图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,738
图片 105,893
书籍 19,374
相关文件 97,463
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Reşîdê Kurd: Paşê bila mirin were
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Reşîdê Kurd

Reşîdê Kurd
=KTML_Bold=#Reşîdê Kurd# : Paşê bila mirin were=KTML_End=
Rohat Bulut

Di dîrokê de gel û neteweyên bindest her tim bi zordarî, tunekirin, pişaftin û gelek rê û rêbazên cuda yên hêz û desthilatan ve rûbirû mane. Di rewşên wiha de rista rewşenbîran diyarker e. Gel û neteweyên bindest ên di bin nîrê dewlet û desthilatan de heke ne xwedî pêşeng, rêber û rewşenbîran bin bi çarenûseke xirab re rûbirû dimînin. Dema em li dîroka gelê kurd dinêrin jî em vê yekê dibînin. Bi hezaran sal in ku her tim desthilatdaran xwestine gelê kurd tune bikin. Ji bo wê jî polîtîkayên taybet bi pêş xistin e. Lê li pêşberî van hewldanan rêber û pêşengê gel rêyeke rizgariyê peyda kirin e. Bi taybetî jî rewşenbîrên kurd li dijî pişaftinê kedeke bi qîmet dane. Ev yek ji dîrokê heta roja me ya îro wiha hatiye. Bi sedan rewşenbîrên kurd ji bo civaka xwe ked dane û xebat meşandine. Ji xwe rista rewşenbîriyê jî ev e. Ji bo pêşketina#zimanê kurdî# û wêjeya kurdî jî gelek ked hatiye dayîn. Dema em li dîrokê dinêrin û vedigerin li roja xwe ya îro dinêrên em baş dibînin ku ji bo zimanê kurdî çiqas ked hatiye dayîn. Gelek navdarên kurd ên ku ji bo zimanê kurdî xebat kirine hene. Yek ji wan jî Reşîdê Kurd e.
Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê yê Dêrika Mêrdînê ji dayik dibe. Ew xwendina xwe li Dêrikê û pişt re jî li Konyayê temam dike. Wekî her kurdekî welatperwer ji bo nasname, çand û zimanê xwe dixebite. Lê dewleta tirk gelê kurd wekî netew nabîne û nas nake. Dewlet xebatên ji bo ziman û nasnemeya kurdî jî li hemberî xwe wekî talûke dibûne û di wan salan de jî nijadperstiyeke dijwar dimeşîn e. Reşîdê Kurd di sala 1930’î de xwendina mamostetiyê diqedîn e. Lê ji ber kurdewariya xwe tê zindankirin. Reşîdê Kurd xew ji zindanê rizgar dike û di sala 1940’yî de derbasî Sûriyeyê dibe û piştî demekê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê bi cih dibe. Reşîdê Kurd bi salan ji bo zimanê kurdî xebat meşandiye û ked daye. Ligel xebata rêzimanî ji bo wêjeya kurdî jî ked dide û dibe helbestvanekî kurd. Lê ew bêhtir bi xebatên xwe yên rêzimanî li ser zimanê kurdî tê nasîn. Reşîdê Kurd bi kesayetên wekî Cigerxwîn, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan, Osman Sebrî û hwd. re hevaltiyê dike û li ser ziman û wêjeya kurdî dan û stendinê pêş dixe.
Reşîdê Kurd wekî her kurdewarekî/ê li xwe û nasnameya xwe xwedî derdikeve. Di nav siyasetê de cih digire, zor û zehmetiyan dibîne, zindan û sirgûnkirin dibe para wî jî. Di sala 1949’an de bi nexweşiya kezebê dikeve û nexweşiya wî her ku diçe lê giran dibe. Her tim xwestiye ku li Kurdistaneke azad bijî. Armanca wî rojekê vegere Dêrika Çiyayê Mazî axa ku jê ji dayik bûye. Lê ew mîrateya nexweşiyê rê nade û roj bi roj lê giran dibe.
Reşîdê Kurd beriya ku jiyana xwe ji dest bide dibêje: “Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were” Ev gotinên Reşîdê Kurd ên ji beriya mirina xwe kirine, ne ji rêzê ne. Lewre armanca wî azadiya ziman û gelê kurd bû ligel Kurdistaneke azad. Ji ber wê bû ku digot; ‘pir kar û barên min hene.’ Ev jî dide xuyakirin ku bê çiqasî bi xebatên kurdewarî girêdayî ye. Lê nekarî xaka xwe ya qedîm vegere û di 20’ê çileya sala 1968’an de çû ber dilovaniya Xwedê.
Reşîdê Kurd ji bo rêzimana kurdî gelek xebatan kir, wêjevan û helbestvanekî hêja bû. Di helbestên xwe de, taybetmendiyên dengê bireseran baş li hev aniye û bi hestiyariyeke nû aniye helbesta kurdî. Reşîdê Kurd zêdetir bi pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Ez” tê nasîn. Yek ji helbestên wî ku navê wê li pirtûkê jî hatiye kirin ‘EZ’ e.
EZ
Bextiyarim, bextiyarim
Çunkî ez proleter im
Peyakî bênav û nîşan im
Ji wê ordiya canbêzar im
Di meydan azadî de
Rapêçayî, her li kar im
Heya sax bim ez giranbar im
Ji xweşiya jînê loma
Destşûştî, bêpişk û par im
Serxweş nabim bi şabaşan
Pesinkaran re neyar im
Ser danîn im ji pûta re
Pûtşikênkî çi dijwar im.
Dema mirov li hestên Reşîdê Kurd dinêre yên ku di helbestên xwe de anîne ziman, mirov dibîne ku çiqasî ji hestên her kurdewarekî/ê dibe tercûman. Vegotina hestan nehêsan e. Di dilê her kurdewarekî/ê ev hestên bilind dibe ku hebin lê bi lêvkirina van hestan hunereke mezin dixwaze.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览332
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 22-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览332
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,738
图片 105,893
书籍 19,374
相关文件 97,463
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!