图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,695
书籍 19,304
相关文件 97,313
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-

Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-
Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-
#Bahoz Baran#

Di nivîsa yekemîn de, ez li ser hin kêmasî û çewtiyên berbiçav ên pirtûka birêz Samî Tan sekinîbûm. Ew nivîs berdewamiya rexne û nirxandinên par bû. Di vê nivîsê de, ez ê li ser hin kêmasî û çewtiyên dî bisekinim:  Mijara cînavkên xwedîtiyê, cînavka girêkî, hevalnavê û  hokerê. 
1.      CÎNAVKÊN XWEDÎTIYÊEz pêşî raveya pirtûka brz. Samî Tan ragihînim:“Di kurdî de bi serê xwe cînavkên xweditiyê nîn in. Lê belê veqetandek û hin cînavkên bireser digihîjin hev, ji wan, cînavkên xweditiyê pêk tên:Mînak:    a min, a te, a wî,/wê, a we, a wan                                       a vî, a vê, a van                                       ê min, ê te , ê wî/wê, ê me, ê we, ê wan….”                       Brz. Samî Tan, cînavkên pêwendiyê(a, ê, ên), bi koma cînavkên diyarkirî-xweditiyê re bi kar aniye û ji wan re gotiye ‘cînavkên xweditiyê’. Halbûkî xwedîtî, tenê bi koma cînavkên diyarkirî bi dest dikeve.                      Jixwe cînavkên diyarkirî(min,te,wî/wê,me,we,wan), cînavkên xweditiyê ne. Celadet Elî Bedirxan jî vêya, wisa vegotiye. Ne hewce ye ku bi cînavkên pêwendiyê re bên bikaranîn:Mînak:     Mala min                                                             Çiyayê meDi van her du mînakan de, xwedîtî heye û  xwedîtî ji ber cînavkan pêk hatiye. Cînavkên pêwendiyê jî nehatine bikaranîn. Cînavkên Pêwendiyê                      Ev di eslê xwe de veqetandek in, lê ji ber ku raveber ji holê radibe, ev qertaf dewsa wê digirin û hevbendiyê didomînin, pêwendiyê çêdikin, dikevin şûna peyvê.Mînak:       a dibistanê                                                               ê pirtûkê                                                               ên Leylayê                      Di van her sê mînakan de jî diyar e ku, qertafên “a, ê, ên”ê peywendî çêkirine. Loma jî divê cînavkên xweditiyê û yên pêwendiyê neyên tevlihevkirin. Şaşiya pirtûkê ew e ku, mijara ‘cînavkên xweditiyê’ bi ‘cînavkên pêwendiyê’ ve girê da ye. Cînavkên pêwendiyê dema ku bi cînavkên xwedîtiyê re bên bikaranîn, ciyê ew tiştê ku mirov xwediyê wî ye digirin. Pê re pêwendiyê çêdikin.Mînak:      Hevala min     a min                                                               Hevalê min     ê min                                           
                  Hevalên min   ên min                      Ji van mînakan jî diyar e ku, ev qertaf pêwendiyê çêdikin, dewsa raveberê digirin, hevbendiyê didomînin.
2.      CÎNAVKA GIRÊKÎ-(KU)?                       
Ravekirina brz. Samî Tan ya pirtûkê ev e: “Cînavka girêkî, du hevokan bi hev ve girê dide. Bo nimûne: “Min mirovek dît, ew mirov birayê hevalê min bû.” Mirov dikare  van her du hevokan bi alikariya cînavka girêkî /ku/ bi hev ve girê bide.                       Wate: “Mirovê ku min dît, birayê hevalê min bû.” Hevokeke dî: “Tiştê ku ji min re got rast derket.”                      Tiştê balkêş, raveya ku brz. Samî Tan kiriye ne ya cînavkê ye, ya gihanekê ye! Mijar jî cînavk in. Gotiye wan ‘digihîne’ hev. Ê ku wan bigihîne hev dibe gihanek, nabe cînavk. Cînavk jixwe ji navê xwe diyar e, ciyê navan digire.          Dema ku em bala xwe didin mînakên ku hatine dayîn jî, em dibînin ku mînak li hev nakin. Di mînaka jor de du hevokên serbixwe hene, di mînaka jêr de, hevokek ji wan dibe gotineke qalibî. Ka hevokan digihand hev?                    “Min mirovek dît, birayê hevlaê min bû.”                                      “Mirovê ku min dît, birayê hevlaê min bû.” Gihaneka “Ku”yê                      Ku “Ku” wekî cînavk bê dayîn, ev dê bibe şaşiyeke mezin. “Ku” ne cînavk e, gihanek e. Hevokan û qalibên peyvan digihîne hev. Tenê dema ku bibe navê ciyekê, dibe cînavk. Wekî dî, her tim gihanek e. Di raweyan de jî  şertê çêdike.Mînak:   Hevalê ku hat.                 (Gihanek-lêkernava rengdêrî-qalib e)                       Dema ku diçû.                (Gihanek-lêkernava hokerî-qalib e)                       Ez hatim ku te bibînim.     (Gihanek- du hevokan gihandine hev)                    Ku tu werî, ez ê jî bêm.    (Raweya şertî) “Ku” tenê dema ku di şûna “ciyek”î de bê bikaranîn dibe cînavk, wê çaxê jî dibe cînavka pirsiyariyê:Mînak:    Tu çûyî ku?                  Ez çûm malê. 3.      HEVALNAV                      Di mijara hevalnavan de jî şaşiya ku tê kirin ev e: brz. Samî Tan hinek peyv ji binyada xwe ve wekî hevalnav nîşan dane. Lê peyv, li gorî peywira ku hildigirin ser xwe, dibin hevalnav, ne ku ji binyada xwe ve hevalnav in. Di ravekirina pirtûkê de hatiye gotin: ” Her wekî ji navê wê diyar e, hevalnav tê ber navdêran û reng, dirûv û teşeya wan vedibêje. Hin caran hejmar û maweya wan vedibêje.” Ji vê raveya pirtûkê jî tê fêmkirin ku hevalnav tena serê xwe çênabin. Rave û mînakên ku hatine dayîn li hev nakin. Mînakên rast hene di pirtûkê de; lê mînakên ku şaş hatine dayîn jî ev in:  Ev dar hişk e, hevalên min jêhatî ne, birayên min delal in, xaniyê me fireh e, birayê min serhişk e, dara gûz bilind e, ev dar ji hemûyan bilintir , hesin ji pembû girantir e…   Di van mînakan de ravek çênebûye ku hevalnav çêbe. Ji xwe me di nivîsa xwe ya dî de jî dabû diyarkirin ku gelek mînakên ku wekî ravekên rengdêran hatibûn dayîn jî, ravekên navdêran bûn.Peyv li gorî Pewyirê      Peyva “xweş”ê dibe ku bibe hevalnav, dibe ku bibe hoker, dibe ku wekî navdêr jî bê bi karanîn. Ev peywir in.Mînak:  Xwarina xweş    (Bû hevalnav, ji ber ku navê nimand, ravek jî çêbû.)                 Xweş dixwe.     (Bû hoker, ji ber ku lêkerê bi lêkerê re têkil bû.)                Ev dar, xweş e  (Bû navdêr, bi tena serê xwe hat bikaranîn.) Neyîniya HevalnavanBi vê babetê ve girêdayî, neyîniya hevalnavan jî di pirtûkê de dîsa şaş hatiye dayîn:Mînak:  Ev xwarin ne xweş e,       Ev gotin ne hêja ye, Di van her du mînakan de jî neyîniyên navdêran hatine dayîn; ne yên hevalnavan.Ji bo yên hevalnavan, mirov dikare wiha mînak bide:               Hevalê xweş       Hevalê nexweşHevalnavên Pirsiyariyê Divê mijarê de jî pirsên ku hatine dayîn, hevalnavê nadin, pirs şaş in. Pirs dema ku tê kirin, divê di forma hevalnavê de be û bersiv jî dîsa divê hevalnav be. Lê em di mînakan de vêya nabînin.Çend mînakên ku hatine dayîn ev in:Mînaka yekemîn:Li bajêr bihayê nên giran e.Bihayê nên çawa ye?Giran e.Mînaka diwemîn:Dara gûzê bilind e.Dara gûzê çawa ye?Bilind e.Ev her du mînak jî şaş in; lewre pirs jî ne hevalnav e, bersiv jî. Mirov dikare bersivên cuda jî bide van pirsan. Lê di heman mijarê de mînakeke rast jî hatiye dayîn:Elî hevalekî qenc e.Elî hevalekî çawa ye?Qenc e(Divê bersiv jî bibûya ‘hevalekî qenc’ bûya.) 
4.      HOKER 
Em dema ku bala xwe didin mijara hokeran jî, kêmasî û şaşî derdikevin pêşberî me. Bi taybetî mînakên ku hatine dayîn li mijarê nakin.Hokerên DemêMînakên ku di vê mijarê de hatine dayîn û şaş in ev in:Roj bi roj doz geştir dibe.Sal bi sal karê me ber bi başiyê ve diçe.Her du mînak jî têkildarê hokerên çawaniyê ne. Peyvên demê, di wateya çawaniyê de hatine bikar -anîn.Hokerên Cî  û Bergehê Di vê mijarê de jî, tevliheviyek heye. Ji bo ku peyv bibin hokerên cî  û bergehê divê ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan bidin. Lê brz. Samî TAN her navên ku ciyek nimandine, kirine hokera cî û bergehê. Mînakên ku hatine dayîn:Ew diçe gundê me.Mamosta ji dibistanê tê.“Gundê me”  û “Ji dibistanê” mirov dikare bibêje dibin têrkera  cî. Ji bona ku bibe hokera cî û bergehê, divê peyv ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan bidin:Ew diçe jor.Ew ji wir ve hatin.Ji ser rabe.“Jor”, ”ji wir ve” , “ji ser” ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan didin, mirov dikare bibêje ku hokerên cî û bergehê ne. Hokerên Çendanî û Hevrûkirinê Di vê mijarê de jî, hin mînak şaş hatine dayîn.  Ew mînak dikevin mijara hokerên demê û çawaniyê:Du mînakên ku hatine dayîn:Deh bi deh gûzan dixin tûran.Car caran bi min re xwarinê dixweMînaka yekemîn bersivê dide pirsa “çawa”yê û dibe hokera çawaniyê.Mînaka diwemîn jî bersivê dide pirsa “kengî” yê û dibe hokera demê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览869
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 04-11-2023
挂钩项目: 39
传记
图书馆
图像和说明
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 29-09-2009 (15 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 04-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览869
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,695
书籍 19,304
相关文件 97,313
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!