图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Anahîta
小组: 考古的地方 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人1

Anahîta

Anahîta
=KTML_Bold=Perestgeha Anahîta, şûnwarek bo Kanî û Baran ê=KTML_End=

=KTML_Bold=Cihê Perestgeha Anahîta=KTML_End=
Perestgeha #Anahîta# li bajarê Kengawer ê parêzgeha #Kirmaşan# ê ye û 94km`an dûrî navenda bajarê Kirmaşanê ye. Rêya Kirmaşanê bo Hemedanê di ber milê rojavayê yê peristgehê re derbas dibe. Kengawer dikeve rojhilatê Kirmaşanê û piraniya xelkê bajar bi zarawayê Lekî diaxivin. Perestgeha Anahîta avahiyeke kevirîn a mezine ku li ser girekî hatiye çêkirin. Beşa herî zêde ya wê peristgehê herifî ye, bo ayîna xwedayên Kanî û Baranê hatiye avakirin, hin kes dibêjin ku ew yek ji koşkên Xesrew Perwîz şahê herî dawiyê yê Sasaniyan e ku temam nekir. Perestgeha Anahîta yek ji avahiyên herî mezin ên kevirîn ên Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji ber erdheja sala 1957`an beşeke wê ya mezin herifî, lê dîsan jî xuya dike ku yek ji avahiyên herî bi heybet ên dema xwe bûye. Du kîlometran dûrî vê perestgehê kaniyek (Madenek) keviran heye ku kevirên pêwîst bo avakirina vê perestgehê ji wir hatine derxistin.
=KTML_Bold=Dîroka Perestgeha Anahîta=KTML_End=
Li gor hemû paşmayên perestgehê, ev avahî bo xwedayên Av, Kanî, Baran, Anahîta hatiye avakirin. vedigere bo serdema ola Mîtrayî û di sedsalên berî mîlada Mesîh de hatiye avakirin. Bi dirustî nayê zanîn ka xîmê vê avahiyê kengî hatiye danîn. Hin kes dibêjin avakirina vê ji serdema Hexamenişiyan ve destpê kiriye. Hin kesên din jî pişta xwe bi dîroknasên Ereb û Îranî girê didin û dibêjin ku danîna kevirê bingehîn ê wê perestgehê vedigere serdema Xesrew Perwîz şahê Sasaniyan. hin kes jî dibêjin di sedsaliya sêyem a berî mîlada Mesîh de dest bi avakirina wê hatiye kirin. Lê hemû lêkolînvan li ser wê baweriyê ne ku di salên dawiyê yên Împaratoriya Sasaniyan de hatiye çêkirin.
Piştî hatina Îslamê bo navçeyê guhertin bi ser vê perestgehê de hatiye û ji aliyê bakurê rojavayê wê avahiya Îmamzade Îbrahîm, mizgeftek û bazarek hatiye çêkirin.
Her li cihê perestgehê hin paşmayên desthilata Selçûqiyan jî hatine dîtin. Piştre bi dirêjahiya salan û herifîna beşek ji perestgehê, xelkê navçeyê xaniyên xwe li ser bingeha perestgehê avakirine, bi wî awayî beşek ji perestgehê ketiye bin xaniyên gundekî bi navê “Geçken” ku heta 50 salan berî niha jî ew gund mabû û piştre xelkê wê bo ciheke din hatin veguhestin ku paşmayên wê perestgehê bêne parastin.
Di sala 37 an a miladî de “Îzîdor Xaraksî”, erdnîgarê Yûnanî di yek ji pirtûkên xwe de bi navê “Wêstgehên Part”ê bo cara yekem navê perestgeha Anahîta aniye ku li navçeya Kengawerê ye û bal kişandiye ser wê yekê ku ev perestgeha Artîmîs bûye ku di efsane (Ustureyên) Yûnaniyan de hevtayê Anahîtaya Mîtrayî ye. Her ji ber wê, ev perestgeh bi navê Anahîta tê naskirin.
=KTML_Bold=Avahîsaziya Perestgeha Anahîta=KTML_End=
Perestgeha Anahîta li ser girekê ye ku bilindahiya wê 32 metre û li deşta Kengawerê ye. Derdora perestgehê dîwarê kevirî ye û her bi keviran çend seko (dik) hatine çêkirin ku bi wî karî ser wî girî rast kirine. Rûyê wê perestgehê berê xwe dide aliyê Başûr. Her li deriyê ku dikevin hundir, bi du rêzên qaldirme (Pêlekanan) xelk diçe nav perestgehê.
Ji wan kesên ku destpêkê lêkolîn li ser perestgeha Anahîta kirine ”Ojin Filandin” û “ Paskal Kêst” in ku du rojhilatnasên Ewrupî bûn ku wesa hizir dikirin ew perestgeh li ser metoda avahîsaziya Yûnanî hatiye çêkirin. Bo îsbatkirina vê hizra xwe, perestgeha Palmîra ya Sûriyê weke mînak nîşan dane. Lêkolînvanên Ewrupî di wê baweriyê de ne ku di dema Sasanî û Eşkaniyan de pevguhertina çandî li gel Yûnaniyan hebûye û ew avahî bi modela avahîsaziya Yûnanî hatiye çêkirin û berhemê wê pevguhertina çandî ye.
Beşên sereke yên perestgeyekê ku hê jî mane
=KTML_Bold=Dîwar û Sekoyên derdora wê=KTML_End=
Bo safkirina wî girê ku ew perestgeh li ser hatiye avakirin, endazyaran bi sûdwergirtin ji teht (Kevirên mezin) û gêçê (Cipsim) dîwar û dikên kevirî bi stûriya 18 metran avakirine. Li ser wan sekoyan çend stûnên mezin ên kevirî hatine çêkirin ku heta niha jî paşmayên wan diyar in.
=KTML_Bold=Pêlekanên pê dikevin hundir=KTML_End=
Li du aliyên başûrê wê avahiyê, du rêzên pêlekanan (Qaldirme) hene ku dirêjahiya her yek ji wan 1.54 metre ye û di dawiyê de digihêjin ber belekonekê ku di astê wê perestgehê de ye. Ti stûneke wê balkonê nebûye. Di dema Îslamê de ser wan pêlekanan bi keviran girtine ku hatinûçûn hêsan be ji ber wê yekê li gor deverên din baştir maye. Aliyê rojhilat 26 pêlekan û aliyên rojava 21 pêlekan hene.
=KTML_Bold=Stûn=KTML_End=
Li ser her yek ji dîwarên perestgehê, rêzeke stûnên mezin ên kevirîn tên dîtin ku bilindahiya her yek ji wan sê caran ji stûriya wan zêdetir e, ku ew, yek ji taybetmendiyên wê avahîsazîyê û endazyariyê ye û li çi perestgeheke din li cîhanê tişteke wesa nayê dîtin ku bilindahiya stûnan sê caran bi qasî stûriya wan be.
Ev stun ji sê beşan pêk tên, piranya pisporan di vê baweriyê de ku cudahiya wan stûnan li gel stûnên din ku di avahiyên dîrokî yên li seranserê cîhanê de hene ew e ku, ev stûn bo wê yekê nehatine çêkirin ku banekê li ser wan çêkin, lê ew tenê sînorê cografî yê vê perestgehê diyar dikin ji ber wê tiştek li ser wan nehatiye danîn.
=KTML_Bold=Avahîsaziya Selçuqiyan=KTML_End=
Di rûyê dervê û li milê Başûr ê wê perestgehê, çend dîwarên xişt hatine dîtin û endazyariya wan ji ya avahîsaziya perestgeha Anahîta cuda ye û di demekê de jî nehatiye çêkirin.
Li gorî lêkolînan, ev paşmayên beşek ji wan avahiyane ku di serdeam Selçuqiyan de hatine çêkirin, ku xanî, kargeha (kûpik)an, hemam û sîstema av û avrêjê tê de ye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览248
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 06-01-2024
挂钩项目: 6
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览248
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.136 KB 06-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,860
图片 106,092
书籍 19,349
相关文件 97,413
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!