图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,041
图片 106,465
书籍 19,317
相关文件 97,299
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ceco Xan ê rêberekî leheng ê tevgera azadiya Kurd li Xorasanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ceco Xan ê rêberekî leheng ê tevgera azadiya Kurd li Xorasanê

Ceco Xan ê rêberekî leheng ê tevgera azadiya Kurd li Xorasanê
=KTML_Bold=Ceco Xan ê rêberekî leheng ê tevgera azadiya Kurd li Xorasanê=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad

Ceco Xan rêberekî qehreman ê Kurd li devera #Xorasan# ê bû ku çendîn salan di gel Ûrisan (Rûsya ya berê jê re digotin Ûris) û Qacaran şer kir û desthilata wî tevahiya Xorasanê li xwe girtibû.
Ceco Xan rêberekî qehreman ê Kurd li devera Xorasanê bû ku çendîn salan di gel Ûrisan (Rûsya ya berê jê re digotin Ûris) û Qacaran şer kir û desthilata wî tevahiya Xorasanê li xwe girtibû.
Wî rêberê Kurd ji bo Kurdên Xorasanê û Kurdistanekî serbixwe li wê deverê şer dikir.
Berî vê ku em bizanibin ew rêberê kurd kî bûye, çawa şer kiriye û hêza wî çiqasî berfireh bûye, divê em bizanibin ku Kurdên Xorasanê kengî sirgûnê Xorasanê bûne û li wir bi cih bûne û berê li kîjan deverên Kurdistanê bûne.
Şerê Çaldiranê ku bi şerê împiratoriya Osmaniyan û Sefewiyan tê nasîn, bû sedema parvekirina Kurdistanê û ew şere li sala 1514an di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de qewimî. Piştî wî şerî gelek guhertin bi ser Kurdistanê de hatin û Kurdistan dibe du parçe bi ser Sefewiyan û Osmaniyan de.
Wê demê guhertinek din jî pêkhat, ev jî dûrxistina Kurdên bakurê Rojhilatê Kurdistanê bû ku di navbera salên 1598an û 1602an de Şah Ebas fermanek da ku Kurdên wê deverê bo aliyê Xorasanê ve bêne dûrxistin.
Piştî împaratoriya Sefewiyan û hatina çendîn desthilatdarên din di Îranê de û di encamê de hatina Qacaran bo ser desthilatê, wê demê dîsan wan dest bi tepeserkirina Kurdan bi taybetî Kurdên Xorasanê kirin.
Li Xorasanê malbatek hebû ku li dijî wê zilmê derkete holê, ev jî malbata Elahwirdî Begê bavê Ceco Xan bû. Ev malbat yek ji mezintirîn û mêrxastirîn malbatên Kurdên Xorasanê bû. Di wê malbatê de kesek tê dinê û efsaneyekî li ser navê malbat û netewa xwe diafirîne. Ew kesek bû bi navê “Ceco Xan Deregezî”. Ev di gundê “Hisar” ê ser bi bajarê Deregezê de hatiye dinê. Bavê Ceco Xan ê bi navê Elahwirdî Beg dema ku wekî hakimê devera Miyankohê tê diyarîkirin, wê demê Ceco Xan jî digel bavê xwe diçine wê deverê û li gundê “Kebikan” û devera Miyankohê dimînin. Ceco Xan kesek siyasetmedar, rewşenbîr û zana bû. Her lewma bavê Ceco Xan ew wekî piştevanê xwe dizanî û hertim bi wî re bû. Ceco Xan li kêleka bavê xwe wekî çiyayekê piştevanî ji desthilata wî dikir.
Gelek dem derbas nabe ku bavê Ceco Xan diçe ser dilovaniya Xwedê, Ceco Xan cihê bavê xwe digre û dibe birêveberê wê deverê. Ceco piştî mirina bavê xwe birêveberekî baş bû û xelkê wê deverê ji desthilatdariya wî razî bûn.
Ceco Xan dixwest tev deverên Xorasanê bixe bin desthilata xwe û Kurdan ji bin destê dagîrkeran rizgar bike. Her lewma desthilta Qaçaran li dijî wê biryara Ceco Xan bû û hertimî givaş dixiste ser xelkê devera Xorasanê.
Çîroka qehremaniya Ceco Xan ji wir ve destpê dike; Rojek li rojan di devera Miyankohê, dengê qîrîna zarokan, jinan û nalîneke kûr li wê deverê tê bihîstin, axîn, nalîn û qîrîna zarok û jinan di wan çiyayan de çend car deng dide, ew denge yê hawara hevkariyê ye; ew gazî Ceco dikin. Ceco Xan bi bihîstina qîrînan, kerbê wî vedibe û xwe davêje ser pişta hespê xwe û çend şervanan jî digel xwe dibe. Dema ku Ceco ji dûr ve mêzeyî gundan dike, dûkel û duman bilind dibe, kadîn û gidîşên ku xelkê bo ajelên xwe embar kiribûn tev dihatine şewitandin. Dîmenên wan gundan dil êş bûn, nalîna zarokan dihat, mal dişewitîn, zarok di hembêza diya xwe de can dabûn; Dema ku Ceco digehîje wê deverê tenê gundên şewitî û qirkirinekê dibîne.
Ev komkujî û kawilkariye dujminê hertimî yê gelê Kurd kiribû, ew gundane ji aliyê leşkerên Qajaran û Ûrisan ve hatibûne şewitandin. Ceco Xan nedikarî wê qirkirinê qebûl bike. Ji aliyekî din ve jî, bi heman awayê Rûsan jî destdirêjî dikirin ser wan deveran û ew serkut dikirin, vê yekê dengvedanek zêde li pey xwe anîbû. Dijayetiya Ceco li dijî Qajaran û Ûrisan roj bi rojê zêdetir dibû û xwe amade dikir bo ku li dijî tepeserkirin û zulmê bisekinîne û xelkê xwe li bin zilm û serkutê rizgar bike.
Wî di demek kin de leşkerê xwe amade kir. Ceco digel sê birayên xwe, Îso Xan, Elo Xan û Memo Xan û hejmarek din ji şervanên qehreman, serhildana xwe dest pê kir. Wî bi êrîşkirina li ser binkeyên dujmin di wê deverê de bi awayekî qehremanane karî wê deverê heta Deregezê rizgar bike û sedan serbazê dujmin bikuje. Bi vî awayî navê Ceco Xan bibû peyva ser zarê xelkê Deregez û gundên derdora wî bajarî û xelkek zêde tevlî leşkerên Ceco Xan bûn.
Mensûr El-mulk ku yek ji fermandarê Qacaran bû û ji aliyê hêzên Ceco Xan ve hatibû derxistin, car din bi leşkereke çend hezar kesî ve êrîş kir ser desthilatdariya Ceco Xan, lê dîsan hêzên wî ji aliyê hêzên Ceco Xan ve rastî şikestê hatin. Kerb û kîna Mensûr El-mulk zêde bibû û leşkerê wî yê mezin hatibû têkşikandin.
Ceco Xan desthiladariya xwe berfireh kir û heta Qoçanê xiste bin desthilatdariya xwe, ev yeka bo hikûmeta navendî cihê qebûlkirinê nebû û daxwaza alîkariyê ji Ûrisan kir. Wê demê Ûrisan çend leşker û hêzên siwar bo alîkariya hêzên Qacaran şand û wê carê, diba Ceco Xan heman demê de li gel hêzên Ûrisan û Qacaran şer bikiriba.
Merema Ceco Xan rizgarkirina deverên Xorasanê di bin destê dujminan bû û dixwast li vir hikûmetek serbixwe ya Kurdî ava bike û nehêle Kurdên Xorasanê bêne serkutkirin. Wî bîr û hizra netewî hebû û nedixwast Kurdên wir ji aliyê dujmin ve bêne asmîlekirin.
Hêzên Ûrisan û Qacaran çend caran êrîşî ser desthilatdariya Ceco Xan kirin, lê hertim ew rastî şikestan dihatin. Ceco Xan bibû xewnek bo dujminan; Ûrisan bo binçavkirina Ceco Xan xelat diyarî kirin.
Hêzên Ceco Xan roj bi rojê bihêztir dibûn û hêzên partîzan û şervan di çiya û deşt, gund û bajarên devera Xorasanê de berbilav bibûn. Xelkê wan deveran bi hebûna hêzên Ceco Xan razî bûn û roj bo rojê xortên nîştimanperwer tevlî hêzên Ceco dibûn ku bikarin berevaniyê li ax û namûsa netewa xwe bikin. Ûrisan û Qacaran xwe bihêztir kirin û dîsan êrîşî ser hêzên Ceco Xan kirin.
Wê carê şerek mezin di deverên Deregezê de qewimî, şerek ku hin çavkanî dibêjin sê mehan pê çû. Ceco Xan ê qehreman ji bo ku bikare xelkê wê deverê jiyaneke xweş û azad hebin ya ku hewce ba dikir û li dijî dagîrkeran disekinî.
Di wî şerî de gelek hêzên Ceco Xan ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hatin kuştin û Ceco Xan li gel hêzên xwe ketinedorpêça Ûrisan û ti rêyek nemabû ku xwe û xelkê xwe jê rizgar bike. Di encamê de û di nav şer de dema ku Ceco Xan di nav gundekî de mijûlê şer bû, lingê hespê wî dikeve nava qûbiya heriyê û Ceco Xan bi gulleya hêzên dagîrker ve tê şehîd kirin.
Ceco Xan di sala 1911an de ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hate şehîd kirin. Hin çavkaniyên dîrokî dibêjin, Ûrisan termê Ceco Xan di Qoçanê de pir kirin ji berf û bûz û ber bi Moskowê ve birin da ku Tizarê Ûrisan wî rêberê Kurd bibîne. Hin çavkanî jî dibêjin, Tizarê Ûrisan serê Ceco Xan dibe û di kiloxê serê Ceco Xan de şerabê vedixwe.
Ceco Xan li gel malbata xwe û xelkê Kurd ên devera Xorasanê, bi salan di nav sir û seqem, baran û sir, deşt û neval û çiyayên Xorasanê de bi rijîndina xwîna hezaran xortên Kurd li hember dagîrkeran sekinîn û xebat kirin. Îro jî navê wan navdaran di devera Xorasan û Kurdistanê de hertimî li ser zarê Kurdan e û ti carî wan ji bîr nakin. Niha di Xorasanê de gelek awaz û stran û helbest li ser Ceco Xan û qehremanetiya wî hatine afirandin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览268
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-01-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 26-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 呼罗珊
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):03-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览268
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 03-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,041
图片 106,465
书籍 19,317
相关文件 97,299
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!