Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,849
Նկարներ 106,226
Գրքեր 19,338
Կից փաստաթղթեր 97,344
Տեսանյութ 1,397
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye - 2
Kurdipedia megadata-ն լավ օգնական է սոցիալական, քաղաքական և ազգային որոշումներ կայացնելու համար: Տվյալները կարևոր են:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye - 2

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye - 2
=KTML_Bold=Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye - 2=KTML_End=
EHMED MIHEMED

Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li ser felsefeya neteweya demokratîk ava bûye. Gelo ev felsefe çi ye û stûnên wê çi ne? Pergala ku li ser wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye çi ye û heta kîjan radeyê bi pêş ketiye?
Şoreşa 19`ê Tîrmehê di 2012`an de li herêmên Kurdan dest pê kir. Bi lez li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne, belav bû. Mîna ku me di beşa yekemîn de bi bîr xist, ev şoreş li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk dest pê kir. Lewra di vê beşa duyemîn de em ê behsa vê felsefe û asta pêkanîna wê bikin.
=KTML_Bold=ŞOREŞEKE CUDA=KTML_End=
Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji şoreşên din cuda ye, bi taybet ji aliyê taybetmendî û pergala rêveberiyê ve. Pergala Rêveberiya Xweser a birêvebirinê, li Rojhilata Navîn nimûneyeke nû ye. Li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk ava dibe, ya ku banga civakeke siyasî xwedî exlaq dike û parastina jinan û hawîrdorê mîsoger dike.
Di vî warî de endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Koçer dibêje: “Şoreşa Rojava ji şoreşên din cudatir e. Ev şoreş hewl dide civaka siyasî ya xwedî exlaq careke din çalak bike. Piştî ku desthildaran ev civak ji xwezaya wê bi dûr xist. Her wiha hewl dide bigihêje civakekê ku dikare xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe.”
=KTML_Bold=NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇI YE?=KTML_End=
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya `Sosyolojiya Azadiyê` de behsa neteweya demokratîk dike û wiha dinasîne: “Neteweya demokratîk di navbera komên çandî û ziman de yên ku bi heman rêbazî dijîn an jî mîna hev di civakeke xwedî exlaq û siyasî de dijîn, tê bicihkirin. Veguherîna civakî di çarçoveya siyaseta demokratîk de pêk tîne. Di neteweya demokratîk de êl, qebîle, pêkhate û heta malbat di civaka xwedî exlaq û siyasî de wek yekîneyên ji aliyên ziman, zarava û çandî ve cihêreng, cihê xwe digirin û ew vediguherin neteweyeke nû. Helbet nabe komeke nîjadî yan jî mezhebî yan jî îdeolojîk taybetmendiya xwe li ser vê neteweyê ferz bike.”
Di neteweya demokratîk de her herêmek dikare rêveberiya xwe ya xweser li gorî taybetmendiya xwe ragihîne. Rêber Abdullah Ocalan di vî warî de dibêje: “Heger neteweya demokratîk giyan be, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beden e.”
Her wiha rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya `Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk` de felsefeya neteweya demokratîk di 9 rêgezên ku di pratîkê de niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, kurt dike. Rêgez ev in:
=KTML_Bold=ENDAM-WELATIYÊN AZAD Û JIYANA KOMÎNAL A DEMOKRATÎK DI NETEWEYA DEMOKRATÎK DE=KTML_End=
Di neteweya demokratîk de divê ferd; welatiyên komînal bin. Ferdê xwedî azadiyek nerast, hovanetirîn cureyên koletiyê dijî.
Ji bo pêkanîna vê rêgezê, piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê, gava yekê avakirina komînan bû. Komîn şaneya herî biçûk û bingehîn a birêxistinkirina civakê ne. Li ser vê bingehê komîn li mezra, gund û taxan hatin avakirin. Ji ber ku komîn cewhera Rêveberiya Xweser in, ji van komînan, meclisên taxan, bajar û kanton hatin avakirin heta bigihêje sazûmaniya Rêveberiya Xweser.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran komînên ku ji gelek komîteyên xwedî erkên taybet mîna tenduristî, perwerde, xizmetguzarî, parastin, jin, ciwan, edalet, aborî pêk tên, hatin avakirin. Li gorî endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Koçer hinek astengî li pêşiya spandina vê rêgezê di civakê de derketin holê.
Koçer wiha domand: “Pergela dewletê bi awayekî domdar şerê civaka komînal dike û asteng dike. Ferd ji wê jiyanê dûr xist. Ruxmî wê jî taybetmendiya komûnê di civakê de hîna heye. Piştî 8 salan ji şoreşê, pêşketinek mezin di vî warî de çêbûye. Bi her pêşketinekê re kêmasî derdikevin. Ji ber ku civak nikare ji zihniyeta desthildar û ji hawîrdora wê xilas bibe.”
Koçer diyar kir ku civaka herî çalak di Sûriyê de civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku komîn û meclis ava kir. Dibe ku civak hinekî lewaz be lê belê pergalek û tecrubeyeke nû dijî.
Koçer destnîşan kir ku ji bo têgihiştina rast û dirûst a komûnê û rêgezên wê, demek ne hindik tê xwestin. Her wiha Koçer îşaretpê kir ku pêwîst e komîn li gorî rewşên awarte pêşkevin.
=KTML_Bold=JIYANA SIYASÎ Û NÎVSERXWEBÛNA DEMOKRATÎK DI NETEWEYA DEMOKRATÎK DE=KTML_End=
Netew bi giştî û neteweyên demokratîk bi taybet, hêzên civakî xwedî rêveberiyên xweser in. Heger civak ji rêveberiya xwe ya xweser bê par bimîne, wê demê ji netewebûna xwe derdikeve. Mirov nikare neteweyek bê rêveberî xeyal bike. Heta neteweyên mêtinger jî xwedî rêveberî ne.
Li ser vê esasê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku di Çileya 2014`an de hate ragihandin, berhema şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Di salên şoreşê de û rizgarkirina herêmên nû, hejmara rêveberiyên xweser zêde bû. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser bingeha 7 rêveberiyên xweser her yek xwedî taybetmendiyek cuda li gorî şêniyên herêmê bi rêxistin kirin. Ev heft rêveberî di 6`ê Îlona 2018`an de di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kom bûn.
Têkildarî vê mijarê cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid dibêje: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê bersîvdayînek rastîn a pêkanîna wekhevî, edalet û mirovahiyê li dijî pergala desthildar û navendî bû. Ya ku vîna gelan kontrol dike û nahêle bi azadî raya xwe parve bike, maf, çand û ayînên xwe yên olî pêk bîne.”
El-Ebid îşaretpê kir ku Rêveberiya Xweser hezkirin û nermî di navbera tevahiya pêkhateyan de çandin û tevlibûna hemûya di rêveberiyê de misoger kir. Her wiha bi rêya qanûnên ku rêzê ji mafên mirovan û azadiyê re digirin, demokrasî peyda kir. Rê da hemûyan ji bo ku kevneşopiyên xwe pêk bînin.
El-Ebid domand û got: “Ji berhemên şoreşa 19`ê Tîrmehê azadiya ray, ravekirin û azadiy jinê ye. Rêveberiya Xweser di tevahiya waran de bi ser ket û li ser asta cîhanî ji bilî dewletên diktator ên ku ji ber tirsa li ser desthilata xwe şerê vê projeyê dikin, hate qebûlkirin.”
=KTML_Bold=NETEWEYA DEMOKRATÎK Û JIYANA CIVAKÎ=KTML_End=
Derketina ji civakê û dûrketina jê, tê wateya derketin û dûrketina ji mirovahiyê ye. Neteweya demokratîk beriya her tiştî, civakbûyînê, domdariya civaka ku ji hêla modernîteya kapîtalîzmê ve tê xerakirin û pêkanîna wê weke rastiyeke dîrokî û civakî israr dike.
Neteweya demokratîk li dijî berovajîkirina civakê ye, bi xwe civakek yedek li dijî desthilata dewletê ye. Li dijî tunekirina civakê bi rêya neçarkirina vê civakê ku rêbazên koletî û ne wekheviyê qebûl bike. Neteweya demokratîk civaka azad û bi wekheviyê dagirtî ye.
Şoreşa 19`ê Tîrmehê guhertinên ber bi çav di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêkir. Bawerî da civakê ku dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û saziyên li dijî desthilatê ava bike.
Girêdayî vê mijarê endama Jinelojiyê Xaliye Nîmet bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser ezmûnek gelek girîng bi serkeftî derbas kir û got: “Jiyana hevpar li ser civaka bakurê Sûriyê ne xerîb e.”
Xaliye zelal kir ku Rêveberiya Xweser giyana hevparî vegerand civakê û wiha pê de çû: “Mînaka wê jî Efrîn e ya ku bi hezaran koçberên ji herêmên Sûriyê yên cuda pêşwazî kirin. Her wiha taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Herêmên Rêveberiya Xweser ên ku koçberên ji herêmên Sûriyê yên cuda pêşwazî kirin û rojekê pê nehesandin ku koçber in.”
Ruxmî pêşketinên ku civakê bi dest xistine, Hesen Koçer dibîne ku hinek kêmasî di pêkanîna vê rêgezê de derdikevin û divê werin derbaskirin. Di vê çarçoveyê de dibêje: “Divê civak tê bikoşe, bi xwe, bi hêza xwe, çanda xwe, fikra xwe û projeya xwe bawer bike. Ji ber ku civak tenê bi hevgirtina xwe dikare pergalên dîktator têk bibe.”
=KTML_Bold=NETEWEYA DEMOKRATÎK Û NÎVSERXWEBÛNA ABORÎ=KTML_End=
Di neteweya demokratîk de nîvserxwebûna aborî wek bingeh tê hesibandin. Ji ber ku kêmtirîn sînorên lihevkirinê ye ku dê di navbera dewleta neteweyî û neteweya demokratîk de pêk were. Her lihevkirinek an jî çareseriyek ji wê kêmtir, tê wateya teslîmkariyê. Lê veguhestina ji nîvserxwebûna civakî ber bi serxwebûnê ve tê wateya avakirina dewleteke neteweyî.
Navaroka nîvserxwebûna aborî, kapîtalîzma taybet an jî kapîtalîzma dewletê ji xwe re nake bingeh. Lê belê pîşeya ekolojî û aboriya komînal ji xwe re dike bingeh, li ser esasê ku ew her du rêgez, rengdana demokrasiyê li ser aborî ne. Lewra pîşesazî, pêşketin, tekenolojî, şirket û milkiyet di çarçoveya civakeke ekolojîk û demokratîk de diyar dikin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinek gav hatin avêtin da ku nîvserxwebûna aborî pêk were. Lê Hesen Koçer dibîne ku ev rêgez bi teşeya ku tê xwestin pêk nehatî.
Koçer wiha domand: “Divê em rastbîn bin. Rast e ku me karî hinek pêdiviyên xwe peyda bikira û herêmê ji aliyê aborî ve bi rêve bibira û me koperatîf ava kir. Lê ev xebat negihişt asta ku tê xwestin û rolek sereke nelîst. Ev xebateke cidî dixwaze.”
=KTML_Bold=BINESAZIYA QANÛNÎ YA NETEWEYA DEMOKRATÎK=KTML_End=
Qanûna neteweya demokratîk li ser bingeha cihrengiyê ava dibe. Xwedî binesaziyek hêsan e û hewl dide pirsgirêkên civakî bi rêya tedbîrên exlaqî û siyasî çareser bike.
Neteweya demokratîk; ji neteweya qanûnê zêdetir, neteweyek exlaqî û siyasî ye. Tenê qanûnê di dan û standinên xwe de bi dewletên neteweyî re û jiyana di bin baneke siyasî hevpar de bi kar tîne.
Derbarê vê mijarê de endamê Meclisa Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Gîvara Şêx Nûr dibêje: “Qanûn di dewleta neteweyî de bi awayekî sereke li ser xurtkirina desthilata dewletê ava dibe. Tu têkiliyên wê bi maf û edaletê nîn e. Berovajî wê neteweya demorkatîk exlaq ji xwe re dike bingeh.”
Şêx Nûr wiha domand: “Lê di çarçoveya qonaxa veguhestina ji zihniyeta dewleta neteweyî ber bi zihniyeta neteweya demokratîk de, dibe ku em neçar bibin qanûnan bi kar bînin lê bi şerta ku exlaq û civak esas bê girtin.”
Şêx Nûr destnîşan dike ku Rêveberiya Xweser di warê qanûnê de gavên mezin avêtine. Gelek dozên asê bi rêya meclisên lihevkirinê û rêgeza civakî çareser kirine.
=KTML_Bold=ÇANDA NETEWEYA DEMOKRATÎK=KTML_End=
Dûrahiya çandî di avakirina neteweyan de hîmek girîng e. Lewra neteweya demorkatîk bi rêya vegerandina wateya rast a dîrok û çandê hewl dide xwe ava bike. Yanî mîna dîrok û çanda ku tên berovajîkirin, bi rêya veguherîna niştîmanî û demokratîk ji nû ve tên vejîn.
Pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşekê li ser asta çandî hebû. Ji ber ku Rejîma Baas dîrok û çanda van gelan berovajî kiribû. Lewra şoreşa 19`ê Tîrmehê roleke sereke di rastkirina dîroka berovajî de lîst.
Girêdayî wê Hesen Koçer got: “Giyana niştîmanî, berxwedan, fedekarî û têkoşînê berê li cem gelê Kurd hebû. Lê zaîftiyek ji bo lidarxistina şerê gelê şoreşger hebû. Lewra divê ji vê bêtir em xwe bi rêxistin bikin. Giyana berxwedan û têkoşînê pêş bixin da ku bi ser kevin. Divê em şoreşa xwe ya çandî pêş bixin û divê malbat xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin da ku ev şoreş pêşkeve.”
=KTML_Bold=PERGALA XWEPARASTINÊ DI NETEWEYA DEMOKRATÎK DE=KTML_End=
Neteweya demokratîk pergala xweparastinê ji xwe re dike bingeh. Her zindiyek xwedî pergalek xweparastinê taybet e. Di neteweya demokratîk de pêşxistina têgeha parastina rewa li ser bingeha parastina welat û gel ava dibe û bi mafê parastina rewa ya koman îtîraf dike.
Li ser vê esasê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên xwe di destpêka şoreşê de ava kirin. Ji YPG`ê bigire heya bigihê QSD`ê ya ku destekek mezin ji cîhanê digire, piştî ku mirovahî ji komên çeteyan û terorîstan parast.
Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd dibêje, hêzên leşkerî yên ku di çarçoveya parastina rewa de ava bûne hîna xebatên xwe didomînin. Destkeftiyên hatine bi destxistin û avakirina sazî û tûgeyên leşkerî di şoreşê de, ji cîhanê re asta serkeftina hêzên leşkerî yên ku hewl didin civaka xwedî exlaq û siyasî ava bikin, îsbat kir.
=KTML_Bold=DÎPLOMASIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK=KTML_End=
Dîplomasiya neteweya demokratîk wesîleyek spandina aştî û têkiliyên bisûd e. Neteweya demorkatîk xwedî li qenciyên siyasî û exlaqî yên ku li ser bingeha civaka demokratîk ekolojî û azadiya jinê ava dibin, derdikeve. Armanc dike ku vê rêgezê bike bingeha siyaseta xwe ya derve. Stratejiya aştiyê, diyalog û dostanî bike esasa têkiliyên xwe yên herêmî.
Derbarê vê yekê de endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê Salih Muslim dibîne ku şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rêya destkeftiyên xwe yên siyasî û leşkerî yên ku di dirêjahiya 8 salan de bi dest xistine, karî bawerî û piştgiriya cîhanê bi dest bixe û bandor lê bike.
Di şoreşa 19`ê Tîrmehê de Kurd karîn bigihêjin gelek hêz, dewlet û gelan da ku doza xwe bi wan bidin nasîn. Di enama berxwedana şoreşê û têkoşîna wê de, gelek nûnertiyên Rêveberiya Xweser li welatên cîhanê hatin vekirin. Rêveberiyê, li Kobanê desteka leşkerî ji zêdetirî 73 dewletên biyanî bi dest xist.
Dîplomasiya ku şoreşê meşandiye, bi ser ket û piştgiriya gelên cîhanê yên ku zext li welatên xwe kirin da ku vê destekê pêşkêş bikin, bi dest xist. Ruxmî şerê siyasî û êrişên leşkerî yên li dijî van herêman.
Li gorî Salih Muslim, encamên vê dîplomasiyê hêdî hêdî xuya bûn. Ev yek di êrişa li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de û zexta ku civaka navdewletî û gelên wê li ser hikumetên xwe meşandine, diyar bû. Di encamê de êrişên dewleta Tirk rawestîn.
Muslim got: “Dibe ku kesek ji bilî yên ku rewşê ji nêz ve dişopînin, destkeftiyên vê dîplomasiyên nizanibin. Rast e ku desthilat û hikumetên dewletan li ser bingeha berjeweniyên xwe dixebitin. Lê dîplomasiya neteweya demokratî ger wisa dom bike, dê bi awayekî erênî û mezintir bandor li herêmê bike.”
=KTML_Bold=HEVJIYANA AZAD DI NETEWEYA DEMOKRATÎK DE=KTML_End=
Rizgariya jinan di veguherîna ber bi neteweya demokratîk de gelekî girîng e. Jina azad tê wateya civaka azad. Civaka azad jî neteweya demokratîk e û nêrîna ku rolên mîna hevser, dayik, xwişk û yar dispêrin jinan, derbas dike.
Endama Jinelojiyê Xaliye Nîmet destnîşan kir ku jiyana hevpar bingeha felsefeya neteweya demokratîk e. Têgeha jiyana hevpar jî ji ferd, têkiliya di navbera jin û mêran de dest pê dike heta bigihêje têkiliya di navbera neteweyan, dewletan, pêkhateyan û olan de.[1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 797 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
կապված նյութեր: 14
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 18-07-2020 (4 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Բովանդակության դասակարգում: Վարչություն
Բովանդակության դասակարգում: հասարակական
Երկիր - Նահանգ: Արևմտյան Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 96%
96%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 16-05-2023
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( ئەمیر سیراجەدین ) կողմից 16-05-2023
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( ئەمیر سیراجەدین ) վրա: 16-05-2023
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 797 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 518,849
Նկարներ 106,226
Գրքեր 19,338
Կից փաստաթղթեր 97,344
Տեսանյութ 1,397
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.687 երկրորդ (ներ).