Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,026
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
DARIŞTINA SERVEYÎ
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

IBRAHÎM XELÎL

IBRAHÎM XELÎL
Dariştina gotinan yek ji teknîkên zimên ên herî sereke ye. Her dem tiştine nû derbasî jîyana mirovan dibin û ev teknîk bi alavkirina hin gotinên resen û kevn gotinine nû tîne holê da ku nav û nîşandanên wan tiştên nû pêk bîne.
Di #Kurdî# de, hin gotin ne bi hûrbînî hatine dariştin, û metirsîya vê hûrnebînîyê ew e ku sibe dê gotinine nûtir derkevin ku bi van gotinên ku mirov îro dariştiye bêhtir diguncin wek gotina (devkî) ku me îro dariştiye hember gotina (شفهي) dê çawa be ku sibe gotina (فموي) bi Kurdî ji pizîşkên Kurd re gerek bibe?!
Di vê babeta hûrnerînxwazîyê bi xwe de, nimûneyeke M. Mesûd Mihemed* pir xweşik û balkêş heye, ew dibêje ku gotina (çargoşe) ya nûdariştî hember gotina (مربع) pirsgirêkekê çêdike der barê dariştina gotinine din de bo (مستطيل، معين، شبه منحرف) ku hemû jî çargoşe ne.
Di vê nivîsara piçûk de, me bîst gotinên nûdariştî ji alavên ragihandina Kurdî dane hev û va em wan li ber çavê lêkolînê radixin û nêrîna xwe ji cenabê xwîneran re tê de dîyar dikin:
Serkeftin
Bi wateya (Victory = النصر), lê dema ku Kurd dibêjin ku filan tişt bi ser ket, mebesta wan jê (طفا) ye wek çawa ku text bi ser avê dikeve, û qeymax bi ser şîr û mast dikeve.
Ku du mirov pev diçin, Kurd dibêjin ku filankeso (Zor)a bêvankeso (bir)
anku jêder (zor birin) e, û der barê kesê din de dibêjin (Zor)a bêvankeso
(çû) an ku jêder (zor çûn) an (zor çûyîn) e, êdî ya rast ev e:
(Victory = النصر) = Zorberî
(Victorious = المنتصر) = Zorber
(Defeat = الهزيمة) = Zorçûyîn
(Defeated = المنهزم) = Zorçûyî
Çand
Bi wateya (Culture = الثقافة) ya Ingilîzî û Fransî. Xuya ye yê ku ev gotin dariştiye li Ingilîzî û Fransî nêrîye û dîtiye ku du wateyên (culture) di wan zimanan de heye (زراعة +ثقافة), û ji xwe re gotiye ka em (çand)a Kurdî jî bikin bi heman her du wateyan û weha (ثقافة) bû (çand). Lê ya rast ew e ku ev gotin (culture) di etîmolojîya xwe de li van morfêmên newekhev dabeş dibe:
– (Culture = زراعة): ji (cul = qûn) + (ture = terre = xak).
– (Culture = ثقافة): ji (cult = peristî) + (ure = parkîteke bo dariştina navdêran)
Di nêrîna min de, ji ber ku (ثقافة) ji çandinîyê nêzîktirî peristîyê ye, gerek ê darêjer ev gotin wisa dariştiba (cult = peristî) êdî (culture = peristarî).
Lê ji alîyekî din ve, ez dibînim ku dariştina (rewşenbîrî) yan (ronakbîrî) ku li
Başûrê Kurdistanê bi kar tê ji (çand) û hem ji (peristarî) jî dirusttir e:
– Rewşenbîr = المثقف
– Rewşenbîrî = الثقافي
– Rewşenbîrane = بشكل ثقافي
– Rewşenbîrtî = الثقافة
– Rewşenbîrkirin التثقيف
– Hevrewşenbîrtî التثاقف
Wek
Bi wateya (as = ك) ya Ingilîzî û Erebî.
Di gotara me ya sîyasî ya îroroj de, ev gotin pir bi kar tê:
“Ez wek Kurdekî serbixwe nêrîna xwe dibêjim / em wek milet xwedîmaf in / ew wek berpirsyar diaxive …hwd”.
Bikaranîna vê gotinê bi rêya wergerandin û têkilîyên bi zimanên bîyanî re (nemaze Ingilîzî û Erebî) derbasî Kurdî bûye, lê di Ingilîzî û Erebî de du peyv hene (like = مثل / as = ك), û yê ku ev bikaranîn derbasî Kurdî kiriye ji gotina (wek) pê ve li pêşîya xwe nedîtiye û heger hîn bêhtir xwe li kûrahîya zimanê Kurdî berdaba û xwe biwestanda, ê li gotinine rasttir rast bihata:
Kurdan di wateya (wek) de gotiye (mîna -nola …) û her weha parkît bi kar anîye û gotiye (asa – sa – san – weş …) ku yek ji wan bi kêmanî cîyê (as = ك) dadigire.
Birêveber (tew bi bikaranîneke şaştir “Birêvebir”):
Bi wateya (director = المدير), ji vê zincîreya morfêmî ya dirêj (daçek + navdêr + paşdaçek + parkît) hatiye dariştin, lê ya çêtir û guncawtir ew e ku navdêrê dariştî ji kêmtirîn hêman pêk bê, û ez dibînim ku gotina (karger) ya ku ji (navdêr + parkîta ger ku ji gerandinê hatiye) pêk tê kurttir û siviktir e.
Dadgeh
Ev gotin ji du morfêman hatiye dariştin (dad = العدالة) + (geh =مكان). Lê ez dibîbim ku gerek ew cihê ku du neyar xwe lê bigirin da ku nav wan safî bibe navê (navcîgeh)ê hilîne ji ber ku ew li wî cihî tên navcîkirin, û ew navcîkirin dibe bidadî be û dibe bêdadî be.
Wekhevî
Ev gotin li hemberî gotina (المساواة) hatiye dariştin lê bi rastî ew bêhtir wateya (المماثلة والمشابهة) dide, û ya rasttir ew e ku em bibêjin (yeksanî)
Dîrok
Bi wateya (history = تاريخ) di Kurdî de bi kar tê.
Reha vê gotinê Farisî ye û bi heman wateyê, lê şaştîya ku me divê em behsê bikin der barê vê gotinê de ku ew bi wateya (date = تاريخ) bi kar tê.
Carcaran, di meha nîsanê de, em ê di jêra vexwendinekê de bixwînin: (Sêmînêra me dê li filan derê li dar keve, Dîrok: 3 / 5 / 2018) an ku di rojekê de ku hîn li pêş e…
Dîrok bûyerên demçûyî ne, ne yên hatî ne, lewra bi kêr nayê ku ez ji demeke hîn nehatî re bibêjim “dîrok”, lê ya rast û dirust li vir (berwar) e.
Nûçegihan :
Anku ew kesê ku nûçeyan ji derekê diguhêze bo dereke din.
Ev parkîta (gihan) di Kurdî de tuneye ji ber ku parkît ji dema nuha – ne ji ya borî – tên dariştin, û lêkera (gihandin)ê di dema nuha de dibe (ez digihînin, tu digihînî, ew digihîne…) anku reh (gihîn) e ne (gihan)e lewra ev gotin gerek (nûçegihîn) be.
Lê ya ji her duyan çêtir û dirusttir wek ku ez dibînim: Gerek em parkîtê ji lêkera (resîn)ê darijînin û gotin bibe (nûçeres), melayê Cizîrî dibêje:
(ger nebit dadiresek beyhude feryadê çi kit?) an ku ew kesê ku gilî û gazinan bigihîne.
Pênûs
Ew alava ku mirov pê dinivîse.
Ji xwe gotina (qelem) ne gotineke Erebî ye da ku em xwe jê biparêzin, lê gotineke Kurdî kevn û resen heye bi wateya wê, ew jî (kilk) e.
Di Ingilîzî bi xwe de gotineke ji (pen) kevntir heye, ew jî (quill) e ku ew û (kilk) ji rehekê ne.
Lênûs
Ew gurzepelên ku mirov li ser dinivîse, lê ev jêderkirin ne di cîyê xwe de ye ji ber ku mirov ne (li) wê gurzepelê dinivîse lê li ser an tê de.
Gotina (defter = دفتر) gotineke erebîkirî ye, û di koka xwe ya etîmolojî de (dep + terr) an ku (depê terr) ku li ser dihat nivîsandin berî ku hişk bibe. Ji heman kokê (adobe) a Ingilîzî û (طوب) a Misrî.
Ereban ev gotin ji mêj ve ji Kurdan biriye, û ji ber ku (P) di zimanê wan de tuneye, wan ew kiriye (F) wek çawa : Pîl kirine (فيل), Pergar kirine (فرجار), Pêrist kirine (فهرست), Polad kirine (فولاذ)
Texte yan textereş yan tablo (اللوح المدرسي)
Texte ji text hatiye anku (خشب) û gotina tablo Fransî ye.
Ez dibînim ku gotinên (table – tableau) ji heman koka gotina (dep) a Kurdî ne, û her weha jî dibînim ku gotina (board) a Ingilîzî ji koka gotina Kurdî ya kevn (berd) e ku nuha bûye (ber) anku (kuç an kevir = رُقم).
Ji lew ra em dikarin gotina (dep) an (berd) bibin wek hevwateyeke rastîn û cihgirtî ji gotina (لوح) re.
Berdevk
Ev gotin ji (ber + dev + k) hatiye dariştin da ku wî kesê ku bi zimanê civatekê yan dezgehekê biaxive û bîr û rayên wan ji xelkê re veguhêze nîşan bike.
Ez dibînim ku di Kurdîya dewlemend de, gelek gotin hene cihê vê gotina şaş bigirin wek (zarguhêz) an (bîrguhêz) an (hevdevk) an (hevziman) an jî (gotar) ku ji (guftar = ناطق) a Farisî hatiye û bi şaştî di Kurdî de li şûna (nivîsar = مقالة) bi kart tê…
Yekem û yekemîn
Ev gotin ji jimara (yek) hatiye dariştin, û bê guman ew ne şaş e lê carcaran bi şaştî bi kar tê.
Di ragihandina Kurdî de, t’ê bixwînî: “Ev yekem pertûka mamosta filankes e” yan “Mihrecana yekemîn li filanbajarî li dar ket”
Ev jimarên pileyane gerek di cîyên xwe yên dirust de bên: A ku parkîta wê (em) be gerek piştî navê berjimarê bê, û ya ku parkîta wê (emîn) be gerek li pêşîya navê berjimarê bê, an ku (pertûka yekem) û (yekemîn mihrecan).
Kurd dibêjin (bajarê kevntir, çemê dirêj û çîyayê bilind) lê (kevntirîn bajar, dirêjtirîn çem û bilindtirîn çîya)
Peymangeh
Ev gotin bi wateya (institute = معهد) tê bikaranîn, dera ku xwendekar xwendina xwe ya bala lê tekûz dike yan dera ku xwendineke ne-dibistanî jê werdigire.
Bêguman im ku darêjerê vê gotinê ew ji zimanê Erebî bi awayekî rasterast -lê serveyî- anîye. Wî texmîn kiriye ku (معهد) ji (عهد = soz û peyman) hatiye û paşgira (geh) jî cî destnîşan dike êdî xem nedît ku gotina “Institute” bike “Peymangeh”.
Lê (المعهد) di ferhengên Erebî de tê bi wateya (dera ku mirov hogirî wê dibe û çi cara ku jê dûr bikeve lê vegere) an ku di Erebî bi xwe de ev gotin ne ji soz û peymanan dariştî ye.
Di nêrîna min de, gotina (amojgeh) an (fêrgeh) bêhtir bi navendeke fêrkirina bala re digunce.
Parêzvan
(parêz) û (van) her du jî parkît in, û Kurdan qet gotinek ji du parkîtan daneriştiye lê ji (navdêr + parkît) wek: tembûrvan, daholvan, nêçîrvan…, û her weha (parêz)
reha dema nuha ya lêkera (parastin)ê ye û dibe ku em bibêjin (welatparêz) der barê wî kesê ku welatê xwe diparêze de.
A rasttir ew e ku mirov bibêje (xakparêz û gelparêz û mirovparêz … hwd)
Çalakvan
Çalak gotineke Hindî ya bi wateya (kesê jîr û jêhatî) ye û di ziman de rengdêr e ne navdêr e, û nabe ku paşgira (van) bi rengdêran ve be, Kurd dibêjin: Segvan, gavan, bilûrvan, merrvan, lê qet nabêjin (başvan û pîsvan û kinvan û dirêjvan …)
Heyva Sor
Dezgeheke tenparêz e ku li cem Misilmanan li hemberî (xaça sor) hatiye damezirandin.
ê ku ev gotin dariştiye, bê guman, xwe spartiye zimanê Tirkî ku navê (kizil ay = heyva sor) li vê dezgehê dike.
Melayê Cizîrî dibêje (Mitlê mehê new ger te divêtin me bibînî) lewra ez dibînim ku gotina (nûmeh) pir guncaw e bo (الهلال الأحمر)
Heyv Nûmeh
Ingilîzî moon Crescent
Fransizî Lune Croissant
Erebî (El-qemer) القمر الهلال El-hilal)
Pêşkêşvan
Ev gotin ji (pêş + kêş + van) lêkdayî ye bi wateya wî kesê ku tiştekî ji dest an ji dev dide kesine din. Şaştîya ku di vê gotinê de bûye ew e ku du parkît pê ve hene (kêş + van). Gerek e gotin tenê (pêşkêş) be wek kirdeyê pêşkêşîyê û mirov ji bo kêşanê wisa bibêje: Ez pêş dikêşim, tu pêş dikêşî, ew pêş dikêşe…hwd
Rojname yan rozname (bi wateya تقويم)
Şaş e ji ber ku ev gotin (newspaper = صحيفة) ye û ji bo (تقويم) gerek mirov bibêje (salname).
Elekitrîk
Rewşenbîrên Kurdan ev gotin ji zimanê Tirkî – yê ku ji Ingilîzî biriye – biriye.
Ji alîyekî din ve, rewşenbîrên Kurd li Sûryayê ji bo ku xwe ji gotina (كهرباء) a Erebî dûr bixin vê gotinê bi kar tînin. Lê ku ew bizanin ku (كهرباء) gotineke ji Kurdî Erebîkirî ye wilo nakin.
(kehreba) ji du peyvên Kurdî pêk tê (keh + reba = جاذب التبن) ku îro (keh) bûye (ka) û (reba) bûye (reva) ji revandinê.
——————————————————————————————
* ” Zarawesazîyî Pêwane”/ – Govarî Roşinbîrî Nwê / jimare 111 – 112 sal 1986[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 461
HashTag
πηγές
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
Συνδέεται στοιχεία: 1
Ημερομηνίες & Εκδηλώσεις
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-07-2021 (3 Έτος)
Publication Type: No specified T4 1434
Βιβλίο: No specified T4 283
Βιβλίο: No specified T4 270
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 65
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئەڤین تەیفوور ) στο 29-09-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( ئاراس حسۆ ) στο 30-09-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( ئەڤین تەیفوور ) για: 29-09-2022
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 461
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.132 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,026
Εικόνες 106,460
Βιβλία 19,312
Σχετικά αρχεία 97,293
Video 1,395
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.343 δευτερόλεπτο (s)!