$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cîgerxwîn Şaho
Nav û paşnav: Kerîm Kerîmpûr
Cihê jidayikbûnê: Merîvan
Navê dê û bav: Selma - Weysî
Dîrok û cihê şehadetê: 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cîgerxwîn li bajarê Serhildana Rojhilatê Kurdistanê Merîvan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Cîgerxwîn ji ber ku malbata wî malbateke dilsozê nirx û çanda Kurdî bû, ew jî bi van nirxên bingehîn mezin bûye. Ji ber vê yekê di temenekî biçûk de ziman û çanda xwe jiyaye. Dema ku hêzên mêtinger êrîşî çand û zimanê Kurd kiriye, ew li hemberî van êrîşan hêrs bûye. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve ji ber van êrîşên dewletên mêtinger kete nav nakokiyan, piştre rastiya gel baştir fêm kir. Dema wî fêm kir mesele çi ye, helwesta wî ya di jiyanê de zelaltir bûye. Tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin, hevrêyê me Cîgerxwîn, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet, di wê baweriyê de bû ku divê gelê me tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Wî ev tişt weke erkeke ku divê bi cih bîne, weke pêwîstiyeke berpirsyariya li hemberî gelê me dît. Ji ber vê sedemê ji ciwantiya xwe ve di nava lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêyê me bi baweriya ku ji daxwazên gelê me yên azadiyê herî baş di nava refên PKK'ê de dikare bibe bersiv, di sala 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên gerîlatî û partiyê ku li çiyayên Kurdistanê dîtiye û weke ciwanekî welatparêz û şoreşger dest bi jiyaneke nû kir û ji roja pêşîn ve hînî jiyana gerîla ya pîroz bûye. Hevrêyê me girêdayî armancên xwe bû û xwedî kesayetiyeke xurt bû. Ligel ku temenî wî ciwan bû jî wî her peywirên xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me di warê leşkerî û îdeolojîk de her roj bi pêş ve bir û ji bo bibe şoreşgerekî yekbûyî tevlî xebatên gelek qadan bûye. Dema ku êrîşên hêzên dagirker bi taybetî jî yên dewleta Tirk a qirker li dijî gelê me û Tevgera me zêde bûn, bevrêyê me Cîgerxwîn bê dudilî berê xwe da qadên şer. Hevrêyê me ku pêdiviyên serdemê pir baş tehlîl dikir, li gorî van hewcedariyên xwe bi cih dikir. Hevrêyê me yê ku di şerê dijwar ê ku em bi dewleta Tirk a dagirker re dimeşîne de girîngiya jêhatîbûna leşkerî û profesyonelbûnê fêm kir û ji bo vê xwest xwe bi pêş ve bibe. Hevala wê xwe adapteyî perwerdehiya branşa leşkerî kir û bi vê taybetiya xwe ji hevalên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me Cîgerxwîn ku bi kesayeta xwe ya gihîştî, nefsbiçûk, jidil û durust şopa xwe li ser her hevrêyê xwe yê têkoşînê hişt. Ew bi şehadeta xwe jî pêşengiya me hevrêyên me yên têkoşînê dike.[1]