图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,797
图片 106,251
书籍 19,333
相关文件 97,283
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê

Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Azad Rojhilat

Yek ji wan mijarên ku di cîhana îro de girîngiyeke yekcar zêde heye û dewletên cîhanê nirxê jê re didin mijarek e bi navê “#dîplomasiya# çandî” yan jî “dîplomasiya kulturî” ye
Kurdshop - Yek ji wan mijarên ku di cîhana îro de girîngiyeke yekcar zêde heye û dewletên cîhanê nirxê jê re didin mijarek e bi navê “dîplomasiya çandî” yan jî “dîplomasiya kulturî” ye. Lê destpêkê hewce ye ku em bizanin çand û kultur çi ye û piştre behsê çiqên wê û girîngiya wê bikin. Peyva çand di rastî de peyveke Avestayî ye û gelek watayên wê hene.
Wek nimûne, tê wateya “giranî û kêş”ê. Tê wateya kêşana ber bi jor, û bi wateya derxistin û hilkişiyanê ye. Di wateya xwe a giştî de tê wateya zanist û pîşe û zanyarî û rewşenbîrî û serkeftin û gelek watayên din.
Peyva kultur jî ku di cihê “ferheng” (çand)ê de sûd jê tê wergirtin, di rastî de peyveka Fransî ye û di koka xwe de jî ji peyva latînî a “Kaltura” hatiye wergirtin. Ew peyv ji bo karê çandiniyê û encamdana karekî bo bipêtkirina zewiyên çandiniyê û çandina giya û … hwd tê bikaranîn. Lê ger em dev ji koknasiya van du peyvan berdin û em bi awayekî zanistî vê meselê gengeşe bikin, em ê bigihîjin encamên din jî, herçend ku piştre em ê awirekê li wan koknasiyan jî bidin.
“Rîmond” û “Vîlyamz” çar kar ji bo “ferheng”ê danîne, ku di gel biyavên çarîne ên ferheng (çand)ê hevûdin bigrin. Bi baweriya wan, “çand” piroseya giştî ya vegeşîna bîr û hizr û huner û ciwanînasî ye ku tê de koma felsefe û hizr û huner û afirandin a serdemekê li welatekî cih digre; an jî şêwaza taybetî ya jiyana neteweyekê ye ku tê de riha hevpar a civakê xwe nîşan dide. Yan jî berhem û çalakiya fikrî û bi taybet hunerî ye ku zêdetir biyavê helbest û wêjeyê li xwe digre. Yan pergaleke amaje û nîşanan e ku ji riya wê ve pêwendiyeke bihêz a civakî tê avakirin. Em wek kurd her yek ji wan biyavan raxin ber çavan, em dikarin encamê jê werbigrîn.
Ji ber her wek ku em dizanin neteweya Kurd ji çend sedsalan berî niha ve xwediyê wêje û zimanê nivîsîn û berhemên dewlemend ên hizrî bûye, û em dikarin wan berheman jî di nivîsînên “Ehmedê Xanî” û “Melayê Cizîrî” û “Feqiyê Teyran” û “Şerefxanê Bitlîsî” û gelek nivîskar û bîrmendên din de bibînin ku her hemûyan jî pêdagirî li ser girîngiya serhildana fikrî û hunera ciwanînasiya kurd kirine. Gelo eva nîne Ehmedê Xanî çar sedsalan berî niha behsê vê yekê dike ku ger rewş baş bibûya û me jî dewlet hebûya, di warê huner û ziman û wêjeyê de, niha alaya afirandinê û hunera me jî wek gelên bextewer ên cîhanê di asîman de dê pêl bidaba.
Yan jî kesek wek “Xanayê Qubadî” li menzûmeya “Xusrew û Şîrîn”ê û di beşa pêşgotina pirtûkê de, behsê ziman dike ku ziman jî yek ji makeyên çandê ye, û çend sedsalan berî niha behsê vê yekê dike; ger zimanên din şekir jî bin, dîsan jî her zimanê me ji yê wan şirîntir e û ger bi wan zimanan berhemên dewlemend jî hatibin nivîsîn, bêguman zimanê me jî bêçare nemaye û berdewam berhem pê hatine nivîsîn û vegeşiyaye.
Ji aliyekî din ve kurd ku di çend welatên wek Îran û Iraq û Tirkiye û Sûriye û Ermenistanê belav bûne û helbet beşa bi bandor a erdnîgarî û nifûsa wan welatan pêk tînin, ji bo xwe bi dirêjahiya dîrokê yekîtiya xakê hebûne û şêweya jiyanê û deb û resmên taybetî yên xwe parastine. Herwiha muzîk û huner û dîroka xwe hebûne û koma wan taybetmendiyan kurd wek neteweyek kirine xwediyê riheke hevpar a nîştimanî ku bi xema hevdu xembar dibin û di şahî û xweşiyên hevdu de beşdar in. Nîşane û hêmayên wan hevpar in û li ser gelek mijaran helwest û dijkiryarên hemşêwe û rast wekhev hene û cudahiyên wan di asta herî kêm de ne.
Mijara sêyem ger em raxin ber çavan, ku tê de pêdagirî li ser berhemên edebî û helbest û çîrok û şanoname û huneran hatiye kirin, eva di vê derheqê de kurd her ji raboriyeke gelek dûr ve xwedî berhem bûye û di cîhana niha de jî di asta neteweyî û cîhanî de bi hebûna helbestvan û nivîskarên mezin ên wek “Goran”, “Hêmin”, “Hejar”, “Şêrko Bêkes”, “Peşêw”, “Refîq Sabir”, “Letîf Helmet”, “Qubad Celîzade”, “Şêrzad Hesen”, “Siware Îlxanîzade”, “Hesen Qizilcî”, “Selah Papaniyanî” û “Mesûd Mihemed” û ... hwd qise ji bo gotinê heye û xwedî îdia ye.
Xala dawî jî ku behsê pergala nîşaneyî û ji riya wê ve jî behsê tekûziya civakî dike di gelek nîşane û hêmayan de xwe derdixin, hem kesayetiyên hevpar ên mezin, û hem jî ala ku nîşana neteweyê ye, hem sirûda neteweyî ya kurdan û gelek mijarên din jî. Li gor wan behsên ku hatin kirin, bo me tê selimandin ku çanda neteweya kurd di her biyavekî de di cîhana îro de şiyana wê ya derketinê hebûye û ew yek jî berhem û encamê bo her dengekî biînsaf û zanistxwazî diselmîne.
Di vir de em dixwazin behsê vê yekê bikin ku karbidestên kurd çiqas karîne ji wê sermiyana zengîn û dewlemend a kulturî sûdê wergirin û vê yekê ji bo pêwendiyên xwe digel cîhana derve bi kar bînin. Gelo li gor hemû wan çalakiyên di sî salên borî de li Herêma Kurdistanê hatine kirin, ew rastiya eşkere dibe ku siyasetmedar û dewlet-mirovê kurd karîbe kulturê wek alavekê bi kar bîne bo vekirina deriyên daxistî. Gelo kultur û çanda kurd di her astekê de di programa pêwendiyên derve ên kurd de cih hebûye, ku em pê dilxweş bin û em qala wê bikin,û wek beşek ji dîplomasiya kulturî bi nav bikin.
Helbet di beşên din ên vê nivîsê de em ê behsê xisarên vê karnekirinê bikin, lê di vê beşê de em tenê behseke giştî dikin. Li sî salên borî di asta herêmî de hewl hatiye dan ku pireke pêwendiyê digel çalakvanên ferhengî yên parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê bê pêkanîn. Bo vê armancê serdemekê nirxên zêde jî hatine dan, lê gelo encama vê hewldanê çi bûye.
Gelo wan pêwendiyan karîn herî dawiyê de encameke erênî bo kurd derbêxe holê. Ger bi dûr ji siyasetê û tenê bo zelal kirinê û berjewendiya neteweyî bersiveke rastgoyane bihête dan, em dikarin bêjin ku pêwendiyên kulturî mixabin di rewşa herî xirab de bûn. Diyar e ji bo behskirina ji daxwazeke bi vî rengî belgeyên bihêz hewce ne.
Ya ku di çêkirina pêwendiyan de girîng e, hebûna pireke baweriyê ye di navbera du welat û herêman de, ku dixwazin danûstandina nîşane û hêmayên kulturî bikin. Ew baweriya dikare ji vê yekê ve çavkanî bigre ku ew pir bi destê kîjan kesayetî û binke û binyatekê tê çêkirin. Gelo ew binke û binyat û kesayetiyên ku ew erkê giran ê dîplomasiya kulturî pê hatiye spartin cihê baweriya nivîskar û helbestvan û hunermend û bi giştî çalakvanên vî warî ye? Ger bersiv “erê” be, eva bêguman berhema wê têkiliyê şirîn û bisûd e, lê ger bersiv “na” be, eva her ji destpêkê ve em dikarin bêjin ku pêwendiyek çêdibe li ser nebûna baweriyê bi avakerê pêwendiyê û pêvajoya heyî dibe pêvajoyeke nexweş û berhemeke baş lê gel xwe dernaxe.
Li her du beşên Başûr ger pirên pêwendiyan bêne nirxandin, ev rastî xwe nîşan didin. Wî kesî bo sazkirina pêwendiyên cihê baweriyê divê zanyarî hebin û pênûs û navê wan cihê baweriyê be. Ew kes dikarin wê dîplomasiyê ber bi aliyekî baş ve bibin ku berjewendiya xwe ya takekesî berçav negrin.
Ew kesên ku serekî wan di nav sinduqa berjewendiya welatên dagîrkar de ye û serekî wan sirûda neteweyî tê de deng vedide, nikarin baweriya nivîskar û helbestvan û hunermendên afirîner bi dest bixin û ger carina wan jî têkilî pêwendiyên xwe dikin zêdetir bo jêsteke rewşenbîrane û sûdwergirtineke ne di cîhde ya van nav an e.
Siyasetmedar û karbidestên kurd di beşa kulturê de hewce ye cardin vê pirsê li xwe bikin ku encama sî salan pêwendiya kulturî di gel parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybet Rojhilat çima car bi car di gel bêbaweriya zêdetir berbirû dibe. Ew rastiya hem li Hewlêrê û hem li Silêmaniyê xwe nîşan dide û hewce ye xemê lê bixwin. Rastiya vê pirsê em dikarin di festîvala Gelawêjê ya îsal de destnîşan bikin ku betal bû ji rewşenbîriyê û nivîskar û rewşenbîrên cidî û taqimeke nivîskarên fars anîbûn ku her rûyê civînê nedîtin ... û nivîskarên cidî ên Başûr û Rojhilatê û ew du sê kesên ku hatibûn zêdetir li derveyî civînên fermî di gel nivîskarên cidî yên Silêmaniyê li derve mijûlî guherîna bîr û boçûnan bûn. Ew pêvajoya nexweş divê were dermankirin ger sî sal jî bi ser re derbas bûbe. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览8
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 13-05-2024
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 28-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-05-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on14-05-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):13-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览8
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 13-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,797
图片 106,251
书籍 19,333
相关文件 97,283
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!