Nema min sebrû aramek
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e belê tenha
Li ber pêlan ketim ya reb! “#Cegerxwîn#”
1
Pênûseke dahênane, cegerdar, afirindane û bîrtûj, dikare li hemî şûnan û di hemî wextan de peyvên windayî ber bi wêjeyeke rasteqîne ve veguhêze û asoyên zuha bo derbirînê berfirehtir bike.
Helbestên Cegerxwîn jî gelek kêlîkên windayî yên hişê me zeft kirin û di serencama xwe ya dawîn de, bi qasî ku ji çavkaniyên paşerojê sûd wergirtin, wisa jî dabiraneke tund û dijwar di navbera xwe û naveroka mîratgiriyê de pêk anî.
Bi kurtî, di qonaxeke destnîşankirî de, li ser tixûbên dabeşkirina giyanê kurd û li ber dîmenên xwelîreng ên raperîna axînkêşan û trajediya sava ya ji destçûna nasname û xewnên mezin, her di wan kêlîkên bêreng û bêdengvedan de, Cegerxwîn, peyvê ji toza metafîzîkyayê dadiweşîne û alavên derbirîna helbestî ber bi nasnameyê ve, jiyanê ve, evînê ve, mirinê ve, xweristê ve, çiyan û deşt û pesaran ve, serîhildanan û pêjnên tawanbar ên dîrokê ve û ber bi kulîlkên reş ên gerdena Mehabadê ve radikişîne, werdigerîne û laşê helbestê ji şevistana sînoran û zixtên êşdar ên zimanên dagîrkeran, diparêze.
ş
2
Helbestên Cegerxwîn jî wek hemî ezmûnên dahênan û afirandinên rastîn, hem nûneriya qonaxa xwe dikin û hem jî naveroka xwe ya dîrokî radigihînin. Ji aliyekî ve rengvedana têramandin û hizr û bîreweriya civatê ne û ji aliyekî din ve amadehiya Cegerxwîn bi xwe ne, bêrîkirina perşikestî û reviyayî, renckêşana rojane û termên reş ên xewnê, hejarî, tirs, bêzarî, sêdarkirina sirûdan û di dawiyê de jî awayê dan û standina takekesane (şexsî) ya bi sincan re, bi bîran û bi rabûn û rûniştinan reû bi hişmendî û gerdîşe û rewiştan re ne.
Ezmûna Cegerxwîn jî di vê çarçeweyê de, ezmûna mirovekî hestdar û bîrewer e, lewre, di qonaxeke ji qonaxên jiyana me de, bi wêrekî û şarezayî, rengê kêlîkê zeft kiriye, bi pey nemiriya wê ketiye daku çêja xwe, dengê xwe, rengê xwe, amaje û sîmayên xwe, kesayetî û nasnameya xwe, bîna xwe û tîna xwe pêşkêşî wê bike.
3
Cegerxwîn, bi qasî ku berê xwe dabû nimêjgeha rabirdûyê, wek şagirtekî dilpak û dilsojane û çêjwergir ku di xelwetgiriya Nîşaniyê Botan (Melayê Cizîrî) de bi sermestiya helbestê û bi xwelibakirina peyvê dilerizî, wisa jî bi gavine daçikiyayî ber bi me ve dihat. Û dema ku kêlîka afirandinê ji aliyê wî ve hate zeftkirin, dest bi serîhildana xwe kir, dest bi raperîn û dînbûna xwe kir, dest bi bêzarî û bêhntengî û qehremanî û sofîtiya xwe kir, dest bi rexên sihirbaziya xwe kir û dema ku peyv hate ser helbestê, dîsa dest bi hilbijartina ku nayê hilbijartin kir.
Hibijartina seqayên (atmosferên) dijwar û malwêran ên derbirînê.
Hilbijartina dastaneke hunerî bo herikîna ritm û newayê.
Hilbijartina ahengên dijber û hilbijartina nakokiyên tund û req ên xweragihandinê.
Dîsa li vir, li dijrawestan kûrtir dibe, rûtkirina zimanê êlê û hewldana bidestxistina zimanê helbestê û hilweşandina asoyên asa û naskirî yên zimanê hest û amajeyan dest pê dike.
Cegerxwîn dest bi vedîtina zimanekî cihêreng kir, ew ziman di EZ a wî ya dastanî û rasteqîne de bû; ji xwe tenê bi wî zimanî yê helbestvan dikare wek ku Rimbaud dibêje, ‘hişê xewneke mezin ji mirinê rizgar û ji xewê hişyar bike.’
4
Di dîroka wêjeya kurdî ya sedsala borî de, Cegerxwîn bareyeke (haleteke) xweser û taybetmend e. Di navbera me û klasîkên kurd de pir û xeleka pevgirêdanê ye.
Di navbera du rakêşanan (cazibiyetan) de hewl dida ku behreya xwe ya helbestî pêşkêşî qonaxê bike.
Rakêşana pêşerojê ya ku ji reseniya derbirînê û ji bedewiya wêneyan û ji gulava peyvên qîzane û ji rewnbêjiya hestên evînê pêk dihat.
Û rakêşana paşerojê ya ku ji serhişkiya çiyanû ji xatirxwestina xweşmêran û ji bendemana dilberan û ji têkçûna şoreşan û ji tenhatiya evîndaran û ji berfirehiya derd û kul û êşan pêk dihat.
Di navbera herdu rakêşanan de, Cegerxwîn, wek dastanbêjekî, regezên zimanî ji dest xwe bernedan û şevçiraxên xwe, di Şevên Hicranê de, bi xwîna şîn a helbestê vêxistin. Bi vî awayî, di kurmanciya me de, Cegerxwîn, bi qasî ku klasîkê herî dawî bû, wisa jî nûjenxwazê herî pêşîn bû.
5
Dubarekirinû hewldana ji nû ve, di demê de, nivîsandina helbesta Cegerxwîn, helwldanine beravêtî û ji berê ve têkçûyî ne.
Ev ezmûna dahênanê ku ezmûna Cegerxwîn e, ku velerzîn û hişyariya wî ye, ne tê dubarekirin û ne jî pêwîst e ev dubarekirin pêk were.
Hewldanên di vê çarçeweyê de, ji derveyî ku beşdarî kuştina ezmûneya Cegerxwîn a xweser û ronak dibin, di serencama xwe ya dawîn de dê tiştekî ku Cegerxwîn negotibe, nebêjin.
Lewre, hemî helbestvanên kurd vexwendî ne ku wê ezmûnê dewlemendtir, berfirehtir bikin û bi alavine cihêreng, asoyên derbirîna peyva kurdî ber bi rexên asê û aloz ve rakişînin. Peyvê ji hinavên wê ve ronî bikin û bi rikdarî li gencîneyên veşartî yên zimên bigerin daku her helbestvanek bikaribe şûnşopa xwe ya xweser di naveroka zimanê derbirînê de teqez bike.
Tenê bi saya vê çalakiyê em dê bikaribin xweseriya Cegerxwîn biparêzin û di heman wextê de jî em dê bikaribin wateyekê, angoyekê, mebestekê û egerekê, hem bo hebûna xwe û hem jî bo hebûna helbesta xwe bi dest bixînin.[1]