ِ$Agahiyên Şehîd:$
Nasnav: Mervan Xaçort
Nav paşnav: Kadîrcan Aşan
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Zeynep-Sûat
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mervan li nava malbateke welatparêz, kedkar û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû û li nava derdoreke welê mezin bû ku tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya #Kurdistan#ê kiriye, li dijî #dewleta Tirk# a qirker ti carî dest ji têkoşînê bernedaye. Bi xwe şahidî ji zexta dewleta Tirk a mêtinger a li ser gelê me kir û di heman demê de zext li wî yekser hate kirin. Ji bo karibe li dijî dagirkeran têbikoşe û li hemberî zilma li gelê me tê kirin bêdeng nemîne, weke ewladekî vî gelî bi berpirsyariya xwe ya têkoşînê têgihişt û beşdarî nava kar bû. Demekê li qada legal û karên ciwanan xebitî, li dijî kiryarên dijminê qirker ên asîmîlasyonê û qutkirina ciwanan ji têkoşînê, xwe bêhtir zane kir û berê xwe da refên berxwedanê. hevrêyê me xwedî taybetmendiyeke milîtanî bû ku bi enerjiya ciwantiyê dagirtî bû, bi coşa têkoşînê derdora xwe dixist nava liv û tevgerê û bi kesayetiya xwe ya kedkar derdora xwe tevlî têkoşînê dikir. Hevrêyê me Mervan ku karên ciwanan bi rengekî serketî meşand, ji ber zextên dewleta Tirk a faşîst demekê girtî hate hiştin. Piştî ku hate berdan, hevrêyê me Mervan ê ku hêrsa wî ya li hemberî dagirkeran mezin bû, di sala 2014'an de tevlî nava refên #gerîla# bû.
Hevrêyê me Mervan li nava derdoreke kedkar mezin bû. Xwedî kesayetiyeke welê bû ku jiyana bi kedê ji xwe re kir rêbazekê. Bi vî rengî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û di encama perwerdeyên bingehîn de gelekî bi pêş ket. Hewl da ku îdeolojiya Rêber Apo fêhm bike. Bi qasî ku fêhm kir, pejirand. Hevrêyê me Mervan lêpirsînên xwe li ser bingeha fêhmkirin û bicihanîna Rêber Apo dikir. Bi rêbaza xwe ya enerjîk, karkerî û jêhatîbûnê bû milîtanekî xurt. Bi israra xwe ya ku dixwest li Zagrosan tevlî nava refên berxwedanê bibe û bi hewldana xwe ya bêhempa, bû xwedî sekneke milîtaniya fedaî ya mînak. Her wezîfe û berpirsyariyên xwe bi dîsîplîn û cidiyeteke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Mervan bi sekna xwe ya fedaî û daxwaza xwe ya têkoşînê wê timî ji hevrêyên xwe re bibe çavkaniya sûdwergirtinê û em ê di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranînên hevrêyên xwe derkevin.[1]