Nesim SÖNMEZ
Resul GEYİK
Her çiqas Îngilîzî û #Kurmancî# di heman malbata zimên de cî bigirîn jî di şaxên cuda de ne, hevparî û cudahî di navbera her du zimanan de hene. Gava xwendevanek ji van zimanan yekî hîn dibe hevparî teqez hînbûnê hêsanir û cudahî jî dijwarir dike, ev jî ji ber hebûna hevparî û cudahiyan, bi awayekî normal dibe sedema tevliheviya mijaran. Armanca me di vê gotarê de bi berawirdkirina demên Îngilîzî û Kurmancî, tespîtkirina hevparî û cudahiyan e. Bi nêrîna zimanzaniyê, ev mijar di her du zimanan de bi awayên cuda dikare bên nirxandin. Di destpêka gotarê de, pênasekirina têgehên berawirdkirinê heye. Û pey re jî dîroka xebatên berawirdkirî yên Îngilîzî û #Kurdî#-Kurmancî tên vegoin. Berawirdkirin wê di asta hevoksazî (sentaks) û di bikaranîna deman (semanics) de be.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,384