图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,668
图片 105,765
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lehiya mezin a Mehabadê ji bîranînan heta helbestê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lehiya mezin a Mehabadê ji bîranînan heta helbestê

Lehiya mezin a Mehabadê ji bîranînan heta helbestê
=KTML_Bold=Lehiya mezin a Mehabadê ji bîranînan heta helbestê=KTML_End=
Diyako Şasiwar

Bûyerên sirûştî û bandora wan li ser jiyana xelkê asayî û rewşa aborî û civakî, beşek ji dîroka her navçe û neteweyekê pêk tîne. Çimkî ev bûyer bo heyameke demkî bandorê li ser hemû jiyan, hevgirtina civakî û şert û mercên jiyana hemû civakê dadinê.
Gelek bûyerên wiha li Kurdistanê qewimîne, lê bi sedema tomarnekirina wan ji bîr çûne. Yek ji wan bûyeran ji aliyê nivîskaran ve hatiye tomarkirin, ku ew jî lehiya wêranker a Mehabadê ya sala 1936an e, wate 87 sal berî niha û di lûtkeya jiyana xirab a siyasî, civakî û aborî ya xelkê Mehabadê de rû daye. Çend sal beriya wê bûyerê, #Mehabad# ji ber êrîşa Rûsan, carekê bûbû gola xwînê û 10 hezar kes ji 14 hezar heşîmeta vî bajarî ji aliyê Rûsan ve hatibûne qetilkirin û malên wan hatibûne talankirin. Piştî çend salan ku hêdî hêdî xelkê vî bajarî mijûlê berhevkirina jiyaneke nû û rizgarbûn ji belengazî û rojên reş ên xwe bûn, wê carê û di sala 1936an de, ango 20 sal piştî êrîşa Rûsyayê, lehiyek ji nişkê ve bajarê Mehabadê bi tevahî kavil kir û xelk ji aliyê aborî ve dîsan ketine nav rewşeke dijwar a civakî.
Ew bûyera hem ji aliyê Qadir Mehmûdzade, naskirî bi Doktor Aso ve di pirtûka wî ya bîranînan de hatiye tomarkirin û hem ji aliyek dinê ve helbestvanê navdar ê kurd Mela Marifê Kokeyî ev yeka kiriye bi helbest.
Her du kesên navbirî di dema hatina lehiyê de li bajarê Mehabadê bûn û bûne şahidê lehiya kavilker û encamên wê li ser xwe û xelkê Mehabadê dîtine û seh pê kirine. Lê di navbera dîtin û vegotinên nivîskarekê ku bîranînan dinivîse û helbestvanekî ku bûyereke sirûştî ya nebaş ji xwe re dike helbest, cudahiyek zêde heye û di vê nivîsê de em ê hewl bidin ew behsên cuda û şêwaza lênihêrîna wan du kesayetiyan bixine ber behsê.
Qadir Mehmûdzade naskirî bi Dr. Aso di bîranînên xwe de wiha behsa bûyerê dike.
Roja înê, 7ê Tebaxa 1936an, ez digel hin hevkolanên xwe derbasî ew aliyê çem bûbûm û em çûbûne geşt û seyranê. Zarok tev dilgeş û kêfxweş bûn û dikeniyan. Em li tenişt çemê û nêzîkî baxçeyê Mikayîl mijûlê avjeniyê bûn. Ji nişkê ve bahozeke ecêb rabû û welat tarî bû. Em bi lez û bez ji çemê derketin û li pey kincên xwe yên ku bagerê dibirin çûn. Me xwe komê ser hev kir û em ber bi bajar ve bi rê ketin û esman şêweyekî pir tirsinokî hebû. Ewr li hev dixistin û komî ser hev dibûn. Ewrên birûskî dest pê kirin. Baranek ecêb bariya. Te bigota ku ava deryayê ji esman ve dirêje ser erdê. Av di nava kolanan de diherikî. Lehîyeke wêranker ji çiyayên derdora Mehabadê hat û bajar dorpêç kir. Bazar di bin avê de winda bû. Bilindahiya avê di nav bajar de digihîşte sê metreyan. Malên ji heriyê hemû hilweşiyan. Deriyên dikanan li hember mencên avê xwe negirtin û hemû di bin de hatine derxistin. Hemû kelûpel û darayiya di nav dikanên xelkê de bi avê re çûn. Lehiya sala 1936an di qedera me de kavilkar bû. Her tiştê ku me kirîbû ev digel xwe bir û bavê min li ser Sacî Elî hate danîn”.
Eva li jorîn raporeke kurt û pir naverok ji behsa nivîskar Qadir Mehmûdzade ye, ku ji nêz ve şahidê lehiyê bûye û bi kurtî li ser çawaniya jinavçûna darayî û madiyata xelkê nivîsiye û careke din xelkê Mehabadê tiştên ku hebûn ji dest dane. Eşkere ye ku piştî vê yekê birçîbûn û xizanî givaş xistibû ser xelkê û bûbû sedema bazareke dizî, belengazî, mirin û birçîbûnê.
Lê her ev bûyer e, helbestvanê Mehabadî yê bi navê Mela Marif Kokeyî jî di helbesteke bi navê “Helbesta Lehiyê” behsa wan bûyeran kiriye.
Eva ku nivîskar bi zimanê helbest û rêbazî bi ser de derbas bûye, helbestvanê jêhatî Mela Marif Kokeyî bi zimanê helbestê û di çend tabloyan de xemilandiye. Di beşa yekem a helbesta wî de behsa perîşaniya xelkê Mehabadê bo berdengek ê bi navê Hesenzade dike. Beriya ku sedemên perîşaniya xelkê behs bike, behsa wê yekê dike ku beriya perîşaniya xelkê, bajarê Mehabad, Qeyserî, bazar, koşk, kolan û şeqam çawa avedanî û xweş bûn û çawa jiyan li wir derbas bûye. Li beşa sêyem a di helbesta xwe de behsa baraneke ecêb dike û paşê wê di beşa dawî de behsa kavilbûna şeqam bi şeqam û dikanên bajar dike û behsa wê yekê dike ku ew lehî çawa hebûn û nebûnî wek hev li hev xistiye û hemû rastî rojreşî anîne.
Ji bilî ku vegotina Mela Marif bi zimanê kurdî, mamostayane, hunerî ye, lê vegotin û behskirina Qadir Mehmûdzade bi farisî û veguhêzî ye. Cudahiyeke din jî di navbera van herdu vegotinan de heye; behskirina Mehmûdzade zêdetir ber bi vî aliyê ve diçe ku xwe û malbata wî çiqas ziyan dîtine û pişt li hemû xelkê kirine ku tê de çûne û malên wan nemane, lê behskirina Mela Marif rû li xelkê ye û behsa xwe her tê de nake.
Aliyek din a vê yekê ev e ku Mela Marif behsa mirina gelek kesan û jinavçûna gelek ajel û dewarên malî dike, lê Qadir Mehmûdzade guh nade wan û tenê behsa cil û bergên dikana bavê xwe dike ku avê birine û xelkê piştî lehiyê ji wan dizîne. Ev jî cura nêrîn û arastekirina helbestvanekî nîştimanî û nivîskarekî asayî nîşan dide.
Beşek ji helbesta lehiya Mehabadê:
Teleyfonêkî rûhanî bikem bo lay hesenzad
(Divê ez telefoneke ruhaniyetî ji bo Hesenzade bikim)
Delên şexsêkî alî hîmmet û xoş teb`i û azade
(Dibêjin ew mirovekî pir xîret, dilpak û azad e)
Le em rojaneda ew şare wa pert û perêşane
(Di van rojan de bajar pir perîşan û belavbûyî ye)
Eger pîyaw bişmirê kes nanêkî bekes nada
(Ger mirovek bimire kes pariyek nan nade kesî)
Beher koçe û mehelêkda derom şîn û giryan e
(Di her kolan û taxekê de ku ez diçim her şîn û giryan e)
Ke guwê degirim hemû şêwen û hawar û bêdade
(Dema ku ez guhdariyê dikim her kes digirî û qêrînê dike)
Hezar heyf û hezar efsûs le bo em şare rengîne
(Hezar heyf û mixabin ji bo vî bajarî xweş û rengîn)
Ke qabîl bû bibête merkezî her şah û şazade
(Ger hêja bû bibe navenda her paşa û şahzade)
Billê ba bêynewe ser basî ehlî şar û bazarî
(Bêjê em bêne ser behsa xelkê bajar û bazarê)
Çi beqqal û çi hemmal ta berçerçî û pîneçî zade
(Çi beqal be, çi hembal be, çi çerçî û pîneçîzade be)
Hemû cum`e û şewî sêşeme hetmen her plaw xor bûn
(Hemû rojên Înê û şevên Sêşemî bêguman her birincxwar bûn)
Eger neyxurdiba pêy wabû eyb û neqs û îrad e
(Ger nexwariba wisa dizanî ku şerm û netewaw e)
Le hewrî qudretê barî qerîyî nîw saet baran
(Nêzîkî nîv saetê baran di nav ewran de barî)
Çi baranêk ne baranê ke wa me`ihûd û mu`itad e
(Çi baranek e, baraneke çavnihêrkirî û bengî ye)
Mubedel bû be çendîn saniye ewsafî baran
(Vê baranê bi çendîn saniyan guherîn çê kir)
Beyek deryayî emanî ke hîç tarîx nîşan nada
(Bû bi deryayek Omanî ku çi dîrokek nîşan nade)
Ewey deyhate pêş her deyrifand û ladî deda û deybird
(Çi bihata pêşiya wê, her diherifand û bi xwe re dibir)
Le heywan û cîma`et û nebat û ademîzadda
(Ajel û xelk, nebat û mirov)
Bemewcî ewelî deybird ref`et û îzet
(Bi menca destpêkê ber bi bilindî û îzetê ve dibir)
Lemewcî saneweyîda gum debû wek dur le deryada
(Di menca yekem de wunda dibû wekî di nav deryayek dûr de)
Çi rojêke li layek germe germî hewr û naleyî ba
(Çi rojek e ji aliyekê girme girma hewran û nale nal)
Le layek şîwen û giriyan û qurpêwan û feriyad
(Ji aliyekê şîn û giriyan û pîvandina herrî û hawarkirinê)
Leber laşey cenazey ademî û eqsamî heywanat
(Ji ber laşê mirovan û cureyên ajel û dewaran)
Xeyal dekira ke yewmî nefxî sûre û heşerî ecsad e
(Dihate xeyalkirin ku roja werimîna terman e)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览230
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 14-01-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 20-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: 马哈巴德
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):22-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览230
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.141 KB 14-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,668
图片 105,765
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!