa ev car jî dibe berpirsîyarê Alaya Çildirê.
Dema ku serleşkerê Osmanî dixwaze ku Ermenîyan sirgûn bikin û wan li rê qir bikin; Îhsan Nûrı Paşa, li dijî vê biryarê derdikeve. Bi Ermenîyan re danûstandina xwe baş dike û pêş dixe. Ermenî ji wî gelek hez dikin. Piştî ku Osmanî bi Ermenîyan re peyman çê dikin, Îhsan Nurî Paşa jî dibe berpirsîyarê leşkerî yê Bazîdê ku di tixûbê Bakurê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê de bû.
=KTML_Bold=SERHILDANA BEYTULŞEBABÊ…=KTML_End=
Dema ku pirsgirêke Mûsûlê tê rojevê, ew li Diyarbekîrê dibe berpirsiyarê leşkerî. Li Diyarbekîrê bi kurdên leşker û pêşengên Kurdistanê re danûstandin dike. Dikeve nav rêxistinbûna kurdî. Li Beytulşebabê serhildana neteweyî li dar dixe.
Hezar mixabin serhildana Beytulşebabê têk diçe. Wê demê gelek berpirsiyarên serhildana Beytûlşebabê tên girtin û tên hepis kirin. İhsan Nûrî Paşa jî di ser Sêrêtê û Diyarbakırê re derbasî Rojavayê Kurdistanê (binxetê) dibe.
Îhsan Nûrî Paşa, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê Şengalê dibe. Îngilîz wê demê ji Îhsan Nûrî Paşa re pêşniyar dikin ku bi wan re xebat bike. Ew vê pêşniyarê qebûl nake.
=KTML_Bold=DAXWAZA WÎ YA BEŞDARBÛNA TEVGERA NETEWEYÎ YA 1925-AN…=KTML_End=
Îhsan Nûrî Paşa, piştî vê pêşniyarê, bi hevalên xwe re derbasî Rojhelatê Kurdistanê dibin. Wê demê Serhildana Neteweyî ya 1925an destpêdike. Ji bona ku beşdarî serhildanê bibe, ji Rojhelat, Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe.
Hezar mixabin, beriya ku beşdarî serhildana neteweyî bibe, serhildan şikest dixwe. Serokê tevgerê Şêx Seîd Efendî û havelên wî tên girtin. Berîya wan jî Serokê Rêxistina Azadî Xalîd Begê Cibrî û Kemal Fewzî û hevalên wan hatibûn girtin û li Bedlîsê hatibûn darizandin û îdam kirin.
Wê demê ew li Wanê Sarayê mêvanê Serokê eşîra Mîlanê Osman Beg e. Piştî ku xeber tê girtin ku ew li Sarayê ye, wira tê bombaran kirin.
=KTML_Bold=SERHILDANA NETEWEYÎ YA AGIRÎYÊ…=KTML_End=
Pişt re vedigere Rojhelatê Kurdistanê. Ji Dewleta Îranê mafê penaberî dixwaze. Wê demê tê hepis kirin. Wî dişînin Zencanê. Ew demekê li wir dimîne. Pişt re diçe bajarê Rojhilatê Kurdistanê Xoyê. Xoyê ji bona kurdan bajarekî girîng bû.
Wê demê li Agirîyê serhildan dest pê dike. Ew jî bi biryara Rêxistina Xoybûnê, di sala 1927an de derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Ew berîya biçe Bakurê Kurdistanê, grûbeke çekdar ava dike û diçe. Di destpêkê de, li Erziromê xebata xwe ya neteweyî û rêxistinî dimeşîne. Pişt re jî wek serleşker dibe Serokê Serhildana Neteweyî ya Agirîyê.
Lê serhildana Agirîyê jî bi tîfaka dewletên kolonyalîst Îranê û Tirkîye hat temrandin. Ew û hevjina xwe Yaşar Xan, bi hev re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn û ketin bin zordarîya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê.
Bi wan re hevûdîtin girêdayî destûrê bû. Mala wan daîmî di bin kontrola Savakê de bû.
Di wan şertan de jî îhsan Nûrî Paşa lêkolînan dike û meqelayan dinivîsîne. Li ser serhildana Neteweyî ya Agirîyê pirtûka xwe amade dike. Bîranînên xwe dinivisîne.
Di dema Şerê Cîhanî yê 2em de Dewleta Îranê ditirse ku ewê dîsa serhildaneke neteweyî li darxe û bi rê xe, bi daxwaza Dewleta Tirk wî digrin hepis dikin.
Dema ku hêzên muttefîq Îranê îşgal dikin, bi daxwaza wan serbest tê berdan. Lê digrin bin kontroleke gelek tund.
Îhsan Nûrî Paşa 18ê Adar a 1976an de, li paytextê Îranê li Tehranê bi qezeya motorsîkletê birîndar dibe. Birîna wî kûr bû.. Ew 7 rojan li ber xwe dide. Di 25ê Adara 1976an de jîyana xwe ji dest dide.
Hîç şik tune ye mirina îhsan Nûrî Paşa mirineke trajedîk, bêxwedî, bi şik e.
Bila serê neteweya kurd sax be.
Diyarbekîr, 27-03-2020
(Serkanî: Îhsan Nûrî Paşa: Serhildana Çiyayê Agirîyê)[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 525
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
Συνδέεται στοιχεία: 8
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-03-2020 (4 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 1762
Βιβλίο: No specified T4 280
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 15-06-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 16-06-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 16-06-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 525
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,023
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.531 δευτερόλεπτο (s)!