图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,213
图片 106,591
书籍 19,313
相关文件 97,364
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Cihûyên Bokanê berî ku biçin Israîlê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cihûyên Bokanê berî ku biçin Israîlê

Cihûyên Bokanê berî ku biçin Israîlê
=KTML_Bold=Cihûyên Bokanê berî ku biçin Israîlê=KTML_End=
Peyman

Kurdshop - Beşek ji dîroka Kurdistanê ku nikare rewşa jiyanî û civakî ya pêkhateyên netewî û olî yên welatê me zelal bike, bê balkişandina ser rewşa #Cihû# yan netemam e. Pir giringe ku em bizanin hejmara Cihûyên Kurdistanê berî ku biçin Israîlê çend bû? Çawa û kengî hatine? Çawa li gund û bajaran belav bûne? Li kîjan devera Kurdistanê jiyane û mijûlî çi karekî bûne, reftara xelkê asayî, musilman û desthilatdaran bi wan re çawa bû? Di navxwe de çawa jiyane? têkiliyên wan yên navxweyî û bi Kurdên ne cihû re çawa bû?
Li vir em ê bi kurtî behsa Cihûyên Kurdistanê û bi taybetî yên bajarê Bokanê berî damezirandina dewleta Israîlê bikin.
Ya ku Cihû ji kengî ve li welatê Kurdan bicîh bûne dibe ku gelek zelal nebe lê tekez ji kevin de ew li deverên cuda yên Kurdistanê belav bûne, civatên xwe ava kirine û li gelek deveran erdnîgariyeke berfireh bo nîştecêbûna xwe dagîr kirine, li bajaran jî tax an kolanên cihûyan diyar bûn.
Cihûyên Kurdistanê weke Cihûyên Mîzrahî wate Rojhilatî tên hejmarkirin ku ji berê ve li Rojhilata Navîn bûne, dibe ku kêm an zêde Cihûyên Sefaridî jî tevlî wan bibin. Cihûyên Sefaridî ew in ku ji Ispanya û Portugalê hatine bi taybet dawiya sedsaliya 15`an piştî têkçûna Andelosê û dagîrkirina wan ji aliyê Împratorya Kirîstiyan a Ispanya li nîvgrava Aybîrya wate Ispanya û Portugala niha, hatin derxistin û piraniya wan bi nava welatên Mûsilman de belav bûn.
Divê em bizanin ku Cihû li piranya welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, wate welatên Musilmanan kêm – zêde hebûn, lê dibe ku qebareya civatên wan û hejmar û rewşa jiyana wan cuda be, ku ew yek cudahiya rewşa jiyana siyasî, civakî û bihevrejiyan û hevdu qebûlkirina xelkê wan welat û deveran nîşan dide. Weke tê gotin Cihûyên Kurdistanê dîroka xwe bo 2500 heta 2800 salan berî niha vedigerînin, bo dema ku şahê Aşûr, erda Israîl a wê demê dagîr kiriye û Cihû derbider kirine. Lê weke me got Cihûyên Sefaridî ku ji nîvgirava Aybîrya hatine û piştre tevlî Cihûyên Kurdistanê bûne, di demên cuda de û bi çend qonaxan hatine û tevlî civaka Kurdistanê bûne ku bi civakek tê hejmarakirin ku jiyan têde xweş e û herdem pêş dikeft û geşe dikir.
Gerîdeyê bi navê Benjamin of Tudela ku li bajarê Tudela yê Bakurê Rojhilatê Ispanya jiyaye, piştî demeke kurt ku ew bajar ji aliyê Kirîstiyanan ve hate dagîrkirin û desthilata Musilmanan nema, Behsa Cihûyên bajar û navçeyên cuda yên Kurdistanê dike. Bejamin tevî desthilata Selahedîn Eyûbî û hikûmeta Eyûbiyan li Bakurê Afrîka, Şam, Mezopotamya û deverên di bin destê Selcûqiyan de geriyaye. Gernameya wî berî ya Marko Polo bû û piraniya wê behsa rewşa jiyana Cihûyan dike. Ew behsa cihûyên li Mûsil, Hewlêr, Amêdî û Cizîrê dike.
Gelek cihên din jî ku serdana wan kiriye erdnîgarya qedîm û nû ya Kurdistanê ye, ya balkêş ew e ku wergêrê ku di sala 1907an a mîladî de pirtûk ji Îbrî kiriye Îngilîzî, gelek têbînî li ser nivîsandine û gelek caran navê Kurdistanê aniye. Di demekê de ku Benjamîn bixwe qet navê Kurdistanê negotiye.
Hin caran ewqas hejmar û desthilata Cihûyan zêde bûye ku xwe bi xwedî hêz zanîne û bi serê xwe ketine tevgerê û şer û şoreş dijî desthilatdaran kirine. Di nava wan serbihoran de Benjamin behsa Cihûyên Amêdiyê dike ku di bin fermana Dawûd El-Royî de, dest bi şoreşê kirine û xwestiye ku Cihûyên di bin desthilata paşatiya wê demê ya Îranê de rizgar bikin. Wek dibêje bi sedan civakên Cihûyan hebûn ku ji Amêdiyê heta welatê Medya û Geylam û Teberistan belav bibûn. Behsa wê yekê dike ku li erdnîgariya di bin destê wî paşayî de gelek zilim li Cihûyan hatiye kirin û perîşan bûne. Dawûd El Royî xwestiye careke din Israîlê bigre û erda pîroz bike milkê Cihûyan. Li vir jî wergêrê pirtûka Benjamin Amêdî, Amadiya yan El Amadiya bi navçeyeke Kurdistanê dide zanîn ku dikeve hindavî Mûsilê. Ev şoreş di navbera salên 1160 – 1170 yê mîladî de bû.
=KTML_Bold=Zimanê Cihûyên Kurdistanê=KTML_End=
Mijareke pir giring û balkêş, zimanê Cihûyên şêniyê Kurdistanê ye. Wan bi zimanê Aramî yê Cihûyan axiviye. Zimanê Aramî ku zimaneke nêzî Îbrî ye û ji malbata zimanên Samî ye bo demeke dirêj zimanê herî girîng yê peywendiyên dîplomasî û zanistî bû di navbera gelên Rojhilata Navîn de ye. Dîroka bikaranîna wî zimanî vedigere çend sed salan berî mîladê. Zimanê aramî li gelek cihan hêdî hêdî cihê xwe daye zimanê Îbrî ku di peywendiyên civakî, bazar û pevguhertina bazirganiyê de hatiye bikar anîn û gihaye wê astê ku di malan de jî bûye zimanê axavtinê. Niha jî Îbrî her maye û zimanê merasîmên olî ye. Derbarê zimanê Aramî de divê em vê yekê jî bêjin ku zimanê beşek ji Kirîstiyanan jî ku li Rojhilata Navîn jiyane her devokek zimanê Aramî bû. Bi taybetî dema ku behsa ziman an jî devokên Cihû- Aramî tê kirin, di nava Cihûyên Mîrzahî an jî Cihûyên Rojhilata Navîn de hebûye, em dikarin behsa zimanê Kurdî bikin.
Cihûyên Kurdistanê bi çen awayên wî zimanî axivî ne û devokên wan cûda bûne. Cihûyên Mîrzahî yên Kurdistanê çar devokên sereke hebûn. Devoka Cihûyên Bokanê li gel ya Cihûyên Mihabadê cuda bû. Ew çar devok jî ev in Lîşana Denî ku li Botan, Cizîr, Duhok, Akrê û Barzan pê axivî ne. Lîşan Dîdan ku li Gever û Urmiyê heta Mihabadê pê axivîne. Lîşanîd Noşan ku li Hewlêr, Riwandiz, Qeladizê û Koyê pê axivîne. Devoka Holawla ku li Bokan, Seqiz heta Sine û Kamêran, Helebce, Silêmanî û Qesir Şêrîn hebû. Herwaha Cihûyên Kurdistanê bi zimanê Kurdî û bi awayên cuda li gor cihê nîştecêbûna xwe axivîne ku dibêjin herî zêde bi devoka Behdînî axivîne. Gelo Cihûyên Kurdistanê zimanê Kurdî tenê bo têkilî û pêdiviyên jiyana xwe bi Kurdan re bikar anîne an di navxwe de jî tevî zimanên din sûd ji wî zimanî jî dîtine?
Wek tê zanîn Cihûyên ku ji Kurdistanê çûne Israîlê hê jî gelek ji mûzîka Kurdî hez dikin û stranên Kurdî dibêjin.
Cihû li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê ew herî zêde li Rojhilat û Başûr belav bibûn.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览212
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 12-01-2024
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 28-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Bokan旅馆
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-01-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):08-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览212
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1146 KB 12-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,213
图片 106,591
书籍 19,313
相关文件 97,364
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!