图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,815
图片 106,224
书籍 19,336
相关文件 97,324
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Banalîteya xerabiyê, banalîteya tirkîtiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan
=KTML_Bold=Banalîteya xerabiyê, banalîteya tirkîtiyê =KTML_End=
#Rênas Jiyan#

Nebaşî ya jî xerabî ne bi tenê karê mirovên kirêt û erjeng e, mirovên jirêzê jî dikarin bibin sedema xerabiyên gelekî mezin. Bêdengî û sersariya mirovan şeytanê herî mezin e, dehbeyê herî mirovxwir e. Hannah Arendt vê rewşê wek “Banalîteya Xerabiyê” pênase dike. Li Tirkiyê desthilatdar û fermandarên dewletê ji qirkirina kurdan sûcdar in lê belê miletê tirk jî sûcdar e. Tirkekî/e normal û jirêzê heger ne alîgirê/a qira kurdan be şerê li Kurdistanê nadome, û kurd namirin, û wê bigihên mafê xwe. Li Tirkiyê korelasyoneke wiha heye: Dewlet miletê tirk, û milet dewleta tirk “gur” dike; ev “banalîteya tirkîtiyê” ye.
Divê kurd (bi taybetî jî siyasetmedarên kurd) kawiktiyê nekin û dev ji qanihkirina tirkên jirêzê berdin. Ev, tiştekî belasebeb e, “Mîtosa Sîsîfos” e. Miletê tirk pir baş bi meselê dizane: Dagirkirina Kurdistanê tê hesabê tirkên jirêzê. Bi dilê “tirkîtiya banal” e ku dewlet tehdê li kurdan bike: Kurd çiqasî biçûk bin tirkîtiya banal jî xwe ewqasî mezin hîs dike. Tirk dixwazin ew her tim axa bin û kurd jî xulamên wan bin. Ev rewş ji bo wan zehf xweş e, derûniya wan dikewîne. Bindestiya kurdan hem bi awayê psîkolojîk, hem bi awayê ekonomîk, û hem jî bi awayê polîtîk pir tê hesabê tirkîtiya jirêzê. Divê ji bo kurdan a girîng ne serwextkirin û qanihkirina tirkên jirêzê be, divê a girîng xwe-hişyar-kirin be, xwe-xurt-kirin be: Ger kurd hişyar û xurt bin wê tirkîtiya banal xwe bi xwe qanih bike û mafê kurdan nas bike. Helbet di sûcdarkirina tirkan de gerek mirov mijarê gelemper neke; do di qirkirina cihûyan de jî almanên baş hebûn, û îro di qirkirina kurdan de jî tirkên baş hene. Tirkên baş û xwedî wijdan hene lê belê kurdan vana qanih nekirine, vana jixwe baş bûn, wijdanê wan ew qanih kirine, ne kurdan; ev hûrgiliyeke girîng e.
*
Mînaka cihûyan ji bo kurdan girîng e. Tiştê îro tê serê kurdan di 2. Herba Cîhanê de li Almanyayê jî qewimiye. Alman, dihat hesabê wan ku Hitler cihûyan qir bike. Jixwe Hitler bi rayên hilbijêrên alman hat hilbijartin û bû serok. Tiştê ku Nazîzmê aniye serê cihûyan, Kemalîzm jî tîne serê kurdan. Maka Kemalîzmê partiya “Îttehat û Terakî” ye. Mustafa Kemal endamekî tûj ê Îttehat û Terakî ye. Partiya Îttehat û Terakî tevkujiya ermeniyan pêk aniye. Ev, partiyeke pirêzên wê ne paqij e, partiyeke tevkuj e. Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “Şerê Min” de qala Enwer Paşayê avakarê Îttehat û Terakî dike û qirkirina wî ya ermeniyan diparêze û dil dibijînê. Rol-modela Hitler Enwer Paşa û partiya Îttehat û Terakî ye, ew ji wan bandor bûye. Kemalîzm berdewamiya Îttehat û Terakî ye, divê mirov bi nûbûna wê nexape. Ew, bîrdoziyeke komkuj e, qirker e. Rêgeza wê ya bingehîn qirkirin û înkar e; ew li ser yekmendiyê ava dibe, ne li ser pirmendiyê. Dibe ku ew xwe nûjen û çepgir nîşan bide lê ti ferqa wê ji Nazîzmê tune ye. Nazî jî sosyalîst bûn; jixwe peyva “Nazî”yê dibe kurtebêja “Nasyonal Sosyalîzm”ê. Naziyan do cihû qir kirin û îro Kemalîst kurdan qir dikin. Ferqa Kemalîstan ji Naziyan; Kemalîst tevî qirkirina fizîkî qirkirina çandî jî dikin; Naziyan çanda cihûyan qir nedikir.
*
Qira cihûyan ji bo hemû mirovahiyê êşeke pir giran e, rojeke bêderman e. Holokost (cihû-kuj-î) kar û peywira zilamê Hitler Adolf Eichmann bû. Eichmann berpirsiyar û serokê Holokostê ye. Bi fermana wî cihû dihatin êşkencekirin, kuştin û şewitandin. Bi destê wî bi milyonan cihû hatin kuştin. Piştî Nazî di herbê de têk diçin Eichmann ji Amanyayê direve Arjantînê. Lê Îsraîl di 1960î de wî li Arjantînê digire û direvîne tîne Îsraîlê. Ew li Îsraîlê tê mehkemekirin, darizandin. Tê dîtin ku Eichmann yekî “jirêzê” ye, almanekî pir “normal” e: Bavekî baş e, cîranekî rind e, li peywira xwe miqate ye, hurmetkar e, hevserekî qenc e, û virde û wêde… Di Eichmann de xuya dibe bê balalîte çiqasî dikare erjeng, xerab û xofnak be. Îro heman banalîte, banalîteya tirkîtiyê, heman xerabiyê tîne serê kurdan. Tirkekî jirêzê; ê her ro diçe karê xwe, ê xwedî malbat e, ê bav e, heval e, ê dilê dewleta xwe xweş dike û baca xwe dide û welatîbûna xwe pêk tîne, dibe sedama qira kurdan. Heke di serî de dewleta alman û almantiya banal bûbin sedema kirinên wek Kristall-nacht (Şeva Cîncoqan), Holokost, Gestapo, Krematoryûm (laş-şewat-geh) û Auschwitzê; dewleta tirk û tirkîtiya banal jî bûne sedema tevkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan, Zindana Amedê, Newala Qesaban, 17 hezar Faîlî Meçhûl, Roboskî, Efrîn, Serêkaniyê… Heke di Holokostê (cihûkujiyê) de 6 milyon cihû hatibin kuştin, li Tirkiyê jî di kurdkujiyê de bi kêmanî 6 milyon kurd hatine asîmîlekirin ku asîmîlasyon jî sûc û kujerî ye. Kurd ji kurdbûnê tên qewirandin, kurd ji kurdbûnê tên islahkirin; ev, ujenîzm (eugenîcs) e. Çawa di 2. Herba Cîhanê de cihû hatibin şeytankirin û ricimandin, niha jî di 3. Herba Cîhanê de li Tirkiyê kurd tên şeytankirin û ricimandin.
*
A kûr raman e; xerabî ne kûr e, nizm e, hêsan e, adî ye. Hannah Arendt dibêje; “Xerabî bîr nabe, ‘bîrnebir’ e, bê hiş e, bê raman e, bê aqil e.” Tirkîtî li ser felsefeya Ziya Gökalp ava bûye: “Divê li Tirkiyê her kes bibe tirk… Bi rêya îslamê tirk yekîtiya wan çêdibe… Tirkbûn, îslambûn; şaristanî ev e…” Bingeha felsefeya tirkîtiyê ev raman in. Ev, felsefeyeke nizm e, erzan e, banal e. Piştre ev fikr bi Kemalîzmê tên avdan û şînkirin: “Tirkek berdêlî temama dinyayê ye… Çiqasî bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez tirk im…” Ev gotin teng in, qels in, nijadperest in, xav in, derew in; banalîteya derewan… Avakarê felsefeya tirkîtiyê Ziya Gökalp, ji nivîskarên wek Gobineau û Chamberlain bandor girtiye. Gobineau û Chamberlain ramangerên rasîst (nijadperest) in, rasîzm bi vana dest pê bûye. Naziyên alman fikra xwe ya “Nijadê Arî” ji vana girtiye. Ziya Gökalp hiş û hêza wî têr nedikir ku ji felsefeya Spînoza, Kant, Proudhon fam bike, ji ber wê çû di bin bandora nivîskarên banal ên wek Gobineau û Chamberlain de ma. Ev, banalîteya tirkîtiyê ye ku îro kerî jê çêbûne. Ev kerî, êrîşkar, newêrek, bêhiş û bûne dijminê her miletî: “Ji xeynî tirkan ti dostê tirkan tune ye.” Banalîteya tirkîtiyê; nizm, erzan, sûcdar, xizan û biçûk… Dijberiya kurdan êdî tiştekî pir banal û pir adî ye. Vêya ewqas jirêzê û zehf tê dubarekirin ku êdî tehmsarkî, hêsan û kirêt e. Civakek (civaka tirkan) çawa dikare xwe ewqasî sivik bike?![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览509
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 19-10-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 03-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览509
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,815
图片 106,224
书籍 19,336
相关文件 97,324
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!