图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,072
图片 106,674
书籍 19,297
相关文件 97,292
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191): Gundê “Tirmûşa” – roxandin û koçberkirin, “Newroz” di heyamên ne aram de
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191): Gundê “Tirmûşa” – roxandin û koçberkirin...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191): Gundê “Tirmûşa” – roxandin û koçberkirin...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (191): Gundê “Tirmûşa” – roxandin û koçberkirin, “Newroz” di heyamên ne aram de, revandin û girtinên bêsûc, qutkirina dar û daristanan, ferekirina gundekî niştecîkirinê.

Kurd li kû bin bi hesreta ku bi cejna xwe ya Newrozê -21 Avdarê- şad bibin, û bi kelkel xwe jê re amede dikin; Lê, di siya Dagîrkeriya Turkiyê de, li Herêma Efrînê tu pêşbînî -seknandina binpêkirin û tewanên berdewam- û heyamên guncaw û lêhatî ji vejînkirina cejna îsal re -weke hersê salên borî- tunebûn, ji ber wê piraniya xelkê me yên Kurd li herêmê ne agir dadan û nejî li roja din derketin siruştê; Tenê Destlatên Dagîrkeriyê sê navendên ahengiyane yên biçûk li dar xistin, û rê nedan aliyên siyasî, komele û tîpên (tîmên) folklorî yên Kurdî -yên di bingeh de ji çalakî û karên xwe qedexekirî- ku navendine din çêkin û cemawerê xwe bibinê.
Ev hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= G. “Tirmûşa”:
Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye, /12/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /275/ malan pêkhatî ye, dora /1500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora/75malbat=250nişte/ vegerîn, û dora/120malbat=750nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin. Û di encama topebarankirinê û teqîna bombeyên zemînî de /3/mal bi piçekî ziyan gihîştinê, û /20/ bi tevayî hatin roxandin, ji wan malan ên “Emîn Mihemed Ehmed, Emîn Reşîd Hisên, Ednan Ezîz Osman, Mehmûd Nûrî Hesen, Hisên Hesen Elî, Mihemed Osman, Osman Ezîz Hesen, Hesen Tato, Mihemed Hemîd Reşîd, Qaziqlî Elkom, Elî Hesen Golîn, Ednan Welîko, Kerîm Mûsû, Mihemed Bekir Hisên”.
“Maline roxandî li G.”Tirmûşa”.”
Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” gund desteser dikin. Wan piştî dagîrkirina herêmê li 18.3.2018an Z sê heyvan nehîştin xelk vegere, û di wê karnavê de, xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûnan, alav û amûrên elektirîkê û tiştine din ji hemî malan dizîn, û paşê jî kelûpelên dora /175/ malên ku dest danîne ser li pêş çavên xelkê birin, jê malên “Parêzer Hisên Ne’iso û herdu birayên wî yên koçberkirî” bi awakî mebestkirî, û herweha jî dizîna giropeke zayenda elektirîkê, acetên stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya taybet bi herdu gundên “Tirmûşa û Şiketka” (ya ku ji ber wê ta niha xelkê herdu gundan çetiniyan di peydakirina avê û buhabûnê de dibînin), tirektora çandiniyê ya “Şe’iban Elî” -yê ku bêsûc di Hepsa Maratê de girtîbû- bi zorê û li pêş çavên hevjîn û keça wî ji mala wan li gund, û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî; Lê, milîseyine din jî /4/makîne yên “Mewlîd Ehmed, Muhemed Bekir Baba, Ehmed Hemo, Rêber Mistefa” -piştî penaberiya wan Bajarê Efrînê di dema êrişê de- dizîn.
Û Milîseyên “Elfatêh” 50% vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên ne li gund û ji ber xwe ve hinek danîne û 10% li ser hemwelatiyên li gund mane ferz dikin, û dora 50% ji daristanên îhracê yên xwezayî li cîgehên “Sirta Bêraqê” û “Sebîlê” li Rojavayê gund ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin, jê dareke sindîganê ye temenmezin û weke seyrangehekê ji kokê ve, ji bilî agirên ku bêtirî carekê bi herdu daristanan hatine xistin.
“Şewatek li Daristana “Sifrî Dede” – G.”Tirmûşa”.”
Weha jî Milîseyên “Elfatêh” herdu cîgehên “Rezê Îsê” li Rojavayê gund û “Rezê Xiraba” li Bakur kolan, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, û di encama wê de jî ziyan gihîşte bidehan darên zeytûna.
Weha jî xelkê ku li gund mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin, perebirin û hin tiştên din; Bi dehan ji wan têvelwext (du heyv ta du sal) -di nav de jin- bi tuhmetên têkeliyê bi Rêveberiya Xweser a berê re hatin girtin, di gel ferzkirina seza û vêrgiyên diravî; Û piştî vegera hemwelatiyên gund, sê zarokên wan di encama teqîna bombeyên zemînî de -ji bermayên şer- şehîd ketin, û ew jî ev in:
1- Ednan Ferîd Xelîl Mistefa /13/sal, li navîna Gulana 2018an Z.
2- Mihemed Idrîs Zekî Hemo Qere Heso /11/sal, li 20.5.2018an Z.
3- Heyder Cemîl Heyder /10/sal, li 20.5.2018an Z.
Û herweha jî hemwelatî “Luqman Yûsêf Miatefa /35/sal” (ê ku li Bajarê Cindirêsê rûdinişt û li ba Encûmena Xwecihî ajovan bû, û li 9.9.2020an Z hatibû girtin) li Hepsa “Maratê”, di bin îşkencekirinê de jiyana xwe ji dest da, û li Berbanga Roja Sêşemê 10.11.2020an Z, termê wî radestî merivên wî bû.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
Piştî çar salan ji dagîrkeriyê hîn lîstên hemwelatiyên ku ji aliyê Destlatên Dagîrkeriyê ve, bi tuhmet û behaneyên çêkirî têne xwestin, bi dawî nebûne; Girtinên bêsûcane berdewam in, vê re jî rûmetnizimkirin, îşkencekirin û darzandin û sezakirin, û bi taybetî jî li vê dawiyê giştînamak bi /1400/ navên lawên Efrînê hate belavkirin, da ku paşê bêne girtin, û ev jê ne:
– Li 22.2.2022an Z, hemwelatî “Îbrahîm Elî Ave /52/sal, keça Hesen Îbrahîm, Hisên Semîr Osketko /25/sal û hevjîna wî Rîme” li dema ku ji Bajarê Heleb -ciyê penaberiyê- vedigerîn Bajaroka Mabeta li Efrînê; “Hisên” li “Mari’ê ” hate girtin û bo Efrînê hate guhestin û ta niha di Hepsa Efrînê de bendkirî ye, û “Rîme” di cî de hate berdan, lê “Îbrahîm” û “keça Hesen” jî li Efrînê hatin girtin, û piştî ferzkirina sezayên diravî li ser herdiwan, li 15.3.2022an Z hatin berdan.
– Li 1.3.2022an Z, hemwelatî “Hêvîn Tarî /47/sal” ji xelkê Gundê “Çeqela” – N.Şiyê (ya ku tevî hevjînê xwe yê ji xelkê Gundê “Xelnêrê” li B.Efrînê rûdine), bi tuhmeta kar di komîna taxê de li ba R.X a berê, û li 7.3.2022an Z lawê wê “Mihemed Nezmî Ne’isan /19/sal”, ji aliyê “Îstîxbaratên Turkiyê” û “Asayêşa Leşkerî” ve hatin girtin, û hêjaye were zanîn ku “Hêvîn” bêtirî carekê hatiye girtin.
– Li 10.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Parêzer Mahêr Elî Qer’a /40/sal, Nîzar Ehmed Ne’iso /36/sal” ji B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve hatin girtin, û piştî lêkolînkirinê bi tuhmeta(têkeliyê bi Partiya Yekîtiya Demokrat P.Y.D re), ew li 16.3.2022an Z berdan. Û divê bê zanîn jî ku “Nîzar” berê jî carekê hatibû girtin.
– Li 13.3.2022an Z, hemwelatî “Serxwebûn Ehmed Me’imo /32/sal” ji xelkê Gundê”Kêla” ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve li navenda Navça Bilbilê, bi tuhmeta hevpişkiyê di pandina şevayî de li ba R.X a berê hate girtin, û bo Hepsa “Maratê” – Efrîn hate rêkirin, ta ku li 23.3.2922an Z – piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser – hate berdan.
– Li 13.3.2022an Z, ev hemwelatî “Ziyad Arêf Miho /33/sal, Ridwan Reşîd Miho /32/sal, Şêrhat Ze’îm Hiso /27/sal, Ebid Elqadêr Reşîd Hiso /35/sal, Şukrî Xelîl Hesen /38/sal ê ku ji nexweşiyeke mêjiyî dikêşe”, û “Emîne Henan Damircî /55/sal, Hisên Ebdo Mihemed Tone /65/sal” ên ku piştî rojekê hatine berdan, û divê were zanîn ku hemî berê jî hatibûn girtin.
Û hemwelatî “Elî Henan Demircî û hevjîna wî Asiye û kurê wî Henan” ji xelkê Gundê “Merwaniyê Jêrin” ya hevcîwar, û piştî ferzkirina sezayine diravî hatin berdan.
Girtina hemiyan jî ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” bi hevkariya Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” a herdu gundan desteser dike ve pêkhat.
– Li 14.3.2022an Z, hemwelatî “Şukrî Kemal /37/sal” ji xelkê Gundê “Xalta”, li B.Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û li 24.3.2022an Z hate berdan.
– Li 14.3.2022an Z, ev hemwelatî “Kêfî Hisên Emo /35/sal ji xelkê Gundê Çeqelê Cûmê, Ciwan Ednan Mistefa/28/sal ji xelkê Gundê Hechesna” – yên li B.Cindirêsê rûniştine, ji aliyê rêbenda Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî” ve li derbasgeha Ezazê -dema ku diçûn wir- bi tuhmeta hevpişkiyê di pandina şevayî de li ba R.X berê hatin girtin, û yê dudiyê piştî sê rojan hate berdan, û yê yekê jî li 23.3.2022an Z.
– Li 15.3.2022an Z, hemwelatî “Mihemed Hesen Kêlik /30/sal” ji xelkê B.Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin.
– Li 16.3.2022an Z, hemwelatî “Mihemed Mistefa (Hemûdê Mistkinikê) /34/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta, li B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û ta niha bêsûc bendkirî ye; Divê bê zanîn jî ku dîkaneke wî ye ferûca li nêzîk “Gergeha Newrozê” li Efrînê hebû, û milîseyan dest daniye ser.
– Li 17.3.2022an Z, hemwelatî “Reşîd Reşîd Mûraf (bavê Elî) /70/sal” ji xelkê Gundê”Yalanqozê” – Cindirês, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin, û li 22.3.2022an Z jî hate berdan.
– Li 18.3.2022an Z, hemwelatî “Fîdan Mehmûd /62/sal” û kurê wê “Mistefa Semîr Cemal /42/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê”, ji aliyê “Asayêşa Sivîl” li Mabeta ve rojekê hate girtin, bi tuhmeta ku peran ji derve werdigre da ku keça xwe “Ceylan Cemal – Hemalo /26/sal” (a ku di Hepsa “Maratê” de bendkirî û ji 7.6.2020an Z ve tevî malbata hevjînê xwe ji xelk Gundê “Rûta” li Taxa Eşrefiyê – Efrîn hatiye girtin).
– Li 21.3.2022an Z, hemwelatî “Bekir Emîn /32/sal – Malbata Xeyo” ji xelkê Gundê “Coqê” û li B. Efrînê rûdine, ji aliyê rêbenda cekdar li derbasgeha B.Efînê ya Bakur ve hate girtin -piştî vegera wî ji navenda “Şahiya Newrozê” ya Meydankê- û radestî “Istîxbaratên Turkiyê – N.Elsiyasiyê” hate kirin.
– Ji heftakê ve, hemwelatî “Îlham Ebid Elrehman Silêman /42/sal – Hevjîna Ebdo Hemîd” ji xelkê Bajaroka Reco, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji aliyê asayêşê ve hate girtin, û bo Hepsa “Maratê” – Efrîn hate rêkirin.
– Li şeva 20 ta 21an ji Avdara 2022an Z, ev hemwelatî “Xelîl Ehmed Şemo /30/sal, Umer Ezet Şeref /31/sal, Îsam Mihemed Şemo /35/sal, Basêl Mihemed Birîmo /31/sal, Ebdîn Behrî Şêxo /20/sal, Ciwan Zekeriye Kehlo /30/sal” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hate girtin.
– Li 22.3.2022an Z, hemwelatiyên hevbira”Ednan /61/sal û Hesen /50/sal kurên Ebdo Şêxo” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”- N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve hatin girtin, û piştî ferzkirina sezayeke diravî, li Efrînê hatin berdan; Divê bê zanîn ku berê jî li Havîna 2018an Z, “Hesen” /50/rojî di Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” de hatibû girtin, û wê hîngê merivên wî vêrgiyeke diravî ye mezin jî dan.
– Li 20.3.2022an Z, giropeke çekdar “Fîdan Ehmed Yazo /18/sal – a keç” ji xelkê Gundê “Çema” – N.Şera -yê ku Milîseyên “Firqit Melekşah” desteser dike- girt, û li roja din ew neçar kir ku bi diya xwe re baxive, da ku ji bo dandina vêrgiyeke diravî ye mezin di ber berdana wê de; Divê bi bîr were jî ku bavê keçikê ji dora şeş heyvan ve, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve girtî ye, û herweha birayê wê “Zekî” jî berî demekê, dora heyv û nîvekê hate revandin.
= Qutkirina dar û daristanina:
– Li 17.3.2022an Z, dareke sindîganê ye temenmezin li Başûrê Gundê “Gemrûkê“- N. Mabeta -ye ji bo pîrozkirin û vehesê, û bi “Dara Miraza” dihate navdan- bi teqandina bombeyekê di koka wê de hate qulbandin, û li 23.3.2022an Z jî, ji aliyê “Fewaz Betûşî – serkêşekî Milîseyên Siqor Elşemal a ku gund desteser dike” ve, ji bo êzingkirinê hate qutkirin.
– Ji ber ku Çiyayê “Hawarê” cîgeheke erdnîgarî û xwezayî ye istiratîcîke di navêna herdu navçên Reco û Bilbilê de, wêlomê li Avdara 2018an Z, Artêşa Turkiyê Gundê “Çê” -yê ku li ser pesarê çiyê yê Bakur dikeve- dagîr kir, xelkê gund koçber kir, bargeheke leşkerî tê de çêkir, û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – Elceyş Elwetenî” filitandinê da ku ji herçar aliyan de daristanên wê yên xwezayî bibirin, û hin caran jî êgir berdinê. Ji ber wê jî rêjeya qirkirina daristanên wê di navboriya herçar salên borî de, gihîşte 90% – li gor jêderine xwecihî; Piraniya wê jî ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê bû; Hêjaye were zanîn jî ku Çiyayê Hawarê ciyê darên sindîgan û zeytûna bejayî bû, û herweha gencîneyeke wîrasî ji têvel cûreyên zeytûna û darên îhracê re bû.
Û bi veger ji wêneyine ku Gogêl Êrs girtine re (Reşmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) ji du cîgehên çiyê re (ya yekê /230/hiktar – Rojhilatê gund, a dudoyê jî /90/hiktar – Bakurê gund), bi zelalî diyar dibe çend û çiqasî ziyan gihîştine daristanên wan.
= Ferekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî:
“Komela Destên Sipî – El’eyadî Elbeyda’i” ya ku ji “Komela Elşêx Ebdela Elnûrî ya karguzariyê – Elxeyriyê” – Elkiwêtiyê ve piştigirkirî, li 22.3.2022an Z, li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand, ku ew ji vekirina asta dudiyê ji Gundê “Besme” re -/8/avahiyên nû yên ku ji /125/ perçemalên (şiqe yan malên avahiyên pirqatî) niştecîbûnê pêk tên- xwe amede dike, Roja Sêşemê 29.3.2022an Z wê roja radestkirina bêtirî /600/ nişteciyên anîndeyên ku sûde dîne re be li Efrînê, û di heman demê de jî karên avakirina /6/ avahiyên din ên nû berdewam e; Divê were bîranîn ku G.”Besme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî -yê ku li Reşmeha 2021an dest pê bûye- li 4.10.2021an Z hate vekirin û /8 yekîneyên niştecîbûnê = 96 perçemal – herperçemalek jî 50 M çarkoşe/ digel mizgeft, dibistan, navendeke tenduristiyê û binevahiyeke tevahî li ser perçerdekî hemwelatî “Ziyad Hebîb” ji xelkê G.”Şadêrê” yê piraniya wan Êzdî – Şêrewa, li Cîgeha “Taqlekê – Geliyê Şadêrê” – Başûrê gund, û xwedî hatiye neçarkirin ku bifroşe.
Ew tev jî di pêvajoya siyaseteke Turkî de, ji bo çespandin û kûrkirina guhertina demografî ye rêbazkirî ye, û bingehên serekîn jê re jî, koçberkirina zorane ji Kurdan re ji herêmên wan e, û li şûna wan niştecîkirina Ereb û Turkmanên ku ji herêmên ji hundir Sûriyê anîndin dane ye.
= Binpêkirinine din:
Li 22.3.2022an Z, yê ku bi “Sa’êr Ebû Ehmed” tê navdan û ji Çiyayê “Ezawiyê” – Idlib û serkêşê Milîseyên “Firqit Elhemzat” li Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa dest danî ser mala Dilovanber “Behrî Hesen kurê Şahîn” – ê ku bi tenê radibû û rûdinişt li 5.3.2022an Z ji ber temenmeziniya xwe mirî; Rûbera malê dora /1000/M çarkoşe ye, û kelûpelên çar malbatan tê de bûn.
Herweha jî di heman gundî de, li 24.3.2022an Z, wî dest danî ser mala keça mêrnekirî û dilovanber “Kîbar Umer /35/sal” tevî tişmiştên tê de, piştî mirina wê bi rojekê; Divê bê zanîn ku keçik piştî mirina diya wê ya temenmezin du heyvan bi tenê rûdinişt.
– Bi ser hêlehûla ku piştî biryara dûrxistina “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” ji aliyê “Komîta sezakirina rewayî” ve çêbûye, ta niha hîn ew li N.Şiyê dere û tê, bi şêwakî xwaza diçe Ezaz, Hewar Kilis, Girê Sipî û Turkiyê û vedigere, di nav “serkêşên Tevgera Sa’îron” de bi herdu serokên “Hemahengiyê” û “Hikometa Demkî” re dicive û di kişandina wêneyên bîranînî de jî beşdar dibe; Û ya jê qebhetir ku endamên wî li N.Şiyê tevliheviyê bi awakî mebestkirî belav dikin, xwediyên pêz ku di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de biçêrînin, bi ser de jî her dere binpêkirin zêde dibin, jê yê ku bi “Mihdî Salêh El’ebadî” tê navdan – yek ji hevalên “Ebû Emşe” tevî giropa wî ya çekdar avête ser mala Hemwelatî “Arêf Bekir Heyder” li Gundê “Çeqela”, li yên tê de xistin, rûmet kêm kirin, û amûrên wan ên xilewî jê birin.
= Teqîna bombeyeke zemînî:
Li 17.3.2022an Z, Hemwelatî “Ebid Elah (Riyad) Xelîl Elo/45/sal” ji koçberên Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco û herdu zaroyên wî “Îbrahîm /12/sal û Ayat /7/sal” kûr biríndar bûn, ji ber teqîna bombeyeke zemînî ji bermayên şer, li herêma penaberiyê “Gundê Babinisê – Bakurê Heleb”, li dema ku li nav zeviyên çandiniyê digeriyan, û pişt re bo Nexweşxana “Avrîn” li Navça “Fafînê” hatin şandin, û tê de hatin dermankirin.
= Encûmeneke êletî ye derewîn:
Li 20.3.2022an Z, “Elî Sîno” ji zayîna Gundê “Maseka” – N.Reco (yê ku piraniya jiyana xwe li Heleb qedandiye, girêdanine xwe bi Rêxistina “Birayên Misilman” re heye, bi ser Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ve ye, weke berpirsiyar ji keysyên Efrînê yên niha re hatiye binavkirin, û niha jî li Almaniya rûdine) li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand, ku “Encûmena Êlên Kurd li Efrînê” ya ku ji şeş kesan bi navê êlên “Şikaka, Hevêdî, Reşwan, Biya, Şêxan, Amka” hate hibijartin û ew jî serokê wê ye; Ew jî hewildaneke ji hewildanên dagîrkeriyê yên ji bo çêkirina govdeyên siyasî û civakî yên pê ve girêdayî ta ku derewîn bin jî; Û baş zanin ku Herêma Efrînê bi pêşketina xwe ya civakî û zanistî naskirî ye, û ji dehsalan ve hevgirêdanên êletî daye piş xwe, û ev ton kesayetên hilbijartî bi ser Turkiyê ve ne, û nûnertiya tu beşên civakî ji xelkê Efrînê nakin.
Ta ku Efrîn herêmeke ne ewle ye, ji Turkiyê ve dagîrkirî ye, û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî – Elceyş Elwetenî” gendeliyê tê de dikin, xelkê wê yên resen nikanin azad û rûmet bijîn, bûneyên xwe yên civakî û netewî û olî bi rengê guncaw û naskirî şa bibin, an jî mafên xwe yên xwezayî û zagonî bi dest bixin û bi kar bînin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览360
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 71
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 23-03-2022 (2 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):10-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览360
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,072
图片 106,674
书籍 19,297
相关文件 97,292
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!