图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rojnameya Ferda - فردا
小组: 刊物 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست2
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnameya Ferda

Rojnameya Ferda
Rojnameya Ferda
Divê pêşî em dîyar bikin ku bi navê Ferda du rojname hene. Di hinek çavkanîyan de ji bo xweyîtîya her du rojnameyan jî navê #Elî Îlmî Fanîzade# derbas dibe. Ferdaya yekem, piştî pêkhatina Meşrutîyeta Duyem hatîye çapkirin û Ferdaya duyem jî piştî pêkhatina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeretorîya Osmanî li Edenê hatîye çapkirin.
Rojnameya Ferda ya ku dema Meşrûtîyetê çap bûye, ji wê çar (4) jimar li ber destê me hene. Jimara wê ya yekemîn, di #12-09-1908# an (M) de hatîye çapkirin û jimara çaran (4an) jî di roja #03-10-1908# an de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşî û beşê kunyeyê weha hatîye nivîsandin: “Xwedîîmtiyaz û midurê mesul: Hulusi Havri, Sermuharîr: A. Rüştü ye. Vê gavê hefteyê carekî û roja şemîyê tête çapkirin, rojnameyekê Osmanî yê edebî, îctîmaî, îlmî ye. Îdarexane: Eski zabtiye caddesinde Kocamanoğlu hanesindedir.” Ev rojname, li ser hev çar jimarên wê li ber destê me hene; jimara yekem 4 rûpel in, jimara duyem 8 rûpel in û jimara çarem cardin kirine çar rûpel. Jimara yek û didu, di “Matbeaya Cîhan” de û jimara çaran jî di “Matebeaya Hacı Huseyin Efendi” de hatine çapkirin. Li ser bergê jimara çaran wêneyê Selahedînê Eyûbî hatîye belavkirin û di binê wêneyê de weha hatîye nivisîn: “Ji Qumandanên me yê herî mezin Selahedînê Eyûbî; tercûmeyek halê wî yê mukemel û xizmetên wî yên ji bo Îslamîyetê di jimara me ya dahatûyê de.” Herweha li ser bergê wê nivisandîye: “Eserên ku muwafiqê meslekê me bin û ji pêşveçûna millet û geşbûna weten re xizmet bikin, em wan bi îftixar qebûl dikin.”
Rojnameya Ferda ya Elî Îlmî, piştî ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) hatîye neşirkirin. Îmzekirina Peymana Mondrosê, encama serkevtina hêzên hevpeyman bû; ji alîyek ve dawî bi Şerê Cîhan ê Yekem anîye û digel wê dawî bi Împeratorîya Osmanî jî anîye. Piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî û desthilatdarîya Îtihad-Teraqî, ji alîyê sîyasî û civakî ve rewşeke nû peyda bûye. Di vê demê de, gelek rojname û kovarên mixalif ên nû hatine çapkirin û belavkirin. Ferda, yek ji wan rojnameyên mixalif e ku di vê demê de li bajarê Edenê dest bi weşanê kirîye.
Ferda; peyvek Farisî ye û tête wateya siberoj, pêşeroj û dahatûyê. Li ser bergê pêşî yê rojnameyê nivîsandîye: “Müdur-ü mesul ve sermuharir: Ali İlmî ye. Cîyê Adresê: Adana’da -Kale Kapısında- Ferda Matbaası (Li -Qele Qapîya- Edenê Çapxaneya Ferda). Şimdilik perşembe ve pazartesi günleri intişar eder, siyasi, ilmi, edebi türkçe gazetedir. (Vê gavê rojên pêrşem û duşemê tête neşirkirin, rojnameyekê sîyasî, îlmî û edebî yê Tirkî ye.)” Rojnameya Ferda, di 1ê Rebiûl Ewela sala 1337 (5ê Kanûna 1918an) de li Edeneyê dest bi weşanê kirîye. Di dawîya rûpela duyem de dibêje ev rojname: “Adana Ferda Matbaasında tabih olunur” (Li Edenê di Çapxaneya Ferdayê de tête çapkirin.) Agahîyên kunyeya rojnameyê, bi zimanê Osmanî û Fransizî hatine nivîsandin. Li alîyê çepê kunyeyê jî bi Fransizî nivisandîye: “Directeur et rédacteur en chef: Ali İlmi. Ferda Journal Turc, Politioue et Letteraire (Polîtîk û Edebî).” Wê demê li Edenê rojnameya mixalif ne tenê Ferda bû, rojnameyên wekî Adana Postası (1919) û Rehber (Kanûna 1920an) jî di xeteke mixalif de dest bi weşanê kiribûn. Rojnameya Adana Postası, bi gerînendîya Îlhamîyê Gîrîdî û Rehber jî bi gerînendîya Dervîş Ata dihatin weşandin. Rojnameya Yeni Adana jî piştgirîya Mistefa Kemal û hevalên wî dikir.
Wê demê nifûseke girîng ê Ermenan jî li Edenê hebû û xebata wan a çapemenîyê, ji ya Tirk û Kurdan gelek xurttir bû. “Ermenan bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojname çap kirine. Armanca van rojnameyan ev bû; ku bi rêya çapemenî û propagandayê tesîr li raya giştî bikin, giranîya nifûs û kultura Ermenan li herêmê zêde bikin.”
Gava em bala xwe bidin naveroka rojnameya Ferda, weha xuya dibe ku polîtîka weşana rojnameyê; nêzîkê polîtîka herêmî ya wê demê ya Fransayê bûye, dijberê nêrînên (dîtinên) ÎT û Kemalîstan bûye. Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîka û rêxistina ÎT û tevgera Kemalîst wek “serhildanek” li hemberê padîşayê Osmanî hatine nîşandan û herweha ew wek “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin. Mînak; di jimara 204an de li ser hêzên QM nûçeyek weha belav kirîye; “Çete Belav Dibin: Li mintiqeyên Qozan, Ceyhan, Qeraîsalî çeteyên Çerkez Nûrî Çawîş, Kurd Mîrza, Qera Mustefa, İnce Ali ku bi navê Quwayî Mîllîye rêbirî û çavsorî dikirin belav bûne. Tê gotin ku hinekên wan çûne Ceyhanê.” Digel vê, M. Kemal û hevalên wî bi îdeaya Bolşewîkbûn û hevkarîya Bolşewîkan hatine rexnekirin.
Hêzên M. Kemal û QM, ji ber ku dewama ÎT bûn, tehamûla wan li hemberê rexne û mixalefetê qethen tune bû, ji ber vê yekê nedihiştin rojnameyên muxalif bi serbestî belav bibin û bigîjin herêmên di bin hukma wan de. Ev sansur bîzathî bi emrê M. Kemal hatîye danîn. Di belgeyekê wê demê de, tetbîqkirina vê sansurê weha hatîye qeydkirin: Çanteyên ewraqên ku dê biçûna Îzmîr û Îstenbulê, li Ulukışlayê (qeza Nîxdeyê) ji alîyê sansûra Quwayî Mîllîye ve hatîye kontrolkirin, nûsxeyên rojnameya Ferda jê hatine derxistin.”
Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, di arşîvan de jimara 279an jî xuya dibe. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Çirîya Pêşîna 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Ji ber ku jimara dawî ne dîyar e û li ber destê me nîne, bi rastî nayê zanîn ku weşana rojnameyê kengî hatîye rawestandin. Bi îhtimalek mezin, di dawîya sala 1921an de, ji Edenê hilkişandina hêzên Fransiz şûn ve, weşana rojnameyê hatîye rawestandin.
Piştî rojnameya Serbestîyê, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin. Lêbelê di derbarê naveroka wê de, agahîyek me ya zêde nîne. Gelo di çapkirina vê rojnameyê de çi tesîra CTKê çêbûye, di naveroka jimarên rojnameyê de li ser Kurd û Kurdistanê nivîs hatine belavkirin yan na, di rojnameyê de nivîsên bi zimanê Kurdî hatine belavkirin yan na? Ji bo ku em karibin bersiveke rast bidin van pirsan, divê pirranî yan jî hemû jimarên rojnameyê li ber destê me hebin û xebateke berfireh li ser wan bête kirin. Li gor agahîyek dîrokzan T. Z. Tunaya, ku ji hejmara 140 a rojnameya Ferda (14ê Hezîrana 1920an) neqil dike û dibêje: Li Edenê jî Cemîyeta Tealî hatîye damezrandin. Lêbelê dîyar nekirîye ku ev cemîyeta hanê, şubeyeke CTKê ye yan cemîyeteke serbixwe e. Li gor dîtina min, bi îhtimaleke mezin ev “Cemîyeta Tealî” şubeyeke CTKê ye û xwedîyê rojnameya Ferda Elî Îlmî bi xwe jî endamê CTKê bû. Ji bo rast têgehîştina rewş û bûyerên sîyasî yên wê demê, divê li ser rojnameya Ferda lêkolînên nû û berfirehtir bêne kirin.
$Nivîskar û naveroka rojnameya Ferda:$
Rojnameya Ferda, di 09-12-1918an de dest bi weşanê kirîye û weşana wê heta dawîya 1921an dewam kirîye û belkî ji 300 jimaran zêdetir hatîye çapkirin. Mixabin bi tevî hemû hewldanan, ji xeynî çend jimaran, min nekarî hemû yan jî pirranîya jimarên Ferda bidestxînim. Ev xebata ber destê we ancax bi lêkolîna naveroka 7-8 jimarên wê hatîye meydanê. Di jimarên mewcud de, em rastî nivîsek Kurdî nehatine. Ji xeynê navê Elî Îlmî û birayê wî yê Mesûd ku bi navê “Can Bey” nivisîye, hinek nivîsên kadroyên partîya Hurîyet û Îtlafê hene. Ji naveroka jimarên berdest dîyar dibe ku ne tenê nivîsên fikrî, beyannameyên wê demê yên hêzên Fransa, hewadîsên hundir û derva, hewadîsên mehelî, edebî, îlan, danasîn (reklam), hatine belavkirin.
Piştî îmzekirina Peymana Anqerê ya di navbera Fransa û hikumeta Anqerê de, hêzên leşkerî yên Fransayê ji herêma Klîkya û dorûberê wî vekişyan, hemû weşanên mixalîf ên li Edenê û herweha weşana rojnameya Ferdayê jî hatine rawestandin. Bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, gelek mixalifên Tirk û Kurdên wê demê hatin cezakirin û nefîkirin.
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览43
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 242-04-2024
相关文件: 1
挂钩项目: 3
小组: 刊物
Publication date: 12-09-1908 (116 年份的)
!Continuous publishing: No specified T4 993
出版: 报纸
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 24-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):24-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览43
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1114 KB 24-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!