图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,898
图片 106,293
书籍 19,330
相关文件 97,312
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di çanda kurdî de Cejna Pîr Şalyar
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di çanda kurdî de Cejna Pîr Şalyar

Di çanda kurdî de Cejna Pîr Şalyar
=KTML_Bold=Di çanda kurdî de Cejna Pîr Şalyar=KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

Cejn û ahenga Pîr Şalyar li Hewramanê vedigere demboriyeke dêrîn û dîrokî. Kurd wê cejnê pir pîroz û giring dibînin û wek yek ji cejn û boneya kurdiya kevnare dibînin. Her sal li Hewramana Text bi rê ve diçe. Cejna çileyê mezin di sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî de, wek yek ji cejnên kurdî yên kevnar ku di dînên kurdî yên yarsanî, zerdeştî, êzîdî de her sal bi nav û dengê cuda li Hewraman û Laleşa Nûranî tê pîroz kirin. Nîqaşên cuda hene li ser kesayetiya Pîr Şalyar an ‘Pîr Şehryar’. Li gorî hin jêderkan navê wî Xwedadadê kurê Camasp e. Wek Pîr Şalyarê Hewramanê navdar e. Ew yek ji pîrên herî mezin ê peyrewên dînê yarsanî ye. Li gorî van agahî û çavkaniyên yek ji destnivîsên pirtûka Serencamê di paja Dewrên Şahxoşînê de hatiye nivîsandin. Pîr Şalyar di 1006’ê zayinê li Hewramanê zad bûye. Di dema ciwaniya xwe de berê xwe daye Loristanê û çûye ba Şahxoşînê. Sê salan li wir maye û dû re li ser daxwaza Şahxoşînî vegeryaye Hewramanê û bangxwaziya bîr û baweriya yarsaniyê kiriye. Di sala 1098’ên zayinî wefat kiriye.
=KTML_Bold=Cejna Pîr Şalyar=KTML_End=
Cejn û ahenga Pîr Şalyar li Hewramanê vedigere demboriyeke dêrîn û dîrokî. Kurd wê cejnê pir pîroz û giring dibînin û wek yek ji cejn û boneya kurdiya kevnare dibînin. Her sal li Hewramana Text bi rê ve diçe. Ahenga Pîr Şalyar ku hewramiyan bi xwe jê re dibêjin: “Zemawenû Pîrî” du dem û du paj in anku nîvê zivistan û nîvê biharê.
1: Di zivistanê de roja çarşemê ta roja înê didome, li gorî salnameya kurdî dikeve destpêka meha çileya mezin anku sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî dest pê dike û 3 roj û 3 şev didome.
2: Di 15’ê gulanê de her sal vê cejn û ahengê bi navê cejna Komasa yan Komsayê ye li kêleka gora Pîr Şalyarê 3 roj û 3 şev bi rê ve diçe, bi zîkir, lava, aheng û govendên, xwarin û vexwarin, şîrînî, gûz, mêweyên taybet û qûrbanî kirinê didome.
Di van 3 roj û 3 şevan de dab û nêrîtên dîrokî yên wek ‘Kilaw roçne yan jî Kilaw rojne’, qûrbanî kirin, pêjîna xwarina tiştînê, govend û semayên îrfanî, parvekirina gûzên di baxê Pîr Şalyar de, merasîma Kilaw rojne, qûrbanîkirina jalan, şevnîşînî, nimêj û dua, dest gerandin bi dola Pîr Şalyar anku dîdara kewşa çermî ya Pîr Şalyar û pêjîna Kulêre Mejgeyê di nava xelkî de ta sê roj û 3 şevan bi rê ve diçin. Zarok beyaniyên roja çarşemê di grupên sê kesî û çar kesî de kilaw rojneyê destpê dikin ta saet 9 û dû re qûrbanîkirina ajalan dest pê dike, êvara roja pêncşemê bi govend, zikirên îrfanî û ta danî beyanî ya roja înê didome, dû re diçin ser gora Pîr Şalyar û merasîma dua xwendinê bi rê ve diçe.
Hin jêderka vê ahengê vedigerînin daweta zewaca Pîr Şalyar û Bihar Xanima Şahzadeyê Buxarayê ku kurdên Hewramî her sal bo bîranîn û pîrozkirina wê, aheng, stran, hûzan(şîîr), govend, defjenîn, sirûd û gotinên olî vê cejnê pîroz dikin û bi bîr tînin.
Helbet di wê demê de di nav zerdeştiyan de jî du cejn bi rê ve diçin bi navê cejna mîgregan û cejna tîreganê.
=KTML_Bold=Li Hewramanê cejna Pîr Şalar=KTML_End=
Niqaşên cur bi cur li ser navê Hewramanê hene lê piranî peyva Hewramanê ji du pajên ‘hûra’ anku ‘ahûra’ û ‘man’ê anku der, mal, welat pêk tê. Anku welatê ahûrayî û welatê pîroz û welatê rojê. Hûr an xûr û xor anku roj û tav. Xelkên Hewramanê bi diyalekta hewramî dipeyvin. Hin ji dîroknasan dîroka vê cejnê vedigerînin hezar sal berê û hinek din jî vedigerînin zêdetirî hezar sal berê. Birêveçûna vê ahenga birûmet a civaka kurdî û dilsoziyên civakê bo çalakiyên çandî, amajeya entelktualî, kenvarî û şaristaniya vê erdnîgariyê û çanda vê civakê şan dide. Di vir de baştir xuya dibe ku peyva ‘Pîr’ bê sedem neketiye nava rêbaza sofîgeriyê û ev asta pîrîtiyê asta serfiraziya rêwîtiyeke dûr û kûr a rewşenî û ronahiyê ye. Ronahiya Mîtra û eşq, ronahiya dûrketin ji nefamî û nezaniyê. Ew xwedî pêgeh û wateyeke kûr a Kurdistan û Zagrosê ye. Peyva ‘pîr’ hêmaya pakî, ronî û behayî ya xwezaperwerî û xwedaperestî ye. Ew di zêhn, ruh û çanda kurd û hewramiyan de dijî. Hewraman xwedî, huner, kinc, xwarin, muzîk, fikir, bawerî, çandên taybet in. Mêrên wê rank û çoxe, mişkî, ferencî û jinan jî canî, kulince, şal û şedeyên rengal dipoşin.
Hûzan û şîîrên Pîr Şalyar ku ta niha berdest in evên jêrîn in, goya di pirtûka “Dewrên Şahxoşîn”ê de hatine wergirtin.
1 . Yaran ce rêwas, yaran ce rêwas
Padşam peyda bî, ce daney rêwas
Meşye û Meşyane, beraman ce was
Perê azmayî, mêrdan rewash
2 . Werê wawe ro, werwe werêne
Werêse biryo, çiwar serêne
Kergê siyawe, hêlêş çermêne
Guşlê me mêryo, dûre berêne
3 . Daran giyan daren, cerg û dil bergen
Gayê pir Bergen, gayê bê bergen
Kerge ce hêlên, hêlê ce kergen
Rewas ce rewash, wergê ce wergen
Têbînî: Van wênebeytan hin ji wan bûne peyvên nesteq di nav xelkî de, bi her hawî van îcatan di wêjeya Sofîzimê ve nêzîk in.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览334
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/- 21-11-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 12-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on22-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览334
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1149 KB 21-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,898
图片 106,293
书籍 19,330
相关文件 97,312
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!