图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,697
图片 104,767
书籍 19,297
相关文件 97,578
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Melodiya zimanê kurdî xweş e!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Melodiya zimanê kurdî xweş e!

Melodiya zimanê kurdî xweş e!
Melodiya zimanê kurdî xweş e!
Bêrîvan Kayi

Di van salên dawîn de xebatên li ser zimanê kurdî yên ji bo ziman li cîhanê were naskirin her diçe zêde dibin. Yek ji van xebatan, a Danîel Delgado û Remzî Pamukçu ye ku çend roj berê xebateke wan bi navê Ferhenga Kurdî- Îspanyolî, Îspanyolî-Kurdî ji weşanên Darayê derket.
Der barê ferhenga Kurdî-Îspanyolî de em bi nivîskarê ferhengê Remzî Pamukçu re axivîn. Pamukçu diyar kir ku wan ev ferheng ji bo ku kurdek dema çû kîjan welatî zimanê xwe li dû xwe nehêle û kesên li Îspanyayê hînî kurdî bibin, amade kiriye û wiha got: “Ez ne nivîskar im. Tenê bi armanca zimanê dayika xwe ji bîr nekim, min hewl da ku xebateke bi vî rengî bi hevalê xwe Daniel re bikim.”
Remzî Pamukçu ji gundê Eyntirtê yê navçeya Gêl Amedê ye. Dibistana seretayî û navîn li Gêlê, dibistana amadeyî jî li Amedê xwendiye. Piştî dibistanê ji bo perwerdeya şanogeriyê berê xwe dide Stenbolê û li wir li ‘Tiyatroya Avestayê’ nêzî deh salan şanogeriyê dike û di gelek lîstikan (Bêkêr, Daf, Nora Nûrê hwd) de cih digire. Ligel şanoyê di hin fîlm û rêzefîlman de jî cih girtiye. Pamukçu di sala 2015’an de ji ber sedemên aborî berê xwe dide Arjantînê û ev pênç sal in li Arjantînê dijî.
Peyvên nû dinivîse
Pamukçu piştî ku diçe Arjantînê heta salekê ji bo ku zimanê îspanyolî hîn bibe dema ku peyvên nû dibihîze, nîşe digire. Her cara peyvên îspanyolî dinivîse ji bo jibîrnekirinê jî kurdiya wan li kêleka wan dinivîse. Her diçe peyv zêde dibin û di nav salakê de ferq dike ku bi hezaran peyv nivîsîne. Bi sedema ku hevalê wî Danîel Delgado jî xwestiye kurdî hîn bibe fikra derxistina ferhengekê pê re çêdibe. Li ser vê yekê jî bi hevalê xwe re mijara ku wek ferhenga Kurdî-Îspanyolî çê bikin, diaxive. Bi vî awayî nêzî 2 salan bi hev re li ser vê xebatê dişixûlin.
Der barê mijarê de Remzî Pamukçu ev tişt got: “Karhevalê min (Delgado) jî dixwest hînî kurdî bibe, piştî demekê min ferq kir ku ferhenga kurmancî û îspanyolî nîne. Bi vî awayî jî me herduyan dest bi vê xebatê kir. Wî îspanyolî min kurdî, me fêrî hev kir. Destpêkê wek peyvên rojane bûn û piştre roj bi roj ev kar mezin bû. Wî ji min re peyv dişandin, min jî didîtin. Hefteyê 3-4 rojan ,rojê 4-5 seatan ez dixebitîm.”
Ji 15 hezar peyvan pêk tê
Remzî Pamukçu der barê pirtûkê de destnîşan kir ku ferheng ji 15 hezar û pênc peyvên kurdî û îspanyolî pêk tê û diyar kir ku ev ferheng bi armanca dema ku kurd diçin Îspanyayê yan jî kesên ji Îspanyayê dixwazin hînî zimanê kurdî bibin ev ferheng hatiye amadekirin û wiha domand: “Li ser axa me kurdan kesên bixwazin hînî îspanyolî bibin an jî yên bi îspanyolî diaxivin bixwazin hînî kurdî bibin ev ferheng bila bibe çavkaniyek. Daxwaza min ew e ku ev xebat, di pêşerojê de bibe sedema fêrbûna zimanê kurdî kesên dixwazin fêr bibin. Û ya din ji bo ku zimanê kurdî li ser axên din jî bê nasîn.” Pamukçu bal kişand ser zehmetiyên di dema amadekirina ferhengê de û ev tişt anî ziman: “Li ser zimanê kurdî û îspanyolî kêmasiya çavkaniyan hebû. Tu kesê ku ez pê re der barê mijarê de bişêwirim tûne bû. Ev kar tenê bi hewldana min derket holê û bi rastî jî ez rastî tu çavkaniyan nehatim. Jixwe ev kar jî ji ber vê yekê derket.”
Dewlemendiya zimanê dayikê
Nivîskarê Ferhenga Kurdî-Îspanyolî Remzî Pamukçu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya zimanê kurdî ku di dema xebatê de ferq kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ne pisporekî ziman im û ne nivîskar im. Ez ji diya xwe çi hîn bûbim min bi wî awayî li ber xwe da. Helbet vê xebatê nîşanî min da ku çiqas mirov li ser ziman hûr bibe ewqasî dewlemendiya zimanê xwe ferq dike. Bi rastî jî melodiya zimanê dayikê gelek xweş e.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览641
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 22-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览641
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,697
图片 104,767
书籍 19,297
相关文件 97,578
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!