图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,437
图片 105,193
书籍 19,478
相关文件 97,488
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şêrko Bêkes û nivîs bi ava niştiman
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes
#Şêrko Bêkes# û nivîs bi ava niştiman

Nivîsîna bi ava axê bîranînên helbestvanê mezin ê kurd Şêrko Bêkes e, ku helbestvan ji zarokatiya xwe ve hewl daye serpêhatiyên xwe vebêje û heta kêliya nivîsandina bîranînan, nivîsandina xwe berdewam kiriye. Tiştê ku ez dixwazim li ser bîranînên helbestvanekî teşîrêsk bikim, nayê wateya paşguhkirina helbestên wî û di vê nivîsa kurt de ez ê bi lez li nivîsarên wî yên helbestî binêrim. Lê sedema ku ez li bîranînên wî dinêrim rastiyeke ku heta naha kêm raxistine ber çavan, ev jî ev yeka ye ku Şêrko Bêkas di van bîranînan de rola xwe ya helbestvaniyê nîşan dide û di heman demê de behsa têkiliya xwe ya xweş bi siyasetê re dike.
Bê guman Şêrko Bêkes hem di zimanê Kurdî de û hem jî di cîhanê de helbestvanekî mezin, nûjen û bêhempa ye, lê di van her du bîranînan de em tiştekî din dibînin ku bûye alîkarê nav û dengê ku Şêrko bi dahênanê û nivîsên xwe bi dest xistiye..
Şêrko ji zarokatiya xwe ve mijûlî karûbarên siyasî bûye û di lûtkeya enerjî û şiyana xwe ya helbestî de tevlî tevgereke siyasî ya taybet wate Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dibe. Ji destpêkê ve wan hêzên siyasî îmkana derbirîna xwe û qada xebatên wêjeyî ji bo wî çê kirine ku helbestvanê dahêner yê Kurd bikare bi awayê herî baş li gel berdengên xwe di têkiliyan de be û bikare nivîsên xwe bi rêya kanala ragihandina wê hêzê bigehîne destê xwandevanên xwe. Ji hêleke din ve jî, serkirdayetiya wê hêzê karîn û mêrxasiya wî baş nas dikir û wek ku di bîranînên xwe de dinivîse, di demên hestiyar de haya wan jê hebûye.
Wek mînak, di dema bilindbûna şoreşê de, dema ku bombebaran û êrîşên rêjîma Beis yên li ser Pêşmerge zêde bibûn, Mam Celal Talebanî di civînekê de biryar da ku Şêrko êdî li çiya û di nav şoreşê de nemîne. Dema ku pirsî çima? Di bersivê de got: Rêberê siyasî dikare ji nû ve bê avakirin, lê helbestvanekî wek Şêrko dest me nakeve.
Piştî wê biryarê Şêrko çalakî û kanala pêwendiyan ku Yekîtiya Nîştimanî jê re organîze kiribû heta ku ew gihîşt Îtalya vedibêje.
Lê, gera helbestvanê afirîner bi vê yekê naqede û ew bi berdewamî li ser nivîsandina xwe didomîne ka rêxistin û endamên wê şebekeyê ji bo ku wî di konferansên edebî yên Ewrupî de amade bike û bandora wî ya cîhanî zêde bike. Hemû çîrokên ku li Îtalya, Swêd û welatên din vedibêjin jî vê rastiyê îspat dikin.
Ya balkêş di bîranînên Şêrko de helwesta rexnegirên kurd û berdengên Ewrupî yên li hember nivîsên wî ye.
Şêrko behsa vê dike ku, sî helbestên wî wergerandine bi zimanê îngilîzî û di konferansên li wir de hatine xwendin û bi kurdî jî dixwînin. Ew matmayî dimîne ku temaşevanên li wir ji van helbestan bandor bûne, lê rexnegirên kurd li Kurdistanê van helbestan bi lawazî dîtine û bi xerabî li ser wan nivîsandine.
Di dawiyê de, hewlên bênavber ên Şêrko ji bo nivîsandina helbestên nû, afirandina mekanên nû, zimanekî bihêz û bê mînak a wî di helbestê de, kesayetiyek mezin yê wêjeyî avakiriye, ku bilî li Kurdistanê, li hemû cîhanê hate naskirin û helbestên wî bûn manşetên gelek kovar û rojnameyên cîhanê. Li Swêdê xelata Tokholeskî wergirt û di nav nivîskar û helbestvanên cîhanê de hîn bêhtir navdar bû.
Di nav Farisan de nivîsên wî ji dehikên 60`î yên Rojî de, nivîsên wî wergêrandibûn û di kovarên Dunya Suxen, Edebistan, Adîne û … hwd de hatine weşandin. Yekem car helbestvanê navdar ê Faris Seyîd Elî Salihî di kovara Dunya Suxen de gotarek bi navê “Cîhan û nalînên ebedî” li ser mezinatiya Şêrko û bandora wî li ser helbestvanên cîhanê nivîsî. Piştî wan nivîsan Şêrko di nav farisan de bû helbestvanê herî navdar ê cîhanê û piştre Seyîd Elî Salihî navê “Împeratorê Helbesta Cîhanê” da wî.
Ev nasnavê mezin û bibandor yê wî helbestvanî di asta cîhanê de nîşan dide û ji ber mirovekî xeyrî Kurd jî behsa vê yekê kiribû bo nasandina nasnameya wêjeya Kurd di asta cîhanê de girîng e, herçend ku hinek nivîskarên Kurd bi wî nasnavî rabûn û gotin ev naveke siyasiye û ti eleqeya vê bi wêjeyê ve nine, lê ji vê yekê hûr nebibûm ku ev zimanê han zimanekî wêjeyî û xwazayî ye û mebesta helbestvanê mezin yê li herêma wêjeya cîhanê de ye.
Di dawiya vê kurtenivîsê de ez dixwazim bibêjim ku Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên Kurd ên herî bibandor li cîhanê bû. Wî cîhana wate û forma helbesta kurdî dewlemend kir û asoyên helbestê fireh kir.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览54
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-04-2024
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 06-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):15-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览54
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,437
图片 105,193
书籍 19,478
相关文件 97,488
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!