图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,395
图片 104,863
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şaşîyên rênivîsa gorrbihîşt Celadet Bedirxanî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Celadet Alî Bedirxan

Celadet Alî Bedirxan
=KTML_Bold=Şaşîyên rênivîsa gorrbihîşt Celadet Bedirxanî=KTML_End=
Perwîzê Cîhanî

Celadet Bedirxan yek ji binav û bangtirînê kesê binemala Bedirxanîyan e. Bavê wî Emîn ‘Alî Bedirxan û dayika wî Seniha xanima Çergez e. Celadet Bedirxan li stenbolê hatîye cîhanê û dad xwendîye û çendîn salan jî li almanîyayê maye û zimanê almanî û çend zimanên dî jî hîn bûye. 

Dîyar e, di vê nivîsarê da ez naxwazim li ser jîyan û hemû berhemên Celadetî binivîsim, lê tişta ku ez han dam, ku dil li deriyayê bidim û ew razên ku di dilê min da mabûn ser vekim, rênivîsa Celadet Bedirxanî bû. 
Celadet Bedirxanî bi arîkarîya Roger Lescot pirtûkek li ser rêziman û rênivîsa kurmancî nivîsîye û di wê pirtûkê da hindek destûr û qanûn raberî xwanindeyan kirîye, ku di gel ziman û toreya kurdî naguncin. Ezê çend xalên giring ji wan destûrên nedurust di vê nivîsarê da destnîşan bikim. Lê berî wê hindê ku ez dakevim vê meydanê, debê ji xwanindeyên hêja ra bêjim, nîşandana van şaşîyana qet nikare ji pile û payeya Celadetî kêm bike û ji Celadetî ra kêmasîyan biîne. Lewra ku karê Celadetî li vê barê da yekimîn kar e û hîç demê karê yekem bêy kêmasî nabe. Celadetî bingehê rêziman û rênivîsa kurdî danîye û erka me ye ku em li ser wê bingehê bixebitin û kêmasî û nivîşkanîyên wê ji holê rakin û ewê tekûz bikin. Hemû kar û bîrokeyên zanistî di destpêka xwe da nivîşkan in. Her kes tê kêmasîyek wî karî peyda dike û nivîşkanîyek wî karî ji holê radike.
1.
Celadet di rênivîsa xwe da dinivîse: „Çi caran dengdêra „Γ nakeve pêşîya tîpa „Y“ . Di wê demê da debê „Î“ kurt bibe û weke „I“ bête nivîsînê. Ronahîyê bibe ronahiyê. Ev derîzîya min e. , debê bibe; „Ev derziya min e…“ Lê ji bo vê destûrê çi ronkirneveyek nedaye. Negotîye ka çima û ji bo çi debê em ji bo rabêjên navçeyî û devokî peyvê ji resenatî bêxin û birîndar bikin?
 Ev hizra şaş û çewt e û serekanîyê ji devokan digire. Lewra ku li hindek devokên kurmancî da - ne di hemûyê da - ev rewşa tête pêş. Lê eger em evê destûrê bipejirînin, em neçar in ku hemû partizîpên kurmancî ku bi „Γ yê kuta dibin şaş binivîsin. Hemû navdêrên ku ji rewşnavan saz dibin û dengdêra „Γ yê digirin bi şaşî binivîsin. Herwisan hemû navên taybetî ku bi dengdêra „Γ kuta dibin şaş binivîsin. Derzî dê bibe derzi, kanî dê bibe kani, xanî dê bibe xani… Bi dîtina min nabe ku em ji bo rabêjkirinên navçeyî peyvê birîndar bikin. Em debê peyva kurdî serrast û wek binêşa wê binivîsin û kê bi kîjan devoka kurdî û çawa rabêj dike bila bike. 
Eger em evê bîrokeyê bipejirînin, debê em dest li naveroka bi sedan helbest û kewnetoreya kurdî bidin û kêş û qafîya wan têkel bikin. Di gelek devokên kurmancî da hindek taybetmendî hene, nabe ku mirov wan taybetmendîyên devokî bike binêşa zimanî. Bo nimûne li gelek devokên kurmancî da tîpa „R“ nayê rabêjkirinê: baran dibe bayan, dara dibe daya, … yan li hindek devokan da „L“ dibe „R“… êdî em nikarin vê hindê ji xwe ra bikin serpelge û dest li binêşa peyvan werdin û peyvan bikin gorîyê rabêjên devokî. Ev hinda li gelek zimanên cîhanê yên wekî înglîsî û firansî da jî heye. Di van zimanan da eger mirov rabêjê bike serdest û binêşe, hînga debê nîvê peyvên wan zimanan bêne desttêwerdanê. 
Kurt û kurmancî peyv debê weke xwe û binêşa xwe bête nivîsînê û nebe gorîyê rabêjtinên navçeyî. Xanî, Xanî ye, nabe Xani. Cizîrî, Cizîrî ye, nabe Cizîri… 
2.
Celadet Bedirxan li ser wê bawerê ye, ku daçek û paşpirtikên wekî: da, ra, va, … debê bi şêweya: de, re, ve … bêne nivîsînê, ku ew jî çewt e û binêşa wê ya devokî heye. 
Dema ku mirov li ser zimanê kurdî lêklînê dike, mirov dibîne, ku ji Îrewanê bigire ta ‘Efrînê, ji wir bigire ta Kirmanşah û Dêhloran û Mêhranê, ji wêdê bigre ta Şîraz û Xurasanê hemû kurmanc û Soran û Goran û Lek û Lor û bigire Fars jî van daçek û paşpirtikan bi dengdêra „A“ bi lêv dikin. Tenê çend devokên dorûberên Cizîrê da ew rewşa rabêjtinê heye. Lê tiştekî pirr giringe dî heye, ew jî rewşa kewnetoreya kurdî ye. Eger em wê rênivîsa Celadetî bipejirînin, bi sedan û belkû bi hezaran kêş û qafîye û wate li helbest û kewnetoreya me ya nivîskî û heylo li toreya me ya zarkî da dê xewişdar û birîndar bibin. Ji ‚‘Elîyê Herîrî bigire, ji Seyîdî Hewramî bigre ta Elîyê Berdeşanî û ta Cigerxûnî û bi sedan hozanên kurd „ DA, RA, VA“ bi kar birine. 
Eger em dest li wan nivîsînan werdin û bînin ser rênivîsa Celadetî, edebîyata me dê pirr birîndar bibe û derbên necebirandî dê li edebîyata me bikevin. Hindek kesên ku haya wan ji şêweya edebîyata vehûnandî tune ye û tiştekî ji kêş û qafîya û ‘erûzê nizanin, hindek helbestên kurdî tîpguhêz kirine, û korkorane li dû vê rêbazê ra çûne û bi sedan helbestên kurdî ji kêş û qafîyê xistine… 
Nimûne:
Eger em tenê qesîda Melayê Cizîrî ya felsefî; „Ellah se’hergehê ezel yelmûmê ‘işqê şu’ile da „ biînin ser rênivîsa Celadetî, dê bibînin ku çi alozî û çi têkelpêkelîyek sosret dê bikeve nav helbesta Cizîrî da. 
Gorrbihîşt Celadet Bedirxan ev bîrokeya bêy li ber çav girtina rewşa kewnetoreya kurdî û zimanê kurdî ragehandîye. Helbet gava ku mirov Hawarê dixûne, mirov dibîne ku haya Celadetî li bara kewnetoreya kurdî da pirr lawaz e. Ew jî dizivirre ser wê hindê ku ewî edebîyata rojhelatê nexwendîye û kêm li ser kar kirîye. Bo nimûne Celadet li kovara Hawarê hejmara 45 an da li ser Mem û Zînê weha dinivîse: „Xanî Memozîna xwe li ser 50 qesîdan lêk vekirîye…Li ser qesîdeyên Memozînê li şûna sernamê çend xêzik nesir hene. Ev xêzik Xanî bixwe nivîsandine an hinên din piştre ew bi ser ve zêde kirine em pê nizanin, her çî jî hebe ew nesir ne rast in. Islûba wan ne kurmancî ne farisî ne jî erebî ye. Ev nivîsar ji her du islûban der, ne nezim ne jî nesir in… „ 
Em dibînin ku li van çend hevokan da ji bilî şaşîyên zanistî, zêdeyî heşt şaşî û heleyên rênivîsî û rêzimanî jî hene. 
1. Memozîn rabêja devokî ye, navê pirtûkê Mem û Zîn e. 2. Qaliba vehûnandina Mem û Zînê mesnewî ye, ne qesîde ye.  3. Li vir lêk şaş e, debê jêk bête nivîsîn.  4. Peyva sername debê pirrjimar be û weha bête nivîsîn: li şûna sernameyan … 5. Nivîsandin durust nîne, nivîsîn durust e.  6. Piştre ji du peyvan pêk tê û debê weha bête nivîsîn: pişt re  7. Hevoka dawîyê çewt e.  8. Mem û Zîn ne ji 50 qesîdeyan belkû ji 59 yan 60 bendan pêk hatîye.  9. Ew xêzikên ku Celadtî nivîsîye, ne nezim in, ne jî nesir in, jê ra nesira musecce‘ dibêjin. Nivîsîna nesira musecce‘ hunerekî nivîskarîya klasîk e. Gelek pirtûkên farisî, erebî û turkî yên toreyî bi wê nesirê hatine nivîsînê: wekî Gulistana Şîrazî û gelek pirtûkên dî. Xanî ji bilî ku di vehûnana helbestan da hosta bûye, ji kelênê wec wergirtîye û hostatîya xwe li hunera nesira musecce‘ da nîşan da ye. Ew sername yan serdêr bi qelema Xanî bi xwe ye û karekî pirr serketî ye û hîç kêmasî jî tê da nîne. 

Celadet Bedirxan dinivîse ku hîç peyvek kurdî bi dengdêra „i“ dest pê nabe. Lê wisan nîne. Di zimanê kurdî da gelek peyv hene ku bi dengdêra „i“ dest pê dibin, wekî: istêr - istêrr (nivînên ku li layekî xanî da li ser hevdu da hatîye hilcinîn) –istandin- ispênekirin- istirî- istiran- ispî- istûr- istewr- işkest- işkev- işkevt- …

Ev curre peyvana li hindek devokên dî da weke: sitêr, sitêrr,sitandin, sipênekirin, sitirî, sitiran, sipî, sitûr, sitewr, şikest, şikev, şikevt têne rabêjkirinê. Wate dengdêra destpêkê dibe duyemîn tîpa peyvê. Bi gotinek dî cîhê du tîpên destpêk bi hevdu ra têne guhestinê.
Lê Celadet Bedirxan li jêr kartêkirina zimaê almanî da van curre peyvana û hindek peyvên dî bêy dengdêr dinivîse, weke: stûr, stewr, şkevt… 
Lê em dizanin ku hîç peyvek kurdî bi du bêdengan (consonant)an dest pê nabe û her dengdêrek kurdî nîşaneya kîteyekê ye. Peyvên silav, sipas, bira, sitûr, her yek xudanê du kîteyan in, lewra ku du dengdêrên wan hene. Peyvên: istiran/sitiran, istirî/ sitirî, her yek xudanê sê kîteyan in, lewra ku sê dengdêrên wan hene. 
Kesên ku li dû wê rêbazê ra diçin peyvên bîhanî jî ku ketine nav zimanê kurdî destwedayî kirine. Weke Istanbol, kirine Stenbol. Istenbol yan Sitenbol bixwe xudanê sê kîte û sê dengdêran e.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览563
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 11-10-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 22-01-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览563
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,395
图片 104,863
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!