图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,104
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,355
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Elaedîn Secadî û gerek di Kurdistanê de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Elaedîn Secadî û gerek di Kurdistanê de

Elaedîn Secadî û gerek di Kurdistanê de
Elaedîn Secadî û gerek di Kurdistanê de
Diyako Şasiwar

#Ela’edîn Secadî# navekî naskirî di dîroka nivîskarî û wêjeya Kurdî de ye û yek ji wan rewşenbîran e ku ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û heta dawî demên jiyana xwe li wir maye. Di sala 1907an de li taxa Qetarçiyanî ya bajarê Sinê ji dayik bûye. Lê paşê xwendina xwe didomîne. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî li Rojhilatê Kurdistanê qedand, di sala 1923an de diçe Silêmaniyê û li mizgefta Hacî Mela Resûlê Dêlêze dibe feqî. Di sala 1938an de xwendina xwe ya melatiyê qedandiye. Paşê mîna hemû xwendekarên baş, Secadî jî çû Bexdayê, ku mezintirîn bajar û metropola Iraqê bûye. Li wir dest davêje bi karê rewşenbîriyê. Demekê bi Brahîm Ehmed re di kovara Gelawêjê de dixebite. Paşê li Kolîja Hunerî ya Zanîngeha Bexdayê dibe mamostayê edebiyat û dîroka Kurdî û paşê wek endamê çalak ê Civata Zaniyarî ya Kurd dibe hevkarê vê civatê. Dawî pileya wî ya îdarî Emîndarê Giştî yê Ewqafê bûye ku pileyeke îdarî ya wezîr e. Heta sala dawî ya xanenişîniyê li Hewlêrê di vê postê de xebitiye. Secadî di warê edebiyat û dîroka Kurdî de gelek lêkolîn û nivîsandin kiriye û di encamê de li sala 1984an li Bexdayê koça dawî kiriye.
Beşek ji pirtûkên wî ev in; Rişteya Mirwarî, Dîroka Edebiyata Kurdî, Deqên Edebiyata Kurdî, Dîroka Serhildana Kurdî, Gêtiyî Zîndewer, Dîroka Weşana Kurdî û Gerek Li Kurdistanê.
Pirtûkên wî yên herî navdar “Mêjûy Edebiyatî Kurdî û Riştey Mirwarî” ye. Lê belê pirtûkek ku kêm hatiye behskirin “Geştek Li Kurdistan”ê ye. Di vê gotarê de ez dixwazim behs bikim.
Geroknivîsîn yek ji awayên nivîsandinê ye ku nivîskarên gerok ji demên kevnar ve ji bo mebestên cuda ezmûnên xwe nivîsandine. Bo mînak, di nav Farsan de, geroknameya helbestvanê mezin ê Îranî “Nasir Xusrewê Qubadiyanî”, geroknameyek e ku ezmûnên takekesî yên Nasir Xusrew vedibêje. Ew bi wê rêyê ve nasyariya xwe li ser erdnîgariya welatên Misilman ên sedsala pêncan bi berdengên xwe radigihîne. An jî geroknameya “Petro Dlawale” ku di serdema Sefewiyan de serdana Îranê kiriye, gelek mijaran rohn dike û hin rewşên siyasî yên serdema Kurdistana li serdema Sefewiyan ji xwîneran re vedibêje û xwîner ji rêya wê geroknameyê ve cudahiyên navçeyên cuda yên Kurdistanê bo mînak Kirmaşan, navçeya Gerûs û navçeya Erdelan ji yektir cuda dike. Nivîsandina geroknameyan di nav Kurdan de bi awayê weşanê tişteke adetî nebûye. Lê di sala 1955an de mamoste Elaedîn Secadî di gera xwe ya Kurdistanê de geroknameya xwe nivîsî û navê pirtûka xwe jî her danî “Gerek Li Kurdistanê.
Tişta balkêş di pirtûka Elaedîn Secadî de ew e ku xwendevan şêwe dîtingeha kesayetiyek naskirî û nivîskarekî jêhatî li deverên cuda yên Kurdistanê û cihên ku lê geriyaye dibînin. Her çend di warê demê de serdema ku Elaedîn Secadî tê de geriyaye serdemek gelek ji mêj ve nîne, lê em dikarin di çend aliyekê de bibêjin ku pirtûkê girîngî heye: Hinek rewşên sirûştî û civakî yên dehikên 50ê li Başûrê Kurdistanê bo me rohn dibe. Di vê navberê de Secadî dest bi rêwîtiya xwe ya li Mûsilê dike û pêkhateya civakî ya Mûsilê vedibêje. Wate tişta ku Secadî li Mûsilê dibîne, wate pêkhateya Ereb û Kurdên vî bajarî, ji bo niha û ji bo têgihîştina siyasî û civakî ya niha girîng e. Zêdetirî nîv sedsal berî niha ku Secadî behsa wê yekê kiribû ewa ye ku bajarê Mûsilê ji bilî Kurdan piranî Ereb jî bûne, lê Secadî tekezî dike ku tevahiya derdora wî bajarî wate gundên derdora Mûsilê Kurd bûne û ewa niha ji bo siyasetmedarên Kurd girîng e ku derdora Mûsilê çiqasî dikeve nava erdnîgariya desthilata Herêma Kurdistanê.
Ji xeynî wê yekê Secadî wek kesekî xwendevar, awayê xwendevariya navçeyên cuda yên Kurdistanê di wê serdemê de vedibêje. Wek mînak li Mûsilê behsa hin mijaran dike ku bo wê demê balkêş in. Ew behsa wê yekê dike ku Mûsilê çend pirtûkxaneyên giştî hebûne. Di wan pirtûkxaneyan de çend pirtûk hebûn. Wî xwestiye bizane ku di pirtûkxaneyên wî bajarî de ku pêkhateyeke Ereb û Kurdî jî heye axo pirtûkên Kurdî dest dikevin, paşê qasa emanetwergirtina pirtûk di sala 1955an de li Mûsilê di çi astekê de bûye. Rojane çend pirtûk ji aliyê xelkê ve têne emanetwergirtin? Çend kes li pirtûkxaneya Mûsilê mijûlê pirtûkxwendinê bûne?
Şûnên girîng û geştyarî û kultûrî yên bajarê Mûsilê kîjan in? Piştî Mûsilê ku berê xwe dide bajarên Kurdan ên wekî Akrê û Zaxoyê, dîsan dîtingeh û beravirdkirina Secadî di navbera bajarekî Erebnişîn wekî Mûsilê û bajarên din ên Kurdistanê de dîsa ji bo xwîneran girîng e. Ew rohn dike ku di wê serdemê de rewşa bajarên Kurdan û bajarekî girîng ê Erebnişîn wekî Mûsilê çawa bûye. Hem di warê xizmetguzariyên medenî û karûbarên bajarvaniyê de û hem jî di warê avedaniyê de hin agahiyan dide ku ew zanyariyane ji dîroknas û civaknasan re bi sûd in.
Di vê pirtûkê de Elaedîn Secadî xwastiye gelek bi hûrî tavhiya tiştên ku hatine pêşiya wî binivîsîne. Çîrok û bûyerên herî hûr ku rastî wan hatiye nivîsîne û di pêşgotinê de behsa wan kiriye û dibêje: Ev yeka ji bo wan kesan girîng e ku dixwazin bizanin li paşerojê li navçeyên Kurdistanî û erdnîgariya Kurdistanê çi bûye. Herçiqas zimanê ku Secadî hilbijartiye zêde dewlemend nîne. Bi zimanekî sade dinivîsî û heta zimanê wî jî pir rêkûpêk nîne. Lê gera wî plankirî ye. Wî her bajarek ku dîtiye bi awayê geroknivîsên kevnar hejmara rûniştiyan û rûberên wan bajaran nivîsiye. Wî hejmarên malan nivîsiye. Dûrahiya bajaran ji hev nivîsiye. Ev hemû di paşerojê de dê girîng bin û hîn jî ji bo xwînerên Kurd çend taybetmendiyek hene:
Yek ji taybetmendiyên wê jî ev e ku herçiqas zimanê wî zêde edebî û rewan nîne, zimanek puxt û rast e. Ew zimanek sade ye ku her kes fam dike. Ji aliyek dinê ve xwîner bi Secadî re gereke yek mehî li Kurdistanê dike û bajarên cuda yên Kurdistanê nas dike. Têkiliyên xwendevarekî Kurd bi saziyên dewletê yên wê demê re nas dike. Ji ber ku Elaedîn Secadî kesekî bi navûbang û diyar bûye û xuya ye ku her bajarekî çûye, pêwendiyê bi dezgeh û damezraweyên dewletê re hebûye û bi vê rêyê ve hinek zanyarî dikevine destê xwendevanan ku qasa rol û pêgeha Kurdan di saziyên dewletê yên wê demê de çi bûye. Têkiliya Secadî wekî nivîskarekî bi helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên wê serdem yên wekî Şakir Fetah re çawa bûye? Gelempera wan taybetmendiyane pirtûkeke puxt dide me û xwendevan dikare mehekê li Kurdistanê bigere û nîv sedsalê bo derbasbûyiya Kurdistanê vegere û bi dîtingeh û kamêraya Elaedîn Secadî bajarên cuda yên Kurdistanê bibîne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览22
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 09-04-2024
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):09-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览22
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.131 KB 09-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,104
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,355
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!