Îdrîs Balûken
Îdrîs Baluken, 2'ê tîrmehê 1976 li Çewlikê hatiye dinê, siyasetmedarekî kurd ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.
Ciwanî û karîyera wî
Balûken bi eslê xwe ji Çewlikê ye. Malbat bi eslê xwe Dimilî -Zaza ne. Baluken lîseyê li Çewlikê xwend. Paşê li zanîngeha Enqereyê Pizîşkîya mirovî xwend. Baluken doxtorê xwe yê pispor li nexweşxaneyeke Heybeliada kir. Paşê li nexweşxaneyên Çewlik û Amedê di beşên nexweşiyên sîngê de wek doktor xebitî.
Çalakwanê siyasî
Baluken di serdema qanûndanînê ya 2011-2015’an de li Çewlikê parlementer bû. Baluken di dema qanûndanînê ya 24an de parlementerê Diyarbekirê û serokê koma HDPê ya parlementoya Tirkiyê bû. Baluken ji sala 2012 heta 2014 serokê partiya aştî û demokrasiyê (BDP) bû. Piştre derbasî partiya xwişka HDP'ê bû.
Lêpişrsîn
Di Mijdara 2016’an de hat girtin û bi propagandaya terorê hat sûcdarkirin. Di Çileya 2017an de piştî roja ewil a dadgehê hat berdan û piştî du rojan dîsa hat girtin. Di Çileya 2018’an de 16 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Parêzera wî Reyhan Yalçindag Baydemîr jî diyar kir ku ev biryar bi giranî li ser axaftinên wî yên li meclîsê ye û piştre ji alîgirên xwe re dubare kiriye. Biryar neqanûnî bû û dê îtîraz bikin. Di Gulana 2018an de Dadgeha Îstînafê ya Gazîentabê ev biryar erê kiribû. Ceza 9 sal û du meh hat birîn.
Taybet
Baluken zewicî ye û du zarokên wî hene.[1]