图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,742
图片 105,895
书籍 19,376
相关文件 97,463
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê

Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê
=KTML_Bold=Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad

Kurdshop - #Biroyê Heskê# yek ji wan rêber û serhildêrê Kurd e ku çendîn sala li dijî dagîrkerên Kurdistanê şer kir û yek ji damezrînerê Komara Araratê ye.
Biroyê Heskê Têlî ji eşîra Celaliyan serokê êla Hesêsoriyan û nîşteciyê herêma Agiriyê bû.
Biroyê Heskê di dema ciwantiya xwe de kesek jêhatî bû.
Piştî têkçûna dewleta Osmanî û avabûna hikûmeta nû ya Tirkiyê û piştî jinavbirina serhildana #Şêx Seîdê Pîran# li Bakurê Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê dest avêt bi veguhastin û surgûna bi zorê ya Kurdan bo herêmên dûr ên Tirkiyê; Biroyê Heskê Têlî yek ji rêveberên eşîreta Celalî û rûniştvanê herêma Agirî bû.
Serhildana Biroyê Heskê wiha hate despêkirin:
Dewleta Tirkiyê ya dema Kemalîstan piştî ji navbirina serhildana Şêx Seîd, dest bi veguhastina Kurdan ji war û nîştimana wan bo hermên dûr dest kir. Yek ji wan herêmên ku xelkê wê ji aliyê Kemalîstan ve rastî dûrxistinê hatin, herêma Agiriyê bû. Hêzên ertêşa Tirkiyê êrîşê ser kesên bibandor dikir ku wan ji herêmên wan dûr bixe, ku nikaribin serhildanek din destpê bikin. Yek ji wan kesan Biroyê Heskê bû û ew tê agahdarkirin ku hêzên Tirkan biryar dane navborî bi darê zorê ji wargehê wî dûr bixin. Di 16ê Gulana 1925an de serbazên Tirk ji bo girtin û dûrxistina Biroyê Heskê êrîşî ser mala wî kirin, lê di wê demê de Biroyê Heskê li mal nebû.
Hatiye zanîn di wê demê de Biroyê Heskê ji kesûkarên xwe re gotiye, ew dagîrkerane dev ji me bernadin û tenê tifing û hespê min ji bo min bînin bes e. Çavkanî dibêjin, di wê demê de deng hin tifingan hatiye bihîstin.
Piştî ku Biro tevî 30 kes ji xizmên xwe berê xwe dide çiyayê Agirî, di navbera wan û hêzên ertêşa Tirkiyê de çend carekê şer û pevçûn çêdibe. Di wan şeran de leşkerên Tirkiyê gelek ber xwe nadin û neçar bi paşekişiyê dibin; şervanên Biroyê Heskê di vî şerî de dest bi ser gelek çek û cebilxaneyên wan de digirin. Li gor wan zaniyariyên ku di pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsîna “Mihemed Salih Qadirî” de hatiye: “Piştî wan pevçûnan hevdîtinek di navbera fermandarên Tirk û Biro de li gundê “Cebê Kumet”ê pêk tê û fermandarên Tirkiyê daxwaza teslîmbûnê ji Biro dikin, lê Biro daxwaza teslîmbûna wan qebûl nake”.
Piştî vê ku Biroyê Heskê li hemberî dagîrkeriya Tirkan berxwedaniya xwe destpê dike, hin pê neça ku “Ferzende Begê Hesenî” yê kurê Silêmanê Ehmed li gel Xalis Beg, Ebdulqadir, Kazim Beg, Tacdîn Beg, Eyûb Axa û gelek navdar û mêrxasên wê demê, tevlî hêza Biro dibin.
Li gor zaniyariyên pirtûka bi navê “Emerxanê Şikak”, di nav wan de şervanên eşîrên Keskoyî, Sakan û Şemsikan jî hebûn. Ew li gel malbatên xwe hatibûne Agirî û êdî bi vî awayî Agirî bibû qibleya berxwedanê”.
Li Buhara sala 1927an ku sir û seqem dişkê, serhildêrên Agiriyê çend caran êrîşî ser hêzên ertêşa Tirkiyê dikin û carekê jî navçeya Bazîdê rizgar dikin.
Piştevaniya Xoybûnê ji serhildana Araratê
Li vir emê bizanin ka Xoybûnê çawa piştgirî da serhildana Agiriyê û çi kesayetiyek tevlî serhildanê bû.
Dema ku ji serhildana Agiriyê dengvedaneke berfireh hebûye, Îhsan Nûrî Paşa agahdarê vê yekê dibe û li ser biryara rêkxistina netewî ya “Xoybûn”ê xwe digihîne çiyayê Agiriyê; çend hefte piştre li roja 13ê Îlona 1927an, hêzên ertêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh dikine ser Agiriyê. Hin çavkanî dibêjin, hejmara leşkerên Tirkiyê wê demê zêdetirî 10 hezar kesî bûye. Wan ji bakurê çiya ve yekîneyeke mezin a leşkerî di nav Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk de bicih kirin û dest bi êrîşeke mezin kirin.
Li gorî pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsa “Mihemed Salih Qadirî”: Piştî wê ku leşkerên Tirkiyê bi çekên giran dest bi bombebaranê dikin, şervanên eşîra Sakan ku li milê din ê Rojhilatê Kurdistanê bûne, gihîştine hawara serhildêrên Agiriyê û şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û hêzên ertêşa Tirkiyê de pêkhatiye û ew pevçûnane çend rojan domandiye. Di encamê de bi sedan leşker û fermandarên Tirkan hatine kuştin û dîl girtin û gelek çek û teqemenî ketine dest şervanên Kurdan û ev paşve vekêşiyane.
Hatiye zanîn ku piştî vî şerî mezin, Îhsan Nûrî li çiyayê Agiriyê dest bi rêkxistina hêza şervanan kiriye. Komeleya Xoybûnê jî bo vê mebestê endamên xwe şandine Agiriyê.
Her ku diçû şervanên Agiriyê zêdetir dibûn û xelkek zêde tevlî refên şervanên Agiriyê dibûn. Piştî serkevtinên mezin ên leşkerî û siyasî yên serhildêrên Agiriyê, bi biryara rêkxistina Xoybûnê di herema azadkirî ya Agiriyê de “Komara Ararat”ê hate avakirin.
Damezirandina “Komara Ararat”ê çawa bû?
Piştî vê ku Îhsan Nûrî û Biroyê Heskê hêza xwe kirin yek, li Agiriyê gelek tiştên balkêş pêkhatin. Hatiye zanîn ku cara yekem serhildêrên Agiriyê kincên leşkerî li xwe kirin û kumên fermî yên leşkerî danîne serên xwe. Li Pêşiya kumê wan, wêneyên Agiriya mezin û biçûk bi hêmaya mertal hebû. Kumên efseran jî logoya Xoybûnê li ser hebû, û ji bo cudahiya di navbera wan de rutbe û qelem, simbilê genim, xencer û roj hatibûn bikaranîn. Li wan deverên ku di bin destê dagîrker de hatibûne rizgarkirin, alaya Kurdistanê hate bilindkirin.
Li gor çavkaniyan, di sala 1927an de serokên serhildana Agiriyê gotûbêja neteweyî li ser Çiyayê Agiriyê birêve birin. Wê civînê erkê birêveberiya serbixwe û azad di herêma Agirî de da rêkxistina xwe. Civata Kurdistanê li Agirî, desteya birêveberiya hikûmata xwe hilbijart.
Di vê civîna Parlamentoya Kurdistanê de, Biroyê Heskê Têlî û Îhsan Nûrî Paşa bo serokatiya giştî hatine hilbijartin û Biroyê Heskê Têlî bû serokê giştî yê berxwedana Agiriyê,û Îhsan Nûrî jî bû Fermandeyê Giştî yê şervanên Agiriyê. Herwisa marşa netewî a bi navê “Hilbe Agirî” danîn û piştre rojnameyek jî bi navê “Agirî” hate weşandin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览155
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 04-01-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 17-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-01-2024
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):20-01-2024
URL
此产品已被浏览155
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.19 KB 04-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,742
图片 105,895
书籍 19,376
相关文件 97,463
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!