图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî

K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî
=KTML_Bold=K’urd, Cîhan û Ç’areseriya Pirsgirêka K’urdî=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Îro agirê serhildan û r’ap’er’înan li R’ojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê girtye. Pêşîyên me dê bigotana: “T’ext û t’acên dewletên wê herêmê dihejin!”Û, eger di cîhanê da hinek bi mat’mayî, hinek bi xweşbînî û yên din jî bi dilêşê li wan bûyeran dinihêr’in, k’urd li ser dîmenên wan serhildanan bûyerên r’aper’înên K’urdistanê tînin ber ç’avê xwe û wan jinûva wat’edar dikin.Bi r’astî, dema mirov r’êya têk’oşîna gelê k’urd a ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî dinihêr’e, dibîne, k’a ew rêyek a çawa dûr û dirêj û tuje dijwarî derbazbûye, heya karibûye ji qedexe, înk’arê û t’evkujîyan r’a bibêje- na! Ewî li hember wan hemûyan serî hildaye.  Ji xweînk’arkirinê gihîştye asta xwenaskirinê ya here bilind, ji xewa mirinê hişyar bûye, r’abûye ser p’êyan, nigê xwe li erdê dixe û doza mafên xwe dike. Belê, ev gel êdî ne yê du an pêr e!Ji bo ku ew bigihîje asteke weha têk’oşînek hatye meşandin: têk’oşîn- li hember xwenedîtin û xweînk’arkirinê, têk’oşîn- li hember xewa mirinê, nezanîyê; têk’oşîn- li hember hovîtî û barbarîya dagirkeran, li hember têr’ora dewletê (û ya dewletan!)... Û di vê têk’oşînê da T’evgera r’izgarîxwaz bi hezaran p’akrewan dane. Bi dehhezaran dot û lawên gelê k’urd ên here hêja di hebs û zîndanên wan r’êjîman  da mane û hê jî dimînin, hê jî r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan hebsîyê r’êjîma zulmê ye. Vê rêjîmê bi hezaran zar’okên k’urd ên deh – danzdehsalî jî avîtine zindanan, ji ber ku wan kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagirker, ên ku êrîş birine ser gelê bê ç’ek û sîleh... De îjar şerm bike, Cîhan, eger te hê têgeha  şermê windanekirye!... Helbet, dibe ku hîç hewce jî nedikir, ku mirov vê r’êya dîrokî careke din dubare bîne zimên: gelê k’urd van hemûyan baş dizane û bi vê zanebûnê jî ew îro têk’oşîna xwe didomîne. Heya  zar’okên ku di nava alava vê têk’oşînê da gihîştine û mezinbûne, ew jî baş dizanin... Lê dema ji nav gelê me hinek nêremûkîyên* siyasî û yên xweevîndar, ên ku an van  tiştan nabînin, an jî naxwazin bibînin, û bi devê neyaran li hemberî t’evgera net’ewî û r’êberê wê diaxivin, an jî destê xwe didin dijminê barbar ê hezarê salan, em dibîjin, pêwîst e, ku mirov van r’astîyên dîrokî dem bi dem dubare bike!.. Ji bo hinek wan jibîrnekin!R’astîya dîrokê vê ji me dixwaze! Lê ya din, ya ku me dixwast bala xwendevanên xwe bik’işanda ser, ev çend xalên bingehîn in- ji bo vê serdemê:êdî bes e, ku em daxwaz bikin, ku şert û mercên r’êberê gelê k’urd di zindanê da bên başkirin! Doza me divê ji bo serbestberdana wî be!Êdî bes e, em doza mafên p’erwerdeya zimanê dê bikin! Ev daxwaz heya demekê di cî da bûye, lê ji bo demek a dirêj ew dikare zerarê bide –ew dikare hêza  berxwedanê û daxweza dozê berbi lewazbûnê va bibe. Zimanê k’urdî divê bibe zimanê fermî! Ji bo wê jî pirsgirêka k’urdî divê bi bingehê va bê ç’areserkirin- bi hemû misogerîyên destûrî û garantîyê navnet’ewî va.Êdî bes e em doza wekhevîya di nav sînorên dewletekê da bikin! Evê bangê ji bo demekê t’êrê dikir. Lê cîhanê jî dît, ku K’omara T’irkîyayê (K’T’) ji vê r’a ne amade ye, ew dixwaze pirsgirêka kurdî bi t’unekirina gelê k’urd ç’areser bike... Ji bilî vê, îro di Welêt da balansa hêzên siyasî di navber r’êjîma dagerker û gelê k’urd û t’evgera net’ewî da hatye guhar’tin: ji hêla siyasî va gelê k’urd bûye xwedî gotina bir’yardar, êdî  r’êvebirîyên p’ir’anîya şaredarîyên K’urdistanê di dest gel da ne, gelê k’urd li ser p’êyan e û di gelek pirsan da dikare daxweza xwe li r’êjîmê ferz bike û r’êjîm jî neç’ar bimîne, gavan paşva bavêje (mînak, biryara Komîsîona hilbijartinê ya bilind a vê dawîyê!)... Pirsgirêka k’urdî ne t’enê (û ne ewqas) ya dewletên herêmê ya hundur’în e, ew pirsgirêkek a navnet’ewî ye û dewletên cîhanê yên gewre divê her tiştî bikin, ku demekê berî demekê ew pirsgirêk bi r’êyên aştyane bê ç’areserkirin;             Û li ser bingeha van sedeman mirov dikare ji bo ç’areserîya pirsgirêka k’urdî van xalên jêrîn pêşnîyar bike: Ya yekem: dewletên gewre, eger ew bi r’astî dixwazin, ku pirsgirêka k’urdî bi aştî bê ç’areserkirin, divê dest ji siyaseta cotstandartan berdin û li hember K’T’ hemû wan hêz û derfet û çalakîyan pêkbînin, ên ku dema krîzîsa Kosovoyê li hemberî Yûgoslavîyayê û dema şer’ê (agrêsîya) li dijî K’uvêytê li hember Îraqê pêkanîn... Divê bi her awayî li ser T’irkîyayê ferzbikin, ku ew wî beşê Destura bingehîn a welêt ji binî va biguhêr’îne, ya ku dibêje, ku K’T’ dewletek a yeknet’ew e. Û divê  li şûna wê bê nivîsandin, ku “gelên K’T’ ên bingehîn t’irk û k’urd in, û anegorî vê jî berpirsyarî û mafên wan hene.”  Ku “ew k’omara ji du welatên ji hêla maf va weke hev pêk tê, ew jî T’irkîya û K’urdistan in.” Divê mafên nûnerên gelên din û kêmnet’ewan jî bi Destûra Bingehîn a K’omarê bên garantîkirin.Ya duyem: civaka navnet’ewî divê girtina birêz Abdullah Ocalan wek pêkanênek a cerdevanîya dewletan a navnetewî qimet bike, wê bûyerê şermezar û t’ewanbar bike û ji K’T’ bixwaze, ku demekê berî demekê r’êberê gelê k’urd serbest bê berdan- di bin garantîya Yekîtîya Net’ewan, Yekîtîya Ewropayê, r’êxistinên din ên navnet’ewî û dewletên gewre da. R’êjîma  T’irkîyayê wisa jî divê hemû girtîyên siyasî û zarokên k’urd serbest berde û zîyna ku gîhandîye wan, li wan vegerîne.Ya sêyem: ji bo ku qîmetekî r’ast bidin wan gunehk’arîyan, yên ku r’êjîma T’irkîyayê li hember gelên k’urd, ermenî, yûnan, asorî û yên din pêkanîne, dadgeheke bilind (trîbûnal) a navnet’ewî saz bikin û kirên hovane ên r’êvebirên T’irkîyayê yên îro û duh binihêr’in û binirxînin, wek şuxulên merivkujên leşkerî û gunehk’arîya li dijî mirovyîyê.Ya çarem: leşkerên dagerker ên K’T’ divê ji sînorên bakur û başûrê K’urdistanê bên derxistin- di bin çavdêrîya YN, YE û r’êxistinên din ên navnet’ewî da.Ya pêncem: ji hesavê byûcêya T’irkîyayê û byûcêyên wan dewletan, ên ku piştgirî dane hovîtîyên wê, yan jî ç’ek dane wê û bi wan çekan di K’urdistanê da t’evkujî û wêranî pêkanîne, hemû zîyanên k’urdistanîyan li wan bên vegerandin: gund û bajarên wêrankirî û şewitî bên avakirin, r’êyên wan bên çêkirin, her merc û derfetan biafirînin, ku k’urdistanîyên ji ber têr’ora dewletê k’oçber bûne, veger’in cî û warên xwe.  Bi vê r’a hem jî  dewletên gewre wê bikaribûna beşdarî avakirina gund û bajarên K’urdistanê yên wêrankirî bibûna û alîkarî bidanaê, ji bo ku ew aborîya xwe pêşbixe.Ya şeşem: K’T’ divê alîk’arî û destekê bide wan k’urdan, ên ku ji ber siyaseta wê ya  dijmirovîyê welatê xwe terkkirine û ev êdî çend nivşên wan li xerîbîyê mezinbûne, ji bo ku ew veger’in welatê kal û bavan. T’irkîya divê hemû zîyanên wan li wan vegerîne, xercê r’êya veger’a wan hilde ser xwed û ji bo bi cîbûna wan amadekarîyan bike.Eger ev hemû pêk bên, wê demê wê êdî pêwîstî nemîne, ku em li pey ç’areserkirina pirsgirêkên cuda bi cuda bik’evin, ji ber ku hemû pirsgirêk di nav pirsgirêkekê da dibin yek pirsgirêk, ew jî pirsgvirêka k’urdî ye! Ew ku bi destûrî çareser bû, hemû pirsgirêkên din dê bi otomatîkî çareeser bibin...------------------------------------* Nêremûkî –hêrmafrodîtLi şûna peynivîsarê:Berfanbara sala 1991-ê min helbestek nivîsî, ya ku paşê, sala 1998-an di pirtûka helbestan a “Kerwnên bêxewîyê” da hate weşandin. Ew dîyarîyek bû ji bo serhildana gel a wê demê, lê, ger mirov dixwîne, dibîne,  ku ew li vê serdemê jî tê: SERHILDAN(Banga Şoreşê)Serî hildaye gelê minî k’urd-Hatye- hingavtye ç’ya û gelî- geboz,Îro ew r’abûye xweşmêre û xurt-Bo K’urdistanê danye dew û doz.R’abin, birano, xweşmêre r’abin,Pêr’a gihîştye r’oja doza me,Ala xwe r’engîn em hilbir’înin-Dijmin derînin ji Welatê xwe! K’urdê ha r’abe- heya ew hebe: Erş- erda tevde ewê bo welêt,Wê jiyana xwe tu nehêvşîne-Û r’aqetîne wan hove k’irêt.R’abin, birano, mêrane r’abin,Pêr’a gihîştye êdî r’oja me,Emê zorayîya xwe bicivînin-Dijmin derînin ji Welatê xwe!Bêhna Azadîyê em kirine yek-Em t’ev r’abûne û naên r’aê:Bo K’urdistanê me hildaye ç’ek,Emê li dijmin r’akin fermanê!R’abin, em r’abinm t’ev bi yek r’abin,Êdî va, hatye r’oja doza me,Heş sewda û r’aê xwe bicivînin-Zevtk’ar derênin, ji welatê xwe!Êdî r’abûne, em xweş r’abûne-Ala xwe r’engîn me hildaye jor,Xwîşkên me delal- ew jî r’abûne-Hildane ala me k’esk, zer û sore…R’abin, birano, xweşmêre r’abin,De hûn jî r’abin, dê û xwîşkên me:Hêz û zoraya me bicivînin-Dijmin derîninji welatê me!
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览484
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 24-04-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览484
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,095
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!