Êrîşa ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata #Kurdistan#ê (PDK) li herêmên Zap, Metîn û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin, didome. Tirkiye di van êrîşan de li dijî gerîllayên #HPG#’ê çekên kîmyewî bi kar tîne.
Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, li herêma Metîna Artêşa Tirk di 4’ê tîrmehê de çekên kîmyewî êrîş pêk aniye û di êrîşê de gerîllayên HPG’ê yên bi navê Îhsan Tûrûs (Çekdar Oramar), Beybûn Kara (Mardîn Penaber), Pakîze Gunduz (Roza Hedar), Yûnûs Sumer (Rojhat Dilbirîn) û Tahrî Mûstafa Cûma (Serhed Agirî) jiyana xwe ji dest dane.
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο
για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 2,108