GULA SOR Ez çi bêjim?
dîsa tu evîn û xwînî
Bê te jîn ne jî vîn nîne
Li nava dilê welatê min
Cara yekê gula sor
Dike dilana azadiyê
Êdî em xwediyê Vina xwe ne
Hemû li benda me ne
Gula ji destekî diçe destekî
Ev dema wê ye
Di nava dilê welatê min de
Amed gulê dide
Mehabad Silêmaniyê dide
Qamişlo Wê dide Ürmiyê[1]