$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Yilmaz Bayram
Nasnav: Egîd Gever
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Edîbe - Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Egîd li Geverê ya ku bi welatparêzî û serhildanan bûye sembol, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di temenekî biçûk de bi dest bi xebatê û karibû li ser xwe be. Di nava gelê me Geverê yê serhildêr de mezin bû û ji ber vê sedemê wî jî karakterekî berxwedêr bi dest xist. Hevrêyê me Egîd ku faşîzma dewleta Tirk û terora ku li ser gelê Kurd dimeşîne dît û bûye xwediyê hişmendiyeke xurt. Wî tu carî qebûl nekir ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker, li ser gelê Kurd dijminatiyê bike û wî ev êrîş qebûl nekir. Bi berteka li hemberî van êrîşên dewleta Tirk kete nav lêgerînê û dest bi têkoşînê kir. Li ser vê bingehê beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Di birêxistinkirina ciwanan û hêza têkoşînê de rol lîst û beşdarî çalakiyên girîng ên xweparastinê bû.
Hevrêyê me Egîd di sala 2010’an de gihişte biryardariya ku bibe Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û li Cîlo tevlî nava refên me bû. Li erdnîgariyeke dijwar a weke Cîlo ya li Bakur 4 mehan xebatên pratîkî da meşandin. Perwerde û ezmûna xwe ya yekem li Bakur wergirt. Tecrubeyên ku bi pratîkê ve girêdayî ji bo meşa şoreşgerî ya hevrê Egîd bû zemînek. Hevrêyê me piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, hem beşdarî çalakiyên pratîkî bû û hem jî ji bo pisporiya taktîkên gerîla perwerdeya akademîk stend. Hevrê Egîd ê ku pisporê taktîkên sûîqestê bû, berê xwe da Zagrosê. Li Zagrosê bi taybetî li herêmên Şemzînan û Geverê 5 salan bê navber şer kir. Bi giranî di nava xebatên xweparastinê de cih girt û hewl da xweparastinê ya gelê me xurt bike. Dizane ku hebûna gelên bê xweparastin ti carî misoger nabe, ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya wê berdelên mezin dane. Helwesta hevrêyê me Egîd a dilgerm, hestiyar û kesayeta wî ya gelparêz bû sedem ku di gelê herêmê zû û zêde jê hez bike.
Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de li dijî gelê me û Tevgera me êrîşên qirkirinê yên topyekûn da destpêkirin, gelê me yê welatparêz serî li ber êrîşên dijmin neda û li ser esasê xweparastinê berxwedana xwe bi rêxistin kir. Berxwedana Rêveberiya Xweser a Geverê ku li ser vê bingehê pêş ket, tevî berdêlên mezin jî destaneke berxwedanê ya girîng nivîsand. Ji ber ku gelê me yê Geverê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû mabû, hevrêyê me Egîd ê ku zarokekî vî gelî bû bi berpirsyariyeke mezin rabû û tevlî vê berxwedanê bû. Hevrê Egîd ku derbasî Geverê bû û cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de girt, di avakirina YPS’ê de cih girt û bû yek ji fermandarê wê yê pêşeng. Di şert û mercên zehmet ên dîrokê de, zarokên xwedî esl ên Geverê li hemberî artêşeke mezin û teknîkeke şer a mezin bi dilê xwe li ber xwe dan. Hevrê Egîd ku yek ji pêşengên fedaî yên vê berxwedanê bû, tevî ku di pêvajoya berxwedanê de 4 caran birîndar bibû, her carê birînê xwe zû pêça û têkoşîna xwe domand. Hevrê Egîd bi îradeya xwe ya xurt, wêrekî û baweriya xwe ya bi serfiraziyê di şertên herî zehmet de jî têkoşiya.
Piştî vê berxwedanê hevrêyê me Egîd ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Apollo tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêyê me Egîd ku bû şahidê berxwedaneke destanî û yek ji pêşengên vê berxwedanê bû, perwerdehî wekî qada hesappirsînê nirxand, li ser qelsî û kêmasiyan sekinî, xwerexneya xwe da û ket nav hewldana helwesteke xurt. Di heman demê de danhevî û tecrubeya ku ji hevalên xwe yên şehîd stendibû, ragihand ji hevalên xwe re û peywireke mezin bi dest xist. Piştî perwerdehiya li akademiyê bi baweriya bilindbûn û serketinê derbasî peywira xwe ya nû bû. Hevrê Egîd ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek erk û berpirsyarî girt ser milê xwe, hemû berpirsyariya xwe, bi serkeftî bi ciha nî. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr, jêhatî û pratîkbûnê her xebat bi serkeftî bi cih anî. Bi helwesta xwe ya dîsîplînî ya di xebatên leşkerî de û bi ruhê fedaî meşeke bêyî fikar kir.
Hevrê Egîd ku bi Rêbertî, şehîd, gel û hevrêyên xwe ve girêdayî ye, ti carî dest ji têkoşînê berneda û xwe venekişand. Fermandarekî mînak bû ku her tim dizanibû ku bi afirînerî û jêhatiya xwe di refên herî pêş de be û bi ser bikeve. Hevrêyê me Egîd dema li ser peywireke girîng bû di sala 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.[1]