图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,043
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,299
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şemsettîn Delayîmîlan - Cemîl Cîgerxwîn
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cemîl Cîgerxwîn -Şemsettîn Delayîmîlan

Cemîl Cîgerxwîn -Şemsettîn Delayîmîlan
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Şemsettîn Delayîmîlan
Nasnav: Cemîl Cîgerxwîn
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Esmer-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 23-08-2020 / Serhed

$Kurtejiyana şehîd:$
CEMÎL CÎGERXWÎN
Hevrêyê me Şemsettîn Delayîmîlan bi navê xwe yê li nava partiyê Cemîl Cîgerxwîn, li Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li nava malbateke bi nirxên xurt ên exlaqa civakî mezin bû, ev nirx di kesayetiya xwe de vehewand. Li dijî feraseta desthilatdarîperest û lîberal a ku sîstema kapîtalîst li ser mirovahiyê ferz dike, hîn biçûkanî dest bi lêpirsînê kir û kete nava hin lêgerînan. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Îranê dimeşîne, karkirina mîna koleyan ku gelê Kurd hewcedarî nan dike, bûn wesîle ku hevrêyê me lêpirsîn û lêkolînên xwe kûrtir bike. Hevrêyê me pênc salan li dibistanên dewleta Îranê xwend, piştre jî bi daxwaza xwe dest ji dibistanê berda. Tevlîbûna ji malbat û derdora wî li nava refên partiya me PKK'ê bû wesîle ku hevrêyê me Cemîl bersivê li lêgerînên xwe re bibîne. Ji bo karibe Rêber Apo û jiyana wî afirandiye ji nêz ve nas bike, fêhm bike û hêjayî xeta şehîdan be di sala 2011'an de biryar da ku tevlî nava partiya me PKK'ê bibe.
Hevrêyê me Cemîl ku sala 2011'an tevlî nava refên PKK'ê bû li herêma Xakurkê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeya gerîla ya bingehîn re di têkiliyên hevrêtiyê û leşkerî de bû xwedî tecrûbe û danheviyê. Ji ber ku di nava jiyanê de timî baldar bû û dixwest hîn bibe, hevrêyê me di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şerê giran ê sala 2011'an bibe pêşniyar kir û li ser vêb ingehê jî hewl da xwe hîn bêhtir şareza bike. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku bi şexsê Şehîd Reşîd Serdar, Şehîd Çîçek Kûrtalan, Şehîd Azad Sîser û Şehîd Têkoşîn Amanos de destpê kir, tevlî operasyonên wê yên şoreşgerî bû. Bi tevlîbûna xwe ya li operasyonên şoreşgerî, bi wêrekî ku bi ser dijmin de diçû, bû mînak ji hevrêyên xwe re. hevrêyê me Cemîl di kar û çalakiyên vê demê de wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî hêja bi cih anî, bû xwedî sekneke milîtanî. Tevî ku di şerê giran de birîndar bû, nêzîkatiyeke welê nîşan da ku têkoşîna xwe her tim mezin bike. Di nava pratîka şerê giran de bi bawerî û dilsoziyeke mezin xwe li rastiya hevrêtiyê ya PKK'ê girt. Ji bo karibe gerîlayekî serketinê Yê Rêber Apo ku têk naçe û ji rastiyê şaş nabe, timî xwe perwerde kir. Ji bo armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û tola wan hilîne, bû milîtanekî Apoyî ku xwe û hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me baş fêhm kir ku partiya me PKK partiyeke şehîdan e, li ser vê bingehê jî timî kete nava lêkolînan û ji bo bibe bersiv ji rastiya şehîdan re kete nava lêgerînê.
Piştî pêvajoya şer û pratîka giran, tevlî nava wî karî bû ku pêwîstî bi dilsozî, zelaliya îdeolojîk û baweriyê hebû. 4 salan ev kar meşand, baweriya hevrêyên xwe ya bi xwe vala dernexist. Hevrêyê me Cemîl ku di nava vî karî de derfet dît rastiya me ya gel hîn baştir fêhm bike, rastiya gel û bandora vê rastiyê ya li ser xwe hîn bi xurtî lêkolîn kir.
Berxwedana Xwerêveberiyê ya sala 2016'an li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê hate kirin û şehadeta li nava hevrê û gelê me yê li vê berxwedanê bandoreke mezin li hevrêyê me Cemîl kir. Hevrêyê me xwest li ser xeta fedaîtiyê tevlî vê berxwedanê bibe û derbasî qada Şemzînanê bû ku baş nas dikir. Li vê derê hêrsa xwe ya li dijî dijmin xist meriyetê. Hevrêyê me Cemîl li dijî dijmin gelek çalakî kir, barê hevrêyên xwe sivik kir. Hevrêyê me Cemîl piştre di sala 2017'an de li Akademiya Mazlûm Dogan ku Dibistana me ya Navendî ya Partiyê ye, beşdarî dewreyeke perwerdeyê bû. Bi perwerdeya li vê derê wergirtî kêmasiyên di sekna xwe ya kadro ya milîtaniyê de yek bi yek nirxand. Tevlîbûna li perwerdeya li amadekiya bi navê ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK'ê hevrê Mazlûm Dogan bi kûrahî têgihişt. Li ser vê bingehê ji bo bibe milîtanekî mînak û şervanekî heqîqetê yê berê xwe li serketinê ye, xwe perwerde kir. Li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo xwe kûr kir. Hevrêyê me xwe li pêşberî jiyanê berpirsyar dît, bi pêşketina xwe re ji bo bibe hevrêyê hevrêyan, weke şopdarê Şehîd Reşîd Serdaran ji bo bibe fermandarekî mezin bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû.
Hevrêyê me bi rengekî serketî dewreya perwerdeyê qedand, demekê li gel hevalên li rêveberiya Partiyê tevlî karê ewlekariyê û karên din bû. Di vî karî de firsend dît ku partiya me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Cemîl di vî karî de dersên girîng ji hevrêyên li gel bû wergirt û ev wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Cemîl ku xwedî pratîk û astekê bû, ji bo van tecrûbeyên xwe careke din bixe pratîkê pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşînê li wir bimeşîne.
Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin li qada Serhedê hate wezîfedarkirin û ji bo pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî kete nava hewldanên mezin. Bi rengekî serketî tevlî pratîka li qadê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Cemîl bi pratîka xwe ya serketî di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe hate hezkirin. Di dema û cihê wê de dest li kêmasiyên li nava jiyanê werde, helwesteke rexnekirin û rexnedayinê nîşan da. Dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re di her karî de bi xebateke hesas nîşan da.
23'ê Tebaxa 2020'î li qada Serhedê dema ku bi erka xwe radibû tevî hevrêyê xwe Şervan Dirêj di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Cemîl bi fedakariya xwe, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê û hevrêtiya xwe ya xurt bû şoreşgerekî mînak ji hevrêyên xwe re.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览191
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 08-09-2023
挂钩项目: 2
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Mako
No specified T3 85: 东库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):08-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览191
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.150 KB 08-09-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,043
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,299
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!