Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,027
Εικόνες 106,695
Βιβλία 19,303
Σχετικά αρχεία 97,313
Video 1,392
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1

MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1
MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1
Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Ji sedê salan ve ye ku ew saziya bi navê Medreseya Kurdî hebûna xwe li nava Kurdan domandiye û xwe kiriye devera perwerdekirinê.
Gelo ew sazî çi tişt bû, çi dikirin û tê de çend texlît şaxên zanistiyê dihatin xwendin, heta niha jî bi awayekî rêkûpêk nehatiye zelalkirin. Ev nezelalî jî, ji ber ku ziman û çanda kurdî hatine qedexekirin, derfeta ku rewşenbîrên Kurd karibin vê saziyê rind binasin û bi nivşên xwe yên nûhatî bidin naskirin, li holê nemaye.
Ev babeta Medreseya Kurdî, babeteke pir fireh e û têgehandina wê ne hêsan e jî. Ji ber ku serpêhatiya Medreseya Kurdî di dawiya çarîka Sedsala Bîstî de hate nixumandin û heta niha jî nehatiye vekirin. Îro jî pir kêm agahdariya zanayên Kurd û Tirk li ser vê saziyê heye û bi awayekî vekirî derbareya wê kêm kes pê dizanin.
Lê îro di serê vê Sedsala Bîstûyekê de, ew Medreseya Kurdî, ew şaxên xwendina ku tê de dihatin kirin, awa û tewrên wê saziyê, ji pir kesan re bûye meraq û gelek mirovên şareza, pispor û hunermend hene ku dixwazin rind babeta wê bizanibin. Lê mixabin heta niha jî, kesî ji lêkolog û kurdologan zêde hewl nedaye xwe û lêkolîn li serê nekiriye. Her çiqasî li ser wê babetê eger hinek tişt hatibin nivîsandin jî, piraniya wan bi kêmasî, bi çewtî û bi awayê sehkirina ji devan çêbûye. Yan jî derheq Medreseya Kurdî de li ser şopa hin baweriyên cuda û bi dîtinine çewt hatiye nivîsandin û ewê bi paşverûtî, bi kevneperestî nirxandine. Îcar ji ber hindê min pêwîstiya nivîsandina pirtûkek bi navê Xwendina Medresê dîtiye û ew tiştên ku min bi çavên xwe dîtine ango yazdeh sal jiyana min tê de bihurîye, piştre jî ew lêkolînên ku min li serê kirine, bi kurtî nivîsîne û wek pirtûk di 1993an de li Stockholmê daye çapkirin.
14- Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3
Demekurtek piştî derketina vê pirtûka min a bi navê Xwendina Medresê, bala pir kesan kete ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê pir kesan ve lê hate kirin. Ev pirtûk li Zanîngeha Sorbûn (Parîs) û li yeke Londonê jî wek berhema dersê ji bo xwendevanên înglîz û fresiyan hatiye bikaranîn.
Di 1998an de jî li Parîsê esntîtuyeke Navnetewî bi navê INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5, kurtiya vê pirtûkê hem bi zimanê îngilîzî û hem bi zimanê frensî nivîsiye û xistiye nava pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê Islam des Kurdes (2) û weşandiye. Herweha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê Islam des Kurdesê xistine. Piştî vê yekê, pirtûka min Xwendina Medresê û Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandî yên Ewrûpî kişandiye ser xwe.
(Bergê pirtûka Islam des Kurdes)
(rûpel 39 ji pirtûka Islam des Kurdes)
Herweha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê pirtûka Islam des Kurdesê hatiye bicihkirin. Piştî derketina vê pirtûkê, îcar hem pirtûka min Xwendina Medresê û hem jî Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandeyî yên Ewrûpî hatiye kişandin Medreseya Kurdî ji bo wan bûye mereq.
Ew saziya bi navê Medreseya Kurdî, ji sedsalan ve ye ku li Kurdistanê hebûye û şaxên wê li her bajarekî, hema bêje li her gundekî hatiye avakirin û xwendin tê de hatiye domandin. Ji sawiya xwendina dibistana ku îro tê xwendin bigir hetanî sawiya xwendina zanîngeha ku îro li piraniya welatan tê dîtin, tê de dikate xwendin.
Pir kesên zana û rewşenbîrên hêja, ji şaxên cuda yên wê Medreseyê derketine ku hêjayê pesn û serbilindiya Neteweyê Kurd in. Ji zarûkên Kurdan zêdetir gelek Turkmen, Ereb û Faris jî hebûne ku di Medreseya Kurdî de xwendine.
Îcar bi hêza wê Medreseyê ye ku ev e bi sedê salan e zimanê kurdî xwe bi reşbelekiyan ve rûqalê mêjû kiriye û rewneqa xwe pêşkêşî mirovatiya dinyayê kiriye, heta niha jî her bi wê ye ku dike.
Zanayê Kurd herweha bavê robot û computerê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmail Cizîrî (1136-1206) ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin.
Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Wek Medresa Sitrabasê (Diyarbekir), Merdera Sor (Cizîra Botan), Medresa Bazîdê, Medresa Şemdîzan, Medreseyên Bedlîsê wek Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiyeyê. Medresa Hîzanê, Medresa Miksê, Medresa Bêdarê, Medresa Findika Botan, Medresa Axtepeyê, Medresa Norşênê, Medresa Oxînê, Medresa Qerekoyê, Medresa Farqînê, Medresa Hawêlê, Medresa Sêrtê, Medresa Heskîfê, Medresa Amêdiyê, Medresa Paloyê û bi sedan medreseyên wisa yên din…
Di wan medreseyan de ji xwendina bi zimanê kurdî-erebî û hinek jî zimanê farisî zêdetir, felsefeya Yûnanî jî tê de dihate xwendin. Herweha ew, devera bicihanîna tore û rêveçûna kurdayetiyê jî bûye. Di wan de wergirtin û edetên kurdewariyê dihatin bikaranîn û şexsiyeta nijadî hertim dihate parastin.
Lê piştî 1925-an, Mistefa Kemal bi navê “Kanuni Tedrisat” ew medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan medreseyên kurdî ev bû; asimilekirina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên kev, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji pêşiya wan. Jixwe amaca yekemîn a Mistefa Kemêl bi derxistina qanûna “Kilik-kiyafet”ê jî ev bûye, da Kurd dest ji wergirtina xwe ya milî berdin û kincên kurdî wernegirin.
Kurdistan cara pêşî jixwe di 1639-an de hatiye dabeşkirin. Lê ji wê demê hetaî 1923-an tu carê ne Faris, ne jî Osmaniyan Kurd û Kurdistanê înkar û mandela nekirine û bi qanûnên taybet asîmîlekirina Kurdan bo xwe nekirine amac. Lê piştî 1923-an ku bakûrê Kurdistanê bû para Tirkiyê, îcar karbidestên dewleta Tirk li pêşberî dîrokê her cûre xirabî kirin û heta niha jî her didomînin.
Ji wan medreseyên Kurdistanê pir kesên mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn û li gelek welatên dinyayê, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane û di pîşeya xwe de pir menşûr bûne. Ew şexsiyet, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de be û çi jî di warê zanistî, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine. Wek nimûne, navê çend ji wan kesan li virê tînim bîra xwendevanan
– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.
– Ehmedê Xanî (1651-1707).
– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).
– Feqe Reşîdê Hekarî.
– Feqiyê (Mihemed) Teyran (1590-1660).
– Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417-1491).
– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?..)
– Mele Seîdê Kurdî (Norsî)
– Mele Ûnis Herqetênî (1785-?).
– Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).
– Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).
– Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).
– Selîm Silêman (Sedsala 16-17).
– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).
– Şêx Diyaedîn (Navdarê bi Hezretê Norşênî).
– Şêx Ebdulqadir (1908) Nehrî.
– Şêx Elî Herîrî (1010-10789).
– Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).
– Şêx Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).
– Şêx Seîdê Pîranî.
– Şêx Ubeydulah Nehrî (1880).
– Seyîd Taha Nehrî.
– Xaris Bedlîsî (1758-?) û bi hezareha kesên wisa…
Çendî ku ji 1925 heta 1938-an, Medreseya Kurdî bi awayekî xirab hatiye perçiqandin jî, lê piştre dem pir neçûye dewletê dîsa xwestiye ku wan medreseyan veke û têxe binê çavddêriya xwe.
Çendî ku vekirina wan medreseyan li gor qanûna heyî qedexe bûye jî, lê dewletê hin bi hin fersend daye ku vebin. Piştî 1939-40-î li hin deveran medrese vebûne û dest bi jiyanê kirin. Lê belê weke caran dîsa jî her tişt bi tersê daxwaza dewletê hatiye domandin.
Ew medrese di dawiya salên şêstî de ji ber dek û dolabên dewletê, hem ji ber tengasiya rewşa demê, hinek jî ji ber rewşa nûjen a mercên dinyayê, hinbihin teqla xwe sist kirine û di salên heftêyî de ketine nava pêlên deryaya dîrokê û tê de nixro bûne.
Îro gelek rewşenbîr hene ku zêde agahdariya wan bi rewşa wan medreseyan nîne ka çewa bûne, xwendina wan bi çi awayî hatiye meşandin û ev e nehsed-hezar sal in wê saziyê bi çi rengî xwe îdare kiriye. Herweha pir kes hene ku niha meraqeke zêde jî dikin û dixwazin ku bizanibin ka ew medrese çi bûne, çi dikirin û çewa lipikîne. Hin kes jî hene ku dixwazin li ser wan medreseyan lêkolîn bikin, rewşa xwendina di wan de derxînin holê û bi raya giştî bidin zanîn. Lê ji ber nebûn an kêmbûna agahdariyên li ser wê yekê, karê wan hîn bêtir dijwar û zehmet bûye.
Ev yek jî eşkere ye, heta niha tu kesî yan sazgeh û rêxistinekê, hewl nedaye ku li ser medreseyan lêkolîn bike û rewşa wê xwendina kevnare bi nifşên nû bide zanîn. Bêguman çi kesê yan çi civata ku serpêhatiya xwe ya bihurî nizanibe û paşeroja xwe neyne ber çavan, ew nikare pêşeroja xwe jî sererast bike.
Rewşenbîrên Kurd ên kevnare vê saziya medreseyê wek pîroziyeke xwe ya nijadî parastine, nifş bi nifş anîne, ta ku gihandine dema îro û xistine destên rewşenbîr û siyasetmedarên nûjen ên dewra vê cîhana medenî:
Bêguman, çewa ku her welatek an her neteweyek li gor tore, edet û rewşa xwe di demên bihurî de dixwendin û ku niha jî her wisa dixwînin, bi zimanê xwe dinivîsin û dipeyivin, berê li Kurdistanê jî perwerde bi zimanê kurdî, hinek bi kurdî û erebî dibû. Di ber de hindik farisî jî dihate xwendin. Ew xwendin bi sedsalan jî her wisan hatiye domandin…
Belam piştî pejirandina ola îslamê ta bi çarîka sisiyan a Sedsala Bîstî jî, Kurdan di medreseyên xwe de van şaxên zanistiyê yên li jêrê xwendine:
1- Serf û Nehwa Erebî,
2- Tefsîra Quranê,
3- Hedîsa Pêxember,
4- Ilmê Mentiqê,
5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê),
6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet),
7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin),
8- Ilmê Kelamê,
9- Ilmê Hikmetê,
10- Ilmê Qanûnê,
11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê),
12- Ilmê Wehdaniyetê (Eqîde),
13- Ilmê Usûlê,
14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî),
15- Ilmê Tendurustiyê,
16- Ilmê Hesabê (matematik),
17- Ilmê Felsefê.
18- Ilmê Siyasetê.
19- Ilmê Leşsaxiyê.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,544
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
Σχετικά αρχεία: 2
Συνδέεται στοιχεία: 23
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-03-2016 (8 Έτος)
Βιβλίο: No specified T4 272
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) στο 21-03-2022
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( زریان سەرچناری ) στο 22-03-2022
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( زریان سەرچناری ) για: 21-03-2022
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 1,544
Attached files - Version
Τύπος Version Όνομα Συντάκτη
Αρχείο Φωτογραφιών 1.0.124 KB 21-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,027
Εικόνες 106,695
Βιβλία 19,303
Σχετικά αρχεία 97,313
Video 1,392
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.796 δευτερόλεπτο (s)!