图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 105,898
书籍 19,376
相关文件 97,467
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Semyanî Perîzade

Semyanî Perîzade
=KTML_Bold=Hunermendên kurd çima dev ji kurdî berdidin?=KTML_End=
=KTML_Underline=Înan Eroglu=KTML_End=

#Semyanî Perîzade# jî dev ji kurdî berda. Stranbêj û lîstikvan Perîzade berî çend rojan di twîteke xwe de diyar kir ku ew êdî “tirkeke esilkurd” e û got “êdî yek hevokê jî bi kurdî nanivîsim, hûn heq nakin.” Xuya ye gelekî aciz bûye ji kurdan ji ber ku bi gotina wê, kurd wekî “bêjiyekê” pê re tevgeriyane, aciz bûye ku ji ber kurdî hem hejartir bûye hem jî ji her aliyî de hatiye biçûkxistin. Aşkere ye ku sebr û deyaxa wê nemaye li tevgerên hin kurdan li hemberî wê an na çima kurdek ewqasî bi qutebirî xwe ji kurdî û kurdbûnê dûr bixe?
Berî vê hunermenda operayê #Pervin Çakar# jî dev ji #muzîka kurdî# berdabû bi sebebên ku muzîka wê nayê guhdarîkirin, piştgiriyeke baş bo wê nîne û muzîka wê lazim e bi piştgiriya dewletê be. Devjêberdana ji kurdî, nexasim di qada muzîkê de, meseleyeke dûredirêj e. Ewqasî dûredirêj e ku mirov dikare gelek navan bihejmêre. (Ecêbiyek: Tevî ku herî pir qada muzîkê dikare xwe bigihîne civaka me ji ber ku hema hema her kes dikare guhdarî bike lê her kes nikare bixwîne / naxwîne, lê dîsa jî herî pir gazin ji hunermendên vê qadê tên û berê xwe ji kurdî didin alî.)
Wisa xuya ye ku ev yek êdî bûye xulqekî giştî yê civaka me, ji ber ku di her israr û parastina kurdî de jî ev xeyd û gazin car caran xwe dide der, çi aşkere çi veşartî (ku her tim ne ji bo ziman be jî). Lê hin kes tevî gazinên xwe jî di vî zimanî de bi karê xwe berdewam dibin, û yên dî jî bi temamî rûyê xwe jê badidin (Rojhan Beken hat bîra min, ez bi xwe heyranê muzîka wî bûm, dev ji her tiştê kurdî berda, vê dawiyê derket ku li çalakiyekê marşeke tirkan distrê). Hewl didim vê rewşê fam bikim û dipirsim çima wisa ye? Çima hemû aciziyên ji ber hin sedemên cuda yên ji kes, kom, rêxistin an partiyeke kurdan dike ku hunermend berê xwe ji kurdî veguhêzin? Tevî ku mesele bêtir girêdayî mirovan û sazûmanekê ye, reaksiyon berê xwe dide ziman. Mihtemelen wisa difikirin kesên ku dev jê berdidin: kurdî kurd in. Her tiştê aîdî zimanî ew axêverên wî zimanî tîne bîra wan. Ewên ku wan aciz dikin, dev diavêjin wan, qîmetê nadin wan, nikarin debara wan xweş bikin an jî wan biçûk dixin. Ew kes an jî kom êdî ne tenê kes û komek e, lê dibin civakek, neteweyek di nezera wan de. Ev yek jî gelek caran rê li ber vedike ku hunermend bifikirin neteweya wan bi tevahî li dijî wan e. Ev fikir jî êdî berê xwe dide nefretek û sizakirinekê: Ez ji te (we) jî nefret dikim û ji zimanê te (xwe) jî, û we herduyan jî red dikim (û rabirdûya xwe jî). Redkirin pakbûn, kurdbûn bela ye ji bo wan.
Ev acizî/nefret carna ji ber qedirnedayîn û berawirdkirinê ye (“giyayê hewşê tehl e”), carna ji ber pêkutiyên li ser nasnameyên zayendî û civakî ye (ku Perîzade ji ber LGBTI+bûn û jiyana xwe ya taybet rastî devaêtin û heqaretan tê ku cihê şermezariyê ye), carna ji ber hesta xwedîderneketinê ye (“kurd li hunermendên xwe xwedî dernakevin, ma miletên din wisa ne?”), carna ji ber wê ye ku her tiştî wekî xizmetekê ji bo kurdî dibînin (afirandineke herî şexsî jî caran wisa tê dîtin)… û gelek “carna”yên din.
Behsa zehmetî û berdêlekê tê kirin: Min ewqasî kar kir ji bo kurdan.. min dev ji zimanên din berda û hatim nav vî zimanî… hemû tehba min ji bo vê bû?.. min karekî din bikira niha ne di vî halî de bûm… li mala xwe jî rûmetê nabînim… Mesele ev e: Gazindekar kurdî wekî malekê, stargehekê dibînin. Ji ber ku bi zimanê vê malê diaxivin, hildiberînin, di hember vî karî de li bendê ne ku ev mal jî wan xwedî bike, bistirîne, qedrê wan bigire, têr bike, pişta wan bigire. Ji ber ku bi vê niyetê hemû karên xwe dikin, gava ku nagihîjin daxwaza xwe hêdî hêdî jê qut dibin û her tevgereke şexsî ya kesên vê malê yên li dijî wan jî dike ku dilê wan ji vê malê sar bibe û berê xwe bidin maleke din (em dikarin vê formulê li hemû qadên cudatir tetbîq bikin, nivîsîna li Botan Timesê jî tê de). Erê, kurdî malek e. Lê maleke hilweşiyayî.
Lê ku maleke saxlem bûya? Tiştek nediguherî. Ji ber ku hunermendên malên (miletên) biyanî jî gelek caran ji van rewşan mizdarib in (lê berevajî me, gelek hunermendên derveyî vê rewşê jî li nav wan peyda dibin). Lê çi bigire wekî civak em bi derengî an jî qet veneqetiyan ji mala xwe, em bi hev girêdayî bûn. Nan û ava me her ji wir bû. Herhal ji vê ye ku em tim bi bendewariyekê ne li hember mala xwe. Em dixwazin ew me rizgar bike, ne ku em wê ji nû ve lê bikin. Û ne ew dikare me rizgar bike, ne jî em dikarin wê li ser pêyan bihêlin.
Ji ber van rewşan mayîna li vê malê ji bo gazindekar û berendamên wê piştî demekê pîrozweriyekê li wan zêde dike, herweha minet û jixwerazîbûneke bêbingeh jî. Mimkin e meriv bibihîze vê gazina veşartî ku ji kûrahiya dil û bi dilşewatiyekê tê kirin: Eger min karê xwe bi kurdî nekira û bi zimanekî din bikira niha bêhtir dihatim guhdarîkirin/xwendin/temaşekirin, populer bûbûm, qedrê min dihat zanîn, lê belê bes tevî her tiştî û zehmetiyan jî, min kurdî tercîh kir û li vî zimanî mam. Mixabin tenê bersivek ji bo vê gazinê heye: Hê jî ne dereng e, kerem ke.
Kurdî gelek caran zimanekî emanet e. Heta demekê pê tê mijûlkirin, dawiyê li quncikekê tê danîn: Wezîfe temam e. Min karê xwe kir, kes nikare bêje te ji bo kurdî tiştek nekir, çima dev jê berdidî û diçî zimanekî din. Wa ye min stranek çêkir, kitêbek nivîsî, fîlmek kêşa. Ma ne bes e? Êdî dora we. Û fotograf: Xatirxwestinek ji kurdî. Bye. Lehengê me diçe û hew tê. Bye bye.
Û ev jî heye: Dixeyide, diçe. Aş dibe, tê. Dixeyide, dîsa diçe. Ji bo ku bêje min ev ziman ti carî ji bîr nekir, aş dibe dîsa tê. Ev ziman xwe parçe jî bike, dîsa di ber dilê wî nayê. Dîsa diçe. Wekî bikarhênerên ku her ji sê rojan carekê hesabên xwe yên medyaya sosyal digirin, lê çavekî wan tim lê ye ka li vê meydanê çi diqewime. Rênas Jiyan bûya, dê bigota: Ne sûcê we ye hebhinarkno, ev mîrata zimên (tewanga navxweyî!) li me nehat.
Helbet heqê her kesî heye ji kurdî jî, ji kurdan jî aciz bibe, bixeyide, lê bi min ecêb tê ku ev yek ewqasî zêde ye. An jî wekî rêje aciziya ji kurdî ji aciziya ji zimanekî din bêhesab zêdetir e. Em vê aciziyê ji bo tirkî nabînin sermeselê, tevî hemû zext û pêkutiyên tirkan li ser me jî, meselen em dev ji tirkî bernadin û nabêjin êdî em vî zimanî bi kar nayinin, hûn me heq nakin filan. Çimkî hingê ti sûcê zimanan nîne, her zimanek dinyayek e, her zimanek pencereyek e û her zimanek, wekî din?
Wekî din tirkî zimanê bazarê ye, zimanê debarê. Zimanên din jî wisa. Lê #Zimanê kurdî# wisa ye? Ji ber ku ne wisa ye hunermend pir bi rehetî dikarin dev jê berdin û her acizkirineke li wan, bîne bîra wan ku ti tiştî ji vî zimanî qezenc nakin û tew bi ser de pê feqîrtir dibin. Herçiqas devjêberdana hunermendên navhatî di vê nivîsarê de cuda xuya bike jî esasen xwe dispêre heman sedema serekî: kurdî ji ber ku ne zimanê wan ê debarê ye û nikare wan xwedî bike, her aciziyek hêdî hêdî rê li ber vegotineke minet û fedakariyê vedike heta ku êdî bi temamî jê dikerixin: ez ji bo we dixebitim, tew bi ser de hûn ji min ne razî ne? Hingê Çakar dê behsa “piştgiriya dewletê” bike, Perîzade dê bibêje bi kurdî “feqîrtir bûm”. Eger kurdî zimanê wan ê debarê bûya û pê dewlemend bibûna, û hunermendên din jî wisa, tevî hemû aciziyan jî, gelo zêde îhtimal tê de heye ku wan dîsa dev ji kurdî berdaya? Ji min re îhtimaleke dûr xuya ye. Û ma jixwe kî dikare zû bi zû dev ji debara xwe berde?
Em vê jî li ber çavan bigirin bi lêgerîneke biçûk li ser youtubeê: Muzîkên kurdî yên Çakar ji muzîkên wê yên bi zimanên din gelek gelekî zêdetir hatine guhdarîkirin, “Alo”ya kurdî ya Perîzade ji “I am Fire”a wê ya îngilizî bêhesab zêdetir bal kişandiye. Her çiqas dê ne rast be ku hunera wan piştguh bikim û bibêjim bi saya kurdî ewqasî hatine guhdarîkirin, dê ne rast be ku em avantajên kurdî jî piştguh bikin û vê rewşê tenê bi hunerê ve girê bidin. Tevî vê rewşê jî hunermend çima dev ji kurdî berdidin? Sedema serekî li vê derê dîsa derdikeve pêş me: Populerbûna di kurdî de nayê wê maneyê ku mirov bikare pê debara xwe bike û jiyaneke xweş bidomîne.
***
Devjêberderên kurdî esasen dixwazin vê ji me re bibêjin: Ez ne bi we re me, dev ji min berdin. Ceza! Bicehimin. Qîmet! Teq. Lê ji bîr dikin ku em devjêbernederên kurdî jî qet ne bi xwe re ne, û herhal nizanin ku kêf kêfa me ye. Hobiya me ya ku ji bav û kalan maye, bêhntengkirin e. Çi xweş!
Em rewşa kurdî ji bîr dikin, şert û mercên wê jî. Bendewariya zêde têkçûn e. Ev di her qadê de, formuleke besît e. Ev bendewariya ku hin bi hin mirovan ji nava dilê wan zeft dike, dihelîne, ji nav dibe. Ji afirîneriyê dûr dixe, sar dike û wê ditefîne. Bendewariya zêde konsantrasyonê jî dikuje, motîvasyonê jî. Her tim li pey tiştekî yî, dû re li pey zêdetir tiştan. (Paragrafa ku ji ber şibiyaye şîretên kişisel gelişimciyan, dixwaze xwe îmha bike.)
Ez dibêm qey kêf kêfa wan kesan e ku hesabê tiştekî nakin û li karê xwe hûr dibin, ne li hêviya ti tiştî ne. Feyzê didin vî bendeyê ku pismamê Eliyê Xemxwir e. Û dikarin bidin berendamên devjêberderên kurdî jî. Miqayesekirina navxweyî jî dikare carina me motîve bike. Bo nimûne hunermendek dikare xwe bide ber nivîskaran. Dikare bêje nivîskarek gelek caran sed xwendevanên wî jî tune ne ku kitêbên wî bixwînin, lê yê min qet nebe çend hezar kes li min guhdarî dikin, û bi vê yekê kêfa xwe bine. Şexsen ez dê bextewer bibim bi vê miqayeseyê ku hunermend li nav kurdî bimînin. Lê çi mixabin kesekî ku çavê wî tim li derve be, ew mêvan e![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览471
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojevakurd.com/ - 13-12-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 16-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览471
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 14-12-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,775
图片 105,898
书籍 19,376
相关文件 97,467
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!