图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,685
书籍 19,298
相关文件 97,310
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (118): Kuştina mebestkirî, dizîna binevahiya riya tirênê û kevneşopan, teqîneke terorîstî û girtinan
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (118): Kuştina mebestkirî, dizîna binevahiya riya tirênê û kevneşopan, teqîneke terorîstî û girtinan… /65/milyon dolar ziyana werza zeytûna.

Roja Înê 27.11.2020an, li orta Efrîn ê, çekdarin çekdarkirî tekbîr û siloganên”cîhadî – şoreşgerî” hildan, li nav kolanên bajêr bi karwaneke ji makînan geriyan, pê hêza xwe pêşber kirin, û tevgereke milîseyî ye nû bi navê “Tevgera Azadîxwazên Sûriyê”, ji Turkiyê ve piştgirîkirî, ji /28/hezar endam pêktê, û ne girêdayî ” Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” (ya girêdayî Kiwalisyona Niştîmanî ya Sûrî – Ixwanî) hate ragîhandin – Li gor daxuyaniya serkêşekî wê milîseyê. Ev tişt ji nû ve tekez dike ku, milîseyên Sûriyê yên terorîst, bi Hikometa Eledalê We Eltenmiyê ya Turkiyê û istîxbaratên wê ve girêdayî ne, ya ku, berdewam û li gor gerekiyê û bi pir navan, wan ji hev dişelîne û ji nû ve bi hev dixîne, da ku, ji nû ve çarçew û govdeyên wan kontirol bike, û belkîm kanibe wan ji berpirsiyariya wan binpêkirin û tewanên ku, di dermafê herêmê û xelkê wê de, bifiltîne û xelas bike.
Vaye hin tewan û zordariyên pêkhatine:
Kuştina mebestkirî:
Pakrewan Ebid Elrehman Husên Hemo
Pakrewan Hemo Cengîz Necar
Piştî bidawîbûna piroseya êrişkirin û pevçûna giropeke çekdar bi milîseya” Firqit Elhemzat” re (ya li Çiyayê Elehlam a bi ser bajaroka Basûtê ve), û armanckirina amûrên wê, li Berbanga 27.11.2020an; Li dora kat nehê Sibê, piştî hin cotarî û şivanên pêz ên sivîl gihîştin zeviyên “Geliyê Simaqokê” (ya di navêna gundên “Kîmar û Kurzêlê” yên dagîrkirî de, nêzîk cîgeha pevçûnê, û /2/KM Bakurî bingeha Turkiyê ya li hafa çiyê û nêzîk Gundê “Kîmarê”); Ji aliyê milîseyan ve, bi gule û qurşînan û bi kîn, hatin armanckirin. Û di encamê de, xortê negîhayî “Hemo Cengîz Necar/14/sal” û temenmezin “Ebid Elrehman Husên Hemo/75/ sal” şehîd bûn, û hemwelatî “Mes’ûd Mecîd Husên /30/sal” ling birîn bû, û hersê jî ji xelkê Gundê “Kîmarê” ne. Û herweha dewarê ku, ciwanê şehîd ketî pê cot dikir jî, hate kuştin. Û termên herdu pakrewanan ji aliyê artêşa Turkiyê ya li gund ve, bo xwediyan hate radestkirin. Û yekser hêzên Turkiyê yên dagîrker û milîseyên wê, ta Êvarê dora Gundê “Soxanekê” li Çiyayê Lêlûn (yê di bin destê Artêşa Sûriyê de, û li Rojhilatî Gundê Kîmarê dikeve) bombebaran kirin, û bi şev li Gundê Kîmarê çûnûhatin qedexe kirin. Divê were bîranîn ku, me di perçevîdiyoyekê de, hebûna du qurşînên sekvanan li ser termê bêguneh “Hemo”, ewên ji govdeyê wî hatibûn derxistin, dîtin. Ew tekez dikin ku, hîn destpêkê ew ji dûr ve, hatin armanckirin.
Dizînên curbecur:
Riya tirênê ya hesinî, berî û piştî dagîrkirinê
– Beşê riya Tirêna Rojhilat a Lezok a Istiratîcî “Elşerq Elserî’i Elistiratîcî” (ya ku, li 1912an, di navêna Bajarê Heleb û Ezazê de, bi aliyê Bakur ve, û bi dirêjiya/40/KM, hatiye damezirandin), li navêna salên(2012 – 2016), ji aliyê giropên “Artêşa Sûrî ya Azad” ve – dema ku, Bakurî Heleb destlat dikirin-, ew bi awakî mebestkirî hate roxandin, û hesin û mesinê wê dizîn. Lê, piraniya beşê din ê li Herêma Efrînê mayî, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, weke xwe ma. Lê, wêne û agahiyin nû gîhan me, tekez dikin ku, milîseya “Firqit Elsultan Mûrad” (ya ku, ji bêtirî du salan ve, biryargeheke wê di avahiya “Hola Silêman” de – Riya Reco, piştî Çateriya Navça Mabeta, heye), perçeyek ji wê riyê bi tevahî, bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê, hilkir û dizî. Ji nêzîk Gundê “Eyn Hecerê Şerqî” ve bigir, û ta pira “Hesen Mêşkê” – Kitix (bi dirêjiya /3/KM). Û tê gotin ku paşê jî, bi şev û bi aletên giran, piştî kontirolkirina riyan, guhestin Turkiyê, weke çawa alet û acetên fabrîke û kargehên Helebê guhestine wir. Çimkî li wir him bazarên firotinê hene, yan jî ji nû ve pîşesazkirin. Da ku, bi pilaneke rêbazkirî binevahiya Sûriyê ya stiratîcî, were roxandin.
zaretgeha “Şêx Cemal Eldîn” – ya Islamî piştî dagîrkirinê
Girê Ziravkê ya kevneşopî piştî rêşkirinê
– Û wêneyine din en nû ji cîgeha “Girê Ziravkê” yê kevneşopî (ya ku, ji aliyê milîseya Firqit Elsultan Mûrad ve, ji bêtirî salekê ve), û herweha yên zaretgeha “Şêx Cemal Eldîn” – ya Islamî, û goristana wê ya miriyên gundên “Kokanê, Eyn Hecerê û Omo” (ya ku, li ser riya axî bi /3/KM di navêna gundên “Kokanê û Coqê” de dikeve, û li Rezbera 2019an, ji aliyê “Firqit Elhemzat” ve), ji bo dizîna kinz û kevneşopên wan, hatine kolandin, rêşkirin û lêgerînkirin, gîhan me.
– Ji deh rojan ve, giropeke çekdar êriş mala Hemwelatî “Es’ed Se’îd”, li Gundê”Qîlê” – Navça Cindirêsê kir, û tibabeke mezin ji pere û zêra, û amûrên telîfonên xilyewî dizî. Bêyî ku, malbat giliyekî li tu kesî veke, yan wêribe hewal bide ku, çiqas pere û zêr jê hatine dizîn, da ku, paşê ji aliyê dizan ve neyê cezakirin.
– Jêdereke taybet ji Navça Mabeta ji me re tekez kir ku, serkêşekî milîseya “Lîwa’i 112” (î bi “Osame Rehal” tê navdanû bi “Ebo Hesen Obama” tê naskirin, û ji Gundê “Mi’elê” ji Çiyayê “Zawiyê” – Idlibê hatiye), li dorçêrmî Gundên “Xaziyana, Şîtka û Hebo” – Navça Mabeta, dest daniye ser dora /7/ hezar darê Zeytûnê (yên nişteciyên Kurd, ên li dema dagîrkirina herêmê, bi zorê koçber bûne ne), û bê pere jî, hemwelatiyên wan gundên di bin destan de, tevî alet û acetên wan, di xizmet wan zeviyên ku dest daniye ser de, bi kar tîne. Ji ber wê, pir pere komkirin, û li gel hevparekî, li destpêka werza vê salê, li Gundê “Dumiliya”, di avahiyeke kevin (e hemwelatî “Hebeş Hebeş Betal” ku dest daniye ser de, guvêşgeheke zeytûna ye nû bi hev xist. Herweha, hin xelkên wan gundan neçar kirin ku, zeytûnê xwe di guvêşgeha wî de biguvêşin.
Fewdalîzim û serberdayetî:
Teqîna Efrînê li “Herêma Pîşesaziyê”, 24.11.2020an Z.
– Li Roja Sêşemê 24.11.2020an, li kat çar û bîst kêlîkan, li pêş “Nanpêjgeha Codî” û biryargeha aborî ya milîseya “Elcebhe Elşamiyê”, Taxa Pîşesaziyê, li orta bajarê Efrînê, makîneyeke bara ye bombekirî hate teqandin, û şêweya kiryarên rêxistinên tundrew û terorîst dide. Û li gor “Berevaniya Sivîl”, di encamê de, ziyanên şênberî mezin gihîştin firoşgeh û malmewalên derdora cîgehê, û herweha /3/kes hatin kuştin û /24/jî birîndar bûn, ji wan: Şehîd “Mihemed Osman Mistefa/58/sal”, û “Semîr Henan Necar, Ebdo Ednan Necar, Esmet Cemîl Hiso û Idrîs Ebdo Mistefa” jî yên birîndar. Dîdarekî ji xelkê Gundê “Qîbarê”(yî bi çavên xwe dîtî), ji me re tekez kir ku, teqîn gelekî bi tirs bû, û bi sedan diz bi matorên dutekerî gîhan cîgeha bûyerê, û tiştên kanîn ji firoşgeh û beriyên kuştî û birîndaran – pere û xilyewî- dizîn. Herweha, hin endam ji milîseya “Elcebhe Elşamiyê”, li Taxa “Eşrefiyê” ya Efrînê – di dema veşartina şehîd Mihemed Osman Mistefa de – tişmiştê mala wî dizîn û dest jî danîn ser malê.
– Alavin ragîhandinî yên xwecihî yên rikber dan xuyakirin ku, hemwelatiya bi navê “Ayşe Mihemed Mensor/25/sal”, ji aníndeyên Bajarê “Restenê” – Humsê, li Roja Şemiyê 21.11.2020an, li nav zeviyên zeytûna, di navêna Gundên”Qijûma û Qurbê” – Navça Cindirêsê de, ji aliyê milîseya “Firqit Elhemzat” ve, di hundir makîneke cîp “Sentefê” de, hate qurşînkirin, û di cî de mir.
Girtinên bêsûcane:
– Girtina hemwelatî “Selah Mistefa Şe’ibo”, ji xelkê Bajaroka Mabeta, ji aliyê asayişê û istîxbaratên Turkiyê ve, ji du heyvan ve, û herweha birayê wî “Zûhêr”, li 22.11.2020an, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hatin girtin û işkencekirin, û bo hepsa Maratê – Efrîn hatin şandin, û bi cezayên bêheq re bendewar in. Û hêjaye were bibîrhatin ku, heman bajarok berê jî tûşî hilmeteke girtinan bi heman tuhmetê hat, û ta niha şeş ji wan girtiyan (ên karmend û endam di encûmenên xwecihî de), di hepsa Maratê de girtî ne – bi ser ku, ew bi destlatên dagîrker re hevkar bûn -, da ku, tuhmeta têkeliyê bi “PYD”re, pê ve bizelqînin.
– Li Roja Yekşemê 22.11.2020an, milîseya “Ehrar Elşerqiyê”, bi tuhmeta kar di “Komînê” – encûmena gund de, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, lêkolîn bi pênc hemwelatiyên Kurd, ji Gundê “Bafilorê” – Cindirêsê re -di nav de jî çar jin- kir, û piştî rojekê libaxwehîştinê, û istandina vêrgiyeke diravî ji xwediyan, hatin berdan. Ew lêkolîn jî, di çarçewa hilmeteke lêkolîn û girtinan de – cara dudiyê -, di dermafê xelkê gund de hate kirin.
– Piştî serbestberdana “Mistefa Golîn Elo”, ji Gundê “Dîkê” – Navça Bilbilê (yê ku, li ser rêbenda çekdar a li ser çateriya Gundê Kokanê – riya Reco Efrîn ve, hatibû girtin û çend rojan hatibû zîndankirin) bi çend rojan; Li Roja Duşemê 23.11.2020an, istîxbaratên Turkiyê, kurê wî “Hogir Mustefa Elo/27/sal”, di mala wî ya li Efrînê de, girtin.
Ziyana werza zeytûna ya îsal:
– Bervajî salên berî dagîrkirinê, îsal werza zeytûna li Herêma Efrînê zûtir berve dawiyê diçe (ya ku, ji navîna Çirya Pêşîn de dest pê dikir, û ta dawiya Rêbenda sala dî berdewam dikir). Ji ber ku, milîs û piraniya yên hatine niştecîkirin, ji destpêka heyva Rezberê de, dest bi dizîna zeytûnan kirin. Wêlomê jî, ji neçarî xelkê zû û bi hejmareke pir ji karkiran, dest bi berefkirinê kirin, da ku, berhemên xwe bikin para xwe, û ji dizîn û talanê biparêzin. Vê yekê bandoreke neyênî li ser tibaba berhemê û rêjeya zêtê çêkir, û wendabûn jî pir çêbû.
Û divê were nîşankirin ku, ji ber gelek sedeman, berhema werza îsal daket. Ji wan sedeman: Milîseyan dest daniye ser bi milyonan darên zeytûnê, bi sedhezaran jî qutkirine, û herweha ji ber buhabûnê û talanê, û kêmbûna xizmetê xelkê ji daran re.
Îsal texmîna berhemê zêtê dora /2/ milyon tenke (16KG sade) ye, yanê kêmtirî salên berê bi dora milyonek teneke ye, û dagîrkerî sedema wê kêmbûnê ye. Û rêjeya kirîna navenda Turkî (ya di guvêşgeha Taxa “Rif’etiyê” de – Cindirês) ji tevahiya werzê, dora /80%/ ye, yanê dora /1600000/ teneke ye (25600ton zêt), û ya ku, bo Turkiyê tê guhestin, û bi pir riyan di bazarên Ewropî û Emrîkî de tê firotan. Lê, rêjeya hindabûnê ( dizîna zeytûna + baceyên milîseyên çekdat û destlatên dagîrker + zêt û zeytûnên ji dest xelkê tê girtin + destdînandina ser zeviyên zeytûna…) digihêje /70%/, yanê dora/1400000/ teneke zêt. Herweha, buhaya kirînê bi /20-30/, ji aliyê “Hevkariyên Elitîman yên çandiniyî yên Turkî” ve – kêmtirî berê bi dora /15/ dolara hate ferzkirin. yanê nêzîkî buhaya zêta geyayî li Sûriyê. Piştî jimarkirinê, ziyana werza îsal gihîşte dora/65/milyon dolar, ji bilî xerciya xizmeta çandiniyê û berefkirinê, û ji bilî berhema bi milyonanan darên zeytûnên bejayî û berhemdar ku, berê sûd jê dihat dîndin, û niha gengaziya wê kêrhatinê tune ye.
Binpêkirinên din:
– Li Bajaroka Kefirsefrê, li 23.11.2020an, milîseya “Lîwa’i Semerqend” mekin li hemwelatî “Mihemed Nûrî Reşo” xist, zayendoka ( muwelîdê) êlektirîkê ya Empêran û kebla wê jê istand, ji ber ku, ew razî nebû radestî wê bike. Û herweha nehîşt tu kes alîkariya wî bike, û niha tenduristiya wî ne baş e. Û li 24.11.2020an, hin çekdarên heman milîsê, darin merxê yen mezin, ji hewşa mala hemwelatî “Xelîl Hac Ebdo kurê Henên” qutkirin, bêyî ku, ew kanibe li pêşiya wan bisekine, bi ser de jî kêmrûmet kirin û gefûgur jê re çêkirin.
– Bi sedema nelihevkirinê li ser tibabên zêtê di nav serkêşên milîseya ” Lîwa’i Elsemerqend” de (ya ku, Bajaroka “Kefirsefrê” û Gundê “Hesîrkê” destlat dike) yên ku, ji berhema guvêşgeha “Ereb” li gund bi zorê dibe; Li 23.11.2020an, wê milîseyê ” Ebdela Xelîl Mûrad” ji Kefirsefrê, û hembirayênhev “Ebod û Xelîl û Mistefa Ereb” – Xwediyên guvêşgehê, girtin û mekin işkence kirin – bi ser ku, ew pêre hevkar bûn -, û piştî bacebirinê ji wan, ew berdan. Pişt re, “Mûrad” nexweş ket, û tevahiya malbata Êreb (ya ji /12/malan pêk tê), ji gundê wan a taybet hatin qewtandin, û dest danî ser guvêşgeha malbatê jî. Û gûman heye ku, di dû re rewş di navêna malbatê û milîseyê de, hatiye çaresekirin.
Girseya mezin ên binpêkirin û tewanan(ên ku, bi awakî fere û berdewam pêktên), nîşan dide ku, Hikometa Anqerê, ji bo dirêjkirina rewşa fewdalîzmê û serberdayetiyê li Efrînê, û belavkirina fîtnê û gendeliyê, di nav Sûriyan de, bi rengekî rêbazkirî, û ji bo tunekirina rol û hebûna Kurd li Sûriyê, û dirêjkirina kirîza welatê me – bê çareseriyeke siyasî ye tev jê razî -, çiqas bi rik û rijd e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览428
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 199
库尔德文件
Publication date: 29-11-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览428
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,685
书籍 19,298
相关文件 97,310
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!