图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran
#Zana Farqînî#

Lêker, ew cure peyv in ku em bi saya wan ligel têgîna dem û kes ji rewş, kirin, qewimîn, tevger û bûna tiştekî agahdar dibin. A ev cure peyv, ji ber taybetiyên xwe ji çend aliyan ve tên senifandin. Ev senifandin jî, ji aliyê binyadî, erkî, kirdeyî û teşeyî ve ye. Em niha jî yek bi yek li ser van rawestin, lê bêyî ku em em bikevin kitekitên wan.
a) Ji aliyê binyadî ve lêker
Heta niha di kurdî de, bi qasî ku ez dizanim û ez lê rast hatime, ji aliyê binyadî ve li ser çar xalan tê rawestandin. Lê bi ya min xaleke din jî divê li van xalan zêde bibe. Ji aliyê binyadî ve lêker ev in:
1. Lêkerên sade
2. Lêkerên çêkirî (dariştî/pêkhatî)
3. Lêkerên hevedudanî
4. Lêkerên ku ji hev dibin
5. Lêkerên biwêjî
Ji vê senifanê, navê lêkerên ku ji hev dibin aîdî min e û ez dê di nivîsareke taybet de li ser vê mijarê rawestim, ku tiştê ez pê dizanim heta niha di kurdî de kes li ser vê yekê nesekiniye.
b) Ji aliyê erkî ve lêker
Di zimanê me de lêker ji hêla erkî ango peywirî ve li du xalan pareve dibin. Ev levabûn, li gorî stendin an jî nestendina serveyê ango bireserê ye:
1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî)
2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî)
c) Ji aliyê kirdeyî ve lêker
Ji vê hêlê ve lêker li çar beşan dabeş dibin. Em niha wan jî di rewşa xalan de derpêş bikin:
1. Lêkerên lebatî
2. Lêkerên tebatî
3. Lêkerên berbihevîn
4. Lêkerên vegerok
Lêkerên berbihevîn di zimanê me de bi alîkariya hev û êkê tên kişandin. Her wiha, lêkerên vegerok jî ne bi tena serê xwe, lê belê dîsan bi alîkariyê, ango bi alîkariya xweyê tên kişandin.
d) Ji aliyê teşeyî ve lêker
Ev cure lêker jî di nav xwe de, dibin du beş.
1. Lêkerên rêzikî (rêzgîn/bêqayde)
2. Lêkerên nerêzikî (nerêzgîn/bêqayde)
Avaniya lêkeranLêker, ji aliyê avaniyê ve jî tên senifandin. Niha jî em bala xwe bidin vî awayî. Ji hêla avaniya lêkeran ve, lêker li pênc xalan dabeş dibin.
1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî)
2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî)
3. Lêkerên lebatî
4. Lêkerên tebatî
5. Lêkerên dançêkir
Îcar jî em ji aliyê avaniyê ve hinekî bi kitekit li ser lêkeran rawestin. Em ji xala pêşîn dest pê bikin û ji berêvkî ve bi mijara xwe de herin. Em serê pêşîn li lêkerên gerguhêz rawestin û xal bi xal em terîfa wan bikin.
1. Lêkerên gerguhêz: Ji wan lêkeran re tê gotin ku heyberên candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor digirin. Bi gotineke din ku em bibêjin; lêkerên xwedî bireser/serve, lêkerên ku dikevin bin hîkarî û bandora kar û kirên kirdeyê, lêkerên gerguhêz in.
2. Lêkerên negerguhêz: Di dema kêşanê de eger heyberekî candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor negire, ew lêker lêkereke negerguhêz e. Ango di dema kêşana lêkerê de kirde bi tenê heye, bireser tune ye. Yê ku dike û yê ji kirinê bandor digire eynî ye. Bi awayê kin ku em bibêjin, lêkerên ku di dema kêşanê de serve ango bireser nagirin, lêkerên negerguhêz in.
3. Lêkerên lebatî: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kirox û diyar e. Eger em bi awayekî din bibêjin, yê ku çalakiya heyî dike kirde ye.
4. Lêkerên tebatî: Lêkerên ku kirdeya wan a bera ne diyar be ji wan re tê gotin lêkerên tebatî. An jî, ji ber çalakiya ku tê kirin eger bandor li kirdeyê bibe ji van çeşîdên lêkaran rê lêkerên tebatî tê gotin.
5. Lêkerên dançêkir: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kar û kirekê bi yekî an jî bi alîkariya tiştekî dide kirin. Ev kirin an rasterast e an jî bi navgîna kes an jî tiştekî ye.
Gava em têr baş di avaniya lêkeran bifikirin, em dê tê bigihîjin ku, bê di kurdî de (nemaze di kurmancî û kirmanckî/zazakî de), lêkerên lebatî û dançêkir, bi alîkariya lêkeran tên çêkirin. Lê em vê taybetiya hanê di kurmanciya naverast (soranî) de nabînin. Eger em bi zelalî li ser van cure lêkerên ku navên wan li jorê derbas bûn û ku dabaşa me jî bi giranî li ser wan e, rawestin, divê em bînin bîra xwe ku bi alîkariya lêkerên alîkar, lêkerên tebatî û lêkerên dançekir tên çêkirin û lêkerên alîkar di dema kêşanê de li gorî demê tên kişandin, lê lêkera ku esil kar û erk li ser e, di rewşa rader (mesder) de û her wiha di halê gerguhêz de ye.
Rewşa tebatî bi alîkariya lêkera hatin tê çêkirin û ev lêker li gorî deman tê kişandin. Lêkera ku esas kar li ser e, di rewşa gerguhêz û awayê raderîn de ye. Mînak; hatin gotin: hat gotin, dihat gotin, dê bê gotin, hatiye gotin, hatibû gotin, hatibûba gotin, bê gotin, bihatiba gotin û hwd.
Çawan me berê jî got, em nikarin lêkerên negerguhêz bi alîkariya lêkera hatinê bikêşin û biçivînin. Ji bo nimûne; em nikarin bibêjin hate rawestîn, hate çêbûn, hatibû xemilîn, dê bihata bestîn û hwd. Lê mixabin ku em di çapemeniya kurdî de çi nivîskî û çi jî dîtbarî rast lê tên ku bi awayekî çewt û derî rêzika heyî ya rêzimanî, wekî mînakên ku me li jorê derpêş kirin, rewşa tebatî tê çêkirin.
Dîsan awayê dançêker jî, bi alîkariya lêkera danê tê çêkirin û eynî mîna lêkera alîkar a hatinê tê kişandin. Rêzikên ji bo pêkhatina rewşa tebatî çi bin, ji bo rewşa dançêkir jî eynî ne. Nimûne; dan nivîsandin: da nivîsandin, dihat nivîsandin, dê bide nivîsandin, daye nivîsandin, dabû nivîsandin, dabûbû nivîsandin, bide nivîsandin, bida nivîsandin û hwd.Ev her du lêkerên alîkar hatin û dan ji bo rewşa tebatî û dançêkir bi lêkerên hatin û dan re nayên kişandin. Ku em bi gotineke din bibêjin, careke din bi xwe re nayên bikaranîn. Ango em nikarin bibêjin ku dabûn dan, hatibûn hatin û her wekî din. Digel vê rewşê lêkerên hevedudanî yên ku bi lêkera alîkar danê hatine çêkirin, tev de nebin jî dîsan hin jê di rewşa dançêkir de tên kişandin. Mînak: Wê bide xeberdan bê ka çi di binê zimanê wê de heye.
Lê belê em nikarin hin lêkerên hevedudanî ku bi lêkera danê hatine çêkirin, bi awayê dançêkir biçivînin. Ji bo nimûne em nikarin bibêjin min ew da xwêdan , an jî min ew da hewldanLi aliyê din, divê ku em bibêjin zimanê kurdî zimanekî lebatî (aktîf) ye, rasterê ye. Jı vî aliyî ve, ji hin zimanan cihê ye. Riyên wê yên vegotinê cuda ne. Ji lew re ji bilî rewşa tebatî û dançêkir, di dema kêşana lêkeran de û ji bo diyarkirina rewşê, mirov serî li riyên din jî dixe. Îcar lêkerên alîkar kirin û dîsan hatin tên hawara meriv. Lê rewşa kişandina van îcar cihê û cuda ye.
Di dema kişana van lêkeran de, ku gihaneke ku dikeve navbera wan, her du lêker jî tên kişandin û sabît an jî di rewşa raderê de namînin. Bi dana nimûne û mînakan em mijarê zelal û ronîtir bikin:
Ji qehiran dikir ku biteqiya,
Pirî hêrs bûbû dikara ku xwe bixwara,
Bike ku lawik vegere malê
Hat ku xwe bixwe
Dihat ku di cih de ji girînan ziwa bibe
Îcar ew lêkerên ku li jorê dabaşa me li ser wan bû me mîna xwê dan, hewl dan bi azîna li jorê û bi awayên din tên kişandin:
Min kir ku xwê bide (an jî ku em navdêr xwêdan û dan jî wek lêkera alîkar bipejirînin kir ku xwêdan bide),
Min kir ku hewl bide,Li vir hewcedarî bi aşkerakirina rewşekê heye. Me li jorê behs ji curelêkerên hevedudanî kiribû, ev lêker bi alîkariya lêkerên alîkar tên kişandin. Ji van lêkerên alîkar yek jî lêkera dan e. Ev lêker hem wek lêkera alîkar ku pê lêkerên hevedudanî tên dariştin, û hem jî wek lêkera alîkar ku pê rewşa dançêkir tê çêkirin, derdikeve pêşiya me. A ji ber vê taybetiya wê em di rewşa avaniya dançêkir de dikevin tengasiyê. Her wiha em dikarin bi danê navên hevedudanî jî çêkin. Mîna xwêdan, xeberdan, hewldan, rêdan...A ev rewşa hanê carinan nahêle ku em lêkerên hevedudanî yên ku bi danê hatine çêkirin di rewşa avaniya dançêkir de bikêşin. Loma jî em ji bo diyarkirin û daxuyakirina rewşê serî li azîn û formeke din dixin. Mînak em nabêjin ez ê niha sobayê dadim û we bidim xwêdan/ an jî xwêdandan lê em dikarin vê hevokê li gorî mantiqa zimanê xwe û bi riyên vegotina vî zimanî wiha saz bikin: Ez ê niha sobayê dadim û bikim ku hûn xwê bidin/ an jî xwêdan bidin.Min divê lı dawıyê ez bidime xuyakirin ku her zimanek xwedî taybetmendiyan e, her ziman xwedî riyên vegotinê yên cuda ne, hin ziman wekî zimanê tirkî xwedî vegotinên nerasterê ne (endîrekt in), hin ziman jî mîna kurdî xwedî vegotin û riyên rasterê ne (dîrekt in). Ji lew re divê haya me ji taybetî û rewşa her zimanî hebe ku her yek bi xwe, dinyayek e. Cihêtî û cudayên girîng di navbera zimanan de hene. Hewce ye ku em wan ji hev cihê bifikirin û bînin bîra xwe ku ruhiyeta her zimanî cihê û bi serê xwe ye. Loma gava em di nav çarçoveya taybetmendiya zimanê xwe de biramin em dê tengasiyê nekêşin lê gava ku em bi qalibên zimanekî din biramin û bixwazin bi wan qaliban hevokan saz bikin, em dê bikevin tengasiyan.
Kaynak: Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览457
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 25-06-2007 (17 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览457
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,056
图片 106,673
书籍 19,294
相关文件 97,290
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!