图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?

GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?
=KTML_Bold=GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

(Rêplîk)
Bersîva vê pirsê hem sade ye, hem jî – na!
Eger ç’areserîya vê pirsê biçûya ber destê wan mirovan, ên ku pirsê r’ast têdigihîjin, an jî xwasteka wane têbigihîjinê û ç’areserkirinê heye, wê demê k’ilîta wê ç’areserîyê di Destûra Bingehîn a K’omara T’irkîyayê (K’T’) da ye. Ango eger Destûra Bingehîn a vê dewletê bê guhar’tin û li şûna “T’irkîya ya t’irkan e!”, “Hemû mirovên ku T’irkîyayê da dijîn, t’irk in!” û “Ji bilî zimanê t’irkî zimanên dinê qedexe ne!” bê nivîsîn, ku: “K’omara T’irkîyayê ji du gelên bingehîn – t’irk û k’urdan pêk tê!”, “Mafên gelên t’irk û k’urd di vî welatî da weke hev in!” û “Mafên gelên dinê jî yên vê k’omarê misoger in!”, wê demê, dibe ku pêdivîya ç’ekan nemîne, an jî ç’ekê her ji bo xwep’arastina ji êrîşên derva bihatana hiştin…
Lê, eger bi helwest, têgihîştin û pêşniyarên r’êvebirîya K’T’ be, ew pirs dijwar wisa hêsan here sêrî.
…Binihêr’in Serokê Hukumeta K’T’ Ammet Davûtoxlû di p’aytexta Pakîstanê – Îslamabadê da di civîna çapemanîyê da (17.02.2015) çi gotye: “Pêvajoya ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî gihîştye xaleke krîtîk. Ew pêvajoyeke p’ir’’ aloz û giran e, di wê da ne ku lezk’etin, lê helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc girîng in. Hukumet hîvyê ye, ku k’urdê di derbarê amadebûna xwe ya r’awestandina têk’oşîna ç’ekdarî da daxyanekê bidin”.
Mirov li vira çi dikare bibêje?
Wek ku tê xuyanê têgihîştin, heşmendî û helwesta r’êvebirîya Ankarayê nehatye guhar’tin. Îro dem pêr’a gihîştye, ku ew di derbarê hêvîyên gelan da biaxivin, lê ew li dû hêvîyên hukumetê ne. Gel dixwazin û hîvyê ne, ku pirsgirêka k’urdî bi aştyane bê ç’areserkirin, ku dawîya dayîyê aştî bê vî welatî, lê serokê Hukumetê, bêyî ku gavekê berbi ç’areserîyê va bavêje, daxwaza r’awestandina têk’oşîna ç’ekdarî dike! Ewana art’êşeke hemdemî ya bi hêz li pişt xwe va dane sekinandin û, bêyî ku di derbarê mafên gelê k’urd da p’eyvekê bibêjn, daxweza “helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc” ji k’urdan dikn…
K’a, bibêjin, îjar li vir heşmendî li k’u ma?! K’a, gelo, k’îjan gel di vê cîhanê da bi van helwest û daxwazan bûye xwedî maf. Yê ku di derbarê “helwesteke ji dil û can û daxwazên qenc” da diaxive, divê di sêrî da ew bi xwe wana diyar bike...
Dîsa jî têk’oşîna gelê k’urd a dehsalan a bêhemp’a r’êvebirîya K’T’ anye, li ber derê ç’areserîyê daye sekinandin. Ji bilî ç’areserîyê r’êyeke dine nine. Eger ev r’êvebirî ji bo gelê xwe mitale dike, dixwaze ku gel û welatê wan xwe ji r’ûr’eşîya sedê salan paqij bike, cîhê xwe yê bi r’ûmet di r’êza gelên cîhanê yên şaristanî da bigire, ewê gavên r’eal û konkrêt berbi ç’areserîyê va bavêjin û ne ku li dû hev gotinên di derbarê ç’ekberdan an ç’ekr’awestandinê da dubare bikin…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览467
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 18-12-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览467
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!