图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,667
图片 105,764
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serhildana kurdan ji Şêx Mehmûd Berzencî heta Mela Mistefa Barzanî (ji eşîretî heta neteweyî)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serhildana kurdan ji Şêx Mehmûd Berzencî

Serhildana kurdan ji Şêx Mehmûd Berzencî
$Serhildana kurdan ji Şêx Mehmûd Berzencî heta Mela Mistefa Barzanî (ji eşîretî heta neteweyî)$
Dr. Azad Mukrî

Li gor jêderên dîrokî û lêkolînên siyasî, di nav wan de pirtûka bi hêz a “Tevgera Nasiyonalîstî ya Kurd” a nivîsa David Romano, di sala 1925an de dewleta Brîtanya û Komeleya Gelan biryar dan ku di erdnîgariya Rojhilata Navîn de guherînkariyekê çê bikin.
Di vê guhertinê de wan hewl da ku çend wîlayetên xeyrî erebî û çend wîlayetên erebî li Rojhilata Navîn ji bo mebestên aborî û siyasî bikin yek û dewleteke nû çê bikin an jî bi wateya îroyîn a civaknasiyê welatekî destçêkirî ava bikin. Bi vê mebestê jî wîlayeta #Mûsil# ê û tevahiya wê navçeya ku niha wek Kurdistana Iraqê tê naskirin, bi wîlayetên Bexda û Besrayê re girê bidin.
Piştî wê yekê, ji gelempera van çend wîlayetan, welatekî destçêkirî hate avakirin ku di dîroka siyasî ya niha de bi welatê Iraqê tê naskirin. Bi gotineke din, welatê Iraqê destkirda plan û pîlanên dewleta Brîtanyayê bû ku bikare baştir û bê pirsgirêk dest bi ser bîrên petrolê û kanên binerdê yên Kurdistanê de bigire, ku yek ji dewlemendtirîn kan û çavkaniyên wizeyê yên Rojhilata Navîn in. Her weke ku em behs dikin, ev destkird û kiryarên siyasî yên Brîtanyayê ne tenê ji bo navçe û Brîtanyayê bê pirsgirêk bû, belkî agirê pirsgirêk û tevgerekê hil kir ku ji wê demê şûn ve heta niha berdewam di halê şewitandinê de ye.
Piştî wê biryarê, dewleta Brîtanyayê mîrekî ereb ji derveyî wê erdnîgariyê ku ser bi Urduna Haşimî bû anî û di welatek ku ji nû ve hatibû çêkirin û ji çend pêkhatên cuda yên etnîkî, olî û mezhebî pêk hatibûn, wek paşa û birêveber bi dinyaya siyasî da nasandin û bi ser xelkê wê navçeyê de sepand; Ew jî Melik Feyselê Haşimî bû. Lê beriya wê bûyerê hesta netewenasî û nasyonalîstî di nav gelek ji tex û qatên kurd de hatibû vejandin. Wekî ku David McDowell dibêje: Çêbûna dewleteke destkird û nû bi navê Iraqê, bi awayek ji awayan piştkirin bi xewnên eşîretên siyasî yên kurd bû ku dixwastin dewletek serbixwe bo netewa kurd li Rojhilata Navîn pêk bînin. Ji aliyek dinê ve pêkhatina dewleta netewî ji bo kurdan dikarî heta astekê di xizmet, mebest û berjewendiyên Brîtanyayê de be, lê Brîtanya nîgerana nakokî û yeknegirtina “eşîre û tayife”yên kurdan bû.
#Şêx Mehmûd Berzencî#
Berhema hunermend: Seadet Barzanî
Nivîskar û civaknasê holendî Martin Van Bruinessen bi berfirehî behsa wê yekê dike. Wate, behsa wê yekê dike ku ew kiryar û detçêkiriya siyasî ya Brîtanyayê, piştkirin ji xewnên kurdan bû. Ew plana bi talanbirina çavkaniyên wize li devera Kerkûk û Mûsilê bi rê ve bir û hêjayê behskirinê ye ku herdu ji wan deveran axa Kurdistanê bûn. Lê tevî agehdarbûna wê mijarê jî, Brîtanyayê biryara dawî bo çêkirina dewleta Iraqê da.
Li dijî wê biryara dewleta Brîtanya û dijî çêbûn û pêkanîna dewleta detçêkirî ya Iraqê, her ji destpêka xuyabûn û belavbûna wê plana siyasî, çendîn şoreşên kurdî li Kurdistanê hatine destpêkirin. Yek ji girîngtirînên wan şoreşan ya Şêx Mehmûd Berzencî bû. Şoreşa Şêx Mehmûd xwedî taybetmendiyên şoreşeke eşîrî û netewî bû. Ango heta astekê ji şoreşek eşîretî berfirehtir û heta astekê jî xwediyê taybetmendiyên şoreşeke nasnamexwazane pê ve xuya bû, lê ti yek ji wan taybetmendiyan bi tevahî nebûn. Li dijî wan şoreşane dewleta Brîtanyayê nedikarî bêdeng bisekîne. Çimkî planên siyasî û aborî yên vî welatî kolonyalîstî bûn, ji ber wê yekê ew şoreş rastî metirsiyan dihatin. Di wê serdemê de jî dewleta Iraqê hêşta nekarîbû spahek bihêz û yekgirtî çê bike. Brîtanya di sala 1919an de ferman da hêzên xwe yên esmanî da ku navenda wan tevgerên kurdî bombebaran bike û bi vî rengî Brîtanyayê rûpeleke reş di pêwendiya xwe digel şoreşên kurdî de tomar dike.
Lê tev çavkaniyên dîrokî û yek ji wan “Tevgera Neteweya Kurd” ji nivîsa Chris Cochira, wê yekê îsbat dike ku bi bombebaran û dijayetiya Brîtanyayê jî, şoreşên kurdan mat nebûn. Her lewma sala 1922an, Brîtanyayê bi hevkariya hikûmeta ji nû ve hatî pêkhatin a Iraqê daxuyaniyek hevpar derbarê pirsa kurd belav kirin û li ser wan xalan rêk ketin. Yekem; ew kurdên ku di cografiyaya nû ya Iraqê de nîştecih in, mafê wê yekê hene ku di vî welatî de bimînin, lê desthilata wan a herêmê di destê wan de be. Duyem; wan mafê parastina berjewendiyên aborî û siyasî yên xwe hene û ji bo rêkeftin li ser wan mijaran divê digel Iraq û Brîtanyayê diyalogê bikin. Pêşgirêbesta dewleta Brîtanyayê ji bo cîbicîbûna wê hikûmeta navçeyî ji bo kurdan, li ser wê bawerê hate avakirin ku hêz û eşîret û aliyên kurdan bi hev re yek dibin û yekîtiya netewî ya wan dibe. Dewleta Iraqê piştî wê ku Brîtanyayê qaneh dike ku rêkeftina digel şoreşa kurdan bi wataya serbixwebûna wan a tewaw û veqetîna wan ji Iraqê nîne, îtirafê bi wan mafê kurdan dikin. Lê nakokiya di navbera xelkê kurd de bextê kurdan ji bo pêkanîna wî dewletî kêm dike. Beşeke zêde ji eşîretên kurdan li dijî rêberê destnîşankirî yê kurd wate Şêx Mehmûdê Berzencî disekinin.
Hevdem ew şoreşên li Tirkiyê jî ku bo pêkanîna hereketek nasyonalîstî û netewexwazî hatibûne pêkanîn, li dijî hev rastî nakokiyan tên. Dewleta Tirkiyê jî li dijî tev tevgerên kurdan mijûlê plan û pîlanan bû. Ji aliyek dinê ve Şêx Mehmûdê Berzencî ku ji aliyê Brîtanyayê ve ji bo rêberayetiya netewa kurd hatibû destnîşankirin, di bin de hevkariya dewleta tirk û Ataturk dikir û li navçeyên di bin desthilata wî de, xiristiyanên aşûrî yên bakurê Iraqê dihatine çewsandin. Ev du mijarane bûne sedema nerazîbûna dewleta Brîtanyayê li Şêx Mehmûd û hewl dan şoreşa Şêx Mehmûd ji nav bibin û ji Kurdistanê dûr bixin. Lê wekî ku Rîwa Saymon behs dike; îdeolojiya pan-erebî hêdî hêdî di nav rêberên siyasî yên Iraqê de berfireh dibe. Ew mijûlê bidestveanîna civakeke xewnayî ji ereban bûn. Lewma Iraq tenê bi welat û milkê ereban dihate zanîn û kurd û pêkhateyên din ên Iraqê hatibûne jibîrkirin.
Nasyonalîzma kurd li Iraqê bi dawîhatina şoreşa Şêx Mehmûd ji aliyê dewleta Brîtanyayê ve nehate rawestan. Lê bi çendîn çarenivîsên cuda ve rû bi rû bûn. Piştî wê ku dewleta Brîtanyayê li sala 1933an hêzên xwe ji Iraqê vekişandin yan bi wateyek din, îtiraf bi serbixweyiya Iraqê kir, şêweya rûbirûbûna dewleta Iraqê bi kurdan re guherinkariyek kûr bi ser de hat.
Mela Mistefa Barzanî
Berhema hunermend: Seadet Barzanî
Ew rûbirûbûnên wan bi kêmbûna desthilata Brîtanya li ser sîyasetvanên Iraqê, heta astek zêde givaşên ser kurdan zêde kir. Her lewma berdewam nerazîbûn û şoreşên nû yên kurdan li Iraqê dihatine destpêkirin. Her şoreşek nû jî ku li Kurdistanê dihate holê, ew endamên spaha Iraqê ku bi nasname kurd bûn ji spahê vediqetiyan. Çimkî ew kurdên bicihmayî di nav spaha Iraqê de digel tevgera netewî û nasyonalîstî diketin. Lê tevgerên nasyonalîstî yên kurd li Iraqê ji ber wê ku di nav xwe de nakokiya wan dibû, nedikarîn li armancên mezin bixin.
Piştî wan hemû nerazîbûn û şoreşan, sala 1943an şoreşek mezin bi rêberayetiya Mela Mistefa Barzanî li Kurdistan û Iraqê serî hilda. Ew şoreşe heta astekê bihêz bû ku dewleta Brîtanyayê neçar kir carek din bo hevarîkirina spaha Iraqê vegere vî welatî. Şoreşa Mela Mistefa mijûl bû bi tevahî spaha Iraqê bixe qedeman, her lewma her du aliyên Iraq û Brîtanyayê dikevine hizra wê ku rêyek bilez peyda bikin.
Brîtanyayê bo cara yekem didît ku yekgirtineke ecêb li nav tev eşîr û tayfeyên kurdan di bin siya rêberê netewî û nasyonalîstî de tê pêkanîn. Her lewma hewl da mezintirîn eşîretan ji şoreşa Mela Mistefa Barzanî veqetîne, bo wê ku hêz û şiyana wê şoreşê kêm bike. Di berdewamiya wê siyasetê de pişî wê ku hindek hûrde eşîre jê veqetandin, wê carê eşîreta mezin a Zirêbarî kire armanc. Piştî wê ku eşîreta mezin a Zirêbarî pişt ji Barzaniyan kirin û tevlî refên spaha Iraqê bûn, şoreşa Mela Mistefa Barzanî rûbirûyê yekem şikestê hat û ber bi Îranê ve paşekêşe kirin.
Mela Mistefa Bazranî
Berhema hunermend: Seadet Barzanî
Lê hebûna xewna mezin li cem Mela #Mistefa Barzanî# wisa kir, ew ji wê dîrokê paş şûd de ne tenê wek rêberek eşîr û hizbekê, belkî wek rêberê tevgera nasyonalîstî bê nasandin û bi wê kiryarê jî Barzanî piştî yekem şikesta xwe, ne tenê ji berdewamkirin û bidestveanîna xewnên netewa kurd bêhêvî nebû, belkî parçeyek ji erdnîgariya Kurdistanê bicih hêla û ji bo berdewamkirin û bi pratîkkirina xewnên netewa kurd, ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve çû û di damezrandin û parastina “Komara Kurdistanê” de ku sala 1945- 1946an serî hilda, roleke gelek bi bandor lîst.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览129
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-01-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 14-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):25-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览129
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.151 KB 14-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,667
图片 105,764
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!