图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,956
图片 106,405
书籍 19,320
相关文件 97,277
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Teknolojiya yekem: Destar û conî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Teknolojiya yekem: Destar û conî

Teknolojiya yekem: Destar û conî
=KTML_Bold=Teknolojiya yekem: Destar û conî=KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Di dîroka mirovahiyê de bikaranîna kevir xwedî ciyekî girîng û balkêş e. Hema bêjin mirovan bi alîkariya du heb keviran teknolojiya yekemîn ava kirin. Yek ji vê teknolojiyê çêkirina destar a ku ji du kevirên bazaltê pêk tê. 23 hezar sal berê mirovan dest bi daneheva nebat û tovikê hin nebatan kir. Di navbera çêkirina destar û destpêka çandiniyê de jî dîrokeke duberî (paralel) heye. #Destar# bi pêvajoya malîkirina genim, zad û bi ya nebatan re derdikeve holê.
Li gor agahiyên lêkolîneran beriya zayînê 10 hezar sal berê di serî de genim, ceh, garis, nok û hin nebat tên malîkirin, piştre jî ajalên wekî kuçik, bizin û mêşin tên kedîkirin. Lêkolîner her çiqas ku li Îran, Îsraîl, Sûriye û hwd erdê cotkirî kifşkirin bin jî, mînakên herî şênber ê malîkirinê li ser axa Mezopotamyayê hatine xuyakirin. Li gor arkeologan beriya zayînê di navbera salên 8-7 hezarî de genim li Mezopotamyayê cara yekem tê malîkirin. Mînakên yekemîn jî li Girê Miraza yê li Rihayê ye, li Qerejdax, Kotê Berçem yê li #Amed# ê ne. Êdî bi kedîkirina genim re jî serdema paleolîtîkê diqede û ‘Şoreşa Neolîtîkê’ destpê dike û ew keftûlefta çûyîna nêçîrvaniyê bi vê pêvajoyê re kêm dibe.
=KTML_Bold=Braîdwood û bajarê Jarmo=KTML_End=
Arkeolog Robert John Braîdwood di sala 1947’an de rêbaza bikaranîna Radyokarbonê ya ku dê li ser berhemên arkeolojiyê çawa bikarbîne, hîn dibe û berê xwe dide ser axa Mezopotamyayê. Braîdwood cara ewil berê xwe dide ser axa başûrê Kurdistanê. Li Kerkûkê ciyê antîk ê bi navê Jarmoyê dest bi lêkolînên xwe dike. Di vê lêkolînê de ligel gelek berhemên arkeolojiyê rastî libên genim ê beriya zayînê 6 hezar 750 sal berê, tê.
Ji ber şert û mercên siyasî yên wê demê Braîdwood ji mecbûrî dev ji lêkolînên xwe yên Jarmoyê diqere. Piştî berhemên bingehîn ên dîrokî ku di Jarmoyê de dibîne êdî dewlemendiya vê axa pîroz ferq dike û bêguman ev cih qet ji bîra wî naçe. Li ser vê yekê jî 10 sal piştre dubare ji Amerîkayê berê xwe dide ser axa Kurdistanê. Bi komek arkeolog re li navçeya Erxaniyê ya Amedê konê xwe vedide û bi arkeolog Halet Çambel re dest bi kolandina Kotê Berçem dikin.
Di encama van lêkolînan de jî derkete holê ku cara yekem li Kotê Berçem mirovan dest bi çandinî û cotkariyê kiriye. Ev yek jî bi heman awayî dihat wateya ku genim û zadên li ser axa vî welatî hatibû malîkirin. Braîdwood piştî ku demeke dirêj li Kurdistanê xebatên xwe didomîne ji bo erdnigariya Mezopotamyayê wiha dibêje: “Jiyan li tu deverê cîhanê biqasî li dawa rêzeçiyayên Toros û Zagrosan bir, ne biwate ye.”
=KTML_Bold=Nimûneyên prîmîtîf=KTML_End=
Bi malîkirina genim re pêdiviya ji bo hûrkirina genim jî bêguman hê zêdetir derdikeve holê. Êdî mirovan bi alîkariya du heb keviran genim-zadên xwe hûr dikin. Der barê bikaranîna destaran de dîrokeke şênber hê nehatibe nivîsîn jî mînakên yekem ên 8 hezar sal beriya zayînê ne. Helbet ev nimûneyên prîmîtîfî ne. Di berhemên ku li Girê Miraza (Riha), Kotê Berçem (Amed), Çemê Halan (Êlih) û Çatalhoyûk (Konya) derketine ser rûyê axê de cohnî derkeve pêşiya me.
Ji Mezopotamyayê heta Misrê êdî teknîka hûurkirina zadan bi cohnî û destar tê kirin. Hûrkirina zad dihat wê wateyê ku dê mîdeya mirovan êdî zirarê nebine. Hem kelandina xwarinê hem jî hûrkirina wê di jiyana mirovan de gelek pêşketinan çêdike. Cohnî û destar êdî ji bo mirovan amûrên nebenabe ne. Ji ber ku di gelek wargehên wek Girê Gusîr, Çemê Halan, Girê Heskîfê, Tepê Kortik û hwd de arkeolog van cohnî û destarên prîmîtîfî dibînin.
Destar bi du kevirên glover ên ji kevirên bazaltê hatine çêkirîn û bi vî awayî hatine bikaranîn. Weke roja me ya îro di demên neolîtîkê de jî zad ango dexil xwarinên yekemîn bûn. Bi çandin û daneheva genim serdema neolîtîkê destpê dike. Jixwe lêkolînerên wek Gordon Childe têgeha neolîtîkê bi komkirin û daneheva zad û bi çêkirina malan pênase dikin.
=KTML_Bold=Hin nivîskarên yewnanî=KTML_End=
Nivîskarên antîk ên wekî Heredot, Strabon û Vîtrîvîûs jî di pirtûkên xwe de balê dikşînin ser girîngiya bikaranîna nan û girîngiya kevirên aş û destaran. Heredotê yewnanî pirtûka xwe ya bi navê Dîrok (History) beriya zayînê di sala 493’an de nivîsiye. Ew di vê pirtûka xwe de behsa lêkolîneke ku li Misrê ya bi navê ‘gelê herî kevn kî ne’ dike û dibêje zarokên ku ji nan re bêjin ‘betoks’ wî qewmî wek yê yekem pênase dike. Yanî Heredotê yewnanî jî destpêka jiyanê bi genim ango nan ve girê dide.
Nîvîskarê dîroka antîkî Strabon jî di pirtûka xwe ya bi navê Cographîayayê de derbarê kevirên aş de agahiyan dide û dibêje ku yekemîn aşê ku kevirên ji bazaltên li Romayê bi destê Mîthrîdatesê Pontûsî ve beriya zayînê di sala sedî de hatiye çêkirin. Vîtrûvîusê ku der barê mîmariya Romayê de pirtûka bi navê De Archîtecturade nivîsîye û qala girîngiya kevirên destar û sîstema aşê avê ku bi awayekî çawa li Yewnanistanê hatî çêkirin dike.
Her ku diçe destarên destan ciyê xwe ji aşê bi avê re û piştre jî ji aşê ceyranê re dihêle. Du heb kevirên kalkarê di nava hezaran salan de pêşî wekî destarê destan, kevirên mezin ên li aş ku bi avê dizivîrin û herî dawiyê jî ciyê xwe ji aşên ku îro bi ceyranê dişûxulin re ber dide. Di sedsala 18’emîn de bi pêvajoya endustriyê re li Avrupayê êdî febrîqeyan hûr kirin û qeşartina genim tên çêkirin.
=KTML_Bold=Çandeke komunal ava kir=KTML_End=
Bi hezaran salan li ser axa Rojhilata Navîn çanda destar, mîrkut û cohnî berdewam kiriye. Ev çanda komunalî li Kurdistanê li Rojhilat, Başûr, Rojava û li Bakur hindik be jî didome. Di bîra me gelekan de jî demsala havînê piştî ku gundî genimê xwe didin hev li bêjingê dixin û di cohnî de dikutan û herî dawiyê jî di destarê destan de dihat hûrkirin. Her malek bi rojan diketin dora destar û her kesî alîkarî dida hevdû. Bi tonan genim û zad di destarên destan de ji aliyê jinan ve dihat hûrkirin û genim di cohniyan de dihat hûrkirin.
Bêguman vê yekê jî bi xwe re çanda şevbihûrkan, civatê û bi her awayî çandake ku her kes li dora wê kom bibe bixwe re anîbû. Gelo çend stran, çîrok û destan, meselok li ber destarê destan û cohnî hatine strandin û gotin. Bi taybetî jî li ber dema genim di cohniyan de dihat kutan bi awayekî rîtmîk stran dihatin gotin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览439
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 11-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):26-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览439
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.145 KB 20-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,956
图片 106,405
书籍 19,320
相关文件 97,277
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!