图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di dîrok û baweriya kurdan de mar
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di dîrok û baweriya kurdan de mar

Di dîrok û baweriya kurdan de mar
=KTML_Bold=Di dîrok û baweriya kurdan de mar=KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

Di çanda kurdî de gelek sembol, pîrozwerî û raman hene ku ji Zagros, Toros û#Mezopotamya# ya kevin re ji kurdan re man e. Ya rast em dikarin bibêjin dîroka zêdetirî 12 hezar salan li ser vê axê bûye amêta wê mîras, arkeolojî, mîtolojî, çand, dîrok, çîrok, ziman, erdnîgarî, bawerî û fikrên ku niha bi hemûyan re bûye kurd û wek ax jî Kurdistan. Mar yek ji wan sembol, taybetmendî û efsaneya kurdî ye ku roleke mezin dibîne di mîtolojî, çand û #zimanê kurdî# de. Mar ajaleke xişok e û goştxwar e. 20 cureyên #mar# hene ku paj dibin ser 500 rêgez û 2400 curên maran.
=KTML_Bold=Di jiyariya sumeriyan de mar=KTML_End=
Em wek kurd ji bo etîmolojî û çavkaniyên gelek mijaran di her warî de gerek destpêkê berê xwe bidin sumeriyan ku hem çavkaniya me ye hem a cîhanê ye jî. Mijara mar û rol û girîngiya wê di sumeriyan de dikare her mijar ji me re zelal bike û em nekevin şaşiyên heyî. Mar di hedema sumeriyan de sembol bûye, sembola hêz, saxî, cavîdanî ango nemirî bûye. Heke em berê xwe bidin dastana Gilgamêş em ê vê yekê baştir fêm bikin. Dema #Gilgamêş# giyayê nemiriyê bidest dixe û diçe ber kaniyekê û marek tê û vê giyayê dibe û dixwe, ango mar karî vê giyayê bixwe û nemiriyê bidest bixe. Helbet şaristanî û dajistaniya Misrê jî ku hemzemen bûye ligel sumeriyan, em dibînin heman sembol bi heman wate û rola xwe di nav mistiyan de jî heye, kesên key û keyanan kumên xwe dikirin şêwaza marê wek ku sembola hêz, saxî û nemiriyê. Lewre di welatê Misrê de baweriya nemiriyê hebûye ji bo Fîravûn û xwedavendên wan. Bêguman di sumeriyan de jî pey heman mijara nemiriyê ketine weke ku em di Gilgamêşê de bi aşkera vê yekê dibînin.
=KTML_Bold=Di baweriya mîtrayiyê de mar=KTML_End=
Di avabûna yekemîn de bîr û bawerî, felsefe û nemişta welatê rojê anku welatê kurdan de û beşeke cîhanê jî, dînê mêhr, mêhra yan jî mîtrayî yê. Mar bi heman sembol û rola xwe di dînê mîtrayiyê de weke yek ji heft pîrozweriyên wê cih girt, weke ku di pirtûka “Yelda”yê de ev mijar bi awayeke hûr û kodî hatiye amaje dan ku di fikr, bawerî û rêbaza mîtrayiyê de Mar dîsan sembola sax û cavîdanî û nemiriyê bûye. Mar her sal kaj li ber xwe diavêje û xwe nû dike.
Piştî belavbûna dînê mîtrayiyê di hemû Kurdistana mezin û Mezopotamya û beşeke Ewropayê de jî, weke hemû nemişt û pîrozweriyên wê, mar jî bû beşek ji bîr û baweriyê û bi gelek cur û awayan hatiye vegotin. Piştre bi taybetî piştî ketina Împaratoriya Kurd-Medyayê û dajgeriya farsan, dîn û bîrûbaweriya mîtrayiyê li her deverekê bi awayekê hin cuda hat peyrewkirin. Sê dînên ku niha paşmayiyên mîtrayî ne û weke dînên serbixwe jî xwe xuya dikin “yarsanî, zerdeştî, êzîdî” ne ku di bingeh de her sê jî vedigerin mîtrayiyê. Weke ku em dibînin di dînê êzîdî de mar dîsa bi heman rol û hêza xwe cih girtiye. Li Laleşê ku navenda dînê êzîdî ye, li ser deriyê wê wêneyê marê reş bi heman pîrozwerî û wateya xwe maye. Di mîtolojiya êzîdiyê de tê gotin ku keştiya Cemşîd an jî Nûh li kêleka çiyayê Şengalê de derbas dibe û kêleka wê bi çiyayî dikeve û kûn dibe, marek xwe dide ber kûnî ji bo ku av nekeve nava keştiyê û keştî nûgûn nebe. Her wiha yek ji kesayetiyên navdar ê êzîdiyan “Şeyx Mend” hebûye ku wî peywendiyeke xurt bi mar re hebûye û heta tê gotin ku wî kariye xwe biguhere mar û reşmar jî, heta niha jî neviyên wî bi mar re hevbazî û dost in. Helbet wek ku çand jî di nav kurdan de ji sumeriyan re heta îro mar hêmaya saxî, hêzmendî û paqijiyê bûye, gelek çîrok û serpêhatî û vegotinê jî hene li ser rola marê di warê paqijî û tenduristiyê de. Lê nabe em vê yekê jî ji bîr bikin ku berî hezaran sal û bi taybet di zimanê kurdî-pehlewanî de mar ji warê bîr û bawerî, pîrozwerî û çandî ve kete warê zimên jî.
=KTML_Bold=Di zimanê kurdî de mar=KTML_End=
Pay marê û rola wê di dîrok, çîrok, çand û baweriya kevn de şaxên xwe avêtiye zimên jî. Di zimanê kurdî-pehlewanî de berê ji nexweş re gotine “bêmar” ango bêsax, bêhêz û bêsihhet, ji îlac re gotine “têmar” ango di hendur û henavê wî/wê de sax û sihetkirin, ji nexweşxane re gotine “bêmaristan” ango cihê nexweşan an jî “maristan” ango cihê saxî û şîfayê û danemar û demar hwd. gelek peyvên din jî her ji heman peyv û mijarê ve sazgar bûne. Heta di warê zimanî de jî peyva “mar”ê navdêr e, nêr e û reh kurdî ye. Her wiha heta îro jî di nav kurdên me yên yarsanî de, bi taybet li Qelxanî û Kirmaşanê ya li rojhilata Kurdistanê heta niha jî dema du kes rastî hev tên, li dewsa bibêjin: “Seheta te çawa ye?” dibêjin: “Tu mar î?” ango sehet û tenduristiya te baş e?”, di vir de rola Marê zêdetir derdikeve holê ku çawa di nava çand, bawerî û zimanê kurdî de cih girtiye û kûr çûye. Her wiha îro di tiba modern de mar wek ku sembola saxî û tenduristiyê hatiye qebûlkirin.
Li gor mîtolojiya greek ango yewnaniyan de xwedawenda mar hebûye ku bi zimanê greekî jê re “Asclepius(Askîlos)”ê gotine ku xwedawenda bijîşkî û tenduristiyê bûye. Lê em dizanin ku her heman hêz û baweriya mîtrayî ye dema ku gihiştiye Greek û Ewropayê bi giştî, sembol, raman, fikir û wateya mar jî tê de. Mar wek ku zîndeweriyek xwedî rêz û pîrozweriyeke kûr bûye di nav kurd û çendîn neteweyên din de jî her ji Kurdistanê heta romiyan.
=KTML_Bold=Di çand û kelepora kurdî de mar=KTML_End=
Di gelek peyker û avagariya kevnar de nexşa mar heye. Li Kurdistana mezin û bi taybet herêma Zagros û Loristanê û bajarê Kirmaşanê – bajarê Kengawerê, piştî dagirkeriya Îskenderê Makedonî berî du hezar û ew qas salan û avagarî û mîmariya yewnaniyan ku di bin bandora felsefe û baweriya mîtraîzm û pîrozweriyên mîtraîzmê de bûye, wêneyê mar ciheke girîng û taybet û berçav digire û xwe dide nîşan û hatiye nexşandin.
Di kelepora kurdan de mar, herî zêde wek ku nexş û motîf li ser xalî, kilîm, cil û carcimên kurdan xuya dike. Ew xuyakirin carinan bi tena serê xwe, carinan jî di nav kompozîsyonekê de weke ku parçeyekî ji wê kompozîsyonê ye.
Li Kurdistanê kelepora mar, xwe di dirûvê Şahmaranê de dinimîne ku di vê mijarê de, di nav gelê kurd de çîrokên dirêj, xweşik û hêjayî guhdarkirinê hene. Ji xeynî wê li Zagrosê û zinarê çiyayê “Şaho”yê salane bone û cejna “Mar”ê birêve diçe, tê gotin ku mar sedema paqijî û vejîna sehet û jinûve jiyanê ye.
Ermen ku cîranê kurdan bûne heta îro jî ji mediyan re gotine mar, heta dawîn şahê mediyan ku jêre “Ejdehak” gotine her ji vê fikir û mijarê de, her çend hê peyv û navê”Ejdehak”ê ne zelal e. Ji aliyekî din ve manayiyan de jî mar pîroz bûye û wek ku çawa xor an jî roj û tav pîroz bûye.
Di zargotina kurdan de di nav gelek serpêhatî, serborî, gotinên pêşiyan û biwêjan de derdikeve hemberî me, di kelepora dinyayê de jî xwedî cihekî berfireh e. Mar di ezoterîzma rojhilat û rojava de hêz û guhestina jiyanê û werzivira elementan dinimîne. Herî zêde mar di çand û kelepora Babîl, Yewnan, Hînd û Misrê de hatiye karhênan. Mar semboleke gelek kompleks û gerdûnî ye. Di kelepora cîhanê de her dem parêzvanê biharên jiyanê, nemirin û di heman demê de gencîneyên ruhê însan ên nepen û wendayî ye. Mar di kelepora rojhilat û rojava de zanîn, hêz û jîrî ye. Carnan di van keleporan de mar, nûneriya qurnaziyê, tariyê, xerabiyê û rêderiyê jî dike.
Car heye mar bi hîv û rojê re pêvendar e. Geh jiyan e, geh mirine, geh jî dibe nemirin. Hin caran mirov wî week ku ronî, hin caran wek ku çirûsk û ronahî dibîne, hin caran jî dibe reşî û tarîtî. Ew marê ku di çanda gelên dinyayê de carnan şifayê dide civakê, carinan jî jehrê didê û dikuje, ew jî piştî belavbûna dînê zerdeştî mar dikeve banzeya xerabiyê û dû re dînê îslamê jî bi heman awayê dînê zerdeştiyê mar dixe bazneya xerabkariyê bi taybetî serhata Adem û Hewayê de ku şeytan xwe dixe şikilê marekî û ji Adem û Hewayê re dibêje ji wê dara sêvê bixwin û bi saya wê Adem û Hewa ji behiştê tên avêtin. Lê bervaja wê di dînên kurdî yên pêştir wek mîtrayî, manî, yarsanî û êzîdiyan, mar xwedî rêz, pîroz û hebûneke xêr, şîfa, pakî û çakiyê bûye.
=KTML_Bold=Rola mar a di navkirinê de=KTML_End=
Heta niha jî bi sedan navê dever û gund hene li Kurdistana mezin ku bi navê marî saz bûne û hatibe bi navkirin. Mar xencî navkirinê di warê îdiomiyê de rola wateya hesabdariyê jî dibîne bi taybet di zimanê kevin de, helbet di zimanê nû ya kurdî de jî her xwedî heman rol e, lê bi guher bûneke kêm. Hin mînakên wê:
Mar: hesab:
Mara: muhasîb
Amar: îhsa
Şumar: reqem, jimar
Hemar: hejmar
Nûmar: numare
Yd..
Têbînî: 1) Peyva “Jimar” ku niha di zimanê kurdî de kara ye, di kok de “Şumar”e. Pêşgira kevnare ya “Şu” di vir de pêşgireke di zimanê kurdî de ku rola karayî, fe’aliyetê şan dide, lê niha kêm rol bûye û bi awayekê hatiye ji bîr kirin jî ji aliyê Kurdîaxêv û kesên zimankar jî. Hin mînakên pêşgira “Şu”yê di zimanê kurdî de:
Nas/Şunas anku nasname
War/Şuwar anku war û cihê xweş û seyran
Wan/Şuwan: lêxwedîker, şivan
Mar/Şumar: reqem
Yd..
2) Pajek ji vê mijarê ya li ser Marî, min di pirtûka “Gotinên Pêşiyan” ya mamosteyê hêja “Muhemed Oncu” nivîsandiye û li vir jî dubare hene.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览204
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 11-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on26-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览204
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.178 KB 21-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!