图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
LI BAŞÛR SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA FEDERALÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
LI BAŞÛR SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA FEDERALÎ
#Mûrad Ciwan#

Li Başûrê Kurdistanê ji mêj ve ye behsa serxwebûnê tê kirin, lê di gelek warên rêxweşkirinê de yên ber bi serbixweyiyê ve, yekrêzîya neteweyî nehatiye peydakirin. Yek ji wan waran jî zelalnebûna awayê sîstema siyasî ya Kurdistaneke serbixwe ye. Diyar e, ne bes ji bo serbixweyiyê, ji bo federalî an konfederaliyeke li gel İraqê jî pirsa lihevkirina li ser sîstemekê, ku ê bibe jêrxaneya dewleta Kurdistanê, erkeka neteweyî ye.
Li Başûrê Kurdistanê, ji bilî wan deverên ku KCKê dest danîye ser wan û ew radestî bin destê serweriya dewleta Kurdistanê nekirine, de facto, awayekî ji awayên ‘wesayetî’ya du îdareyî maye. Pişt re, bi rizgarkirina deverên Germiyan, Kerkûkê û Mûsilê ji destê DAEŞ’ê; ew deverên maddeya 140an a destûrê jî ketine bin destê hêzên Kurdistanî. Li van deveran Şingal bi hebûna tarîxî ya kurdên êzîdî xwedana taybetmendiyekê ye. Li van deran tirkman, ereb, suryanî-asûrî, keldanî hene. Şebek, kakeyî û civakên hûrûgir yên xwedan dîn û mezhebên din li ser erda dîrokî reşiyane, reh dane. Hebûna sunetî û şîetîyê, ya feyliyan, liberçavgirtinê ferz dikin. Civakên etnîkî û dînî yên cuda, li nav îdareya herêmê bi xwe xurt in. Kurdistan mozaîka etnîkî, dînî, mezhebî ya civakan e.
Ji bo vê rewşê, pirsa serxwebûnê neyê rojevê jî, lazim e sîstemeke îdarî ya lêhatî bê dîtin. Lê ku mesela serxwebûnê daket meydanê, divê pirs gelek ji mêj ve hatibe çareserkirin û paşeroja vê mozaîka binavkirî, di nav hidûdê dewleta Kurdistanê de baş hatibe zelalkirin. Heta zelalkirineke li gor daxwaz û hêviyên civakan ê riyê ji bo serxwebûnê pirtir veke, piştgiriyeka xurt a navneteweyî bîne.
Li gel vê rastiya hesas, hêzên siyasî yên Başûr li ser tu sîstemê li hev nekiriye. Hê xetertir, ji dîtin û bizavên wan, derdikeve ku serê civakê di vê meseleyê de ne zelal e. Ew, ne sîstemên îdarî têra xwe nas dike, ne taybetmendiyên xwe dizane da ya lêhatîtirîn ji bo xwe hilbijêre.
Di rewşekê de ku walî û encumenên bajaran bi hilbijartinan dibin desthilat, hin partiyên me, bi navê sîstema parlamenteriyê israr dikin ku serok ji bal parlamentoyê ve bê hilbijartin. Li alî din, hin partiyên me jî tevî ku walî, encumen û serok ji bal gel tên hilbijartin û ji nuha ve hukumet tevî serokwezîr û wezîrên xwe ji derveyê parlamentoyê tên tesbîtkirin jî, sîstema ku ew dixwazin wek ya parlamenteriyê binav dikin. Ne aheng di sîstema nuha ya Kurdistanê de heye, ne jî çawaniya sîsteman di serê partiyên me de zelal e. Li pişt deriyên daxistî çi amdekarî tên kirin, em nizanin, lê diyar e wek gelek pirsgirêkên din ev jî negihaştine qonaxa çareserbûnê.
Baweriya min ew e ku rewşa mozaîkî ya Kurdistanê, taybetmendiyên tarîxî yên civaka kurdewarîyê û rola pirrparçetiyê di paşeroja Kurdistanê de, sîstema serokatiyeke federal kiriye qedereke jêberînebûyî.
Em li tarîxa Kurdistanê binêrin; Kurdistan bi seranseriya xwe tu carî nebuye yek û di bin serweriya take îdareyeke navendî ya unîter de reng venedaye. Ev, di dema modern û kevn de, di perçekirina Kurdistanê de ji bal du an çar dewletên serdest jî, ji bal tarîxa civakên kurdewariyê bi xwe jî wiha ye. Kurdistan hem li alî Îranê, hem li alî Osmaniyan, bi ser hukumdarî, mîrekî, eyaletî û îdareyên eşîrî ve dabeşbuyî bûye. Mîrekiyên Botan, Bedlîsê, Egilê, Hezoyê, Şêrwan, Heskîfê, Hekariya, Behdînan, Soran, Baban, Ardelan, Loristan û wekî tir nimûne ne. Vê rewşê, hin taybetmendiyên dîrokî derxistine ku di xwe-îdarekirina deverî de bûye karakter ji civaka kurdan re. Ne sîstema navendiya unîter, lê ya federalî ji bo Kurdistanê lêhatiye.
Mozaîka Kurdistanê jî ferz dike ku sîstemên eyaletî, muxtariyetên deverî, kulturî-dînî-mezhebî ji bo hemû wan civakên etnîkî, dînî û mezhebi bên durustkirin. Her wekî devereke otonom a bi navê Êzîdxan hebe ku hemû deverên êzîdînişîn bigire nav xwe… yên din jî bi vî awayî…
Sîstema federalî a serokatiyê ê di paşerojê de, bi peydabûna derfetan re, lêhatîtir be ku xwe bi perçeyên Kurdistanê ên din ve entegre bike. Di mînaka Rojava de, ev dikare bibe yekbûneke konfederalî, li perçeyên din, bi peymanên du-sê alî ên avakirina bazarên serbest bibe entegrasyoneke aborî, civakî û kulturî li gel wan parçeyan û dewletên cîran. Dewleta ûnîter a navendî nikare bi wê elastîkiyeta sîstema federal vê entegrasyonê bi serxe.
Bi saya sîstema federalî a serokatiyê li Hewlerê, Silêmaniyê, Dihokê, Germiyan-Kekûkê û Mûsilê ê eyaletên xwedan hukumetên federe ava bibin ku ew bi xwe di warên jiyana rojane de deverên xwe birêvebibin, burokrasiya navendî nikaribe xwe tevî karên wan ên rojane bike. Li ser hemûyan jî hukumeteke federal a serokatiyê ê di meseleyên neteweyî ên giştî de û di warê navneteweyî de Kurdistanê birêvebibe.
Hukumeteke wiha bi saya serokekî hilbijartiyê gel ê li hember derva û cîranan gelek xurt be, parlamento ê partiyên mezin ên bihêz ên bi hilbijêran ve bestî derxe ku ê bikaribin ji yên sîstema parlamenteriyê bêtir xwe ji derstêwerdana doralî biparêzin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览42
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 05-04-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):28-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览42
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!