图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,780
图片 106,247
书籍 19,332
相关文件 97,259
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê) (3)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê) (3)

Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê) (3)
Kurdên Azirbêcanê (Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê) (3)
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#

Ev pirtûka, ku em raberî we dikin, berhema xebata êkspêdîsyona taybetî ye li navçeyên berê yên devera Kurdistanê ya li Azirbêcanê (navçeyên Laçînê û Kelbecarê) û herêma Naxçiwanê, ku wek komarên otonom di nav KSS Azirbêcanê da nin. Ew êkspêdîsyon havîna sala 1931ê ji alîyê Komîsarîyata Perwerdeya Gelî ya Azirbêcanê (perça zanyarî) û Înstîtûta Azirbêcanê ya Zanyarî-Lêkolînê da (perça Rohilatê) hatibû teşkîlkirinê bona lêkolînê bikin, çika di nav kurdên Azirbêcanê da karê pêşxistin û belakirina çanda wan di çi rewşê da ne û çawa pêşda diçe.
Di nav pirsên, ku êkspêdîsyon gerekê li ser bisekinîya, yên here giring ew bûn, ku bi taybetîyên zimanê kurdên Azirbêcanê û komara otonom ya Naxçiwanê, mînanîhevbûn û cudatîyên zimanê kurdên Azirbêcanê û yên Ermenîstanê ra (piranîya wan êzîdî ne, lê nizanî ji bo çi heta niha jî di dokûmêntên fermî, salixên statîstîkîyê û yên mayîn da ew wek miletekî cihê têne nîşandanê) bibine nas, ji bo ku bikaribin li ser zimanê kurdî lêkolîna bikin û gorî wê jî pirtûkên dersa, berevokên zanyarî û yên mayîn bal xwe biweşînin.
Pirsgirêkeke êkspêdîsyonê jî ew bû, ku di karê vekirina dibistanên kurdî, kûrsên hilanîna nexwendîtîyê di nav kurda da û bi wan pirsa va girêdayî wan biryara pêk bînin, ku Şêwrdarîya miletên kêmjimar yên Azirbêcanê destnîşan kirine, ya ku di meha hezîranê sala 1931ê li Bekûyê hate derbazkirinê.
Bi tevayî êkspêdîsyonê pirsên dabûne pêş xwe, pêk anîn. Di vî alî da, wek ku di biryara civîna Komîsarîyata perwerdeya gelî ya 20ê îlonê sala 1931ê da tê gotinê, êkspêdîsyon di xebata xwe da bi ser ket.
Lê bi vê xebata bingehîn ra tevayî, tevbûyên êkspêdîsyonê çend tiştên bi armanca sereke ra girêdayî jî ber çevê xwe ra derbaz kirin, wek: karê pêşxistina xwendin û çanda kurda di şertên jîyana eşîrîyê da, erf-edetên usa da, ku ne hinkûfî cûrê jîyana sosîyalîstîyê ne.
Demkurtîya êkspêdîsyonê (ji 2ê tebaxê heta 8ê îlonê sala 1931ê), gund û navçeyên kurda yên ji hev gelekî dûr, zehmetîyên bi çûyîna bal wan va girêdayî (xwesma li navça Kelbecarê), li ser riya bêqusûr pêkanîna daxazên me dibûne asteng. Ji me ra li hev nehat karê xwe usa biserxînin, wek ku ew yek serokatîya Partîya Komûnîstîyê danîbû pêşîya xwe bona bi her alî pêşdabirina çanda navçeyên gelên kêmjimar yên Yekîtîya Sovyêt, ku berê kolonîyayên Rûsîya Qeyserîyê bûn, lê dû ra jî ketine bin destê hukumeta mûsafeta ya bûrjûazîyê-milkedarîyê da.
Kar û barên, ku me di dema êkspêdîsyonê kirîye, bona pêkanîna wê xebata mezin û dijwar têr nake. Û ew salixên ku em raberî we dikin, xwesma yên bi hesab û jimara va girêdayî, ji bo demên êkspêdîsyonê ne (tebax-îlona sala 1931ê) û rewşa wan navça ya îroyîn tam naynine ber çeva.
Lê gerekê bê destnîşankirin, ku xebateke awa barekî giran e û tenê kolêktîveke ji pêşekzan-têorêtîka, xwesma jî aborîzan-agrarzana, dikaribû di vî karî da bi ser keta.
Em bêjin, ku di nav endamên êkspêdîsyona me da tu aborîzanek tunebû.
Ev hemû nikaribû tesîra xwe li ser xebata me nekira.
Lê bi kêmanî, berraberdan û dibe şaşîyan ra tevayî jî me hewce dît vê xebata xwe çap bikin.
Û em gerekê ewê yekê hema niha bikin, ji ber ku nivîsên derheqa kurdên Azirbêcanê da yên di dema Sovêtîyê da derketî (ya dawî, sala 1929a), û nivîseke usa li ser rûpelên prêssa Pişkavkazê jî heye (rojnama Zarya Vostoka), ji rastîyê gelekî dûr in.
Di dawîyê ez, wek serokê êkspêdîsyonê, dixwezim sipasîya xwe ji hemû endam û tevgelên êkspêdîsyonê - Î.Morogûlov (kurdzan), ku me ew ji Ermenîstanê dewat kiribû bona tevî xebata êkspêdîsyona me bibe, Samed Şahsûwerovê kurd (mamostayê berê yê dibistana gundê Mînkendê, navça Laçînê, lê niha li Moskvayê dixûne), Îdrîs Hesenov (zimanzan, tirkzan, Bekû) û A.Alêkpêrov (êtnograf, Bekû) ra bêjim.
Ji navê êkspêdîsyonê razîbûna xwe didime rêxistinên partîyê û sovêtîyê yên navçeyên Laçînê û Kelbecarê, û herweha Komîtêya Şêwra Gelî ya komara otonom ya Naxçiwanê û Komîtêya herêmê ya PK Azirbêcanê, yên ku bi her awayî alî serketina xebata êkspêdîsyonê kirin.
Razîbûneke taybetî didime Komîtêya Perwerdeya Gelî ya Ermenîstanê û rêdaksyona rojnama Rya teze, ku piştgirîya me kirin. Di dema seredana me ya demkurt li Êrîvanê (Yêrêvan, Rewan.- NW) karmendên Komîtêya Perwerdeya Gelî ya KSS Ermenîstanê, ronakbîrên kurd derheqa wê xebata xwe ya mezin da ji me ra gotin, ku wana di alîyê xebata çandî di nav kurdên Ermenîstanê da kirine û ev komara biratîyê - Komara Sovyêtî ya Sosîyalîstîyê ya Ermenîstanê - heta niha jî ew karê pîroz berdewam dike.
A.Bûkşpan.
Kurdên Azirbêcanê
(Laçîn, Kêlbecar, herêma Naxçiwanê).

Casûsekî împêrîyalîzma Îngilîs yê herî bi nav û deng E.B.Soane, ku qala rasthatina xwe ya pêşin bi kurdên Kurdistana Tirkîyê ra dike, dinivîse: Ew miletekî mezin û kubar e, ku li ser axên çiyayî yên Tirkîyê û Farizistanê (weke 125 hezar kîlomêtrên çargoşe) dijî. Rast e, warên jîyînê yên eşîrên kurda serhevdu riya 14 rojan ji Londonê dûr in, lê kurd yek ji wan miletên Rohilata Navîn e, ku ji hemîyan kêmtir lêkolîn ser wan hatîye kirinê.
Lê ev ewqasî jî ne rast e. Çend nivîsên bûrjûazîyê yên derheqa kurdên Tirkîyê û Farizistanê da hene. Û di nav wan da nivîsên bi zimanê îngilîsî jî cîyê yekemîn digrin. Em bêjin, ku Soane bi xwe bi kêmanî 10 berhemên derheqa kurda da nivîsîne (ew yek di wê bîblîografîyê da heye, ku di berhema wî ya dawî da çap bûye). Berhemên Rîç (Narrative of a Residence in Koordistan, sala 1736a), Frêzêr (Travels in Koordistan, sala 1840î) û yên mayîn heta niha jî kemala xwe unda ne kirine.
Lê pirtûka Soane To Mesopotamia and Kurdistan in disguise du cara hatîye weşandinê û di pêşgotina çapa duda da, ku salka 1926a ronahî dîtîye, bi taybetî tê destnîşankirinê, ku fikrên Soane, ku ewî di salên 1908-1909a da gotine, hemî jî rast derketin û di wî alî da xebatên wî bi ser ketine. Emê hela vegerine li ser wê pêşgotinê. Em tenê bêjin, ku fikra Soane derheqa wê yekê da, ku li ser kurda kêm lêkolîn hatine kirinê, derheqa me da ne, û di wî alî da bin destê me da pir kêm nivîs hene ne tenê derheqa kurdên welatên dereke da, lê herweha li ser kurdên Pişkavkazê jî, û berî gişkî jî wê navça Azirbêcanê, ku heta sala 1929a bi fermî dihate binavkirinê wek Kurdistan.
Em nikarin wê yekê bêjin, ku edebîyata rûsa ya berî şoreşa Oktobir, xwesma jî nivîsên zabita, bi berhemên derheqa kurdên welatên dereke, xwesma jî yên Pişkavkazê va, dewlemend in. Berhemên Avêryanov, Karsêv, Mînorskî, gotarên N.Y.Marr, Trotêr, pirtûka Yêgîyazarov derheqa kurdên Êrîvanê da, hinek malûmatî û bîranînên derheqa kurda da, ku di nivîsên komîsyona arkêologîyê ya Kavkazê û nivîsên karmendên Qeyserîyê derheqa zevtkirina Kavkazê da hene - a evana hema bêje ew hemû nivîs in, ku bi zimanê rûsî derheqa kurda da hatine weşandinê(1).
Em wê jî bêjin, ku di van berheman da, ku emê li jêr bi hûrgilî qala wan bikin, derheqa kurdên Azirbêcanê da hema bêje tu tişt tune.
Di edebîyata piştî Oktobirê da derheqa kurdên Azirbêcanê da ji wê jî kêmtir tişt hene. Xênji du kitêbokên Sîsoev û Çûrsîn yên derheqa êtnografîya (miletzanî) kurdên Azirbêcanê da, ku piranî dubarekirinên xudannivîsên berî şoreşê ne û di bingeha wan da sohbetên bi Samed Şahsûvarov ra nin (mamostayê dibistana gundê Mînkendê, navça Laçînê), tu tişt tune.
Haya me ji hesabdayîna profêsor V.A.Gûrko-Kryajîn derheqa êkspêdîsyona li Kurdistanê da heye, ku di havîna sala 1929a hatîye derbazkirinê. Lê ew nehatîye weşandin; mixabin, ew bin destê me da tune. Lê nivîsa Mamet derheqa wê êkspêdîsyonê da (kovara Îstorîk-Marksîst, cild XVII, sal 1930, rûpel 81-83) û herweha du nivîsên V.A.Gûrko-Kryajîn yên derheqa ewê êkspêdîsyonê da, ku ewî wek înformasyon di rojnama Zarya Vostoka da çap kirine (16ê tebaxê sala 1929a, hejmar 186/2154 û 18ê tebaxê, hejmar 188/2156) me tînine ser wê bawerîyê, ku di fikrên V.A.Gûrko-Kryajîn da gelek şaşîyên sîyasî yên mezin hene, ew fikir dijî prînsîpên Marksîstîyê û Lênînîyê ne, di bingeha wan da îzbatîyên bê bingeh hene, ku ewî di dema êkspêdîsyonê da berev kirine.
A ev e ew hemû berhem, ku di bin destê êkspêdîsyona Komîtêya Azirbêcanê ya Perwerdeya Gelî û Înstîtûta Zanyarî-Lêkolînê ya Azirbêcanê da heye, ku ev rêxistin bi xwe 2ê tebaxê sala 1931ê ew şandibû bona lêkolîna wan pirsa, ku bi pêşdabirina çanda kurda va girêdayî bûn.
Kurdistana Azirbêcanê diha nêzîkî paytextê KSS Azirbêcanê ye, ne ku London, ji Bekûyê heta Laçînê (navbenda Kurdistanê) riya ji rojekê jî kêmtir e.
Êkspêdîsyon 2ê tebaxê şev ji Bekûyê derket û rojtira dinê, 3ê tebaxê sala 1931ê êvarê, îdî li Laçînê bû.
(1) Bîblîografîya bi hûrgilî derheqa kurda da di gotara V.Mînorskî da heye, ku li Ensyklopaedie des islam. Lieferung 36, sal 1928a, rûpel 1217-1240 da çap bûye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览287
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 25-12-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 28-10-2023 (1 年份的)
Original Language: 俄罗斯
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 翻译
普罗旺斯: No specified T4 988
普罗旺斯: Azerbaijan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 25-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-12-2023
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):20-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览287
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,780
图片 106,247
书籍 19,332
相关文件 97,259
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!