图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,045
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Peywendiya nû ya Hewlêr û Bexdayê û çend pêşniyar
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kenan Şêxo

Kenan Şêxo
=KTML_Bold=Peywendiya nû ya Hewlêr û Bexdayê û çend pêşniyar=KTML_End=
Kenan Şêxo

Ji dema ku Îraq hate avakirin, Kurdistana bi Îraqê ve zeliqandî, wekî amûrekê ji bo hevsengiya hêzê, xasma ji hêla Îngilîzan ve, tê bikaranîn. Rola Kurdan li navçeyê, heta niha jî ji vê çarçoveyê derneketiye.
Siyaseteke zelal a hêzên mezin wekî Amerîka, rojavayê Ewropayê, Çîn û Rûsyayê li hember Kurdan nîne. Ev hêzên qerase dijî hev û ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn, hêzên herêmî dixin tevgerê.
Di vê çarçoveyê de, rolek dibe para Kurdan jî. Lê di heman demê de, hêzên mezin ji Kurdan piştrast in û li gor deverên din ên Rojhilata Navîn, hebûna wan li navçeyên Kurdistanî hêsantir e û xerciyeke kêmtir jî lê diçe.
Li Rojhilata Navîn, Kurd bi Ereb, Tirk û Farisan re hevçeper in û di hêla pevketina yekemîn de ne. Bi gotineke din, her xurtbûneke Kurdan, dê li ser hesabê qelsbûna wan her sê neteweyên din ên li deverê be.
Berevajî vê jî rast e. Her xurtbûneke yên din dê li ser hesabê Kurdan be! Ji ber vê yekê jî ev her sê netewe rê li ber her berfirehbûn û bihêzbûneke Kurdan digirin û li dij derdikevin. Bexda xurt bibe, ango Kurdên başûr qels dibin!
Ji aliyekî din ve, tiştê ku rewşa Kurdan dijwartir dike ew e ku ew her sê netewe di pêvajoya demokratîkbûnê re derbas nebûne ku mafên Kurdan rewa bibînin û mafên rewa yên gelê Kurd nas bikin.
Mixabin, piraniya peymanên Kurdan bi Bexda, Enqere û Tehranê re di 100 salên borî de teşeya peymaneke stratejîk a demdirêj wergirtine, di demekê de ku peymana stratejîk a demdirêj, nexasim di rewşa Kurdan de ku bê dewlet in û di nav sînorên dewletên wan her sê netewên din de dijîn, dibe xurtbûna aliyê beramber li hêla pevketina yekemîn a li navbera kurdan û aliyê beramber.
Zêdebarî vê, dema Ewropa û Amerîka vê rewşê di nav Kurdan de dibînin, dibêjin, baş e, em dixwazin piştgiriya Kurdan bikin lê Kurd bi xwe beramberên xwe xurt dikin!
Divê Kurd çi bikin?
Divê hemû hêz û aliyên Kurdistanî bicivin û li ser peymaneke niştimanî li hev bikin. Divê bendên vê peymanê xalên girîng ên ewlekariya neteweyî ya gelê Kurd li xwe bigire. Herwiha, divê ev peyman ji hêzên Kurdistanî re bibe nexşerêyek ji bo têkilîyên navxweyî yên Kurdan û reftara wan bi Bexdayê re.
Heta ku Kurd neçar bin ku wekî niha di nav sînorên welatên niha de bijîn, pêwîst e hewl were dayîn ku peymanên Kurdan bi Bexda, Enqere û Tehranê re, li şûna peymanên stratejîk ên demdirêj (me li jor qal kir), teşeya peymaneke taktîkî ya demkurt werbigirin.
Divê Kurd xwe pir bi baldarî û başî ji qanûna gaz û petrolê re amade bikin. Divê Herêma Kurdistanê hemû alavên fişar û desthilatê radestî Bexdayê neke. Divê hewl bê dayîn ku hevsengiyek di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe.
Ne şert e her mijareke ku Bexda li hember Hewlêrê tev dide, rewa be. Divê were şirovekirin ka ew mijar heta kîjan radeyê bi destûrê re li hev dike. Baştir e jî ku Hewlêr mijaran li hember Bexdayê tev bide.
Divê Kurd bêyî ku guh bidin statûya Kurdan li Bexdayê, têkiliyên xwe yên dîplomatîk nemaze bi Amerîka û welatên Ewropaya Rojava re berdewam bikin.
Pirsa Kurd rewa ye. Doza Kurd berî herî tişt niştimanî - neteweyî ye. Ev demek e ku aliyê aborî bêhtir di vê pirsê de serdest e. Divê di vê hêlê de hevsengiyek di navbera têgiha niştimanî - neteweyî û aborî û civakî – şaristanî de hebe.
Çênabe li Kerkûk û Sergeranê (çend kîlometreyan li başûrê Hewlêrê) Ereb her cure tiştên qirêj bi ser Kurdan de bibarînin û li Hewlêr, Silêmanî û li Herêma Kurdistanê bi giştî Ereb milkan bi sadeyî û hêsanî li ser navên xwe tapo bikin! Rast e, Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê ye lê di destê Kurdan de ye ku hêsankariyê bikin an jî rê li ber wan dijwar bikin.
Çênabe hêsankarî ji wan Ereban re bê kirin ku mal û zarokên xwe tînin Hewlêrê (ji ber ku baweriya wan bi hevneteweyên wan nayê) û li Bexdayê jî dabaşa (bakurê me yê delal) dikin û heta dilopa dawî dijayetiya Kurdan dikin!
Ka em di vê xalê de rolan biguherînin. Werin em bibêjin, li Bexdayê desthilata Îraqê di destê Kurdan de ye û Ereb li Hewlêrê desthilatdar in û Kurd li Bexdayê wê rezîlî û piçûkxistinê tînin serê Ereban li Hewlêrê û pereyan naşînin Hewlêrê û mafên wan ên rewa nas nakin! Ez dipirsim, gelo wê demê Ereban li Hewlêrê alava fişarê ya avê bi kar nedianîn? Binêrin, Tirkiye çawa avê wekî amûreke zext û desthilatê dijî Îraqê bi kar tîne.
Heger ne bi sedema Îngilîstan û Fransayê bûya, gelê Kurd rastî wan hemî bobelat û derdeseriyên sedsala borî nedihat. Ango divê Kurd pir bi tundî û eşkere zexta dîplomatîk a moralî deynin ser Îngilîstan û Fransayê ji bo rastkirina wê rewşa qirêj a ku li Rojhilata Navîn dirust kirin û Kurd tê de zirarmendên herî sereke bûn.
Ev têgih di destê Kurdan de amûreke zextê ya bi hêz û bi bandor e. Divê Kurd bê rawestan, berdewam û bi awayekî objektîf li ser kar bikin.
Revenda Kurdistanî li derve gencîne ye. Divê hewl bê dayîn ku ev gencîne çalaktir û aktîvtir bibe, xasma mifa ji kesên jêhatî bê wergirtin û lobî û piştgiriyeke baştir û zêdetir ji Kurdistanê re were misogerkirin.
*Kenan Şêxo: Konsulê Fexrî yê Berê yê Almanya li Herêma Kurdistanê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览422
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 07-09-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 06-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
城市: 埃尔比勒
城市: Bexda
文件类型: 原文
普罗旺斯: 伊拉克
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览422
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 07-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,045
图片 106,467
书籍 19,319
相关文件 97,301
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!