图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,367
图片 105,182
书籍 19,478
相关文件 97,477
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rojî Kurd (Hejmar: 1)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojî Kurd (Hejmar: 1)

Rojî Kurd (Hejmar: 1)
#Rojî Kurd# (Hejmar: 1)
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#

Cemîyeta Hêvî, yek ji wan cemiyetan e ku di destpêka salên 1900-an de ji layê xwendevanên Kurd yên li Îstenbolê hatiye damezirandin. Di nav rêza endamên wê yên dameziranêr de ev lawên Kurd hebûn: Xelîl XEYALÎ(Mutkî), Qedrî CEMÎLPAŞA(Dîyarbekir), Fuat TEMO(Wan), Zekî Efendî (Dîyarbekir) û Memduh Selîm(Wan). Kovara Rojî Kurd ji layê Cemîyeta Hêvî ve tête weşandin.
Di derbarê damezirandina Cemyeta Hêvî de lêkolîner Hesen YILDIZ wisa dibêje: “Bi navê Hêvîya Kurd rêxistineke veşartî/îlegal hatibû damezirandin. Di encama xebata legal a vê rêxistinê de, ji alîyê xwendevanên Kurd ve li Îstenbolê di sala 1912-an de bi navê Hêvî cemyetekê tête damezirandin.”(1) Û di nav demeke kurt de “Li Erzrom, Dîyarbekir û Lozana Îswîçrê de şubeyên Cemîyeta Hêvî têne sazkirin.”(2) “Bi tevî destpêkirina Şerê I. yê Dinyayê di sala 1914-an de Hêvî belav dibe.”(3)
Bi rêvebirîya Komeleya Hêvî di sala 1913 de çar hejmarên Rojî Kurd têne weşandin. Hinek mijar û pirsgirêkên girîng di nav rûpelên vî kovarê de hatine gengeşîkirin, ku îro jî ew gengeşî berdewam dikin.
Rojî Kurd, di hejmara xwe ya yekem de digel yê xwe jî, peywira cemîyetan weha tîne ziman: “Wezîfa pêşîn a cemîyetan ev e ku bi meqama xalîfetî ra pevgirêdanîya qewman bihêztir û payîdar bike.”(4) Di hejmara duyem û nivîsara bi navê “Kurdîtî û Mûsûlmantî” de weha tête gotin: “Her wekî miletên misliman ên din ji bo Kurdan jî -program ev e-: Berê Îslamîyet piştra Kurd, Kurdî ji ber ku dê ji îslamîyetê ra xîzmet bike divê bête belavkirin, tevayîkirin,…”(5)
Di nav rûpelên Rojî Kurd de mijareke herî girîng jî gengeşîya di derbarê ziman û pirsgirêkên wî de ye. Gengeşîya “alfabeya Arebî yan Latînî”, tunebûna “îmla-rênivîs”, “alfabeyeke yekgirtî ya navxwe” û “qamusek-luxatek” giştî yê Kurdî, îro jî berdewam dike.
Kovara Rojî Kurd 90 sal li berîya îro derketiye. Tiştê herî balkêş ev e ku di derbarê ziman û çareserîya mesela Kurd de gengeşî û helsengandinên ku wê demê hatine kirin, îro jî bi rengekî din berdewam dikin, her wekî ku di vê dema dûr û dirêj de û bi tevî ewqas bûyer, ceribandin û guherînên giştî û herêmî, wêne nehatiye guherîn. Ji vî pratîka sedsalî ders nehatiye derêxistin û girtin. Ji ber vê yekê bûyerên bextreş ên dîrokî bi rengekî din ji nû ve ducar dibin an jî tekerûr dikin.
Di nav rûpelên Rojî Kurd de ji alîyê kulturî ve hinek gotinên kurdewarî hebin jî , di fahm û feraseta kovar û nivîskarên wê de İslamîyetî û Osmanîparêzî mefhumên destnîşankar in. Di derbarê Kultur û perwerdeyîya bi zimanê Kurdî de gotinên bikirp bête kirin jî, lênêrîna weşangerîya kovarê ev e ku bi girêdayî têgeyên Îslamîyetî û Osmanîparêzî têkilîyên nav civakî bête bihêztirkirin. Yanî daxwazên kulturî û perwerdeyîya bi zimanê Kurdî wekî unsurên jibo pêşxistina hişyarîya neteweyî nayin dîtin, jibo bihêztirkirina binyata van têgeyan wekî xarcekê tête dîtin. Ev fahm û lênêrîn bi vî dirûşmê tête dîyarkirin: “Berîya her tişt mûsûlmanî, pişt ra Areb, Tirk, Kurd an jî Acem. …”(6)
Di destpêkê de sê hejmarên Rojî Kurd bi alîkarîya lêkolîner Suleyman Azad geheştin ber destê me, ku di sala 1981-an de ji layê Cemal XEZNEDAR ve li Bexdayê ji nû ve hatibûn çapkirin. Belkî jî ev cara duyemîn bû ku Rojî Kurd ji nû ve di nav rêza pirtûkên xwendevan û kultura kurdî de ciyê xwe digirt. Lêbelê bi agadarî û alîkarîya lêkolînerê Kurd berêz Malmisanij, hejmara çaremîn a Rojî Kurd jî gehîşte ber dest me. Bi vî awayî her çar hejmarên kovara Rojî Kurd temam bûn; gengeşîya di derbarê “sê hejmar an jî çar hejmar” de zelal bû. Orjînalên kovara Rojî Kurd bi alfabeya Arebî û bi zimanê Osmanî û Kurdî(bi Soranî û Kurmancî) hatine çapkirin. Me her çar hejmarên kovara Rojî Kurd bi tevayî wergerandine ser alfabeya latînî û Osmanîya wê jî wergerandiye ji bo Tirkîya îroyîn. Eger di vî xebatê de hinek kêmasî hebin jî, ji nûha ve me divê hun bibuhûrin.
Em bawer dikin ku nivîsar û gengeşîyên di nav rûpelên Rojî Kurd de rastîyeke me ya dîrokî û civakî li ber çavê xwendevanan radixîne. Divê carekî din em tefekûr bikin. Çi guherîye li piştî ev 90 salan, îro em li kîjan qonaxê ne, em çiqas pêşve çûne, me çi mewzî bidestxistine?.

(1) Kurd Ji Eşîrîyê Berve Netewetîyê -Ji alîyê Polîtîk û Felsefî ve Krîtîkekê Komeleya Kurd, r. 83, Weşanên Dîcle-Firat, Îlona 1991
(2) Jêdera berê. r. 84
(3) Martin Van Bruinesse: Axa, Şêx û Dewlet, r. 343, weş. Öz-Ge.
(4) Rojî Kurd, hej:1 r. 18
(5) Rojî Kurd, Hejmar: 2, r. 51
(6) Rojî Kurd, Hejmar: 2, r. 52
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览24
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 16-05-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 28-02-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
书: 历史
城市: Istanbul
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-05-2024
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):14-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览24
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,367
图片 105,182
书籍 19,478
相关文件 97,477
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!