图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,887
图片 106,297
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wîlayeta Mukriyanê li hember êrîşên Muxolan û di nav aramiyê de – Beş 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wîlayeta Mukriyanê li hember êrîşên Muxolan û di nav aramiyê de

Wîlayeta Mukriyanê li hember êrîşên Muxolan û di nav aramiyê de
Wîlayeta Mukriyanê li hember êrîşên Muxolan û di nav aramiyê de – Beş 2yem
Leyla Zemanî

Wîlayeta #Mukriyan# wek berê jî hate behskirin, bi wan navçeyan re tê gotin ku di bin desthilata eşîrên Mukrî de ne. Eşîrên Mukrî jî berê ji çend tayfeyan pêk hatibû ku yek ji wan û girîngtirînê wan tayfeya “Mukrî” ye. Ew tayfeye ji tayfeyên navçeya “Baban” a ser bi Şarezûrê bû. Ew zanyariyên ku “#Şerefxanê Bidlîsî#” dide, li serdema Muxolan û serdema hikûmeta Turkman a “Aqabînlo” û “Qereqobînlo” di navbera navçeyên Şarezûr û Baban de sînorek wisa nebûye ku pêşiya hatin û çûn yan pêşiya zozançiyan bê girtin. Lewma ew tayfane li wan navçeyan di hatinûçûnê de bûne.
Lê ji deştên xwarê gola Urmiyê ve, ew Kurdên li wir jiyan kirine di bin givaş û zextên Muxolan de bûne. Di wê serdemê de navçeya Serdeştê xwedî girîngiyeke taybet bûye. Eşîrên nîştecihên Serdeştê, bi rehetî zozantî kirine û bê tirs û astengî çûne navçeyên Baban. Yek ji van eşîran jî eşîra Mukrî ya navdar bûye.
Li gorî Şerefnameyê, eşîrên Mukrî di serdema “Seyfedîn Xan” de xwedî hêzeke mezin bûne. Wan gelek cih, deşt û mêrg bi dest xistibûn û piraniya deverên jêr gola Urmiyê di bin destê wan de bûn.
Berê ew li navçeya “Diryaz”ê ya li xwarê gola Urmiyê û derdora Mehabadê ya îroyîn bi cih bûn. Lê di serdema Muxolan de, piraniya Mukriyan ji ber zextên ku Muxolan xistibûne ser wan ber bi navçeyên çiyayî yên Serdeştê ve çûn ku dûr ji destê Muxolan bûn. Muxolan bi derba şûr û hêza çekdar ve beşeke zêde ji navçeya Mukriyanê xiste bin desthilata xwe. Diyar e ew cihên ku bi Mukriyan an jî navçeya Mukriyanê têne naskirin, yek ji navçeyên bi bereket ên Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê ne. Ew navçane hem xwediyê çiyayên bi berf, çemên pir avî û hem jî deştên tijî zevî û baxç in.
Muxolan ew pantahiye dagîr kirin. Bo mînak, zozana “Holakoxanê Muxol” li nêzîkî çemê “Mecîdxan”ê li devera navbera Bokan û Mehabadê, ku niha jî her gundek bi navê “Qelaya Elako” yan jî “Qelaya Holako” heye. Muxolan her çiqas zêdetir li navçeya Mukrî bi pêş ve çûne, eşîra Mukrî jî zêdetir ber bi paş ve çûne aliyê navçeyên çiyayî û daristanî yên Serdeştê û li wir mane. Lewma jî îro em dibînin ku navê piraniya gund, çiya û diyardeyên sirûştî yên Mukriyanê navên Muxolan li ser wan maye.
Gelek ji me dikarin li gundên derdora Mehabad, Bokan, Miyaduaw, Şahêndêj (Sayîn Qela), Tikab û heta li nêzîkî Seqizê jî navên Tirkî û Muxolî bibînin. Lê her ku mirov ber bi Serdeşt û deverên çiyayî û daristanî ve diçe, ku hatinûçûna Muxolan li wir dijwartir bûye, navên hemû diyardeyên sirûştî, gund û cihan bêtir kurdî ne û wek xwe mane. Ewa ku cihê balkêşê ye ew e ku Serdeşt hertim cihê mana eşîra Mukrî bûye.
Ev mane hem di serdema Muxolan de bûye û hem jî beriya wan jî beşek ji Mukriyanê li wir bûne. Lê di serdema Muxolan de ji bo xelkê Mukrî zêdetir cihê bêhnwedan û penahgehekê bûye ku ji destê Muxolan reviyane û her demekê ku Muxolan ji ber êrîşên xwe bo ser navçeyên cuda yên dinê, aliyê gola Urmiyê an jî navçeya Mukriyanê bi cih hêlane, gelek ji eşîrên Mukriyanê vegeriyane cihê xwe û li wan cihan ji nû ve dest bi karê çandinî, şivantî û kar û barên jiyana civakî ya xwe kirine.
Ew rewşa hatin û çûna Kurdên Mukrî, di heyama desthilatdariya Êlxanên Muxolan de berdewam bûye. Lê piştî wê ku hikûmeta Êlxanên Muxolan hêdî hêdî ber bi lawaziyê ve çûye û bandora wan di wan navçeyan de kêm bûye, gav bi gav Kurdan derfet bi dest xistine û vegeriyane warên xwe yên berê û kontrola Urmiyê û xwarê gola Urmiyê xistine bin desthilata xwe. Bi vî rengî ne tenê Mukriyan ku ji navçeyên Mukriyanê ve hatin û çûna wan hebû, belkî ew eşîrên dinê jî ku li wê erdnîgariyê dijiyan, ji bo ku li herêmê bibin desthilatdar, bi hev re yekîtiyeke eşîrî ava kirin û karîbûn di hevkêşeyên siyasî yên Îran û Osmaniyan de rola xwe bilîzin û di gelek serketin û binketinên Kurd de beşdariyê bikin.
Her bi vê hizrê, Kurdên Mukrî pêwîstî bi rêxistinkirina kurdên herêmê û rêberîkirina yekgirtinê hebû. Ew rêberayetiye li devera Diryazê, li derdora bajarê Mehabadê yê îroyîn, ji aliyê kesekî bi navê “Seyfedîn Xan” ve hate rêkxistinkirin. Ji xeynî navçeya Diryazê, gelek ji navçeyên dinê ku di erdnîgariya îroyîn a Îranê de bi navê navçeyên Tirknişîn têne naskirin, di bin desthilata wan de bûn. Wek mînak yek ji van deveran herêma “Dol Barîk” an jî “Melkendî” ye ku niha bajarekî bi navê Melkendî an jî “Melîkan” ku bajarekî Tirkan e, pêk tîne.
Herwisa navçeya “Axtaçî” yan navçeyên navbera du bajarên Bokan û Mehabadê, navçeya “Îl Teymûr” yan “Yaltemir” ku navçeyên navbera Serdeşt û Mehabadê, herwisa “Sindûs” ku dibe derdora bajarê Nexedê, hemû ser bi Mukriyanê ne.
Piştî çûna xanên Muxolan, li gor nivîsa Şeref Xanê Bidlîsî, ew navçeye berfirehtir bûye, lê ew navçeye ji ber wê ku berdewam şer û pirsgirêk tê de hebûye, pêwîstî bi aramiyê hebûye, her lewma mîrnişîna “Mukrî” tê pêkanîn û ew mîrnişîne, mîrnişînek bihêz û naskirî ya dîroka Kurdan e.
Dom heye….
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览145
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 21-02-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 06-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):24-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览145
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,887
图片 106,297
书籍 19,332
相关文件 97,312
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!