图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,659
图片 105,489
书籍 19,435
相关文件 97,465
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bend di wêjeya devkî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bend di wêjeya devkî de

Bend di wêjeya devkî de
Bend di wêjeya devkî de
Selah Nûranî

#Wêjeya devkî# ya Kurd di beşa muzîkê de, wek tev beşên din ên edebiyata devkî dewlemend e û çend dengî ye. Wate ew beşe muzîke di wêjeya devkî ya Kurdî de, çendîn çarçove û janrê cuda li xwe digire. Bo mînak ji beyt, heyran, gelo, azîze û payîze re heta bend û hemû ew şêwaz û formane ne ku beşek ji muzîka wêjeya devkî ya Kurdî pêk tînin. Her yek ji wan beşane jî xwedanê taybetmendiyê xwe ne.
Bend yek ji wan formên derbirînê ye ku heta niha pênaseyeke tevaw bo nehatiye kirin. Bend şêwazekî derbirîna rîtmî û xwedan muzîk û kêş û qafiyeyê ye. Beşeke muzîkê li edebiyata devkî ya Kurdî ye. Ew şêwe vegotine wek heyran û beyt û janreyên dinê yên wêjeya devkî, xwedanê çarçoveyeke takane û diyarîkirî nîne. Wate eger di janr û çarçoveyeke wek beyt de, destpka wê bi vegotina çîrokê ye, di bendê de taybetmendiyên wiha nîne. Di bendê de kurte vegotin dikarin hebin, lê merc nîne vegotin milkê sereke yê bendê be. Gelek mijarên dinê di bendan de ne ku taybetmendiya vegotinê tê de nîne, lê di çarçoveya bend de têne pênasekirin. Di çîrok û vegotinê de her şêwe kiryarek ku bê kirin di çarçoveya bûyerekê de îşare pê bê kirin, diçe warê vegotinê.
“Êç Portêrêbût” di pirtûka “Xwendevariya Vegotinê” de dibêje: Vegotina bi zimanê sade wate dîsan behskirina bûyerê yan komek bûyeran e. Di behsa bûyera sade de bo mînak dinivîse: Dem ku em dibêjin kêçekê li pisîka min veda, bûyerek çawa tê vegotin, eger ew mijar ecêb û girîng jî nebe, vegotink çîrokî ye.
Eger em bi vî rengî bendan danîne ber hev, gelek beş ji bendan pêk hatine ji vegotinê. Bo mînak dema ku di benda “Gewherê” de tê gotin:
Qaçaxçî le germênê\ kirasê marot bo dênêDeber qaçaxçiyan mirim\ Dilê yarim naşkênêKiryarek yan bûyerek wek anîna kirasê maro b evîndara kesê bendbêj, dibe bûyerek ku dikare rewşa vegotinê be. Lê hemû bendek ew taybetmendiyane nînin.
Taybetmendiyeke din a beyt û heyranê tekeziyê li ser evîn û derbirîna dildariya keça heyran û kurê heyran dike. Lê di bedê de hem em dikarin vegotinên evîndarên bi vî rengî bibînin, hem jî em dikarin vegotinên civakî û heta yên pêkenînî bibihîzin. Wek mînak, beşek ji bendan ku bi piranî bi zimanê mêran in, li ser meseleya civakî ya dema borî, ango nexwestina zewaca keçan radiwestin. Di van bendane de bendbêj bi awayekî nerasterast vê diyardeya dizî radixe ber çavan û gelek mînakên wê hene.
Le ber ew bejnet demirim\ Delêy çûze qamîşeQebrî mirdûy morî min\ cergit hênam le rîşeEw mêrdet wek cûy qudse\ Qet le kinî damenîşeDi vir de bendbêj di çend mîsre`ê yekem de bi vegotina hesta xwe bo evîna xwe, rê xweş dike bo wê ku behsa yeknegirtiya jiyankê bike ku evîna wî bi mêrê xwe re heye. Yan di bendek dinê de dibêje:
Le şewrayî terdeste\ Wek Hemetalî BanêMalî kabrat xirab bê\ Wek kewlî xelîfanêDi bendek dinê de:
Rebî mêrde gulet mirê\ Penam bi Ehmedî korYan di bendek dinê de dibêje:
Serece û derd û bela\ Le ser pîsey we xirê \Têkra delên înşala
Ev hemû nîşan didin ku; Kesê bendbêjê diyardeyeke civakî ya nebaş ku bo kesayetiya wî hatiye pêş weke diyardeyeke berfirehbûyî ya civakî dîtiye û di benda xwe de ku bi şêwazekî adetî di nava girseyê de hatine gotin tekeziyê li ser dike û bi vî rengî, ew cure bîrkirine di çarçoveya wê bendê de ketiye ser devê xelkê.
Li gorî vê aliyê hestyarî jî em nikarin bi tevahî mala bend diyarî bikin, belkî em dikarin cih û şêweya wê nas bikin. Ew hem hûrde vegotin tê de heye. Hem hestyarî tê de ye, lê kurt hatiye vegotin. Hem aliyê civakî jî tê de hatiye gotin.
“Kêş û qafiye” aliyekî din e ku em dikarin di wî warî de bendê helsengandin bikin. Di warê kêşê de, piraniya bendan xwediyê kêşa beşê ne. Ew ji mîsre`ên 3+4 beşî pêk hatine. Carinan di forma mesnewiyê de, du mîsre`i li ser kêşa 3 + 4 beşî, xwedî qafiyeyên serbixwe ne û carinan jî li ser şêwaza çarçoveya parçeyî ne. Wate mîsre`a duyemîn bi çend mîsre`ên duyemîn ên piştî xwe re hevqafiye ne. Bo mînak:
Gewherê ey gewherê
Gewherekem berew jûr
Destim bird bo berokî
Hênam lîmoy zerd û sor
Dilî yarim nerim key
Mûsa le ser kêwî Tûr
Qafiye li mîsre`a duyem jûr, li mîsre`a çarem sor, li mîsre`a şeşem tûr e. Wate ew sê mîsre`ane bi ser hev parçeyek pêk anîne. Lê her di berdewamiya vê bendê de, bendbêj şêwaza vegotina xwe kiriye bi çarçoveya du beytî:
Dwênêm dî le rê kanî
Destim bir bo memkanî
Deygot hetîw be dilî tom
Çon aşiq malwêranî
mîsre`a yekem kanî, mîsre`a duyem memêkên wê, mîsre`a çarem malwêranî. Bi hevşêwe ne û wek pêkhateya çarçoveyê bûne du beytî/çarîne. Helbet ji xeynî kêşa du beyt û çarîne cuda ye.
Carinan jî bend ji parçe û du beytan têkel in, ku di Gewherê de ew taybetmendiye tê dîtin. Yan jî di bendek dinê de ku dibêje:
Çawt estêrey şiwanan
Heldê berî beyanan
Şoqîda le kolanan
Qûnebanî jin ciwan
Be şanmda dête xwar
Aweçorey Guwêswanan
Le ber balat nasik giyan
Ba lêm den be debanan
Di vir de wekî qafiyeyekê, çarîneyeke û du beytên nû hatine têkelkirin. Çimkî di du beytên nû de mîsre`a duyem û çarem hevqafiye ne. Em bi vî rengî dikarin bêjin bend pêk hatiye ji wê derbirîna bendêjî ku bi şêweya xwebêjî di kombûnekê de û pêka ew kombûna ku tê de bûye mijara xwe ji evîndarî ve bo olî guheriye. Di warê kêşê de jî bendbêjî ew yeka bo girîng bûye. Lê zêdetir di kêşa helbestê de şêwazekî qafiyeyî bûye. Zêdebûna qafiye di bendan de wê yekê nîşan dide ku ew beşe di bendê de girîngiyek taybet hebûye û nîşaneya serdestbûn û hostatiya zêdetir ya bendbêj bûye.
Her lewma eger di serê bendbêjekê de qafiyeyên zêde hebûbin, bo wê ku guhdariya rêsayeke taybet kiribe li pey hev qafiye rêz kirine. Lê zêdetirîn mînak her ew şêwaze ye ku me behs kir, bi awayî parçeyî û du beytî hatine gotin. Di warê naverok de jî zêdetirîn heza bendbêj derbirîna evîndaranî ye di mewdayeke kurt a kelamê de, ku nîşanderê bi hev negihîştina du evîndar e. Zêdetir jî kur negihaye bi mirada xwe û gilî û gazina kurê evîndar vedibêje. Her çende mînakên naverokên cuda ji wê yekê jî zêde ne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览17
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-05-2024
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 10-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-05-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-05-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览17
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.139 KB 05-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,659
图片 105,489
书籍 19,435
相关文件 97,465
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!