Issa Hassan li 25'ê kanûna 1970'an de li Beyrûtê ji dayik bû. Issa hunermendekî kurd e. Di sala 1982'an de di Rêxistina Kurd ên Beyrûdî de di Komek folklorê cih girt.
Issa 1984'an hat Fransayê û bû endamê koma folklorê ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê , di wê demê de li Fransa, Îtalya û li Holendayê geriya.
Di sala 1988'an de bû endamê Koma Zozan. Issa di warê muzîkê de yekemîn ji wan kesan e ku bi awayek hostayî afirandinên bi muzîka kurdî, flamenko û jazz digihîne hev.
$Dîskografî$
Di sala 1995'an de albûma wî ya yekem bi navê Gulînar derket û heta 2008'an jî şeş albûmên Issa hatine weşandin.
2008 - Kurdomania
2005 - La cinquième saison
2001 - Art du bouzouk
2000 - Tooting Broadway
2000 - Ballade kurde à Seville
1995 - Gulînar[1]